Li ser vê dinê, yekane hebûnên ku ji bo gelekî, welatekî û mirovahiyê canê xwe feda dikin ew...
Komîteya Rêvebir A PKK’ê
12’ê Kanûna 2014’ê
‘Wan, di bedela jiyana xwe de mizgîniya welatekî azad dan me’
Kurdan, ji dîrokê heya roja me ya îro her tim di nava þerê hebûnê de berxwedanên mezin li dar xistine. Lê ti carê û ti demê, weke ku mîlîtaniya PKK’ê nîþan daye û dide, ji xwe fedakirinê re ku bi awayekî fedaiyane her didome þahidî nekiriye. Weke ku di her meh û kêliyê de bûye, hejmareke pir zêde ya þehîdên me bi lehengiya xwe mohra xwe li meha Kanûnê jî dane. Þehîdên me sal 12 meh li Kurdistanê di bedela jiyana xwe de,bi lehengiya ku li dar xistine mizgîniya welatekî azad dane me. Çawa ku di baweriyên me yên qedîm de tiþtek ne di ser tiþtekî re ye, di PKK’ê de jî mehek ji ya din di aliyê lehengiya þehîdên me de ji hev ne cudatir e. Fermandarên me yên þehîd ên mezin ku tevlî karwana pakrewanan bûne, dubare dubare ev rastiya cewherê mirovahiyê bi pratîkên xwe jîyanî kirine. Ji ber vê yekê, bi hezaran þehîdên me bi can û xwîna xwe ruh dane her meha salê.
Wan berevajiya hêzên dagirker ku dijminên raborî û îro ne seranserê raboriyê û roja me ya îro watedar kirine; ji agir dîrokek û ji ariya agir jî riya welat û civakeke azad honandine. Ew ji bîbikên çavê dayika me ya Kurdistanê weke çeman herîkîne, ji çiyan ber bi gundan, ji gundan ber bi bajaran, kolanan, ji kolanan ber bi malan, ji malan ber bi gerdûnê ve bi rê ketine û bûne bi hezaran jiyanên rengîn.
Rêber Apo bi vî awayî þehîdan pênase dike; ‘di kêliyên herî zor û zehmed de û di þert û mercên herî lewaz de li cihên ku hema bêje hovitî serdest û bêyî dilê wan ê ji pola ti palpiþta wan a din tineye ku pê þer bikin, berdevkê herî mezin ê mirovan þehîd in. Ew, di pêvajoyên bi vî awayî de diyardeyên ku di hebûna wan de serkeftin dibe sembol e. Ji ber ku ew kesayetiyên wiha ne; di demên ku bi milyonan kes bûne qurbanê jiyaneke herî bi þaþitî û di asta herî jor de bi her awayê îxanetê hatiye jiyîn de bûne berdevkên rastiyan û dema pêwîstî pê hebûye bi tena serê xwe jî jiyîne.’
Li ser vî esasî, em hevalê xwe yê MAHÎR CAN’ê Dîgorî ku yek ji berdevkên rastiyan bû û þehîdê me yê destpêkê yê li Serhedê bû, dema di 1978’ê de belavok belav dikir li Dîgorê ji aliyê sosyal þovenîstan ve hatiye qetlkirin di salvegera þehadeta wî de bi rêz bi bîr tînin.
Dîsa em hevalê xwe yê ÝBRAHÎM YOLDAÞ ku di sala 1978’ê de li Amedê ji aliyê reformîstên noker ve hatiye qetlkirin bi heman hestan bi rêz û bi mînet bi bîr tînin.
Hevalê me yê Yasîn-ZÝYATTÝN ÖZER ji beriya 12’yê Îlonê ku Êlihê kar û xebat meþandibû, piþtî ku li qadên Lubnan-Filistînê perwerde dît ji bo ku xebata gerîla bimeþîne çûbû herêmên Mêrdîn û Êlihê. Dema li van herêman xebat dimeþand li gel dijmin dikeve pevçûnekê û di Kanûna 1984’ê de li Mîdyadê tevlî karwana þehîdan dibe.
Hevalê me yê Ali Haydar –MEHMED ÖZGÜL ji beriya cuntaya faþîst a 12 Îlonê li Çemîþgezexê, Xozatê, Elezîzê xebata þoreþgerî meþandiye. Li qadên weke Lubnan-Filistînê perwerde dîtiye. Piþtî vê perwerdeyê diçe herêma Çemîþgezexê; li wir di encama pevçûneke li gel dijmin de di Kanûna 1985’ê de tevlî karwana þehîdan dibe.
Hevalê me yê Menaf (Mehdî)-SÜLEYMAN ORAKê Midyadî ji 1978’ê pê de di nava têkoþîna me de cihê xwe girtiye, li kampên Lubnan-Filistînê berpirsiyariya perwerdeyê bi cih aniye. Di sala 1985’ê de hêzên arteþa Tirk a faþîst gruba ku ew jê berpirsiyar e dorpêç dike; hevalê Menaf bi armanca rizgarkirina grubê bi lehengî þer dike û digihîje þehadetê.
Di bin fermandariya Aslan –HALÝT ÝLHANê Cudî Gundik Remoyî û Ehmed-ÞEHMUS ÇELÝK de li çiyayê Serê Spî grubek heval dikeve pevçûneke bêrehm. Di encama vê pevçûnê de di 19’ê Kanûna 1991’ê de 19 heval, çiyayê Serê Spî bi xwîna xwe sor dikin. herêma Lîce û Qulp bi ruhê serhildanê li van þehîdan xwedî derdikevin lê KT xwe li vê ranagire û êrîþ dike. Dîsa di encamê êrîþê de þehadeta welatparêzên me pêþ dikeve. Em van hevalan û welatparêzên xwe bi rêz û mînet bi bîr tînin.
Kurdên Anatoliya Navîn bi sedan sal ji beriya vê, ji herêmên cuda yên Kurdistanê ji ber îskanên mecbûrî ji aliyê dewletên serdest ve hatine koçberkirin û li cih û warên xwe yên îro bi cih bûne. Lê keç û xortên van Kurdên me ku penaberên herî qedîm in di bin ala PKK’ê de ala azadiyê li dijî dagirkeriyê bilind kirine. Ji van zarokên gelê Kurd ên bê hempa hevalê me yê Weysel Cîhanbeylî-HASAN BASRÝ TOPTAÞ ku di Kanûna 1993’ê de li çiyayên Dêrsimê gihîþtiye þehadetê û gelek keç û xortên ku di navenda Anatoliya Navîn de mezinbûne bi vê sekna xwe ya mîlîtan bi þehadetên xwe înkar û îmhaya bi sedan sal vala derxistine û li beranberê asîmîlasyona dagirkeriyê gotine êdî bes e.
Hevalê me yê Kalo (Selîm) –AHMET BAKÝÞê Mazidaðî bi pratîkbûn û çalakvaniya xwe ya mezin ji dijmin re bûye xewnereþik ku welatparêz û mîlîtanekî þoreþger ê mezin ê PKK’ê bû û hevalê me yê Bahoz- ABDULGANÝ ABDULKERÝM ku ji kesayetiyên mîlîtanê bi hêz ê Dêrika Çiyayê Mazî bû, li quntarayên Berit’an(Beritler) di 17’ê Kanûna 1993’ê de bi hêzên dewleta dagirker re dikevin pevçûnê. Di encama vê pevçûnê de her du heval bi lehengî þer dikin û tevlî karwana þehîdan dibin.
Fermandarê me yê eyaleta Dêrsimê, hevalê me yê Cîhat Karakoçanî- ERDAL GEDÎK ku sembola me ya berxwedan, fedakarî, wêrekî, dilnizmî û kedê bû , di Kanûna 1994’ê de tevlî karwana þehîdan bûye.
Hevala me ya Ruken Malatya-DEVRÎM ÝNCEDAL di avên þîn ên Avaþîn de ku rengekî cuda yê têkoþîna me ya azadiyê bû, di Kanûna sala 1998’ê de gihîþtiye þehadetê.
Hevalê me yê Dr. Seyîd Riza- Savaþ Eren zarokê berxwedana Dêrsimê yê ku bi ruhê xwe yê þaîrane jî dihate nasîn, di 20’ê Kanûna 2002’ê de di bagereke dijwar ên herêma Xinê re de tevlî karwana þehîdan bûye.
Sembola ked, hevaltî, bedewiyê û þopdarê leheng ê hevalê Xêyrî Durmuþ, Dilxwazê Bîngolî- Mehmet Ali Algünerhan 13’ê Kanûna 2006’ê li Merîwan Kosalanê li gel hêzên dagirker dikeve pevçûnekê; di encama vê pevçûnê de tevlî karwana þehîdan dibe.
Hevalê Eþref ji Güçlükonakê- RESUL DAYAN di temeneke biçûk de tevlî Partiyê dibe û 1997’ê de di encama pevçûneke bi dijmin re birîndar dibe û dibe gazî. Tevî vê rewþa xwe ti car ji çiyayên ku wargehên azadiyê ne qut nebû û jiyaneke bêyî çiyayan jî nehizirî. Di 16’ê Kanûna 2007’ê de di encama êrîþeke balafirên hêzên dagirker ên KT de tevî grubek hevalên xwe beþdarî refên þehîdan bûye.
Em di kesayetiya hevalê Rûbar Firatê Mêrdînî –Seyfettin Iþik ku li Zaxros û Behdînan bûye gerîlayekî mezin û di heman demê de li eyaletên me yên Amed-Botanê di asta herî bilind de fermandarî kiriye, bûye endamê konseya leþkerî ya HPG’ê û dîsa di kesayetiya hevala Binevþ-ZEYNEP BOZKURT ku þopdareke berxwedêr û þerker a bi hêz a Bêrîvana keça gelê me yê Yêzîdî bû û di heman demê endama meclîsên HPG û PAJK’ê bû de hemû þehîdên xwe yên li Cudî di Kanuna 2011’ê þehîd bûne bi rêz bi bîr tînin.
Hevala Zîn’a Sêrtî- Altun Ekinci û hevala Mizgîn Urmiyeyî-LEYLA PÝREVÝ di 15’ê Kanûna 2011’ê de li çiyayên Çewlîkê di encama pevçûnek ku beþdarbûne de li gel grubeke hevalên xwe, tevlî nav refên þehîdan bûn.
Hevala Tara-SENAYET MURADÝ di sala 2002 ‘ê de li gel grubekê hevalên xwe ji ber hatina aþûtê li Dola Kokê tevlî nav refên pakrewanan bûye.
Rojava timî bûye cih û warê mîlîtanên herî bijarde û þerker. Ji van mîlîtanan yek jî hevalê Bedran –ALÝ ABDO HAMBEÞO ku þervan û xwendevanekî dijwar ê fermandarê mezin Erdal-Engin Sincer e. Hevalê Bedran di 11’ê Kanûna 2011’ê li Gercüþê di encama pevçûneke bê rehm a bi dijmin re tevlî karwana þehîdan bûye.
Li ser vê dinê, yekane hebûnên ku ji bo gelekî, welatekî û mirovahiyê canê xwe feda dikin ew kesên ku bi nasnameya mîlîtaniya PKK’ê diçin þehadetê ne. Dîroka PKK’ê ji aliyê diyalektîka þehîdan ve hatiye honandin û di heman demê de ev dîrok, dîroka ew kesên ku bêyî dudilî, bi þahî û dîlan diçin þehadetê ye; dîroka fedayîtiyê ye jî.
Em îro careke din di kesayetiya þehîdên meha Kanûnê de hemû þehîdên Tevgera Azadiyê Ya Kurd bi bîr tînin, em dibêjin em ê bersiva van fedayiyan bi ruh û sekneke fedayiyane bidin. Ji bo xwedî li þehîdan derkevin em bang li gelê xwe û hemû mirovahiya hestiyar dikin ku bi awayekî rast û fedakarî tevlî pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin bibin û em dubare bang dikin ku li dora þehîdên me bibin xelekeke tund a ji pola!