
Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke berfireh, ji 12’ê Îlonê ve bi şîara “Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dem dema azadiyê ye” hemleyeke nû ya berxwedanê daye destpêkirin. Di nava hefteya borî de li çar parçeyên Kurdistanê û li çar aliyê cîhanê bi xurtî tevlîbûna hemleyê çêbûye.
Di serî de jin û ciwan, karker û kedkar, rewşenbîr û hunermend, hemû welatparêz û hêzên demokratîk berê xwe dane kolanan; li dijî tecrîd, dagirkerî û faşîzmê daxwazên xwe yên azadî û demokrasiyê bilind kirine. Gerîlayê Azadiya Kurdistanê diyar kiriye ku wê pêşengtiya vê hemleya berxwedanê bi awayekî serkeftî bike.
Li ser vî bingehî, di serî de her kesên ku li dijî tecrîda Îmraliyê, dagirkeriya TC’ê û faşîzma AKP-MHP’ê, destpêkê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin, tevlî hemleya berxwedanê ya “Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dem dema azadiyê ye” dibin û tevkariyê dikin, em silav dikin; di têkoşîna wan a dîrokî de ku xwedî wateyeke kûr e, serkeftinê dixwazin. Em şehîdên qehreman ên vê têkoşîna pîroz bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin, baweriya xwe ya mezin îfade dikin ku wê teqez zaferên mezin qezenc bikin. Em bang li her kesên ku li dijî faşîzm û dagirkeriyê alîgirên azadî û demokrasiyê ne dikin, hêj xurtir, bi seferberî tevlî vê hemleya azadiyê bibin ku bi hedefa zaferê rabûye!
Wekî tê zanîn, dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’êku îro bûye belayê serê gelan, jinan û hemû mirovahiyê, berdewamiya rêveberiya Îtîhad û Terakiya qetlîamker-qirker û berdewama rejîma faşîst-eskerî ya 12’ê Îlonê ye. Ev dîktatorî bi îdeolojiya xwe ya senteza Tirk-Îslam û Tûranî, hêzeke êrîşkar, qetlîamker, qirker, dagirker e, dijminê jin û gel e. Di nav sedsala borî de qirkirin bi serê gelên Ermenî, Asûrî-Suryanî, Rûm û Kurdan de aniye; di serî de karker û kedkar, li ser jinan, Elewiyan û hemû bindestan zext, teror, mêtingerî û zilma herî giran kiriye. Îro ti hêzekê li hundir û derveyî Tirkiyeyê nemaye ku gef lê nexwaribe û êrîş nekiribe. Li ser vî hîmî derketiye holê ku bûye belaya serê hemû mirovahiyê.
Eşkere ye, dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê li ser karker, kedkar û gelên li Tirkiyeyê zext, zilm û mêtingeriya herî giran pêk aniye. Li holê ye ku destdirêjî, destavêtin û qetlîama li dijî jinan, di bin zihniyet û siyaseta zilamê serwer a AKP-MHP’ê de gihiştiye lûtkeyê. Ev dîktatorî li ser gelê Kurd tam jenosîtekê pêk tîne û di roja me de dixwaze vê qirkirina ku sed sal in dimeşîne bi encam bike. Li ser vî bingehî li parçeyê Bakurê Kurdistanê serî li her cure qetlîam, bişavtin, koçberkirin û guhertina demografyayê dide, li parçeyên Rojava û Başûr jî hewl dide dagirkeriyê pêş bixe. Mîna ku li Lîbya û
Sûriyeyê jî hat dîtin, dixwaze xakên Ereban dagir bike û ketiye nava hesabên îlhakê. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê di serî de El-Qaîde, DAÎŞ û Birayên Misilman, hamiyê çeteyên faşîst a li Rojhilata Navîn e. Li ser vî bingehî li hemû dinya û mirovahiyê gefan dixwe. Ji bilî alîgirên xwe, hema hema ti dewlet, rêxistin, beşên civakê yên gef lê nexwaribe nehiştiye. Hemû pêkanînên zext, gef, zilm û qetlîamên ku faşîzma AKP-MHP’ê li hundir û derve dimeşîne jî di pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê de şênber dibin. Îro pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê bûye mîna navenda zilm û paşverûtiya cîhanê.
Va ye, Hemleya berxwedanê ya “Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dem dema azadiyê ye” ku Tevgera Azadiya Kurdistanê li ser esasê daxuyaniya Konseya Rêveber a KCK’ê pêş xistiye, hedef dike ku dîktatoriyeke faşîst a li serê gelên Rojhilata Navîn, gelên cîhanê û hemû mirovahiyê bûye bela û sîstema tecrîdê ya Îmraliyê û êrîşkariya wê ya dagirker hilweşîne. Di serî de jî pêşbiniyê dike, sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê ku bûye çavkaniya her cure paşverûtiyê hilweşîne û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bîne. Ji ber ku çawa sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê çavkaniya her cure paşverûtiyê ye, her wiha azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan jî çavkanî û destpêka hemû azadiyan e. Li ser vî bingehî ew ê li giştî cîhanê şoreşa azadiya jinê û bi spartina wê ve şoreşên demokratîk pêk werin; ew ê Kurdistan azad bibe, Tirkiye û Rojhilata Navîn jî demokratîk bibin; wê li hemû dinyayê jiyana azad û rêveberiyên demokratîk pêş bikevin.
Heke bê dîqetkirin, tecrîd, dagirkerî û faşîzm di dîktatoriya AKP-MHP’ê de şênber bûye. Ji ber vê yekê jî hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê ew ê bibe qedandina şer û tecrîdê. Ev jî di hilweşandina sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê de û di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de şênber dibe. Demokratîkbûneke li ser bingehê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêş bikeve, ew ê derbaskirina her cure zihniyet û siyaseta zilamê serwer, faşîst, mêtinger, qirker û li ser bingehê azadiya jinê pêşxistina her cure jiyana azad û civaka demokratîk pêk bîne. Lewma jî her kesê, hemû bindest û mêtingehan digire nava xwe û berjewendiyên hemûyan îfade dike. Naxwe, hemleya berxwedan û azadiyê ya ku KCK’ê daye destpêkirin ji bo berjewendiyên hemû bindestan e û ji ber vê jî dibe hemleya hemû kesê.
Wê çaxê, di serî de tecrîda Îmraliyê, ji bo şkandina her cure tecrîdê û li ser bingehê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkanîna azadiyan; li dijî her cure tacîz, tecawiz û qetlîamên ku berhemên zihniyet û siyaseta zilamê serwer e, ji bo pêşxistina şoreşa azadiya jinê; ji bo zihniyet û siyaseta faşîst, mêtinger û qirker bê hilweşandin, her cure dagirkerî bê bidawîkirin, Kurdistan bê azadkirin, Tirkiye û Rojhilata Navîn bê demokratîkkirin; ji bo ku hemû mirovahiyê ji gef û êrîşên nîjadperestiya Tirk ê şoven-nîjadperest biparêze, lazim e li hemleya KCK’ê ya hilweşandina dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê û bidestxistina hemû azadiyan hedef kiriye, xwedî lê derkevin û bi çalak tevlî bibin. Wezîfeya esasî ya hemû kadro û sempatîzanên PKK’ê, pêşengtiya me ya gerîla, jin û ciwanan ev e. Wezîfeya me ya dîrokî ku lazim e gelê me yê welatparêz ê li çar parçeyên Kurdistanê û li çar aliyên cîhanê di asta seferberiyê de tevlî bibin û bigihînin zaferê, ev e.
Jixwe li dijî faşîzm, tecrîd û dagirkeriya AKP-MHP’ê, berxwedana hemleyî ya gelê me bi çalakiyên protestoyî ya Komploya 15’ê Sibatê û bi pîrozbahiyên dîrokî yên jinên ên 8’ê Adarê, ji zivistana sala 2020’an ve dest pê kiribû. Di pêvajoya bihar û havînê de hêzên me yên qehreman ên gerîla, YPS û milîsên TŞYG’ê li çiya û bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên bi bandor kirin û derbên giran lê dan. Di encam de planên faşîst-qirker xera kirin û dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê anîn ber hilweşandinê. Hemleya dîrokî ya “Cenga Heftanînê” ya gerîla, di faşîzma AKP-MHP’ê de “Sendromek nû ya Heftanînê” ava kiriye. Niha hemleya berxwedanê ya “Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dem dema azadiyê ye” hedef dike ku têkoşîna antîfaşîst bigihîne hev, faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîne, hemleya me ya stratejîk a şerê gelê şoreşgerî bigihîne serkeftinê. Lewma jî hemleya serkeftin û zaferê teqez e. Ew ê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşe, gelên me qezenc bikin, jin qezenc bikin, hemû mirovahî qezenc bike.
Li ser vî bingehî, di serî de pêşengtiya me ya partiyê, em bang li hem hêzên xwe yên gerîla û parastina cewherî, tevgerên xwe yên jin û ciwanan, gelê xwe yê welatparêz ê li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê, ciwan û jinên qehreman ên Kurd dikin ku bi xurtî xwedî li hemleya berxwedanê ya “Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dem dema azadiyê ye” derkevin, çalak tevlî bibin çalakiyên afirîner û pirmilî pêş bixin, faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin û li Kurdistanê jiyana azad û civaka demokratîk pêş bixin!
Pir zelal e ku têkilî û tifaqa di navbera gelên Kurd û Ereb de di roja me de ji bo Rojhilata navîn tifaqa herî şoreşger e. Ev tifaq û têkoşîna li ser vî bingehî pêş bikeve ew ê her cure gef û êrîşên dagirkeriya dewleta TC ya faşîst pûç bike, li ser bingehê azadî, xwuşktî û biratiya gelan ew ê Rojhilatek Navîn a nû ava bike. Li ser vî bingehî, di serî de gelên Ereb û hêzên sosyalîst-demokratîk, em bang li hemû siyaseta Erebî dikin ku bi awayekî çalak tevlî hemeleya me ya berxwedan û azadiyê ya ku me li ser esasê têkoşîna hevpar li dijî dagirkeriya TC’ya faşîst pêş xistiye bibin û têkoşîneke hevpar bimeşînin! Her wiha, ji bo avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk ku hemû gel karibin tê de bi xwişk û biratî bijîn, em li dijî faşîzmê banga têkoşîna hevpar li hemû gelên Îranî dikin! Em bang li hemû hêzên cîhanê yên sosyalîst û şoreşger-demokratîk, tevgerên ekolojîst û azadîxwaziya jin dikin, ji bo em mirovahiyê ji tehdîda faşîst a AKP-MHP’ê rizgar bikin bi awayekî çalak tevlî nav hemleya azadiyê ya KCK’ê daye destpêkirin, bibin!
Ew ê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşe, hemû mirovahî ji gef û belaya faşîzmê rizgar bibe.
Ew ê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşe, Kurdistan azad, Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bibe.
Ew ê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşe, li ser bingehê azadiya jinê jiyana azad û civaka demokratîk pêş bikeve.
Bes e ji Tecrîd, Dagirkerî û Faşîzmê re! Dem Dema Azadiyê ye! Dem dema hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê û qezenckirina hemû azadiyan e! Wê demê tu jî tevlêhemleya berxwedan û azadiyê bibe! Tu jî li dijî faşîzmê têbikoşî û azadiya xwe pêk bîne!
Bimre Dîktatoriya Faşîst-Mêtinger-Qirker!
Bijî Hemleya Azadî û Demokrasiyê!
Bijî Berxwedana Şerê Gelê Şoreşgerî!
Bijî Rêber APO!
19’ê Îlonê 2020
KOMÎTEYA RÊVEBIR A PKK