
Me civîna asayî ya salane yê Komîteya Navendî ya PKK’ê bi tevlêbûna 27 endaman bi serkeftî pêkanî. Civîna me, qehremanên mezin ên sala 2021’an, di şexsê şehîdên Mam Reşo, Zendura, Tepê Sor û Werxelê de hemû şehîdên qehreman bi rêz û mînet bibîranî, Rêber Apo û Pengava Dem Dema Azadiyê ye slav kir ku di bin pêşengtiya berxwedana Îmraliyê de li her derê pêşdikeve. Li ser xeta Rêbertî û şehîdan pratîka sala 2021’an ji lêpirsîneke kûr derbas kir, xwe gihand dersên dîrokî, di sala 2022’an de îradeya şereke bihêztir û zafereke mezintir danî holê. Li ser vê bingehê bangkir ku hemû hevalên partiyî, gelê me yê welatparêz û dostên me yên şoreşger-demokratîk Pêngava Dem Dema Azadiyê ye bihêztir pêşbixin ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo radibe.
Civîna Komîteya Navendî bi xwedinda talîmateke berfireh ku ji nivîs û axaftinên Rêber Apo hatiye berhevkirin dest bi xebatên xwe kir. Pişt re raporên Sekreteryaya Giştî ya PKK’ê û Kordînasyona PAJK’ ya ji bo civînê hatibûn amadekirin hatin xwendin. Li ser van bingehan bi awayekî pir alî û kûr derbasê nirxandina pratîka sala 2021’an bûn. Me pratîkê li ser xeta Rêbertî û şehîdan, bi nêzîkatiya rexne û rexnedayîn ji lêpirsînê derbaskir. Xebatên pratîkî hem di asta komîte û rêxistinbûnên tîkane(dîkey) û hem jî di asta rêxistinbûnên parçe yên berwarî(yatay) de bi awayekî berfireh hatin destgirtin, ji van dersên dewlemend hatin derxistin û derbasê pratîka sala nû hatin kirin.
Wekî tê zanîn ku di sala 2021’an de şerê azadiyê yê Partiya me dimeşîne ji her hêlê ve xwe gihand lûtkeyên nû. Êrîşa perçiqandin û dagirkeriya faşîzma AKP-MHP’ê ku di orteya sibatê de bire li ser Garê, dîsa 23’yê Nîsanê şûnde jî êrîşa li ser Metîna, Zap û Avaşînê bi berxwedana lehengane ya gerîlayên HPG û YJA-Starê ve hate şikandin. Berxwedana dîrokî ya gel û dostên me, li her qadê di bin pêşengtiya berxwedana gerîlayê qehreman de pêşket, plana îmha û tasfiyeya faşîzma AKP-MHP’ê ya bi piştgiriya DYA û PDK’ê pêşket parçekir, binxist. Bi vî awayî faşîzma AKP-MHP’ê ji ber ku nekarî Qadên Parastina Medya li gorî planên xwe dagir bike û ji zindanê bigire heya derveyî welat li çar parçeyên Kurdistanê nekarî berxwedana azadiya gel û dostên me bişkîne ketiye nava pevajoya belavbûn û rûxandineke teqez.
Civîna me berxwedana sala 2021’an ku bi vî awayî pêşket û encamên dîrokî afirand slav kir, kêmasî û şaşitiyên di nava berxwedanê de hatine jiyîn jî rexnekir û ji van dersên dîrokî derxist. Li ser vê bingehê feraset û şêwazên ezez, bêplan, nakevin stratejiyê, nikarin afrîneriya teqtîkî nîşan bidin, teng û girtî dimînin rexne û mehûm kir, pêwîst dît ku bi şêwaza stratejiya şerê gelê şoreşgerî di gerîlatiya kûr û berfireh a xeta modernîteya demokratîk de israr bike, afrîner be, qasî ku li çiya şer dike, ewqas jî li deşt û bajaran şer bike, faşîzmê ji hêla aborî, siyasî û leşkerî ve bi awayekî topyekûn bike hedef, çalakiyên bibandor ên întîqam û bersivdayînê pêşbixe, li her cihê bersiv bide êrîşên dijminê faşîst-qirker. Di vê çarçoveyê de bangkir ku di serî de gerîla hemû hêzên têkoşînê ji her milî ve xwe nû bikin û bibandor şer bikin.
Civîna Komîteya Navendî, rastiya Serokatî, Berxwedana Îmraliyê û asta me ya fêmkirin û pêkanîna van bi rojeveke taybet bi berfirehî nirxand. Di vê çarçoveyê de destpêkê li ser rastir fêmkirina rastiya Rêber Apo û serkeftî pêkanîna vê sekinî, diyarkir ku erka me ya bingehîn Rastiya Rêbertî li Rojhilata Navîn û hemû dinyayê berbelavkirin, di serî de jin û ciwan xwe gihandina hemû bindestane. Balkişand li ser berxwedana dîrokî ya Îmraliyê ku bi tecrît, zexta zêde ya fîzîkî û derûnî pêşdikeve, diyarkir ku esas şerê mezin li Îmraliyê tê jiyîn, ji ber vê yekê lazim e mirov berxwedana Rêber Apo dimeşîne ji her milî ve rast fêm bike û biserkeftî têxe pratîkê. Di vê çarçoveyê de feraset û helwestên difikirin ku wê li Îmraliyê pêvajoyên berî hatine jiyîn bi heman rengî dûbare bin rexne û mehkûm kir, bangkir ku lazim e hemû heval, gel û dostên me pêvajoyê rast fêm bikin û têkoşîneke bibandor bimeşînin. Dîsa li Îmraliyê rewşa tecrîda girankirî û li ser vê bingehê astengkirina hemû têkilî, danûstandinên Rêber Apo, gef û xeteriya derxistiye ortê nirxand, pêwîst dît ku yên van dikin hem careke din hişyar bike, hem jî li dijî rewşa tecrîdê banga pêşxistina têkoşîna topyekûn bike ku belavê hemû Kurdistan û Tirkiyeyê bûye.
Civîna me balkişand ku ji sedê heştêyê têkoşîna azadiya Kurdistanê û şerê cîhanê yê sêyemîn bîrdozî ye, em jî lazim e zêdetir girîngî bidin têkoşîn û xebata bîrdozî ya wekî propaganda, huner û wêjeyê. Di vê mijarê de taybet balkişand li ser xebatên faşîzma AKP-MHP’ê ku van xebatan bi armanca qirkirin û asîmîlasyonê dide meşandin. Ji bo vala derxistina van lazim e xebatên me yên propanganda, wêje û hûnerê ji hêla çendanî û çawanî ve xwe bigihîne wê astê ku di serî de ciwan hemû civakê li ser xeta modernîteya demokratîk bikare perwerde bike. Îşaret kir ku li dijî ezezîtiya modernîteya kapîtalîst ku gihiştiye asta nexweşiyê divê li her qadê têkoşîna bîrdozî bê bilindkirin, li beramberê vê girêdayê kesayeta azad û komûna demokratîk divê civakbûneke bê pêşxistin. Li ser vê bingehê bangkir ku hemû welatparêzên rewşenbîr, nivîskar, hunermend û wêjewanên Kurd lazim e di nava xwe de xwe zêdetir rêxistin bikin û rehenda çandî ya şoreşa azadiyê pêşbixin.
Civîna Komîteya Navendî rewşa siyasî û leşkerî ya di roja me ya îro de jî ji pir aliyan ve nîqaşkir, li ser pêşketinên muhtemel sekinî û di pêvajoya nû de erkên polîtîk û leşkerî yên lazim e pêk bînin diyarkir. Di vê çarçoveyê de li ser nîşaneyên paşketina DYA’yê sekinî, diyarkir ku ev rewş fikrên Rêber Apo yên sih sal beriya niha aniye ziman piştrast dike. Wê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn berdewam bike û rola navendî ya hêrêma Rojhilata Navîn berdewam bike. Diyarkir ku îro di vê têkoşîna polîtîk û leşkerî de, şêwaz û nêzîkatiya dixwaze yê heyî biparêze nade qezenckirin. Ji ber vê lazim e ji her hêlê çalak û hemleker bibin. Balkişand li ser pêvajoya rûxandina Kapîtalîzm û di şexsê wê de rûxandina dîrokî ya pergala desthilat û dewletê, di vê rewşê de girêdayê azadiya jin û ekolojiya civakî, qala girîngiya pêşxistina têkoşînê ya demokrasiya kûrevî kir.
Civîna me li ser Kurdistanê têkoşîn gihiştiye kîjan astê û şerê sê xetên esasî bi awayekî berfireh nîqaşkir, nakokî û têkiliyên di navbera xeta qirker a klasîk ku faşîzma AKP-MHP dide meşandin û xeta netew-dewletok de ku DYA-PDK dide meşandin ji pir milan ve nirxand. Diyarkir ku her çiqas di navbera van de bi qismî nakokî hebin jî, bi taybet li dijî xeta azadiyê ku PKK dide meşandin îttîfaqek heye. Di vê çarçoveyê de bi taybet di van salên dawî de asta tifaqa ku bi AKP-MHP’ê re pêşxistiye ji bo hebûn û azadiya Kurd gefa herî mezin e, destnîşan dike ku serweriya faşîst-qirker a AKP-MHP bi desteka PDK li ser piyan dimîne û ji bo vala derxistina vê li ser girîngiya hewldayineke pir alî sekinî. Ji bo vê jî li dijî qirkeriya faşîst a AKP-MHP dema di her astê de şerê şoreşgerî pêşdixe, li aliyekê din ve li ser girîngiya teşhîr û tecrîtkirina xeta noker-xiyanet rawestiya.
Civîna me anî ziman ku faşîzma AKP-MHP ji bo hebûn û azadiya Kurd li ser rûyê erdê rake bi hemû hêza xwe ve êrîş dike û heya hebe jî vê êrîşa heyî bidomîne. Di roja me ya îro de têkoşîna rûxandina faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîna herî demokratîk û şoşerger a Rojhilata Navîn û Dinyayê ye, ji ber vê yekê tespîtkir ku li Kurdistan, Tirkiye û dinyayê di nava yekîtiyeke wiha de têkoşîn bê meşandin. Di vê çarçoveyê de jî bangkir ku hemû partî, rêxistin, derdor û derdorên civakî, tevgerên jin û ciwanan, hêzên welatparêz û şoreşger ên Kurdistanê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîneke hevbeş bidin meşandin. Dîsa bangkir ku dema faşîzma AKP-MHP tê rûxandin ji bo hin hêzên hevşib şûna wê negirin, hemû hêzên çep, sosyalîst, şoreşger, demokratên Tirkiyeyê, tevgerên jin û ciwanan, partî, rêxistin, sendîka û komele lazim e têkoşîna hevpar-şoreşa demokratîk a antîfaşîst bimeşînin û li ser vê bingehê wekî tifaqa sêyemîn Tevgera Demokrasiyê rêxistin bikin.
Civîna me wekî hêza polîtîk a sêyemîn li ser girîngiya têkiliyên teqtîkî sekinî, diyarkir ku li Suriye û Iraqê li ser bingehê demokratîkbûnê çareserkirina pirsgrêkan xwediyê roleke dîrokî ye. Di vê çarçoveyê de careke din bangkir ku di serî de rêveberiyên Suriye, Iraq û Îranê hemû hêzên polîtîk ên li vê qadê ji bo bikarin li ser bingehê demokratîkbûnê ji pirsgrêka Kurd re çareseriyê bibînin divê bihevre kar bimeşînin. Dîsa ji hêla însaniyetê ve li ser girîngiya dirokî ya zafera mezin sekiniye ku gelê me yê Rojava û gelên Bakur Rojhilatê Suriyeyê li dijî DAİŞ’ê qezenckirine, rûxmê ku hin hêzan ji çetegeriya wek DAİŞ re deng nekirine û nêzîkatiyên nehevgirtî raberkirine jî, gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di roja me ya îro de jî li dijî van hêzan ji ber ku têkoşîneke serkeftî û hevgirtî didin meşandin hatiye pîrozkirin. Civîna me li giştî dinyayê helwest û seknên ku xwedî li Rêber Apo û PKK’ê derketine slav kir, diyarkir ku ji bo bikarin azadiya Kurdi li ser bingehê demokratîkbûna kûrevî pêşbixin divê her awa hewldan û têkoşînê zêdetir pêşbixin.
Li ser van bingehan civîna me bi bîryardariyeke bilind, plana têkoşîn û xebatê derxist ortê, şêwaza xwe ya rêxistin û rêveberiyê li gorî vê nû kir û xebatên xwe bi serkeftî temam kir.
Pir eşkereye ku bi civîna Komîteya Navendî ya PKK’ê re Tevgera me ya Azadî û gelê me ji bo sala nû ya têkoşînê xwediyê rêxistineke bihêztir û amadekariyeke mezintir e. Wê têkoşîna rûxandina faşîzma AKP-MHP’ê, şikandina tecrîda Îmraliyê, azadkirina Kurdistan û demokratîzekirina Tirkiyeyê bi rêxistineke mezintir û awayekî bibandortir li ser xeta zaferê bimeşe. Ji bo vê tê dijminên xwe zêdetir tecrît bike û dostên xwe zêdetir bike yek. Di ketina sala 24’emîn de li ser vê bingehê wê li dijî komploya 15’ê Sibatê têkoşîn pêşbikeve, wê 8 Adar û Newroza vê salê di têkoşîna azadiyê de xwe bigihîne lûtkeyeke nû. Em ê her roja sala pênciyemîn a Rêbertî û partiyê bikin Newroz, emê vê salê veguherînin têkoşîna herî bihêz a salê û zafera herî mezin.
Li ser bingehê civîneke wiha endama Komîteya Jinûve Avakirina PKK’ê û Şehîda Mezin a Başûrê Kurdistanê Viyan Soran di salvegera 16’emîn a şehadeta wê de bi rêz, hurmet û bi mînet bibîr tînin. Diyar dikin ku em ê wê, di têkoşîna dîrokî ya pêşbixin de li ser bingehê encamên civîna Komîteya Navendî bidin jiyîn.
Li ser van bingehan bang dikin ku hemû hevalên partiyî, gelê me yê welatparêz û dostên me, encamên civîna Komîteya Navendî rast fêm bikin, awayekî bibandor pêkbînin, ji bo bikarin komploya 15’ê Sibatê hilweşînin û sala pênciyemîn a Rêbertî û Partiyê veguherînin sala zafera dîrokî em ê bi rêbazên afrîner û bibandor têkoşîn bikin!
Bijî Têkoşîna Sala Pênciyemîn a Rêbertî û Partiyê!
Bijî Rêber APO!
1’ê Sibatê 2022
KOMÎTEYA RÊVEBIR A PKK