Lenîn Lêgerînvanek Heqîqetê ye

 

Di wê demê de li Rusya kesê ku di nav Marksîstan de rola pêşengtiyê dilîze Plehenov...

Bozan TEKÎN

Di serî de pêşengê şoreşa gelê Rus û hevalên kû di miha yekem de şêhîd ketî, di kesayeta rêheval Sara, Rojbîn, Leyla û pêşengê şoreşa Rojava rêheval Xebat de hemû şehîdên gelê Kurdistanê û serhildêrê Geverê û şêhîdê şoreşa Rojava hemuya bi rêz bibîr tînim  û bejna xwe li hember wan di tewînim. Soza xwe a şoreşê, serkeftinê cardin dûbare dikim.

Lenîn, di dawiya sedsala 19. de tê cîhanê. Wê demê rewş û mercên Rusya û cîhanê çiye? Bi taybet jî wek navenda kapîtalîzmê li Ewrûpa nakokiyên di navbera karker û çîna desthilatdar de kûr in. Weke qadeke duyemîn jî di Rusya de kapîtalîzm pêş dikeve û nakokiyên karker û Çartî ya Rusyayê pêş dikevin. Tenê ne di nav karkeran de; di nav gundî, rewşenbîran de jî nakokî hene. Wê demê nîqaşek li Ewrûpa pêş dikeve. Di pêşengtiya Marks û Engels de fikrek pêş dikeve. Ev derdor çi dibêjin? Dibêjin ku; “pêwîste em desthilatiya burjiwaziyê hilweşînin û li şûna wê dîktatoriya proleterya bi cih bikin. Bi vê encex wê azadî û wekhevî pêş bikeve.” Lê li kêleka vê li Ewrûpa aqîmeke din jî heye. Ne gelêrî, ne jî bi karker û gindiya re, hê zêdetir bi rêka suîkastan dixwazin şoreşê pêş bixin. Bi vê wê zexta li ser civakê bê hilweşandin û wekhevî û azadî wê pêş bikeve.

Wê demê li Rusya Narolînk hene. Li gor wan çavkaniya hemû xerabiyan ji pergala Çar tê. Çar û derdorên ku bi pergala Çar ve girêdayîne bên tesfiyekirin hingî wê wekhevî, demokrasî û sosyalizm pêş bikeve. Wê demê birayekî Lenîn jî di nav vê tevgerê de heye. Suîkastekê li hember Çar pêş dixin lê encam nagre. Piştî vê, birayê Lenîn jî di nav de, gelek kes tên dardekirin. Ev li ser Lenîn pir bandor dike. Hê di zarokatiya xwe de lêgerînên Lenîn pêş dikevin. Li hember pergala Çar wê têkoşînek çawa bê pêş xistin difikire. Piştî demekê diçe zanîngehê û dikeve nav çepgiran. Bi naskirina sosyalîzmê ya bi pirtûkên Marks re tevgerîna wî zêdetir dibe. Cara yekemîne ku ciwanekî 17-18 salî zanîngeha Qazan radike ser piyan. Ewqas bi bandor û kesayetekî jîr e. Li kêleka vê di nav malbatê de jî bandorekê wî mezin heye. Li dijî pergala Çar aciz e, xwedî helwest e. Tevgerîna Lenîn hê zêdetir bi vê dest pêdike.

Di wê demê de li Rusya kesê ku di nav Marksîstan de rola pêşengtiyê dilîze Plehenov e. Ev kî ye? Ev kesayetekî ku dixwaze Marksîzmê li gor şert û mercên Rusyayê rêkûpêk bike ye. Lê nêzîkatiya xwe ya şoreşê çewt e. Lenîn vê rewşê ji nêz ve di şopîne, rewşa ku modernîteya kapîtalîst ketiyê tehlîl dîke û dibêje “Bêyî partî nebe naba. Partî, rêxistin, milîtanên di asta fedaî de nebin şoreş pêş nakeve.” Bi vî awayî di serî de rêxistinekî ku wê şoreşê pêş bixe zelal dike. Ji xwe di bîranînên xwe de dibêje; “min û wan rêxistinên din di derbarê komûnîzm û sosyalîzmê de nîqaş dikir. Di gelek milan de me li hev dikir. Lê dema mijar dihat wê vê şoreşê kî bike, hingî em ji hev cuda dibûn.” Di vê wateyê de hewildana Lenîn di derbarê sosyalizm û pêkanîna wê de pir zelal derdikeve der.

Lenîn şert û mercên cîhanê di zirûfên Rusya de şîrove dike. Cîhan ber bi çi ve diçe? Cîhan bi modernîteya kapîtalîzmê ber bi tinebûnê ve diçe. Ev tehlîla yekem e. Ya duyemîn; li hember Çar wê li ser çi esasan, taktik û stratejiyan, îtîfaqan, rêbazan û rêkan şoreş bê pêş xistin e. Piştî partî tê avakirin, di partiyê bixwe de jî dubendî derdikevin. Weke Menşevîk û Bolşevîk pêşketin çêdibe. Xeta Lenîn Bolşevîk e. Dîsa bi navê Iskra rojnameyekê derdixin. Bi vê propagandayek xurt pêş dixin. Bi vê ceribandina 1905 a çêdibe. Di dîroka şoreşa Rusya de pir girîng e. Bê goman Lenîn ji vê şoreşê encamên mezin derdixe. Raste şoreşeke lê mirov nikare bêje şoreşeke serkeftî ye. Binketinek çêdibe. Bi vê re Çar hê zêdetir bi ser gel de diçe û zextan pêş dixe.

Lenîn di milê felsefî, civakî, polîtîk, leşkerî û aboriyê de li gor dema xwe di astek jor de xwedî zanebûn e. Tehlîlên xurt dike. Em dikarin mezinahiya Lenîn a di şoreşê de di şoreşa Sibatê de ku şoreşa burjuva jê re tê gotin de bibînin. Pêşengtiya wê Kurenskî dike. Di vê pêvajoyê de şerê cîhanê ê yekemîn destpêkiriye. Xizanî, birçîbûn, mirin, ketinî û di civakê de nakokî di asta herî jor de ye. Pergala kapîtalîst a di Rusya de heyî nikare çareseriyekê ji van pirsgirêkan re bibîne. Bi vê re şoreşa beşên din ê wek burjuva jî nikarin çareseriyekê bibînin. Şoreşa Sibatê pêş dikeve lê nikare ji pirsgirêkan re bibe bersiv.

Di rastiyê de mezintiya Lenîn di vê şoreşê de çi ye? Lenîn tehlîlen pir berfereh ku di pirtuka ‘tezên nîsanê’ de kirî dixe meriyetê û meşa xwe pêş dixe. ‘Di van şert û mercan de pêwîste em bisekinin an bimeşin?’ Lenîn meşê bingeh digre, dudilî jiyan nake û rêxistinek xurt esas digre. Dema şoreşa Sibatê a burjuva pêş dikeve Bolşevîk jî yek ji wan partiyan e. Cudahiya van ji hev çiye? Yek zelal e, yê dîn şîlo ne. Lenîn bi zelalî, tehlîlên ku pêş xistinê dixe meriyetê. Dibêje ku “sibe dereng e, îro zû ye. Pêwîste mirov mîsoger bi ser rejîmê de biçe û tiştê bingeh digre jî bixe meriyetê.” Bi karker, gundî û leşkeran re diçin avakirina Sovyetan.

Çîroka şoreşê ev e. Di encam de şoreşa ku di pêşengtiya Lenîn de di sala 1917 an de pêş ket di salên notî de belav dibe. Di vir de xeletî çi bû? Xeletiya herî mezin ku Lenîn jî jê bawer bû, nêzîkatiya li şûna mekanizmaya dewletgerî a Çar dewletek proleter pêş xistin wê bibe dermanê her derdî bû. Di rastiyê de tenê nav diguhere. Berê di bin navê Çar de dewletek hebû lê niha di bin navê Sovyetan de dewletek heye. Ango cewher naguhere.  Her çiqas xwesteka gel azadî, wekhevî û sosyalizm be jî, ji ber ku dewlet di meriyetê de ye encex hin kes dikarin bandor bibin û xwe dewlemend bikin.

Wê demê jineke bi navê Aleksander Koland ku di şoreşê de pêşengtî kiriye heye. Kesayeteke bijare ye. Pirs dike “ka di şoreşê de ji bo azadiya jinê wê çi pêş bikeve?” Mixabin di milê azadiya jinê de tiştekî berbiçav derneket holê. Dîsa di milê aborî de li şûna sermayeya kesî kapîtalîzma dewletê pêş ket. Ji xwe jê re dibêjin kapîtalîzma dewletê. Di milê demokrasiyê de jî pêşketinek derneket. Dibe ku ji destpêkê heya salên 1925 an êrîşên emperyalîstan pêş diketin. Lê em nikarin hemû tiştî bi van êrîşan bilêv bikin. Tişta em ji vir weku encam derxin zihniyet e. Ne ku şexsiyetê Lenîn xirap, burjuva, desthilatdar bû. Mirovekî ku di xewnaxwe de jî şoreş didît bû. Bi şoreşê radiza, bi şoreşê radibû. Di dema surginê de jî, di dema girtî de jî, dema di nav xebatê de jî wusa bû. Tişta ku mirov rexne bike û encam derbixe: Lenîn bi dewletê bawer bû. Nêzîkatiya Lenîn hê zêdetir di pênaseyên dîktatoriya proleterya de derdikeve derve. Lê Lenîn piştî şoreş kir û şûnde, ger mirov vê nebêje wê nirxandin kêm bimîne, mekanizmaya ku avabuye burokrasiyek zordar e. Di nameyên xwe yê wê demê de van tîne ser ziman. Mînak pirsa “dewleta Sovyet çiye?” dike. Di encam de dibêje ku “me dewleta çar kêmekî nerm kiriye.” Pêwîste ku mirov van bibîne.

Beriya şoreşê jî hin nêrînên Lenîn di derbarê pergalê de hene. Hingî jî dibêje pêwîste ku pir partîbûn hebe. Lê piştî ku şoreş pêş dikeve encamê wan berovajî dibe. Heya bêjin ji rê derketinek, derveyî demokrasî, azadiya jin di asta burjuvazî de girtin, aborî di çerçoveya kapîtalîzma dewletê de girtina dest derdikeve der. Tişta ku dewlet pêş dixe ev e. Ev milekî Lenîn ku mirov rexne bike ye. Lê li kêleka vê di demeke ku kesekî nikarîbû serî rabike de, derketina Lenîn çêbuye. Bi taybet jî di dema Naqawutskî ku wek Marks dihat dîtin de, şêwazê heyî rexne kiriye û şoreş pêş xistiye. Di milê helwest û pêkanînê de Lenîn têra xwe jîr û jêhatî ye. Şert û merc nirxandin û di wa şert û mercande wêrektiya şoreşê pêşxistin Lenîn bi ser xist. Kadro amadekirin û xistina tevgerê pêş xist.

Şert û mercên şoreşê gelek caran li Kurdistanê pêşketiye lê wek tê xwestin me baş ne nirxandiye. Rixmê vê jî em niha Lenîn dikarin bi ‘dewlet xwestinê’ rexne bikin. Emê rexne bikin jî. Lê pêwîste ku em vî taybetmendiyê Lenîn jî pir baş bibînin.

Îro ji nakokiyên ku di navbera Gulen û AKP’de pêş dikevin û weke pevçûn pêş dikevin dihêle ku nûbûnek di nava Tirkiyê de bê jiyîn. Qeyranek heye, ev qeyran rast şîrove kirin û di wê çerçovê de helwestek rast nîşandan pir girîng e. Êdî bi vê pergalê-rejîmê pêşveçûn çênabe. Pirsgirêkan çareser nake. Mîsoger pêwîste ku nûbûnek çêbibe. Ev rewşa şoreşê ye. Lenîn çi dibêje; “şert û mercên şoreşê dema ku desthilatdar nikarin weke berê civaka birêve bibin e.” Ka niha desthilatdariya Tirkiyê dikare civakê birêve bibe. Na, nikare. Ji xwe gelê Kurd naxwaze weke berê di bin desthilatiya Tirkiyê de bijî. Li şûna wê azadiya xwe bi dest xistin û pergala xwe a xweseriya demokratîk avakirinê bingeh digre. Desthilatdar nikare weke berê birêve bibe, civak jî naxwaze weke berê bijî. Ev dide nîşandan ku şert û mercên şoreşê avabûne.

Di salvegera mirina Lenîn de tiştê ku mirov hê zêde ji Lenîn bigre çiye? Şert û merc baş tehlîl kirin, di wê çerçovê de buyîna xwedî hewildanek rast, îtîfaqên rast pêşxistin em dikarin vekirî ji bo xwe jî wek mînak bigrin. Di vê milî de Lenîn dogmatik nîne. Di kêliyê de guherîn û veguherîna çêdike. Ev jî mezinahiya Lenîn e. A niha jî şert û mercên şoreşê li Kurdistanê û Tirkiyê heye. Dîsa Rojhilata Navîn dikele. Pêwîste ku em van şert û mercan baş bikar bînin û li ser bîranîna Lenîn baş bifikirin. Ne weke qalib girtina dest, ne weke dubare kirina Sovyetan; hê zêdetir li gor zirûfên xwe hin tişt pêş xistin pir girîng e.

Di dîroka sosyalîzmê de cihê Lenîn pir girîng e. Ger şoreşek ne gihîşt armancê xwe, li xwe zîvirî; nayê wê wateyê ku em jê ezmûna dernexin. Destgirtina dîrok û civakê pir girîng e. Nêrîna Lênin a dîrok û civakê ji ya Rêbertiya me cuda ye. Nêzîkatiya şoreşê jî cuda ye. Başe, pêwîste em çawa bigrin dest? Bi derketina modernîteya dewletgeriyê û vir ve du şaristanî li hember hev têkoşînek dane meşandin. Modernîteya demokratîk û modernîteya dewletgerî heya îro jî bi şêwazên cuda di nava têkoşînê de ne. Çanda berxwedana gelan a li hember modernîteya dewletgerî gelek caran bi navê kesan hatiye heya roja me ya îro. Em ji Hz. Îbrahîm bigrin heya Zerdeşt, Mazdek, Hurem, Manî, Spartakûs û heya sosyalîstên ûtopîk jî ev tê. Lenîn jî yek ji van kesane ku berxwedana modernîteya demokratîk li hember modernîteya dewletgeriyê pêş dixe ye.

Pêşketinên ku di dîrokê de avakirine pêwîste ku em bibînin. Ev rastiya me ye. Rastiya civakê ye, rastiya mirovahiyê ye. Em nikarin ji vê rastiyê birevin. Mesele ne qalib girtina Lenîne. Li şûna wê wek kesayetek ji bo azadî û wekheviyê tevgeriya ye dest girtin hê rastir e. Di vê oxirê de jiyana xwe daye. Gelek berdêl dane û nirx avakirine. Em Lenîn wusa şîrove dikin. Red kirinek me nîne. Di dîroka têkoşîna wekhevî û azadiyê de wek merheleyekê dibînin. Hin derdorên din nêrînên wa cuda ne. Gelek ûtopya hatine nivîsandin. Hewildan derketine, ceribandin pêşketine. Mixabin bi ser neketine. Rehet jî nîne. Pênc hezar sal desthiltdarî xwe li ser civaka ferz kiriye. Ev derbas kirin zehmete. Lê heqîqet dîtin û li pey çuyîn pir girîng e. Lenîn jî di lêgerîna heqîqetê de lêgerînvanek bû. Em nikarin bêjin çima te hê zêdetir nedît? Ev şaş e. Wê demê zihniyetê heyî ev bû; dewletê birûxîne û li şûna wê dewletek nû avabike.

Tişta ku Lenîn wê demê nedît û pêş nexist îro em pêş dixin. Şoreşa Rojava deskeftiya dîroka hemû bindesta ye. Ev jî bîrdoziya Apoî ye. Emê jî li ser vê bimeşin. Me ezmûnên mezin derxistin, emê hê jî derxin. Nêzîkatiya ji dil li hember Lenîn rast fêhm kirina Lenîn dixwaze. Îro pêwîste ku heqîqeta ku Lenîn li pey bû lê nikaribû encam bigre em bigihînin encamê.

Destgirtinek rast a dîrokê pir girîng e. Dîrok xwe dubare nake. Wê demê em jî xwe dubare nekin. Ango ne weke berê jiyan ne jî weke berê têkoşîn…