Îtîhat Terakî û Qirkirina Ermeniyan

Dîroka vê biryarê 24’ê Nîsanê ye. Li ser vê biryarê bi hezaran Ermenî hatin girtin. (piştre Ermeniyên Dîasporayê dîroka 24’ê Nîsana...

Şiyar KOÇGIRÎ

Di sedsala 19. de di împaratoriya Osmaniyan de bi piştgiriya Rojavayiyan tevgerên netewî destpêkir. Bi vê gelên Balqanî gihîştin rizgariya xwe lê Ermeniyan li hemberî Osmaniyan eniyek avanekirin. Ji ber vê di destpêka sedsala 20. de Ermenî hê jî ji bo Osmaniyan ‘Milet-î Sadika’ (netewê dilsoz) bû.

Lê hêdî hêdî ew hefsengî xirab dibû. Nîqaşên parvekirina bazarên cîhanê hemû rojeva siyasî diyar dikir. Di vê dorhêla nexweşî de hêza ku herî zêde li ser hesap dihatin kirin Osmanî bûn.

Peymana Sykes-Pîkot (1916) di demek wisa de pêş ket. Li gorî vê hevpeymana ku di navbera Îngîlîz û Fransa de hat qebûlkirin û Împaratoriya Osmanî veqetand çend hereman; wê Îzmîr bidane Yûnanan û Edene ji bo Îtalyanan, Torosên Başûr û Bakûrê Surî ji bo Fransiyan, Filîstîn û Mezopotamya ji bo Îngîlîzan û ew cihên din –Îstanbûl jî di nav de- wê bidane Rusan. Êdî ew rêka ber bi dawî bûnê ji bo Osmaniyan vebû bû. Ermenî jî li gorî vê hevpeymanê, gelek beşên Kurdistanê jî di nav de dikarî bû ‘Ermenîstana Mezin’ ava kiribana.

Di sala 1914 an de Şerê 1. Yê Cîhanê destpêkir. Enwer Paşa bi sefera Sariqamiş a li hember Rusan êrîşek da destpêkirin. Lê ev êrîş bi dilêşî encam bû. Di demeke kurt de ji her hêlê ve û li ser hev Osmanî binketin. Yek enî ku artêşa Osmanî bikaribe êrîş an jî parastin bike nema bû. Piştî ku li hindir û derve Osmanî nikaribûn li hember êrîşan bersiv bidin, xebatê rêxistina Ermenî jî bi şêwazek berfereh destpêkir.

Li ser bingehê gumanên derketin pêş rêveberiya Osmaniyan di 25’ê Sibata 1915 an de talîmatek veşartî da hemû biryargehên artêşa xwe. Ev talimat, ‘li Heleb, Dortyol û Qeyserî hewldanên Ermeniyan zêde bûne û dîsa li van hereman bandora Rus û Fransiyan hatiye tespit kirin, pêwîstî bi zêdekirina tedbîrên ewlehî û çavdêrî yên hêzên artêşa III. û IV. heye’ hat ragihandin. Di heman demê de di talîmatê de ji bo ku leşkerên Ermenî ji ‘navendên fermandarî’ bên dûr xistin jî ragihandinek hebûye.

Mehên Adar û Nîsana 1915 an ji bo Osmaniyan bû mehên dorpêçkirinê. Eniyên Çanakale, Iraq û Misir vebûn. Di 14’ê Nîsana 1915 an de li Wanê serhildana Ermeniyan destpêkir. Piştî serhildana Wanê serhildanên Baybûrt, Erzirûm, Bazîd, Tortum hatin. Li ser vê hikûmeta Îtehat Terakî, bi sedema ku casûstî û serhildan bi rêka komîteyan pêş dikevin; girtina komîteyên Ermeniyan, dest danîna belgeyên wan, dîl girtina serok û endamên wan û ji bo ewlekariya dewletî ew kesên ku bi tehlûke têne dîtin li cihekî bên komkirin, ji bo ne revin biryar girtin.

Dîroka vê biryarê 24’ê Nîsanê ye. Li ser vê biryarê bi hezaran Ermenî hatin girtin. (piştre Ermeniyên Dîasporayê dîroka 24’ê Nîsana 1915 an weke ‘roja qirkirinê’ qebûl kirin.) Biryara rastî ya tehcîrê jî, di 27’ Gulana 1915 an de hat girtin. Qanûna sê xalî di rojnameya fermî ya 1’ê Hezîranê de hat ragihandin û bi vê re ket meriyetê. Ev qanûn raste rast erk dida wan fermandarî û kolorduyan ku; ‘eger casûstî û xayîntiya gelê heremê hîs bikin dikarin yek bi yek an jî bi komî rê bikin hin derên din ên welat.’ Qaşo ew ên têne mişextkirin wê li Bakûrê Mûsûl û Surî bêne bicih kirin û piştî şer cardin wê bizivirin.

Ev biryara tehcîrê ku di 27’ê Gulana 1915 an  de hat girtin di nava meha Hezîranê de hat pêk anîn. Biryara ku belavî hemû welat bû, di nava 15-16 mehan de bi şêwazek aktîf hat pêkanîn û di 4’ê Îlona 1916 an de bi awayekî kirdarî (fîîlî) sekinî. Li gorî çavkaniyên Osmanî ku bi dest ketine Ermeniyên hatine qetilkirin li derdora 300 hezar kesî ye.

Ew hêzên Rojavayî ku destpêkê Ermenî ji bo rizgariyê sor kirin lê pişt re jî bi tenê hiştin û bûn sedem ku ji aliyê Osmaniyan de bêne qetilkirin û hewl dan bi hinek rexneyan derbas bikin. Li ser vê trajediya ku hat jiyankirin, ti kesê Rojava (Ewrûpa) berpirsyar nedît û ev trajedi dem dem ji bo ku hin tawîzan ji Tirkiyê bigrin hat bikaranîn.

Dewleta Osmanî ji ber ku nekarî li gorî pêvajoya gûherîna cîhanê tevbigere û ji van dûr ma bi sedsala 17. re lewaz ket. Di destpêka sedsala 20. de jî rûxiya. Li gel ku hate asteke emqazê jî heya destpêka sedsala 20. temenê xwe dirêj kirin û ev di encama têkoşîna parvekirina bazara cîhanê ya dewletên metînger û di vê çerçovê de polîtîkayên parsengê de bû.

Sedsala 19. bi giştî ji bo dewleta Osmanî serdema qederê ye. Êdî bi hemû saziyên xwe ve dirûxe. Vê rewşê hişt ku ji bo dewleta Osmanî xilas bikin rewşenbîr û kesên dewletê bikevin nav tevgerê. Li ser vê bingehê di serî de li qada leşkeri, li her qadê çûne nûbûyînan. Mînak Ocaxa Yenîçeriyan hat rakirin û otorîteyek navendî hat armanckirin.

Dema ku hate fêhmkirin tenê di milê leşkeri de nûbûn têrê nake, di milê saziyên medenî-îdarî de jî çûn nûbûyînan. Li ser vê bingehê gava herî ber bi çav ku hate avêtin Fermana Tanzîmatê ye. Tanzîmatê ji modela rêveberiya mûtlaqiyetî ber bi modela rêveberiya meşrûtiyetê ve derbasbûn da destpêkirin. Piştî demeke kurt jî meşrutîyet hat damezrandin.

Fermana Tanzîmatê di tevgerên rizgariyê de tevgerînek ava kir. Dîsa hin xwestekên demokratîk ketin rojevê. Li ser vî bingehî Kanûn-î Esasî hat îlan kirin. Di dîroka siyasî ya Tirk de cara yekemîn bû ku li gel padîşah gel jî di rêveberiyê de cihê xwe digirt. Ji bo ku di nav civakên Osmanî de germahiyek pêş bixe gavên hatin avêtin encamên berovajî derxistin holê. Nîjadperestiya ku bîrdoziya demê bû û her gavên ku ji bo Osmanî xilas bike hatibû avêtin di nav giştî gelan de pêl bi pêl belav dibû.

Piştî ku Ebdulhemîdê II. dît ku gavên têne avêtin encam nadin (1876-1909) piştî demeke kurt dawî li serdema Meşrûtiyetê tîne û ‘serdema Îstîbdat’ ku wê 33 sal berdewam bike da destpêkirin.

Meşrutiyeta I. nekarî gelên di nav sînorên Osmanî de dijîn bîne gel hev lê di serî de nîjadperestî hin fikren nû pêş ketin û ber bi perçebûna Osmaniyan ve rê vekir.

Lêgerînên rizgarkirina dewleta Osmanî ku ji aliyê nîjadperestiyê ve hatibû lewazkirin destpêkê bi avahiyek rêxistinî xwe gihand pêvajoya Meşrûtiyeta I. û vê partiya Îtîhat û Terakî ku zêdeyî di bin bandora subayan de bû di karekterekî mûxalîf de ji binî de xwe rêxistin dikir.

Bi muxalefeta ku ji aliyê Îtîhat û Terakî ve li hundir û derveyî welat hate destpêkirin di sala 1908 an de bû sedema îlankirina Meşrûtiyetê.

Di dawiya sedsala 19. de ji bo ku Osmaniyan rizgar bikin gelek tevgerên fikrî hatin pêşxistin û bi îlana Meşrûtiyeta II. re hê jî zêde bûn.

Ev tevgerên ku dixwestin pêşiya belavbûna dewleta Osmaniyan bigrin û yekîtiyekê ava bikin, bi şêwazê Osmanîtî, Îslamîtî, Rojavayî û Tirkîtî bûne beş beş.

Ev tevger, di pêvajoyên Meşrûtiyeta I. û II. de di rêveberiya dewleta Osmanî de bibandor bûn.

Armanca tevgera Tirkîtiyê ew bû ku di erdnîgariyê de, ziman de, çand û dîrok de yekîtî û temamkeriyek ava bike. Tirkîtî di serdema Ebdulhemîd ê II. de qada ziman, wêje û dîrok de weke tevgerekê pêş ket, weke Osmanîtî an jî Îslamîtî ne zîvirî pergalek siyasî û îdarî.

Bi taybet jî piştî îlankirina Meşrûtiyeta II. bi bandora Îttîhatîparêzan Tirkîtî pêşket. Armanca vê tevgerê Tirkên di nav sînorên Osmanî de jiyan dikin bi ziman, ol û çandê ve bi hev ve girêdayîn û Tirkên li derveyî welat jî anîna gelhev bû. Weke ku Ebdulhemîd ê II. dixwest yekîtiya Îslamî pêşbixe, van jî dixwest ku yekîtiya Tirkan pêşbixin. Li ser vê bingehê gelên din dihatin tehcir û tedip kirin, politikaya ji axên Osmanî bi taybet jî di Asya biçûk de ‘paqijî’ dihatin pêşxistin. Li ser vê bingehê di navbera salên 1914-1918 an de qirkirina Ermeniyan û mişexta gelê Rum pêşxistin. Her wiha 80 hezar leşker di çiyayên Alahuekber de ji bo sefera Rusan qerisandin jî encamê vê zihniyeta Tirkîtiyê ye.

Piştgirên Tirkîtiyê nivîskarên weke Ziya Gokalp, M. Emîn Yurdakul û Omer Seyfetîn bûn. Cara yekemîn ê ku Tirkîtî sîstematîze kirî Ziya Gokalp e.

Ji bo ku pêşiya netewperestiya wan gelên ku di nav axên Osmanî de cih digrin bigrin netewperestiya Tirk pêşxistin. Ev hertim weke paradoksekê di nav Îtîhatparêzan de pêşket. Diyare ku, em berdin wan netewperestiyên din bê bandor bikin hê bêhtir mezintir kirin. Encamekî wisa derket holê.

Ew ên ku ev tevger ava kirin beriya îlana Meşrûtiyeta II. ketin nav netewperestiyek tûj û armanca komkirina hemû Tirkên cîhanê di bin banekî de(Turanî) ji xwe re bingeh girtin. Li ser vê bingehê destwerdanên leşkeri hertim li ser siyasetê pêşketin. Ev weke çandekê derbasî komara Tirkiyeyê jî bû.

Tirkîtiya bi fikrê netewî derket holê, şikil guherand û ji Turaniyê derbasî Mîsaq-î Millî bû. Ev jî bû bingehê bîrdoziya komara Tirkiyê.

  • Bi artêşê dest li siyasetê werdan
  • Bêyî ku berpirsyariya îdarî û siyasî bigrin siyaset birêve birin
  • Bi derbeyên leşkeri, şantajên siyasî û rêka bertîla serwerî girtina dest
  • Fesadî derbasî hilbijartinan kirin
  • Bi tirs avakirina polîtîqayên xwe yê tepisîner û qirkirinê rewa kirin
  • Pişta xwe dayîna îtîfaqên navnetewî û muxalefeta hundir tepisandin, tişta wenda kirî cardin bidest xistin
  • Destdanîna ser malê gelên din, bi polîtîkayên mişextkirin û qirkirinê Tirkîtî belav kirin û hewldana rizgarkirina dewletê
  • Çapemeniyek li gorî xwe ava kirin û raya giştî li gorî wê amade kirin
  • Bi kuştinên kiryara wan nediyar muxalif ji holê rakirin

Ev, mîrateya siyasî ku Îtîhat Terakî ji bo Komara Tirkiyê hiştine ne. Em dikarin şopa vê mîrateyê di her demên dîrokî de jî bibînin.

Bi taybet eger em li polîtîkayên ku piştî 15’ê Tebaxa 1984 an bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurd destpêkirin binêrin em ê vê rastiyê pir zelal bibînin. Ev rêbazên ku me li jor rêz kirin hemû li hember têkoşîna azadiya gelê Kurd hatine pêşxistin. Di her dema ku komara Tirkiyê ketiye zorê de serî li van rêbazan daye.

Nûnerên heman zîhniyetê ku bi nêzîkatiyek weke ‘Ermeniya rizgar bibe, Osmanî rizgar bike’ li hember Kurdan jî bi nêzîkatiya ‘ji Kurdan rizgar bibe Tirkiyeyê rizgar bike’ bi ser Kurdan de qirkirin pêşxistin.

Rêber APO di vê mijarê de têkiliya dîrok-rojane pir zelal pêşdixe, li hember vê sekna ku gelê me bikevê wisa dinirxîne;

“Ev hêman weke Enweriyan, Îtîhatiyan li Osmaniyan kir hindik maye Tirkiyê jî xera bikin, ne di haya vê de ne. Eger mirovekî dewletê yê cidî weke Atatûrk hebe an jî eger hin kesên ku di dîroka Tirkiyê de derketine hebûna niha ev pirsgirêk çareser bibû.

Rewşa ku niha tê de ne, dişibe serdema piştî şerê cîhanê yê yekemîn. Wê demê bi polîtîkayekê şeş Îtîhatî bûn sedem ku Osmanî birûxe. Niha jî nûnerên vê zihniyetê Tirkiyê ber bi perçebûnê ve dibin. Piştî pêvajoya şerê cîhanê yê yekemîn M. Kemal, Îtîhatî û Terakîtî tasfiye kir, bi aqil tevgeriya û bi piştgiriya Kurdan Komar saz kir. Îro jî şanseke Tirkiyê ya ku ji bilî derveyî xwe bispêre Kurdan nîn e.

Eger li Tirkiyê Faşîzm bê harkirin pirsgirêk nayê çareserkirin û wê tiştên hê bi tehlûke bêne jiyankirin.

Beriya niha jî çar milyon Kurd ji cihên xwe hatin kirin, koçî bajarên mezin kirin. Niha jî bi planekî weke tehcîra Ermeniyan ya duyemîn ji bo Kurdan nîqaş dikin. Rewşek wisa wê tabloyekî weke qirkirina Ermeniyan derbixe holê. Çawa ku hin rayadarên dewletê jî dibêjin, nabe ku di roja me de pilanekî wisa bikeve meriyetê.”