Di roja me ya îro de jî, piştî têkiliyên AKP û cemata Gulen xera bûn, bi derketina avahiya ‘dewlet paralel’...
Dîren RONAHÎ
Di Mijdara 1996’ an de bûyerek li Tirkiyê, navçeya Susurluk a bajarê Balikesir’ê pêk hat. Di encama qezaya trafîkê de tiştên derketin holê raya giştî ya Tirkiyê matmayî kir. Di rastiyê de tiştê di vir de derketin holê ji bo gelan ne tiştekî nû bû. Lê vê bûyerê careke din rûyê reş û qirêj ê rastiya dewlet û serweriyê nîşanî gelan da.
Îro jî di raya giştî ya Tirkiyê de nîqaşên têne kirin pir dişibin yê wê demê. Têkiliyên ku di wê demê de derketibûn holê têkiliyên heya bêjin qirêj û ‘kûr’ bûn. Tişta ku wê rojê di seyareyekê de derketin holê îro bi şêwazekî cûda derket holê. Dema ev bûyer qewimî raya giştî ji wan têkiliyên derketin re got ‘dewleta kûr.’
Îro nav guherî, bû ‘dewleta paralel.’ Wê demê têkiliya dewletê bi çete, mafya û kesên ji bo dewletê ‘tiştên baş’ dikirin re derketibû holê. Îro di nav dewleta heyî de çawa dewletek din xwe rêxistinkiriye, tê nîqaş kirin.
Di encam de dema em lê dinêrin, gelek aliyên van herdu bûyeran ê hevbeş derdikevin pêşiya me. Em dikarin bibêjin ku tenê bûyer, kes û nav hatine guhertin. Ew kes û saziyên wê demê derketin holê û yên ku îro li ser wan têne nîqaşkirin heman armanc dabûn pêşiya xwe; her çiqas bi rêkên cûda be jî, li ser civakê hêzek tarî û qirêj tê ferzkirin û civak tê tepisandin. Di nav vê de li hember Tevgera Azadiya Gelê Kurd bêyî ku derbasî qeydan bibe şerekî bê exlaq, derveyî mirovahiyê û bê serûber di asta herî jor de dihat meşandin.
Ya balkêş jî ev e; Li gel ku herî zêde li hember Tevgera Azadiya gelê Kurd di nav hewldanên qirêj û bê exlaq de bûn jî, tişta ku herî kêm bi ser de çûn jî têkiliya van bûyeran bi Kurd û Kurdisanê re bû. Di bûyera Susurlukê de heya ji rayedarên dewletê û çapemeniya şerê taybet hat dest nedan van bûyerên ku van hêzan li Kurdistanê kirine. Hê zêdetir bi milê Tirkiyê ve sînordar ma.
Di roja me ya îro de jî, piştî têkiliyên AKP û cemata Gulen xera bûn, bi derketina avahiya ‘dewlet paralel’ re hin hewldan di milê raya giştî ya Tirkiyê de pêş dikevin. Bi rastî jî dema mirov li vê avahiyê û têkiliya vê avahiyê bi gelek hêzên din ên qirêj û tarî re dibîne mirov rastiya dewletê û serweriyê hîn baştir nas dike. Ji xwe AKP ev 12 sal in her ji ked û nirxên gelan diziye. Li ser hest, bîr û baweriya gelan xwe ferz kiriye. Di rastiyê de di milê bawerî de desteserkirinek pêşxistiye. Bi rêka ol serweriya xwe mezin kiriye û piştre jî gel daniye milekê. Bi vê re jî sînordar nema ne, weke zîroyan ked, xwêdan û xwîna gelan mijandine. Di bankeyan de cih nedîtin, perê ku ji gel dizîn, di nav qûtiyên pêlavan de xistin bin nivînên xwe. Li gel ku ev qas tişt derketin holê jî, hê AKP û Erdogan dixwazin xwe paqij derbixin û weke ku ev qas dizî, qirêjî, nebaşî ne wî kirine dide nişandan.
Her wiha Gulen’ê ku niha di hembêza DYA de weke piyon tê bikaranîn, ji bo bîrdoziya DYA yê di Rojhilata Navîn de rêkûpêk bike hate amadekirin, bihêzkirin û bi ser gelên Rojhilata Navîn de hat rêkirin. Bi taybet jî bi ser gelê Kurd ku niha di siyaseta Rojhilata Navîn de rolekî pêşengtî dilîzê de rêkirin. Cematê jî bi rêka dîn xwest ku gelan bixe bin bandora xwe. Faşîzma reş cihê xwe ji faşîzma kesk re hişt. Cemaeta ku ji xwe re dibêje ‘Tevgera Xizmetê’, di rastiyê de hat dîtin ku tenê xizmet ji berjewendiyên DYA û wan dewletên din ên metîngeh re kiriye. Ew kesê bê îman ku di hembêza DYA de her kêlî bi rondikên derew dixwaze gelan bixapîne bi hemû şêwazan, bi hewldan û helwestê xwe yê li hember gelan nîşan da ku ew dijminê gelan e. Bi taybet jî dijminê gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ye.
Çawa ku di bûyera Susurlukê de dest nedan bûyerên li Kurdistanê hatine jiyankirin, di vê mijara dewleta paralel de jî heya ji dewletê û çapemeniyê tê têkil Kurdistanê nabin. Li gel ku ev herdu hêz li hember Tevgera Azadiyê weke alternatif hatin amadekirin û bi ser Kurd û Kurdistanê de hatin rêkirin jî, tişta ku îro dewlet û saziyên dewletê jê direvin jî mijara Kurd û Kurdistanê ye. Weke ku li ser Kurdan ti tişt ne hatiye kirin, hemû mijar bi Tirkiyê ve girêdayî ye, qirkirin, bişaftin, tepisandin, kuştin, îşkence, tecawûz û dest dirêjî axa Kurdistanê nekirine nîşan didin. Lê em pir baş dizanin ku, dema van hêzan serwerî girt destê xwe li ser îtîfaqa ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd tesfiye bikin lihev kirin. Lê li hember vîna azad a gelê Kurd û berxwedana Tevgera Azadiya gelê Kurd ev hêz jihevebûn û bihev ketin. Wê qirêjiya van hêzan hîn jî bi berferehî derbikeve holê. Bi taybet em di pêvajoyeke hilbijartinan re derbas dibin. Ji bo ku hêzê bidest bixin, çi tiştê ku nekin nîn e. Lê li hember pêkanînên van hêzên ‘Kûr’ û ‘paralel’ berxwedan û sekna rast a gelan jî wê her berdewam bike.
Di Sibat’a 1997’ an de li hemberî bûyera Susurluk û wan têkiliyên kûr û qirêj yên di nav siyaseta Tirkiyê de dihatin jiyankirin gel, saziyên civaka sivîl bi insiyatîfa xwe çalakiyek di cih de lidarxistin. Bi feraseta ‘civaka paqij, siyaseta paqij’, civaka Tirkyê derkete rê û bi çalakiya ‘ji bo ronahiyekî daimî yek deqîqe tarîtî’ xwest ku dengê xwe bilind bike. Lê mixabin ev çalakî di astekê de ma û bi qasî dihat xwestin ew qirêjiyên di nav Tirkiyê û siyaseta dewletê de têne jiyankirin paqij nekir. Tişta girîng, hewldana gel a paqijiya welat û siyasetê bû. Ji ber îro jî ev pêwîstî xwe li ser civaka Tirkiyê û Kurdistanê ferz dike. Bi çalakiyên wisa berfereh û bi wate gel dikarin wan dizî, qirêjî, nexweşî û pareleliyan derxe holê. Ji bo wê jî di serî de gelê Kurd, hemû gel û baweriyên li Kurdistanê û Tirkiyê dijîn pêwîst e dest bidin dest hev û bi ser cemaet û AKP’ê de biçin.
Mirovê derewîn û bê îman Gulen tenê armancekî xwe heye, ew jî tasfiyekirin û tine kirina gelê Kurd e. Mezinbûna wî û cemaeta wî li ser vê bingehê ye. Her wiha derketina AKP’ê û Erdogan jî li ser vî bingehî ye. Bersiva herî xurt ji bo van herdu hêzan, bi şêwazekî herî baş wê di hilbijartinan de pêş bikeve. Hilbijartinên 2014’ an gelê Kurd wê ji her kesî re, hemû hêzên dagirker re cardin diyar bike û bibêje ‘An Azadî An Azad.’