Beriya ku ev hêza çete ya bi navê DAÎŞ’ê êrîşên xwe bibe ser Musul, Tikrît û Bexda’yê her...
Egîd NÛMAN
Niha hinek kom û hêzên çete hewldidin şoreşa azadiyê ya Rojava bifetisînin û tine bikin. Piştî hezar û pêncsed salan dubare hinek kom bi navê Îslamiyetê hewldidin Îslama desthilat li Rojhilata Navîn û Kurdistanê zindî bikin. Di wan serdeman de jî gelek beş di bin navê mezheban de jihev cuda bûn û dest bi şerê mezhebî kirin û ev şer heya roja me ya îro jî didome. Ev şerê mezhebî yê tê kirin, bi awayekî taybet ji aliyê Îngilîzan ve hat plankirin û sorkirin. Rast e, ev hemû şer di bin navê Îslamiyetê de hatin kirin, lê belê bi temamî şerên desthilatiyê bûn. Îro jî heman şer bi ser erdnigariya Rojhilata Navîn ve tê meşandin. Ango ev şerên ku têne kirin û şerên dînî yên di dema Hz. Mihemed de ji hev cihê ne û bi heman armancê nayên kirin. Di dema Hz. Mihemed de şerên ku dihatin kirin, bi armanca şoreşa zîhnî ya ku hatibû kirin derbasî civakên din kirin û umeta Îslamê mezinkirin bû. Lê belê ti caran di bin navê Îslamiyetê de qewmekî Misilman êrîşî qemeke Misilman nedikir û bi vî awayî êrîşên hovane û wehşetnak lidarnedixistin.
Beriya ku ev hêza çete ya bi navê DAÎŞ’ê êrîşên xwe bibe ser Musul, Tikrît û Bexda’yê her êrîşî Rojava dikir û bi heman dirindehiya xwe ve ev êrîş didomandin. Heta, dema ku êrîşî Musul’ê dikirin jî êrîşên xwe yên li Rojava nedan sekinandin. Ev hêz, hem hêzekî paramîlîter e ku ji aliyê hêzên emperyalîst û mêtinger ve tê birêvebirin û hem jî bi êrîşên ku tîne û dibe ser gelên herêmê ve dij-mirovahîbûna xwe dide diyarkirin. Di serî de DYE û Brîtanya’yê di van dused salên dawiyê de gelek caran dest li herêma Rojhilata Navîn werdan û xwestin ku polîtîka û siyaseta xwe ya xwînmijiyê li ser gelan bimeşînin, her wiha hêzên herêmî yên statûkoparêz jî di vê yekê de bûne destik û van jî xwest ji van rewşan sûd bigirin û berjewendiyên xwe biparêzin. Ev alîkariya ku ji van polîtîkayan re tê kirin, di roja me ya îro de jî bi awayekî aşkere tê domandin. Weke mînak; dewleta Tirk û hikûmeta AKP bi awayekî aşkere li ser sînorê Rojava û Bakur’ê Kurdistan’ê vê alîkariya didomîne û hewldide van hêz û komikên çete li gorî berjewendî û dijminahiya xwe ya li hemberî gelê Kurd bikarbîne.
Gelê Kurd ê Rojava’yê Kurdistan’ê ti caran serê xwe li hemberî van êrîşên hovane û dirindane netewandin û heya dawiyê jî li ser vê xeta berxwedaniyê dimeşin. Her çend ev hêza bi navê DAÎŞ’ê bi alîkarî û piştewaniya DYE, Ewrûpa, Tirkiye, Îran, PDK û hêzên wekî wan ve van êrîşan bibe ser Rojava jî, gelê Rojava jî ti caran dev ji xeta berxwedaniyê bernedaye û hê jî li ser vê xetê dimeşe. Ango vê hêza çete ya bi navê DAÎŞ’ê li gel hemû piştewanî û alîkariya hêzên xwînmij û mêtinger jî nekariye gelê Kurd bitirsîne. Nexwe vê hêza xwînxwar heman êrîş birin ser Musul’ê, di nava çend demjmêran de girtin û piştî yek-du rojan heya nêzîkî Bexda’yê çûn. Ango hêzên rejîma Şîa ya li Iraq’ê bi wê hemû piştgiriya DYE û Îran’ê jî nekarî bîst û çar demjmêran li berxwe bide û xwe biparêze. Ev jî nîşan dide ku li hemberî êrîşan li berxwedayîn û îradeya parastina cewherî nîşandan, tenê bi çek û hejmara leşkeran nayê kirin. Gelê Kurd jî bi îrade û rihê xwe yê berxwedaniyê li hemberî van hemû êrîşên hovane radiweste û xwe diparêze.
Heman hêza bi navê DAÎŞ’ê ji bo Başûr’ê Kurdistan’ê jî bû hereşeyek û xwest li wir jî xwe bigihîne hinek encaman. Her çend nekaribe di wê asta ku dixwaze de hinek destkeftiyan bidest bixe jî, hê jî vê hereşeya wî berdewam e.
Di van yek-du rojên derbasbûyî de ji bo parastina bajarê Kobanê seferbertiyek hat ragidandin û hat xwestin ku her ferdeke Kurd tevlî vê seferberiyê bibin. Mafê Kurdan ê ku dîsan hatî bidestxistin divê bi ti awayî nekeve destên wiha yên xwînmij. Ji ber vê yekê jî divê her keseke ku dibêje ez Kurd im, xwe ayîdê netewa xwe dibîne, xwe di ber xwe de(hebûna xwe de) berpirsyar dibîne û naxwaze ew dîroka xwînawî dîsan bi gelê Kurd bidin jiyankirin, divê di vê seferbertiyê de cihê xwe bigire. Di dema Enfal’ê de, dema tevkujiya Helebce’yê de û dema serhildanan de gelê Kurd çawa xwedî li hev ango xwedî li xwe derket, divê îro jî bi heman rihî xwedî li Kobanê û Rojava’yê Kurdistanê derbikevin û nehêlin hêzên xwînmij hem dîsan pêşeroja gelê Kurd tarî bikin. Her hêzeke Kurd jî, ji gelê xwe re, ango ji xwe re çi başiyê bike, ew hêz wê dilê gelê xwe de cihê xwe bigire û bikare serfiraz bijî.