STÊRKEK WELATÊ ME

PKK’ê, kirasê tirs û mirina reş veçirand, zincîrên koledarîyêyên li dil û mê Jiyan qetandin û rastiya Kurd ...

Di demeke ku li welatê me Kurdîstan ku dilê rojhilatanavîn e, her tiştê têkildarî Jîyana rûmetdar di bin potîn û mezrebeyên mêtîngeran de bi pelçiqandin dihattunekirin de, di demeke ku li erdnîgariya welatê me Kurdîstan pelên dara jiyanê jîne dilebitîn û bêdengîya xewa mirinê serwerîya xwe îlan dikir de, PKK derket ser dika dîrokê û got ku heke jîyanek çêbibe, an dê birûmet û azad be, an jî dê qet çênebe. Helbet ev yek bi tenê ne diruşmek, ne jî gotenek xweş e; di heman demê de îfadeya cewherê felsefe û manîfestoya jiyaneke nû bû. Rûpelekî nû li dîrokê vedibû û destpêkek nû dest pê dikir.  Ev yek dihat wê wetayê ku ew ê tu tiştekî têkidarî paşverûtî, koledarî, mijokgerî û zordestiyê neyê pejirandin. Ew ê li ser bingaha jiyanek rûmet bilind û biwate her tişt ji nû ve bihata honandın. Li welatê me Kurdistan dîrokek nû, xetek nû, jiyanek nû, heyam û kesayetek nû dest pê dikir û çarenûsa Kurd ji nû ve dihat nivîsandin.

Rêber Apo jibo PKK’ê dibeje ku PKK ew xwîn e ku ki damarên jiyanê de digere, PKK romanek bêdawî, stranek bêdawî, helbestek bêdawî ye. PKK’ê wek partiya şehîdan hemû hevokên romana xwe ya bêdawî,hevokênstrana xwe ya bêdawî, hevokên helbesta xwe ya bêdawî jî bi kedeke bêhempa nivîsandiye. Çil û yek salêntêkoşîna PKK’ê, bi destanênlehengiyê ve dagirtiye. Her kêliyêndîrokaberxwedana PKK’ê,bîxwîn û xwêdanadilêranhatiyehonandin. Jixweencax lehengî û fedekariyekwekî lehengî û fedekartiya PKK’ê dikarî ji derd û birînên Kurd û Kurdistanê re bibe derman. Ji ber vê rastiyê ye ku gel dibêje “PKK gel e” û bi stranên xwe jîdibêje “doxtorê me PKK ye!” PKK’ê bi afirandina çanda demokrasîyê, çanda welatparêzîyê, çanda wekhevîyê, çanda azadîyê û çanda xwebûnê ya li ser bingeha çanda fedekarî û lehengiyê, xwe kiriye dermanê birînên civak û gelêbirîndar.

PKK’ê, kirasê tirs û mirina reş veçirand, zincîrên koledarîyêyên li dil û mê Jiyan qetandin û rastiya Kurd a ji aliyê dagirkeran ve hatîavakirin, bi erde ve rast kir. PKK’ê rastî û heqîqeta gelê Kurd ji tarîtiyê derxist ronahiyê û veguherend hêzavînî ya têkoşînaxwebûnê. Her tiştêtêkilîdarînasnameyakurd a azad û demokratîk, li ser bingeha felsefe ya mirov û jiyana azad ji nû ve pênase û biwate kir. Gelêkurd bi vê tekoşînê, li kok û cewherê xwe vegeriya, bûhêvî û pêşengêdemokrasîya rast. Pêşengên vê têkoşîna xwebûnê jî,têkoşerênApoger in. Ango serketin, destkeftî û hebûna Kurd a heyî, bi xwîn û xwêdana şehîdên ku bi felsefeya Apoger hetanî dilopa xwîna xwe ya dawîyê têkoşîyan, pêkhatine. Ji ber vê ye ku Kurdistan bûye welatê şehîdan û gelê Kurd jî bûye gelê şehîdan. Ango Kurd wek gel bi hemû hebûna xwe ya serfiraz ve deyndarê Rêber Apo û şehîdan e.

Hejmara şehîdên ku di rêya heqîqetê de bûne stêrk, bi deh hezaran e. Êdî li ser her bohstek xaka dayîkniştîman şopa şehîdekî/ê heye. Ji ax û avên welat bêhna şehîdan tê. Yek ji şehîdên mezin jî, Ş. Savaş Amed e. Helbethemûşehîdênazadîyêjî bi têkoşîn, bi sekn û kesayeta xwe ya bi têkoşeriyaşoreşger,şopên girîng hiştine di jîyana şoreşgerî de û bûne stêrkên geş di tariyên tirsnak de. Lêhinek şehîd hene ku dibin sembola serdemên dîrokî. Va ye Ş. Savaş Amed jî yek jivanşehîdan e ku hemû kêliyên jiyana xwe ya şoreşgerî bi berpirsyariyek mezin û bi têkoşînek bêrawestîn jiyan kiriye. Ş. Savaş Amed, li Amed a rengîn ku paytexta Kurdistanê ye, mezin dibe, diçe dibistanênTirk û di zanîngehê de beşa tenduristiyê(doxtortiyê) dixwîne, lê dike û nake nikare qîma xwe bi jiyaneke girêdayî pergala dagirker bîne. Hestênwîyên welatparêzî yêxurt in û her roja diçe jî hêj xurt dibin. Rewşa gel û welatê xwe ya di bin pêlên dagirkeriyê de dihizire. Di hest û hizirîna xwe ya welatparêzî de têwê astêku  êdî dilê wî hew dikarî zilm û zordariya dijmin a li ser gel û welat ragire. Ji bo wê jî di salên 1993’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê yên azad û beş darî nav refên PKK’ê dibe. Rêwîtî û lêgerîna Ş. Savaş Amed li Amedê dest pê dike û di gelî û newalên çiyayên Kurdistanê de, li lûtkeyên çiyayên serhildêr bi kûrbûyîn berdewam dike. Navê xwe yê di nawrefên gerîla de dike Savaş Amed. Ew,gelekî baş dizane ku li Kurdistanê her tiştê xweşik û jiyana bedew bi şerê azadîyê tê bidestxistin. Di her kêlîyên têkoşeriya xwe de jî, bi vê hişmendiyê tevdigere. Salêndirêj liherêmaBotanê, liBotana ku bûyewarêEgîdan,Adilan,Kurtayan, Mehmedan, HuseyinMahîran,Botanan,Gulbiharan, Nûdayan, Zeryayan, Azîmeyan, Sorxwînan,Delalan û bihezaran lehengên din ên Şoreşa azadiya Kurdistanê, şer dike. Ew bi tenê ne şervanek e; di heman demê de hem fermandar, hem doxtor, hem entelektüel, hem mamostebû. Carinan bi çekan êrîşî kozik û bargehên mêtingeran kiriye, carinan bi doxtoriya xwe birînên hevrêyên xwe yên birîndar derman kiriye,carînan di akademiyê de lêkolînên teorîk kirine û carinan jî bûye mamosteyê perwerdeyên îdeolojîk û perwerde daye hevrêyên xwe. Ew, bi bejn û bala xwe biheybetbû. Dilê wî germ û rûyê wî bikenbû. Dilnizmî, fedekarî û rêxistinkariya Ş. Savaş Amed di bîraşervanan de ye, li berçavêtêkoşrênazadiyêzindî ye. Di navgerilayênazadiyêŞ. Savaş Amed wek hevalekî hetanî dawîyê dilsoz û dildarê xaka welat, hevrêyekî jinêyê rast, bikelecan û bimoral, di jiyanê de bireng,  xwedî hevî û bawerîyek xurt, xwedî kesayetek rêxistinkar,avakarû hevalê hevaltîyê dihatnasîn.  Di karên xwe yên şoreşgerî de çeleng û zîrekbû, xwe ji tu erkan nedida paş û hemû karên di têkoşînê de jî,wek karên şoreşê yên herî giring dihesiband, her tim bi berpirsyarek şoreşgerî radibû. Bi rastîjî tu hevoktêra pênasekirina şehîd nakin. Lewra kesayetên ewqas mezin û bedew in ku hemû hevok jî li berpênaseya wan jar û sêwî dimînin. Ş. Savaş Amed piştî şer û têkoşîneke bîst û çar sala ya têretije, di havîna2017’an de, li herêma Botanê dema di xwaze ku hevalekî birîndar rizgarbike, di encama êrîşa dijmin a hewayî de bi lehengî tevlî karwanê nemirên Kurdistanê dibe.Ew jî wek her gerîlayek azadiyê, dildarê Botana serhildêrbû, di sîngaxakaevîna xwe de jîbûstêrkageş û ronîdar. Gelek pêşeng û fermandarên şoreşa azadiya Kurd ü Kurdıstanê, xwîna xwe ya zelalrijandin ser xaka Botanê. Botan beçeyê Kurdistanê ye û kulîlkên vî bexçeyî hemû bi xwîna pakrewanan hatiye avdan.

   Li vê xaka pîroz, di oxira rizgarî û azadîya Kurd û Kurdistana demokratîk de,bi deh hezaran keç û xortên dilêrcanê xwe yêşêrîn feda kirin. Di bîranîna her şehîdekî/ê de heqîqeta me veşartî ye. Ji bo wêjî,fêhmkirin û jiyanîkirinabîranînênşehîdan, di heman demê de fêhmkirin û jiyanîkirinaheqîqetê bi xwe ye. Her lêhûrbûn û çalakiya me ya li ser vê bingehê, dê me bêhtir nêzîkî heqîqet, azadî û bedewiyêbike. Her gava dûrbûna ji vê rastiyê jî, tê wateya gaveke ber bi koledarî û tawanbariya li hemberî dîroka mirovahiya mezin. Em ê ji bîrnekin ku em bi hebûna xwe deyndarê şehîdên xwe ne. Em ê ji bîrnekin ku şehîdên me çavkaniya me ya jiyanê ne û rêgeha têkoşîna me ya avakirina dahatuyê diyar û ronî dikin. Em ê ji bîr nekin ku em bi şehîdên xwe serbilind in di nav civaka mirovahiyê de. Dîsa qet em ê ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin ku ji bîrkirin xiyaneta herî mezin e.

AKADEMÎYA MAZLUM DOĞAN

ŞAGIRTÊN DEWREYA Ş. SAVAŞ AMED

2019