Rêber Apo û tevgera azadî herî zêde li hemberî vê îdeolojiya qirker derdikeve...
Beriya her tiştî em hemû Şehîdên Şengalê bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber pîrozbûna wan ditewînin.
3 / 8 / 2014 li ber erişên dijminên weke DAÎŞ û Dewleta Dagirker a tirk, her wiha xiyaneta aliyên weke KDP, Şengal hat dagir kirin û bi hezaran gelê me; zarok, jin, ciwan û kal bûn qurbanî vê xiyanet û dagirkeriyê. Heya îro jî ev birîn nûye û bi hezaran Gelê Şengalê winda û penaber e. Her wiha bi sedan jin û zarok jî çarenûsa wan nediyare. Lê xiyanet bi Şengalê re bi dawî nebûye û li seran serî Başûrê Welat di roja me ya îro de belav bûye.
Dema ku em behsa Şengal dikin, tenê dagirkeriya Dewleta tirk û DAÎŞ nayê bîra mirov, belku xiyaneta mezin ya ku Şengal firoşt û aliyên ku bûn temaşevan tê ber çavê me. Hikumeta Herêma Kurdistan û bi taybet jî PDK, bi dewleta dagirker û DAÎŞ re bû hevkar û Şengal û Başurê Kurdistan kir merkeza bazirganiya xwe, her wiha hizb û aliyên ku çavê xwe ji vê xiyanetê girtin û bêdeng man jî bûn beşek ji vê xiyanetê. Dema ku zarokên kurd di nava dest û piyên dijmin dihatin kuştin, ew temaşe dikirin; dema ku jin xwe ji zinaran davetin, dîsa temaşe kirin; dema kerwan bi kerwan, jin birin li bazaran bazirganî pê ve kirin; ev dîsa bûn temaşevan û xwe kerr û lâl kirin. Dest ji berjewendiyên xwe bernedan û bi bêrûmetî temaşeyî vê karesatê kirin. Ma qey ev, ji dagir keriyê xirabtir nîne?
Beriya ku PDK, Şengal bifiroşe bi çend kesayetên ku xwe weke Şêx didin naskirin li hev kirin û bi PDK re Şengal firoştin. Rê, li ber gel vekirin da ku derbazî Herêma Kurdîstanê bibin; ev, ne ji bo başiya gel û xwedî derketin ji wan bû, ji bo ku ew jî li cem xwe bazirganî bi gel û jinan bikin, lê bi rêbazên xwe. Dema gel derbaz bûn wana li hindek ji qampên weke xankê û derdora vê li Duhokê bi cîh kirin, lê ew beşek ji gelê Şengal bûn û ji ber bangawaziya wan çend şêxên ku bi PDK re hevdu kiribûn hatibûn. Lê, ya rast ev e ku gel ji bo ol, bawerî bi wan şêxan dianî û rêz ji wan re digirt, agahiya gel bi xiyaneta wan çend şêxan nebû. Lê li qampan de ku tiştek nedan wan û gel xistin çemberê û derdora wan girtin nehiştin yek kes bê agahiya wan derkeve. Hemû birsî û bêjiyan hêştin. Beşek ji xwe re weke xizmetkar birin, bikar anîn û beşek jî xapandin; birin derbazî Ewropa kirin. Yên ku keç - jinên wan hebûn ango zêde bûn ji bo ku bikarin bijîn jin-keçên wan yê zarok li Hewlêr û Duhok hin cihên din yê Başurê Kurdistan hatin firoştin.
Bi rastî dema mirov behsa Şengalê û xiyanet, dagirkeriyê dike kes û yên ku di wan hemû bê exlaqiyan bêdeng bûn û çavên xwe girtin bi vî awayî bûn hevkarê vê bêrûmetiyê jî, ji bîra mirov naçin. Ji ber ku heya niha jî bi vê bêdengiya xwe didin nişan dan ku hevkarê hevkarên dewletên dagirker in.
Rêber Apo, di dahurandina civaka kurd de dibêje: Dagirkeriya herî xirab û metirsîdar, “dagirkeriya zêhnîye” dema ku fikrê te hat dagir kirin, vê çaxê ku bi hemû tiştên xwe dibî koleyê dijmin.
Yên ku bi hawara Şengalê çûn û bi hezaran gel di korîdoran derbaz kirin şervanê Rêber Apo bûn. Ev şêxên birûmet, bi gel û şervanên xwe re bûn û çek rakirin, baweriya wan bi fikir û îdelojiya azad hebû. Bi wê baveriyê, gerîla hembêz kirin û gerîla jî, bi hezaran Şengalî rizgar kirin, şervanên jin û xurt perwerde kirin û hêzên parastina Şengal ava kirin û Şengal spartin destê wan. Li aliyên din sîstema konfederalîzma demokratîk hat damezrandin û gelê Şengalê xwe di bin vê çetirê de bi rê xistin, her wiha xweseriya xwe îlan kirin. PDK û hevkarê wî deleta tirk û hemû dewletên din yên hegemon vê ya hezm nekirin û nakin. Ji bo wê jî gelê ku vegeriyan Şengalê û yên ku xwe diparêzin, dixin çemberê û rê nadin ku gel derkeve derveyî Şengal û heta bi navê cuda cuda vî gelî û hêza wan bi siyaseta şerê taybet dixwazin reş bikin.
Niha em di şeşemîn salvegera komkujiya Şengal in û ew gelên ku di dorpêça hêza hikumeta herêmêne di rewşeke xirab û di nava penca qirkirina çand, ziman, kurdbûn û bi taybet jî Êzîditî derbaz dikin. Ev siyaseta ku dewletên zilhêz ji bo dagir kirina fikir û ji welat dûrxistin, her wiha derbazî welatên Ewropa kirin, bi taybet PDKê vê ya pêk anî û dixwaze pêk bîne.
Rêber Apo û tevgera azadî herî zêde li hemberî vê îdeolojiya qirker derdikeve û şer dike û dixwaze pêşî li vê rewşê bigire. Heya niha yên ku xwedî ji gelê kurd derdikeve tevgera azadî, bi gêrîla û şervanên xwe bû. Ya ku wan rastiyan bi cîhanê da naskirin û nişan dida jî çapemeniya azad bû. Yên ku sîstem a civaka demokratîk ava dikir jî rêxistinên civakî bûn. Yên ku jin birêxistin kirin û ew perwerde kirin hişyar kirin jî tevgera îdeolojiya jinan bû. Yên ku ciwan parastin û di erka welat parêziyê de hişyar û perwerde kirin, tevgera ciwanên azad bû. Her wiha gelek sazî û rêxistinên azad yên ku ji bo gelê Şengal biparêzin ketin di nava tevgerê û xebat meşandin hebûn. Hemû jî bi fikir û felsefa Rêber Apo hatin meşandin. Gelek Şehîdên tevgera azadiyê çêbûn di oxira Şengal û gelê me yê Ezîdî de. Yek ji wan Ş. Mam Zekî Şengalî bû ku weke pêşengê civaka Ezîdî û rêveberiya sîstema civaka konfederalîzim, Nûjiyan Erhan endama çapemeniya azad ku bi dehan hevalên xwe yê vê qadê rastiya gel û jinê Şengalê bi cîhanê par ve dikirin. Bi dehan gerîlayên YJA-STAR û HPG di berxwedan û rizgariya Şengalê şehîd bûn. Eviya jî rastiya PKK û PAJK dide nişandan. Her wiha nerastiya gotina Hikumeta Herêma Kurdistan û PDK heye.
Di destpêkê de Rêber Apo gotibû ku piştî Şengal vê hemû Başurê Kurdistan heman çarenûsê dabeş bike, bila herkes ji bo yekitiya xwe bikeve nava liv û tevgerê. Lê hin aliyan eviya ji ber berjewendiyê xwe nexistin meriyete û îro em dibînin hemû Başurê Welat di aliyê dewlata tirk û bi hevkariya hikumeta herêmê tê dagir kirin. Vê, ev rewşa ku jin û zarokên Êzîdî têde derbaz bûn hemû herêma Kurdistan jî têde derbaz bibin. Dibe ku beşek ji kesayet û alî, hewldanekî wan hebû lê hizb û hin kesîm jî bêdeng bûn, gelo niha vê bibin xwedî helwest û yekitiya xwe ava bikin?
Rêxistina Jinên Azad a Kurdistan RJAK bi salana li vê qadê bi awayek aktif xebat dike ji bo yekitiya jinan li Başûrê Kurdistan. RJAK bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe birêxistin dike û jinan jî li ser vê bingehê rêxistin dike. Bila bi RJAK re yekitiya xwe ava bikin û li dora jinên Êzîdî bibin perjîn çêkin û bibin hêzek li hember sîstema serdest a zilam bi awayek îdeolojî kur bikin. Dîroka koletiya jin û weke xenîmet birîna jinan û sivikatî kirin bi rûmeta me bizanin. Li hember zihniyeta zilamê ku ev jinên – keçên zarok dikirîn bin navê zevacê, tu pîvaneke wan li hember jinên welatên wan jî tunebû, ji bo vê jî bazirganî bi jin û keçên xwe kirin. Ferqa jin, dayîk û keçên Êzîdî li gel wan tune bû, lê mesele ev e ku zilamtiya ku bi vî çavî mêze dike, jê re ferq nîne; ev jin kê dibe bila bibe her jin e! Yên ku li hember jinên welatên xwe bê rêz be, vê xaka xwe jî bifiroşin. Bitaybet jinên Ezidî yên ku niha jî li bin siya siyaseta qirêj yên Herêma Kurdistan rojane dibin qurbanî, bila derkevin û di nava rêxistina jinên Şengal cîh bigirin û berê xwe bidin Şengal. Wan xwedî hêzin û rêxistinek bi kok û îdeolojia azad in. Ne mecbûrî bêrûmetiya herêmê ne.
Rûken neqede
5 / 8 / 2019