ZÎLAN MANÎFESTOYA JIYANA AZAD E

Xalîde Engîzek

Em 27’emîn salvegera çalakiya mezin a fedayîtiyê ya hevala Zîlan dijîn. Derbasî saleke nû dibin. Bi vê mebestê, heyva Hezîranê ji hêla partiya me ve wekî heyva fedayîtiyê hatiye pênasekirin. Di 30 Hezîranê de rêheval Zîlan çalakiya xwe ya mezin a fedayîtiyê pêkanî. Dîsa heval Sema di  meha hezîranê de xwest xwe bike pirek di navbera 8’ê Adar û Newrozê de. Piştî çalakiya xwe şewitandinê ya 17’ê Hezîranê bi sê mehan, heval Sema şehîd bû. 6’ê Hezîranê Heval Gulan hate şehîd xistin.Dîsa di vê mehê de heval Hilmet şehîd bû. Endama ragihandina YJA-STAR’ê Hevala Şaristan ji ber sedema nexweşiyê şehîd bû. Her wiha di vê mehê de heval Raperîn Amed, Bêrîvan Zîlan, Avzem, hevala Leyla wan şehîd bûn, dîsa Zîlan Pepûle, roja çalakî û şehadeta hevala Zîlan, dema li gundekî Rojhilat dixwaze salvegera şehadeta hevala Zilan bibîrbîne, dikeve kemîna pastarên Îranê û şehîd dikeve. Her wiha hevala Rihan Amûdê û Yûsra Derwêş di vê heyvê de şehîd bûn. Di şopa van hevalên bûne fedayî yên ku fedaîtiyê di xwe de helandine, bihêzkirine, di têkoşa azadiyê de bi rêbaza fedayîtiyê têkoşiyan û şehîd bûne de hevala Leyla Sorxwîn, Gulçiya Gabar, Evîn Goyî, Sara û Ruken, herî dawî jî heval Zana û Xebat gihiştine şehadetê. Van hevalan di berxwedana xeta Apoyî de mohra xwe li têkoşînê dane. Em hevalan hemûyan bî rêzdarî bibîrtînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Em careke din soza bilindkirina têkoşîna wan didin.

Di nava van 27 salan de gelek caran li ser kesayet, çalakî, şêwaz û rêgezên hevala Zîlan axaftin, civîn hatin kirin. Herî zêde jî Rêber Apo çalakiya hevala Zîlan nirxand, bêhtir şîrove û bi wate kir. Ji bo ku em bikarin hevala Zîlan rast derxin zanebûnê, divê em wê rast fêm bikin, di piratîkê de rast pêkbînin. Rêber APO nameya hevala Zîlan hevok bi hevok dixwîne û li ser vê bingehê şîrove dike. Ji bo wê jî Rêberê me çi got: “Esas tiştekî ku ez li ser Zîlan bêjim nîn e. Her tiştî bi xwe, xwe aniye ziman. Herî baş Hevala Zîlan xwe bi xwe vegotiye.” Di nameya xwe ya ku xîtabî rêbertiyê dike, xeta azadiya jin, gelê Kurdistan û mirovahiya pêşverû dike de heval Zîlan wekî wesîyetname, manîfestoya jiyana azad, manîfestoya em çawa şer bikin, çawa bijîn daniye holê. Rêber Apo jî wê wisa pênase dike û wiha dibêje: “Çalakiyek bê hempa, yekane û ya ewilîn e. Çalakiya destpêkê ye ku dûbare nabe. Teqlîda wê nayê kirin. Ji bo wê wekî şêwazê çalakiyê, biryara ku daye ji hemû aliyan ve li ser hemû ziraviyan fikiriye, plan û keşfa wê kiriye û derbasê pratîkê kiriye. ji ber vê jî nayê dûbarekirin û teqlîdkirin. Ev çalaki tene ji bo careke mexsûs e. Di vê wateyê de eger em behsa hevala Zîlan bikin, di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistan û jin de dibe manîfestoya jiyana azad. Heta Serokatiya me Hevala Zîlan wekî xwedawend, fermandar pênase dike. Em jî di bin fermandariya wê de şervan in, fermanên wê pêk tînin, dixin pratîkê

Ji bo vê asta fikrandina ku Hevala Zîlan xwe gihandiye pir girîng e. Bêguman ev asta fikirandinê hema wisa yekser ji ber xwe ve di demekê kurt de pêşnakeve. Binêrin dema ber bi çalakiyeke wiha ve diçe hê temenê wê yê rêxistinê salek e. Lê di nameya xwe de dema xîtabî Rêbertiyê dike, mirov fêm dike ku hevala Zîlan kesayeteke dîrokî ye. Di ferqa erk û berpirsyartiya xwe ya dîrokî de ye. Hestiyarbûn, hişyariya  hevala Zîlan a beramber rastiya Serokatî eşkere ye. Hinek jî wekî berdevkiya Ehmedê Xanî hevala Zîlan di ferqa girîngiya dîrokî ya hebûna Rêber Apo de bû ku civaka Kurd sedan sal bûn bê nasname û bê rêber bû. Ji ber vê Hevala Zîlan di ferqa derketina dîrokî ya Rêbertiyê de  ye. Ji bo netewa Kurd, ji bo hemû gelan û jinan ji hêla zanistî, bîrdozî û rêxistinî ve hebûna Rêbertî, mîsyona wî ya dîrokî pir girîng e û lazim e we re parastin ku berî destên bêyom û qirêj xwe bigihînin Serokatî hin tişt bêne kirin.

Tiştên ku hevala Zîlan wê demê hîskiriye û xwestiye bi pratîka xwe pêşiya êrîşên li ser Serokatî bigire esas di roja me ya îro de jî di asta herî jor de derbasdar in. Hevala Zîlan komploya navnetewî ya wê demê pêşket hîs dike, dibîne. Wekî milîtanek, şervanek, kadroya partiyê xeteriyên li ser Serokatî dîtin û hîskirin bêguman pir girîng e. Tenê ne dîtiye di heman demê de bi pratîka xwe dixwaze vê vala derxe û li ser vê esasê dikare bîryara pêşxistina çalakiyê bide. Çalakiya ku pêş dixe jî ji her hêlê ve bi tena serê xwe pêk tîne. Di vê wateyê de hevala Zîlan keyaseteke çalakger û çalakiyê ye. Kesayeta çalakvan, kesayeta ku ji hêla hişmendî ve bi jiyanê re xwe strandiye, xwe kiriye yek. Girêdanbûyîna xwe ya jiyanê dispêre hîmê zanebûn û têgihiştina fikir, hişmendî. Ji bo vê Hevala Zîlan dibêje “Îdîa, angaşta min a jiyanê gelekî mezin e.” Êdî ji bo hevala Zîlan her tişt zelal e û safî bûye. Wê demê ger jiyan hebûya wê ev jiyana azad bûya. Derveyî vê ti tişteke din wê nehatiba qebûlkirin. Ger li ciheke azadî nebe divê wê cihê çalakî bikevin dewrê, bi çalakiyan pêşiya jiyana azad were vekirin. Girêdana azadiyê, jiyana azad û çalakiyê bi hevdu re di hişmendî û ramanên xwe de zelal kir û wisa bû kesayeta çalakiyê. Ji bo wê şêwazê fedaîtiya xwe bi xwe diyar dike.

Felsfeya wê ya jiyanê felsefeya jiyana azad e. Ji ber ku dibêje ger bixwazî wek netewek, gelek û jinek jiyan bikî lazim e ev jiyan azad be. Ger dijmin beramberê jiyana te ya azadiyê astengiyan çêbike, qirkirinê ser te ferz bike wê demê tu yê wê xeteriyê hîs bikî û bi şer pêşiya xwe, pêşiya jiyana azad vekî ku bikarî ava bikî. Derveyî wê jiyan nayê jiyîn, jiyana heyî jî bêguman bê wate ye. Ji bo wê jî çalakiya hevala Zîlan, tenê di nava hejmareke leşkerên Tirk de xwe teqandin nîn e. Xwe di nava dil û mejiyê pergala modernîteya kapîtalîst de teqandine. Xwe di nav mejî û dilê paşverûtiyê de teqandine, li dijî çinayetî û mêtîngeriya ku li ser me tê ferzkirin xwe teqandine. Ji bo wê jî hemû sazî û şaneyên modernîteya kapîtalîst kir hedef û ser de çû.

Çima? Ji ber ku vê pergalê tenê welatê me dagir nekiriye, vê pergalê wekî jin hebûna me jî peremperçe kiriye. Ev pergal jinê wekî objeyeke di xizmeta berjewendiyê xwe de bikar tîne. Hevala Zîlan di ferqa vê de ye. Ji ber vê hevala Zîlan li kêleka dagirkeriyê beramberê mejiyê hêzên modernîteya kapîtalîst ên ku qesta komployê kirine, bi komployê qesta jiyana Serokatî kirine, ên ku jin û gelê me kolekirine hedef girtiye. Ji bo wê jî Serokatî vê çalakiyê wekî çalakiyeke întîxarî nagire dest û nêzîkatiyên wiha mehkûm dike. Ev çalakiyeke tolhildanê ya fedaîtiyê ye. Beramberê pergala pênc hezar sal a mêrsalariyê tolhildan e.

Li Kurdistanê em tenê dikarin bi şêwazê fedaîtiyê encamê bigirin. Derveyî vê riyeke din a jiyanê nîn e. Ji ber vê em ancax dikarin di xeta hevala Zîlan de bibin leşker, şervan. Di xeta hevala Zîlan de dikarin bibin jinên azad. Yek jî ders û encama ku em ji çalakiya hevala Zîlan derxin rastiya pergalê ya desthilatdariya mêr e.

Hevala Sema jî di vî warî de pir pêş e. Rêbertî di mijara dahûrandina kesayet de herî zêde hevala Sema mînak nîşan dide. Hevala Sema bi salan li ser bingehê milîtaniya Apoyî, li beramberê kesayeta ku ji pergalê girtiye têkoşîneke pir dijwar meşandiye. Yek jî herî zêde lêpirsîna hundirîn bi awayekî kûr daye meşandin hevala Sema ye. Dema vê digihîne encamê, zelaliyê di xwe de ava dike şûnde jî êdî wê gotina dîrokî tîne ser ziman: “Di ezman de du roj nabin”. Piştî wê saetê hevala Sema dibe çalakî, dibe gilokek ji agir û hemû paşverûtiya heyî di xwe de dişewitîne. Piştî ku di rêgez û felsefeya Serokatî û azadiyê de xwe zelal dike şûn de dibe heqîqet û bi gotina “ Navnîşana heqîqetê tenê yek e” ber bi çalakiya xwe ya agirîn ve diçe.

Hevala Zîlan jî wisa ye. Li gor pîvanên burjuvaziyê ti kêmasiyeke wê nîn e. Zanîngeh xwendiye, xwedî pîşe ye, kar dike, zewicî ye. Lê hevala Zîlan rastiya civakî, têkiliyên jin û mêr derdixîne zanebûnê. Di dawiyê de biryara tevlîbûnê dide. Wisa tevlîbûneke ji rêzê jî nake, ji bo bibe gerîlayeke yeman dikeve tevgerê û biryar dide. Tenê di saleke de xwe digihîne armanca xwe. Ji ber ku ji her hêlê ve kêmasiyên heyî, dîsa xitimandinên teqtîkî, dûbarebûna heyî dibîne, ferq dike. Me hemûyan wê pêvajoyê jiyan kir. Lê yek ji me bi qasî hevala Zîlan vê rastiyê nedît û hîs nekir.

Hem malbatê, hem pergalê derdixîne zanebûnê, weke jineke azad diçe biryarê ku bibe mîlîtaneke pêşeng. Dema xwe digihîne bîryardariyeke wiha jî pir zû dikeve ferqa rewşa heyî, rûtinbûyîn û dûberebûna heyî dibîne.

Di vê wateyê de weke xeta azadiya jinê, wekî manîfestoya em ê çawa bijîn, weke temamkirina şehîdên me yên destpêkê, wekî temamkirina Berîtanan û hemû şehîdên me yên destpêkê hevala Zîlan têkoşîna azadiya jin derbasî qonaxeke nû dike. Ji bo wê jî di çalakiya heval Zîlan  a “em ê çawa bijîn û şer bikin” de zelaliyeke bêqisûr heye. Êdî li ser vê manîfestoyê tevgera azadiya jin pêş dikeve. Rêbertî piştî vê qonaxê bîrdoziya rizgariya jin diyarî hemû jinan dike.

Serokatî li ser çalakiya hevala Zîlan pir lêhûrbûn kir. Serokatî bi lêhûrbûna ser çalakiya hevala Bêrîtan bi artêşbûna jin, bi YAJK’ê bersiv da. Bi pêşketina çalakiya 30’ê Hezîranê jî, hevala Zîlan kir xet, rêgez, pîvan û bîrdoziya azadiya jin spart vê şêwaz û jiyanê. Ji bo wê jî li ser bîrdoziya rizgariya jin ber bi partîbûyîna jin ve, ber bi pergala jin ve, ber bi şoreşa jin ve gav hatin avêtin. Hêza bîryardariyê, têkoşînê, pêşengtiyê, fedaîtiyê, xeta bîrdoziya azadiya jin pêşxist. Têkoşîna me jî li ser vê bilind bû, mezin bû, em bûn partî. Îro hem wekî pergala konfederal ya xweser hem jî li ser hîmê hevjiyana azad, temsîliyet û beşdarbûneke wekhev a jiyanê hatiye hûnandin. Di pêşengtiya van hevalan de îro hêza pêşengtiya bîrdozî û rêxistinî di qada navnetewî û asta gerdûnî de hatiye qezenckirin.

Bêguman nakokiya bîngehîn a civakî nakokiya zayendî ye. Şoreşa jin jî di sedsala 21’emîn de li ser vê nakokiya bingehîn dimeşe û bi vî awayî ji giştî têkoşînan re pêşengtiyê dike. Di asta gerdûnî de em bi hîmê netewa demokratîk, konfederalîzma demokratîk, modernîteya demokratîk şoreşa jin bilind dikin. Bêguman ev armanceke pir mezin e û kedek zêde dixwaze. Lê hêza ku me ji Zîlan, Sema, Gulan û Sarayan girtiye teqez baweriya pêwîst a serxistinê, baweriya pêwîst a Apoyî dide me.

Em dizanin ku kêm û kurtî, lawaziyên me hene. Li ser van nîqaş dikin, rexne û rexnedayîn pêş dixin. Lê ya girîng ketina rê ye. Em êdî rêwiyê vê riyê ne û ti hêz nikare me ji vê riyê derxe. Şoreşa jin ku di bin dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” de bi mîrateya hevalên me yên şehîd hatiye  afirandin wê her tim bi hêzdarî ber bi armancê ve bilezîne. Ji bo em bikarin bi şêwazê van hevalan têkoşînê pêşde bibin, mezin bikin divê em di şêwaz, jiyan, rêgez û seknên wan hevalan de xwe hîn zêdetir kûr bikin.

Di roja me ya îro de em dibînin ku di xeta Hevala Zîlan, Sema û Gulan de xeta fedaîtiyê her ku diçe derbasê qonax, serdemên nû dibe. Di vê warî de yên pîvan danîn e hê jî bi heman rihê li ser piyan in. Ev rih hê jî li her qadê têdikoşe û bi taybet li Qadên Parastina Medya. Tenê ne xurt e jî, pêşde çûye, di tê de pisporî pêşketiye. Dîsa bi çalakiya hevala Zîlan re angaşt û hêza çalakiya vê xetê, girêdana vê ya bi jiyana azad re hat bisazîkirin; Tabura hevala Zîlan a Nemiran hat avakirin. Hêza me ya fedaîtiyê, hêzên taybet hatin pêşxistin. Her çiqas di vê milê de kêmasî, şaşitî hebin jî, di rih de ti kêmasî nîn e. Rihê heyî hê xurtir û bihêztir diçirûse, dibiriqe, bilind û mezin dibe. Lê di pratîzekirin, berbelavkirinê de girtîbûnek heye. Rast e, ev rih vê şerê rêve, pêşengtiya vê şerê dike.  Lê şer, divê derbasî  stratejiya  şerê gel ê şoreşgerî  bibe. Yanî di rih de qisûr nîn e, di teqtîk û pratîzebûnê de qisûr heye. Eger em bixwazin ji mîrateya wan hevalan re, ji vê rihê re bibin bersiv, yekane riya wê stratejiya şerê gel ê şoreşgerî ye.

Rastiyeke wisa heye ku di pêk anînê de bi qasî ku rihê fedaîtiyê lê dibexşînin, di wê astê de nikarin guhertin, veguhertina zîhnî bikin. Divê em vê rastiyê qebûl bikin. Em amade ne xwe feda bikin, şer bikin, şehîd bikevin lê di guhertin û veguhertina zîhnî de em berxwe didin. Ev jî dibe sedem ku em hevala Zîlan nîvçe fêmbikin. Ev dibe sebep ku em tam bi hevala Zîlan re nebin yek. Em nebin bersiva wê rihî. Ji ber ku hevala Zîlan tenê felsefeya “em çawa şer bikin” nîn e, “em çawa şer bikin” jî ye. Hem weke giştî hem jî weke jin di vî warî de pirsgrêkên me hene. Wê demê tişta ku di vê pêvajoyê de ji me tê xwestin çî ye? Qasî ku ji xwe didin, xwe feda dikin, lazim e qasî wê jî ji hêla hişmendî û çand ve ji guhertin û veguhertinê re vekirîbin û ji xwe bidin. Di vir de nêzîkatiyên şexsî, girtî, li gor xwe ku bi xeta Zîlan re nabin yek hene. Ger em bikarin van derbas bikin em ê hem ji hêla stratejîk ve hem jî ji hêla teqtîk ve bikarin şerekî mezin bikin.

Îro Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê jiyîn û di nav vê şerê de em hêzekî bihgehîn in. Dîsa ji her milî ve destê me xurt e. Çima? Ji ber ku du tiştên esasî yên me xurt dikin hene; Yek ji van qeyrana heyî ye û ya din jî beramberê wê qeyranê projeya me ya çareseriyê ye. Vê projeyê sedsala bîstemîn û fikrê Marksîst derbas kir, ji bo gelên cîhanê teoriya netewa demokratîk weke projeyeke çareseriyê danî ortê. Lingên esasî yên vê projeyê jî mijara azadiya jin, ekolojî û demokrasî ye. Yanî wekî proje em bi hêz in, pêşeng in. Bêguman rihê vê jî heye. Wê demê lazim e em li gorî vê rihê vê projeyê hezim bikin, fêm bikin, pê re bibin yek, qebûl bikin, dûbarebûna ku jiyan dikin derbas bikin.

Ev salvegera nû ya şehadeta heval Zîlan wê bibe wesîle ku em xwe dûbare dûbare ber çavan derbas bikin. Ji ber ku tam 27 sal in me nekariye xwe bigihînin teqtîka hevala Zîlan.

Wekî tevgera azadiya jin jî îro asta ku hatiye destxistin ne kêm e lê belê di temsîliyet, siyaset, propaganda, berbelavkirin û xwe dana qebûlkirinê de kêmasî û lawaztiyên me hene. Em ê teqez rexnedayîna wan bidin. Bi rexnedayîn em ê nêzîkê rihê van fedaiyan bibin, bi rexnedayîn em ê nêzîkê sekna ku îro Rêbertî diparêze bibin. Îro ger hê jî Rêbertî girêdayê encama komployê girtî be wê demê em ji xeta hevala Zîlan pir dûr in. Çima? Ji ber ku me wekî hevala Zîlan bi pêşdîtineke rast û şoreşgerî nekariye xwedî li Rêbertî derkevin û li ser vê esasê bibin rêhevalên rast ên Rêbertî. Ger em xwe di xeta Zîlan, Sema, Hilmet û Gulanan de çêbikin, bibin mîlîtanên rast ên xeta Rêber Apo, wê demê dikarin bîrdoziya  azadiya jin rast temsîl bikin, bibin mîlîtan û şervanên wê.

Di vê çarçoveyê de em careke din hevalan bi hurmet bibirtînin, tevahî şehîdên me yên ku di bin bombardimaneke xedar û giran de, di bin êrîşên namerdane yên gazên kîmyevî û kîmyasalê li ber xwe didin de di şexsê Bager, Avzem û  Dîdaran de careke din bi hurmet û rêzdarî bibirtînin û soza bilindkirina têkoşînê didin.  

30.06.2023