Bîranînén Gerîlla

Dîlgirtina Rêbertî, Dîlgirtina Me Hemiyan Bû

Rêbertî jî ji Sûrî derketibû û çûbû Ewrûpa. Gelek êrîş li ser Rêbertiya me hebûn...

Ş. Bager ADİYAMAN

Li gorî hizrên min sala herî ku mohreke xwe ya dîrokî li jiyana gelê Kurd û eniya mirovahiyê xist, sala 1999’ê bû. Her çendê saleke gelekî dijwar bû, ji bo tevahiya Hêzên Gerîla, lê belê, ji bo rûmeta mirovehiyê jî şermeke herî mezin bû. Komploya Navnetewî bi hemû rengê rûkê xwe yê biqirêj derkete holê. Ne tenê ev komplo li beramberî Rêberê me bû, di kesayeta Rêbertî de li beramberî tevahiya nirxên mirovahiyê bû. Dîmenek erjeng bû dema min bihîst ku Rêbertî dîlgirtine. Weke ku em hemû hatin dîlgirtin. Kesayeta Rêber APO ne kesayeteke hêsan e. Beriya her tiştî hişmendiya azadiya mirov bi xwe ye. Çima dîlgirtin? Ji ber Rêber APO xwe gihande asta herî kûr û bilind ji bo rizgariya civakê, mirov û hemû nirxên mirovahiyê. Loma hişmendiya desthilatdar nikarîbû xwe di nava rûpoşên boyaxkirî de veşêre. Di wê komploya navnetewî de hemû rûpoşên wê hilweşiyan û verişandina wan ya ku hemû jehr bû derkete rastiyê. Rast e Rêbertî bi fîzîkî xistin dest lê nikarîbûn raman, hizir û lêgerîna wî ya azadiyê dîl bigrin.Ew raman û hişmendiya azadiyê malê mirova ye. Her çendê bixwazin wan leyîstokan jî pêşbixin nikarin cewherê Rêberê me hilweşînin di lêhurbûn û hestên me de.

Ez di dawiya sala 1992-1993’ê tevlî Partiyê bûm. Her wiha di sala 1997’ê de ez derbasî nav refên Gerîla bûm.Bigiştî jî li hêrêmên Soran, Behdînan û di gelek herêmên Başûr de mame. Lê belê, sala herî ku ez jibîrnakim sala 1999’ê bû.

Destpêka sala 1999’ê bû em di wargeha zivistanê de bûn. Me cihê xwe saxlem çêkiribû û me dest bi perwerda xwe kiribû. Hem xebatên karîgerî hem jî yên bîrdozû, siyasî me pêktanî. Me pîlansaziya perwerdê dabû eşkere kirin. Hema nû destpêka sala 1999’ê bû. Ji hemû hêlên xwe ve salekî gelekî dijwar bû.Meha Sibatê bû, Kongra me ya şeşemîn ya tevgera me dest pê kiribû. Nêzî qada em lêbûn Kongre çêdibû. Me jî perwerda xwe ya zivistanê didît.

 Rêbertî jî ji Sûrî derketibû û çûbû Ewrûpa. Gelek êrîş li ser Rêbertiya me hebûn. Dewleta Sûrî jî tengav dikirin. Dixwestin Rêbertî bi komployekê tunebikin. Ji her hêlê ve komplo hatibû amedekirin çi ji hêla ABD ve çi ji hêla Dewletên Navnetewî de. Ji ber ku wana ji xwe re ev bingeh girtibûn; eger Rêbertî bê dîlgirtin û tunekirin wê tevahiya Tevger û doza Gelê Kurd bidawî bibe. Lê belê, ev mebestên wan pêknehatin, ji ber Rêbertî ne kesek e, ew gelek e û rastiyek e. Di heman demê de, hevaltiya nerast û kêm jî bi komployê re derkete holê. Ev hemû bi hev re û pergala desthilatdar ji bo feyde û bercewendiyên xwe dixwestin li ser Rêbertî bidine meşandin. Tirsa wan ji Rêbertî hebû, ji xwedî wê hişmendiya azad e. Ji bo wê zext li ser Rêbertî kirin û Rêbertî ji Sûrî derket. Ti cihî Rêbertiya me nepejirandin. Her wiha Rêbertî bi komploya navnetewî hate dîlgirtin, bi alîkariya xiyanetkaran bi hev re û hevbeş.

 Di wê rewşê de me perwerda xwe bi nêvî kiribû, herêma em lêbûn jî Kongre lê hate berdewam kirin. Di wê kongrê de rewşa Tevgerê dihate nirxandin, biryarên ji bo rewşa Rêbertî û doza gelê Kurd dihatin girtin. Dema rewşa Rêbertî ber bi xeteriyê ve diçû êdî Kongre jî di nêvî de mabû û perwerda me jî nêvî bibû.

Qet qet ez wê rojê jibîr nakim. Roja 15’ê Sibatê me di rêka nûçeyan de guhdar kir ku Rêbertî dîl ketiye destê wan de. Em hemû heval ketin atmosfereke hestiyar. Her hevalek li quncikekê digiriya, her hevalek dixwest çalakiyeke fedayî bike, ji bo Rêbertî dawî li jiyana xwe bîne. Heta asta herî jor de hestiyarî dihate jiyan kirin. Ji ber ku kesayeta Rêbertî ji bo me her tişt e. Em ji bilindahiyan hatin xwarê. Êdî her tişt li ber çavên me reş bibû. Di vir de hema li tabûra me de civîna awarte çêbû,heval kom bûn. Rastiya wan kêliyan, rastiya wê rojê, ew bîst û çar seatên wê rojê ji bîra mirovan naçe. Hevalê ku ji me re civîn çêkir bigirî dest bi axaftina xwe kir. Em hemû mîna ku xwîn ji dilê me bibare û ji çavên me jî rondik!Hemû heval di matmayînekê pir pir mezin de bûn. Çawa bû? Êdî wê çawa bibe? Gelek raman û hizrên me çêdibûn. Wê şevê em belav bûn. Em ketin tevgerê, êdî li cihê xwe sekinandin ji me re nedibû. Pêwîst bû ku yekîne ji hev cuda bibûna. Berf jî zêdeyî metrokê barî bû, her rêk hatibûn girtin, astengî hebû ji bo ku em xwe bigihînin hinek cihan.

Her kesek xwe amede dikir ji bo çalakiya fedayî pêkbîne. Me jiyanek bê Rêbertî ji xwe re nepejirand. Me digot: êdî wê Rêbertî îdam bikin. ji xwe nikarin bi awayeke ramanî, hizrî girêdana me jê Rêbertî qut bikin. Lê, niha bi fîzîka xwe di destê wan de ye. Ji ber em di nîvê zivistanê de bûn gelek astengî çêdibûn. Me xwest çalakiyên berxwedanê pêkbînin. Xwestekê me ev bû jiyanekî bê Rêbertî em napejirînin. Em sê yekîne bûn. Her sê yekîne ji hev cuda bûn. Wê demê dûvikên vê komployê jî yên weke PDK- YNK hebûn. Pratîka me zû dest pê kir. Yekîneya me destpêkê derbasî milê Qelê bûn li hêla Xinêrê. Em di navbera Xakurkê û Xinêre de bûn. Doleke pir kur bû. Milekî me Şekîf bû, milekî me Şehîd Şerîf bû. Kongre bidawî jî bibû. Me hem parastina kongrê dikir; hem jî destpêkirina pratîkê bû. Me xwest em zû bibine bersiv ji pêvejoyê re.

Em çend roja li Qelê man. Me berê xwe da wî cihê ku bi dehan heval lê şehîd ketine. Di bin her latekî, şikêrekî û zinarekî wê de şopa hevalekî egîd lê heye. Cîhê em lê diman, di navbera Kurdistana Rojhilat, Kurdistana Başûr û Bakûr bû. Sêkûçe bû. Lê di nava xwe de her sê hêlên welat himbêz dikir. Ne ji vê xwezayê be gelek car parastina mirovan zehmet dibe. Lê belê, serpêhatiyên wisa bi me re çêdibin ku bi rastî di hin kêliyan de ev zinar û lat dibin dayika me û me diparêzin. Her wiha em ê biçûna hêla Kelaşînê. Kelaşîn herêmeke piranî zozan e, her wextê sar e. Dar û daristan lê nînin. Çiyayên wê bilind in. Berfa wê derê ji şeş-heşt metro kêmtir nîne. Dibe ku rêka heft-heşt demjimêran bû lê belê me xwe li berfê da û em çûn.

 Yekemîn karê me kir, keşfa cihê çalakiyê bû. Bi rastî Hevalê Welat tê bîra min. Ew jî hevalekî ku cihê xwe di wê guruba me ya keşfê de girtibû. Hevalekî ji Palo bû ew bi xwe jî Zaza bû. Li metropolên Tirkan xebatên cur bi cur kiribûn. Cihê xwe di Partiya HEP’ê de girtibû û xebatên wir yên rêxistinî dabû meşandin. Di xebatên ciwanan de jî mabû. Temenê wî nêzî 20-25 salî bû. Di pîvanên xwe de pir bihêz û giran bû. Di hêla zanebûna xwe de pijandî bû. Gelekî fedekar; gelekî dirust bû, bi xwestek bû, bi xeyalên mezin jiyan dikir. Di hêla islûbê xwe de xwedî ast bû, rêzdar bû beramberî hevalên xwe. Heta dawî dizanîbû çawa bi her hevalekî re bide û bistîne. Ji hevaltiya PKK’ê gelekî hezdikir, rola wî jî hebû di pêşxistina wê de. Her çendê ew çar meh bû tevlî bibû, di sekna xwe de weke gerîlayên kevin liv û tevger dikir.

Her wextê Hevalê Welat digot:

“Pêwîst e ez ji bo welatê xwe, ji bo Rêbertî tevlî şerekî mezin bibim. Ez dixwazim bibim bersiv ji bo Rêbertî, ji bo hevalên şehîd û gelê xwe.”

Ji ber Hevalê Welat xwediyê wê taybetmendiyê bû ku her raman û hestên xwe parvedikir min baş dizanîbû li ser çi dihizire. Li gel wî hevaltiya hevbeş di ser her tiştî re bû. Ne tenê fîzîkî û çûna peywirekê lê, bi cewher û jidil jî ev pêkdianî. Di hemû mûrihkên xwîna xwe de girêdana bi kesayeta Rêbertî re jiyan dikir. Her digot: “Ji bo Rêbertî pêwîst e mirov her tiştî bike.”

Baş tê bîra min em heşt heval bûn. Li nêzî Berbizina girek heye, mirov nêzî nîv demjimêrê xwe berdide xwarê, li wir meydanek heye, nêzîkî cihek jê re dibêjin Gewriya Berbizina ye. Guruba me ya keşfê bû. Li ser cihê wan kesên ku destekê didine wan leyîstokên ku li ser Tevgerê, Gerîla û gelê me pêktînin. Bi çûna me gelek berf barî bû, bi şev gelek serma hebû, hinekî li ser berfê mirov dikarîbû bimeşe. Cihê ku em çûnê ew nêzî şeş-heft demjimêran tu diçî hetanî ku xwe nêzîkî dijmin dikî. Barê me jî gelekî giran bû. Em bi hazirtî jî çûbûn. Me xwe berda, me hinek keşfa xwe kir. Di dawiya keşfê de hinekî keşfa me sabote bû. Ji ber em hatin dîtin, êdî tenê çara me ma ku em paş ve bizîvirin. Girîng bû em xwe derbasî cihekî ewle bikin. Dema em paş ve kişiyan me xwe ji bin kontrola dijmin jî xelas kiribû, nêzîkî çil deqeyekê mabû, hema panzdeh deqe mabûn nemabûn, em ê bigihiştana gewriyê ya Berbizina. Hevalê Welat çeka BKC î hilgirtibû, di çentê wî de nêzî hefsed-heysed mermî hebûn. Barê wî giran bû. Em heşt heval bûn. Deh deqe mabû em bigihîjin bin gewriyê. Ew herêm jî bi pinikên (mayîn-luxum) xwe bi nav û deng e. Lê belê, berf bû û şopek jî vebibû, êdî demjimêr bibû nêzî deh-yanzdeh ê nîvro. Ew berf jî hinekî heliya bû. Tu bixwazî û nexwazî piyên me hinekî diketin bin berfê.

Hîna em wisa dimeşin hema ji nişka ve me dît ku pinikek bi Hevalê Welat de teqiya. Hevalê Welat gelekî giran birîndar bû. Êdî me wî hilgirt û em ji gewriyê derbas bûn, paşî nêzî du seatan me wî bire hêla dinê. Me wî li ber şikêrekê danî. Hevalê Welat nêzî sê-çar demjimêran li ber xwe da pişt re şehîd ket. Ji ber ku ew pinik gelekî mezin bû ling û destê wî qut bibûn. Biqasî ku êşa wî giran jî bû lê, gelekî li ber xwe da û moralê xwe nexist jî. Pişt re me xeber da hevalan, me cenazê wî di nava betaniyê de pêça û em gihiştin hevalan. Wisa em gihiştin cihekî li jora Keleşînê li wir Noxteyek şikêr hebû. Me li wir ji heval re toren û goristanek çêkir. Hemû heval pê bandor bûn. Ji ber rixmî nûhbûna xwe, gelek jidil tevlî jiyanê bibû û bandora xwe li hevalan kiribû.

Em nêzîkî hefteyekê li wir man, berf gelekî hebû me nedikarî xwe li ti deveran bidin. Em hêdî hêdî çûn me xwe da pêş de. Em nêzî sêsed-çarsed heval em ketin herêmê. Em hêzek leşgerî bûn. Ji bo ku bersivê bidin pêvejoyê, êdî keşf li ser keşfê me dikir. Gurubek ji yekîneya me çûn keşfa yekê. Dîsa di wê gurubê de ez hebûm. Hevalê ku Fermandarê Desteya me bû ew çû. Hevalê Azad ji Rojhilatê Kurdistanê bû, Hevalê Dêrsim ew jî fermandarê Desteyê bû, Hevalê Tolhildan ew jî Fermandarê Desteyê bû, û ev hevalan hemû bi hev re çûn. Wisa şeş heval çûn keşfê. Fermandara Yekîneya me Hevala Nalîn Dilpak ji herêma Mêrdînê bû. Ew jî carekê çû keşfê. Hevala Nalîn li ser gurubê çû. Hevalê Fermandarê Tîmê jî Hevalê Rêber bû. Hevala Nalîn di vê keşfê de ji çoka xwe de birîndar bû, fîşekek lê ketibû. Hevalê Tolhildan giran birîndar bibû kete dest dijmin. Hevalê Dêrsim jî birayekî wî di PDKê de bû di asta merkezî de bû. Hevalê Dêrsim birîndar dibe, paşî dikeve destê pêşmergeyan. Wisa wî derdixînin televîzyonê, jê dixwazin ku biaxive weke mirovekî teslîmbûyî. Wexta Hevalê Dêrsim berxwdaniyê dike û naxive wî işkence dikin û şehîd dixin. Ji ber duruşmeyên berxwedaniyê avêtibû. Hevalê Azad jî ji bo ku nekeve destê wan de narîncoka xwe bi xwe de teqandibû. Hevalê Azad hevalekî ji Urmiyê bû. Ew heşt salê wî di nava refên gerîla de cihê xwe girtibû. Kesayeta wî li ber çavan bû bi hemû nêzîkatiyên xwe û hezkirina xwe ji jiyana PKK’ê re. Pêşmergeyan der û dora wan girtibûn, ji ber ku zomeke gundiyan ew dîtibûn paşî xeber dabûn pêşmergeyan. Û wisa dikevin pevçûnê lê, nikarin xwe xelas bikin. Heval gelek pêşmergeyan dikujin. Ji vê pevçûne gelek heval xelas dibin, ji wan hevalan yek jî Hevalê Rêber bû. Temenê wî nozdeh salî bû, ji Başûrê Kurdistanê ji Hewlêrê bû.

Her çiqas Rêbertî dîl hate girtin jî û xwestin me bêhêvî û bêmoral bihêlin, lê belê Rêber APO, rastiyeke wiha ye ku asta girêdana fizîkî derbas kiriye. Berovajî armanca wan, Gerîlla bû hêza berxwedanê û teqandina ruhê azadiyê. Ez heta vê kêliya dijîm, her vê ji xwe re dibêjim, jiyaneke bê Rêber APO ji bo me heram e.