Herdu Alî Jî Di Bin Kontrola Emerîka De Ne

Ev deh sal in ku ez li vir her dibêjim, ez ti xebatek li naverastê nabînin. Ev rewþeke kevneþopî ya çep e...

Abdullah Ocalan

24ê Sibata 2010


Ne karekî hêsane ku mirov bikeve dozê, gelek zehmetiyên ku bi xwe re tîne hene, zehmetiyên jiyanê bi xwe hene. Ez dibihîsim, diþopînim, bêkariyeke pir tirsnak heye. Ciwanên mezûnê zanîngehê li koþeyên qehwexaneyan de jiyanê diqedînin, nizanin ka wê çi bikin. Kapîtalîzm wisa ye, mirovan diqedîne. Ez dizanim ku hîn hevalên me yên cixarê vedixwin hene. Divê mirov bi kapîtalîzmê nexape. Li gorî min kalbûn bi mejî ve girêdayî ye. Divê hiþê mirov xurt be. Zihîn çi qas xurt be wê beden jî ew qas zindî bimîne. Vana tiþtên ku bi hev û din re giredayî ne. Eger hiþ xurt nebe, sîstemê baþ tehlîl nekiribe wê beden jî zû hilweþe. Dîtina rastiyê di sîstema kapîtalîst de û þîrovekirina rastiyê bi awayekî rast pir zehmet e, kes ji rê derdixe. Kesayeta ku ji rê derketibe jî, tê wê rewþê ku êdî nikare ti tiþtekî bike.
Pêþketin di bin kontrola DYE de pêþdikevin. Vaye hun wê tiþta balyoz dibînin. Vana dîn bûne. Qala bombekirina mizgeftan dikin. Dînîtiyeke tam e. Plan kirine ku Kurdan jî bi temamî tune bikin, Kurd xistine þûna Yewnanan, hizirîne ku wê weke Yewnanan wan sirgûn bikin. Plan kirine ku ew qas kesan sirgûn bikin û bikujin. Vêya tiþteke tirsnak e. Ew ramana min a bi salan a li vê derê piþtrast dibe ku pêwîst dike Kemalîzm ji nû ve were nirxandin. Min gotibû ku wê Tirkiye nikaribe bi rewþa xwe ya heyî ve bidome. Vana niha baþtir têne têgihiþtin. Vana hizirîne û xeyal kirine ku wê NATO jî destekê bide van planên wan ên tirsnak. Lê NATO jî destekê nade ew qas komkujiyan. Dînîtiya vê ramanê û planê li holê ye, lê ji ber carekî ketine nava vî karî, êdî nema dikarin ji navê derbikevin. Emerîka jî vê yekê napejirîne. Ji xwe Velî Kuçuk wana berî vê tasfiye bûn. Plana Balyoz hinekî din cewaztir e ji Ergenekonê. Ji ber DYE dît ku wê kar nikaribe êdî bi vana re bimeþin, Serokwezîr tangav kir daku vana tasfiye bike. Ji xwe Baþbûg jî hiþyar kirine. Ji wî re jî gotine wê nikaribe bi vî rengî were berdewamkirin. Niha vana tasfiye dibin. Li milekî CHP, MHP û Kemalîstên di nava artêþê de, hîn rastir bermayiyên îtîhatgir, dibin beþên ku alîgirên komkujiya netewgir in. Li milê din beþa kevnaparêz (muhafazakar) e ku AKP tê de ye. Ya sêyemîn jî ew xeta demokratîk e ku em û demokrat nûneriya wê dikin. Rewþa li Tirkiyê niha rewþeke tam a gengeþî (kargaþa) ye. Li aliyekî beþa netewgir a sext (katý), hêza vana ne kêm e. Min ji nûçeyan bihîst ku Çetîn Dogan di kêliya dawiye de plan kiriye ku bireve Meksîkayê. Bedredîn Dalan wana jî di nava xebatê de ne, beþa rastgir a Îsraîlê jî destekê dide wan. Neo-conên ku beþa herî tuj a Emerîka ye destekê dide vana. Netenyahu wana jî yên li Îsraîlê destekê dide AKPê. Li milê din jî AKP û Fethullah hene. Di rastiyê de ne tam Fethullah e jî. Gelek cemeat hene, bi awayê organîzasyonekî ne. Li aliyê din jî tevgera Kurd heye. Li ser tevgera Kurd gelek lîstok hatin lîstin, hewl hate dayîn ku were tasfiyekirin. Lê belê çi bû? Gel û PKK li ber xwe dan û di qada demokratîk de hêzbûneke mezin hate jiyîn. Min jî li vir bi sebreke mezin li ber xwe da. Û lîstok xira bû. Kurd tasfiye nabin. Rastiya ku êdî tevgera Kurd nema dikare were tasfiyekirin jî heye. Ev hate dîtin. Lê nizanin ka wê bi vê rastiyê re çi bikin û wê çawa bi vê rastiyê re bijîn. Herdû alî jî dibin kontrola Emerîka de ne. Tevahiya van pêþveçûnan dibin kontrola Emerîka de pêþdikevin. MHP û beþa laîk li Tirkiyê bêhêz nînin, AKP jî xurt e, lê baþe gelo wê ev pêvajo bi van pêþketinan re çawa bi encam bibe? Li gorî baweriya min wê di encam de li ser demokrasiyê wan li hev bînin. Wê li ser tiþteke demokratîk lihevhatin çêbibe. Wê Tirkiye biguhere. Wê Kurd jî li Tirkiye ku biguhere, weke hêzeke demokratîk bêne pejirandin. Wê Kurdan bipejirînin. Min di nexþeya xwe ya rê de jî diyar kiribû ku xweseriya demokratîk çareseriya herî guncav e ji bo Kurdan.
Di rastiyê de Komarê hertim xwest ku hersê beþan tasfiye bike. Xwestin xeta îslamgir di bin navê “Îrtîca” de, beþa çep-komînîst bi gotina  “rûxîneran” û Kurdan jî bi gotina “cudaxwazan” tasfiye bikin. Lê çi bû? Bi riya Erbakan tasfiyeyek çêbû, lê bi awayekî bi AKP û DYE re pêwendî danî û bi vî rengî xwe hêviþand (muhafaza kir) û bêhtir bihêz bû. Çep di rêjeyeke girîng de hate lewazkirin, lê vaye hun dibînin, hîn jî gelek kom, partî û jêmayiyên wê hene. Gelê Kurd jî tasfiye nebû, hate têgihiþtin ku wê tasfiye nebe. Ji lewra komar neçar dimîne ku van rastiyan bipejirîne.  Gelo wê AKP bi Kurdan re lihev were û vê pirsgirêkê weke demokratîk çareser bike? Di AKPê de hertiþt girêdayî helwesta Tayîp Erdogan e, mîsoger hertiþt girêdayî helwesta wî ye. Lê AKP jî bi rengekî demokratîk tevnagere. AKP hewl dide bi riya xwe spartina parlementerên Kurd ên di nava xwe de û Kurden hevxebatkar ên noker (yanaþma iþbirlikçi) hinek tiþtan bike. Lê vana wê nikaribin pirsgirêkê çareser bikin. Girîng e ka wê di derbarê Kurdan de helwesteke çawan nîþan bide. Di rastî de Erdogan jî di rewþeke tangav de ye.
Di mijara pirsgirêka Kurd de sê rêk hene. Ya yekemîn feraset û polîtîkaya inkar-tunekirinê ya 80-90 sal e ku berdewam dike. Ya dûyemîn damezirandina Kurdistaneke biçûk û girêdana tevahî Kurdan bi wir ve ye. Ango bi xeyala Kurdistana mezin re damezirandina Kurdistana biçûk û mijûlkirina Kurdan sedsaleke din e.  Eynî weke îdeaya megalo ya Yewnanan. Damezirandina Yewnanîstana biçûk û Jiyandina îdeala megalo. Dîsa weke bi xeyala Ermenîstana mezin damezirandina Ermenîstana biçûk û Ermenî bi vê re mijûlkirin. Dixwazin li vir jî Kurdistana biçûk damezirînin û xeyala Kurdistana mezin bidin jiyîn. Wê di vê rewþê de Kurdên li Bakur bi wir ve bidin girêdayîn, dê wê jî bi Kurdistana biçûk ve bidin girêdan. Girêdayîna her cure ye. Wê Kurdistana biçûk damezrînin û tevahî Kurdan bi rêka wê kontrol bikin. Eþkerekirina vê yekê di girîngiya jiyanî de ye. Ev deh sal in ku ez vêya dibêjim. Pispayeyên me jî bi vî rengî bi wir ve dane girêdan. Li wir her cure derfetan dane wan. Li wir ji gelek kesan re jî þîrketan didin dameziradin û wan bi xwe ve didin girêdan. Çawa ku berê bi riya ocaxên ulku çep hate pasîfîzekirin, îro jî tê xwestin ku bi destê wan cemeatan, tevgera me were pasîfîzekirin. Derfetên wan ên pir xurt ên aborî jî hene. Vana jî dixin dewrê. Hinek malbatan di vê çarçovê de bi xwe ve girêdidin. Vaye wan pispayeyên Osman digot “pêþiya min vekin ji bo ez biçim Kurdên kevneparêz birêxistin bikim”. ,Rêka sêyemîn jî çareseriya demokratîk e ku em wê diparêzin. Em li vê derê dibêjin komara demokratîk, welatê demokratîk û civaka demokratîk. Yên ku bi awayekî mezintirîn polîtîka ji vê rewþa tevlîhev ku tê jiyîn hilberînin (üretmek), wê pêþketinên mezin bidest bixin. Weke hun dibînin Erdogan naverastê radike ser piyan.   Her roj Bahçelî û Baykal feveran (histerî) dikin. Çima? Ji ber siyaseta niha vê yekê pêwîst dike û ew vêya dizanin. Ji bo siyaseta rojane divê wisa bikin. Divê yên me roj bi roj bi awayekî mezintirîn polîtîka bikin. Kî di vê rewþa gengeþî de xwe pir baþ birêxistin bike û polîtîkaya baþ û rast bimeþîne, ewê bi destkeftî derbikeve. Min ew qas got ku akademiyan demezirînin, li holê ye ka îro çi qas pêdivî bi akademiyan tê hîskirin. Eger vê pêvajoya tê jiyîn bi rengekî rast têbigihijin, wê van girtinan jî vala derbixînin. Pewîst e hun serokatiyên xwe yên demokratîk ên navçeyî derxînin holê. Van girtinan textîkeke dewletê ye. Bi meþandina siyaseteke baþ re van girtinan dikarin pir hêsanî werin valaderxistin. Dema ez dibêjimn Siyasetê baþ bimeþînin, ez qadeke derezagonî (îlegal) destnîþan nakim. Xebatên mezintirîn hene ku mirov dikare di zemînên demokratîk de bike, ez dibêjim vana bikin. Lê pir baþ nayê têgihiþtin. Serokatiyên demokratîk ên navçeyî derneketin holê. Di warê teorîk de jî pir doxmatîk in. 
DTK navê xwe rêxistinkirina demokratîk a zagonî ya civaka Kurd e. Dîsa BDP partiyeke siyasî ye ku zagonî ye û xebatên xwe li tevahiya Tirkiyê dide meþandin, partiyeke Tirkiyê ye. Vana xebatên cûda ne ji KCKê, divê têkelê hev neyên kirin. 
Ev deh sal in ku ez li vir her dibêjim, ez ti xebatek li naverastê nabînin. Ev rewþeke kevneþopî ya çep e. Hinek tiþt jiber (ezber) kirine û her wan tiþtan dubare dikin. Min li vir hewleke pir mezin da. Min li vê derê Stalînîzm qat bi qat û ferseh bi ferseh derbas kiriye û min ramaneke wisa ku bibe malê cîhanê hilberandiye ango min ramana xwe çêkiriye. Ez ji vê re dibêjim jiberkerî (ezbercilik) û doxmatîzm. Ya girîng pratîzebûyîn e. Niha di siyaseta Tirkiyê de ya herî girîng pratîzebûyîn e û polîtîkaya pratîk e. Min qala sê xet û hêzên serekîn kiribû. Ya yekem xeta netewperest a sext û netewgir; a duyemîn xeta Îslamgir-kevneparêz a nerme ku AKP nûneriya wê dike. Min digot û ez dibêjim ku em Tirkiyê ji van herdû serweriyan rizgar bikin. Me li hemberî vana, weke çare, rêk û xeta sêyemîn pêþniyar kir û pêþxist. Ev xeta yekîtiya demokratan e. Vaye girseyeke weke çiya li holê ye, ma ez êdî dikarim çi bikim! Dixwazî bila di nava BDPe de yan jî li derveyî wê be, bila werin; ya girîng ew e ku xebata hevbeþ were meþandin.  Dikare desteyeke kordînasyonê ji bo vê were damezirandin, dikare xebatên parelel û hevpar werin kirin û meþandin. 
Min çend roj berê ew nivîsa Avnî Ozgurel a di Aktuel de xwend. Ozgurel jî diyar dike ku mijarên Kurd, PKK û Ocalan cûda ne, lê belê vana bi hevdû re pêwendîdar in û di nava hev de ne; eger bi hev û din re neyên destgirtin wê nikaribe çareseriya pirsgirêkê çêbibe. Tespîteke baþ kiriye, tiþta ku dibêje rast e. Dibêje “her bijareya ku Ocalan li derveyî dewrê bihêle, Ocalan xurt dike”. Ev jî rast e. Ji xwe heya roja îro jî xurt kir. Ez li vir lava û rîca li tu kesî û dewletê û filan nakim. Min di nexþeya xwe ya rê de jî diyar kir ku dema tenduristiya min hîn dest dide, ez dixwazim rol bilîzîm. Li Semsûrê Þagirtê amadekarî yê ji Yazýhaneya Malatya agir berdaye canê xwe û jîyana xwe ji dest daye. Ez ji malbata wî re sersaxî, sebir û metanet dixwazim.
Ziman beden e. Erdnîgarî beden e. Çand beden e. Xwedî li bedenên xwe derbikevin. Zimanekî wisa bi tena serê xwe ziwa tiþtekî îfade nake. Tevahiya vana yekpare ne. Eger bi hev re bihizirin, bi civakeke demokratîk re dikare vana bi hev re wateyekî îfade bike. Ez ji ziman, erdnîgarî û çandê ango ji tevahiya vana re dibêjim beden. Eger hun xwedî li bedena xwe dernekevin, serî tiþtekî îfade nake û bi kêrî karekî nayê. Tevahiya vana qadên xebat ên DTKê ne, divê di qada ziman, çand, spor û di her qadê de di nava civakê de xebat werin meþandin.
Di têkiliya jin û zilam de –nivîskarek jî diyar dike- gelo jin radestî zilam an zilam radestî jinê dibe? Dikare vê yekê were nîqaþkirin, li gorî min di roja me de herdû jî radestî hev bûne. Divê têkiliya jin û zilam rast were têgihiþtin.  Girîng e ka wê mirov li ser kîjan bingehan bi jinê re were cem hev. Ez bi xwe jî her roj vê mijarê dihizirim. Ez hatime vî temenê xwe, lê hîn jî dihizirim ka wê mirov li ser kîjan bingehî bi jinekê re were cem hev, eger em bi jinekê re werin cem hev û din emê çi biaxivin û emê kîjan mijaran biaxivin. Slovaj Zîzek dibêje “tiþta ku herî zêde min bi hêyecan dike ew e ku ez felsefê bi jineke ji min zîrek(zekî)tir re biaxivim”. Divê diyalog û têkilî li ser bingeheke diyar were damezirandin. Ez bi nêzîkatiyeke rast ji mijara hatina cem hev a jin û zilam re dibêjim zimanê çêbûna gerdûnê. Ango dibêjim þêwaza çêbûna gerdûnê. Ez wisa li têkiliya jin û zilam  dinêrim. Eger mirov li ser bingeha azadiyê xwe bigihîne vê þêwaza têkiliyê, wê demê wê mirov karibe xwe bigihîne Nîrvana. Ez li ser bingeha rêzê nêzî jinê dibim. Li gorî ku jin ew qas min diþopînin, tê wateya ku di min de hinde alî kifþ kirine. Ez pir nirx didim jinê. Divê jin azadiya xwe biparêze. Ez nirx didim vê. Divê jin karibe her cure azadiya xwe pêþbixe û xwe di vê mijarê de bîne rewþeke têrker. Ez dixwazim ji vê re mînak bidim. Jinek bi navê Hypatia ji Îskenderiye, ji ber ramanên xwe di sala 415 piþtî zayînê ji aliyê Xirîstiyanên yekemîn ve tê mehkûmkirin bo mirinê. Ji jinê re dibêjin “tu li dijî zagonên me rabûyî”. Jin li hemberî tunda wana bi felsefê bersiv dide. Herku wana êrîþ dikin, jin felsefê hembêz dike, xwe bi felsefê diparêze û felsefeya xwe datîne holê. Ji ciwanên li derdora xwe re jî dibêje “hun li bingeha sudwergiriyê û zayendîtiya çors nêzî min dibin, ez nikarim vê yekê bipejirînim”. Piþt re jinê bi keviran lînç dikin û wê dikujin. Vaye divê jin xwe ji bo azadiya xwe wisa biparêze. Keçikek li Semsurê bi saxî binax kirine, saxî bi saxî! Dema hîn sax e axa ku avêtine ser wê heya organên wê yên hundirîn tije bûye. Di rastî de ya ku hatiye binaxkirin jin e, jinîtî ye û tevahiya mirovahî ye. Ti cewazî nîne di navbera binaxkirina yek kesî û binaxkirina milyonan kesî de. Doxmaya olî him di wê heyam(dönem)ê de him jî di vê heyamê de bixeter e. Dikarin bîranîna jiyana vê kêçikê bikin roman. Yên di girtîgeha Semsûrê dikarin li ser vê rawestin. Ez ji ber vê yekê dibêjim ku divê jin xwe pir baþ bigihînin.
Ez silavên xwe ji gelê Qersê re radigihînim. Ez dîsa silavên xwe ji tevahî hevalên li girtîgehan re radigihînim. 
Ji herkesî re silav û roj ba