Çand û Huner

Nêzîkatiya Zîhniyeta Kapîtalîst Ji Hunerê Re

Dema em hunerê weke diyardeyeke civakî û zordestiya fikra serdest bifikirin; divê cihê huner û hunermend...

Cevahîr OMURCAN

Pêşketin û nasandina hunerê di hemû deman de li gor sîstema fikrî ya desthilatdar û îdeolojîk şekil (teşe) girtiye. Bi vî rengî heta bibêjî normal e ku mirov hunerê weke diyardeyeke civakî (diyarbûn-eşkerebûna) wê bigire dest. Ji bilî vê nasandin û nêzikahiyeke ji bo hunerê bê kirin ji tevliheviya pirsgirêkê tê. Rastiyeke bi vî rengî hatiye berevajîkirin bivênevê ji bo rojaneya hunerê derbasdar e. Em divê hunerê mîna rasyonalîte û diyardeyeke civakî  bibînin. Li gel viya dîsa mijareke din a girîng e ku divê li ber çav bê girtin jî; rastiya dîrokî û civakî ya hunerê jî di bin bandora îdeolojî û sîstemên fikrî yên desthilatdaran de dimîne (maye).

Ji avakirina destpêkê ya rastiya civakî heta roja me, hem fikra serdest, hem jî hemû tebeqeyên diyardeya civakî her tim hewl dane rengê xwe bidin hunerê û her qada ku hunermend bi kar tîne. Ji dema Sumeran –ku fikir û sazîbûna civakî tê de form girtiye, heta forma proto jiyaye heta roja me ev rastî her wiha hatiye, berdewam kiriye. Her wiha em dikarin ew dîroka ku rêwîtiya fikrî ya hunerê û serboriya (serpêhatiya) roja me dest pê kiriye, weke di destpêka avakirina civakî de, jîndariyekê dihewîne û mijara bi vê wateyê derketiye holê bibînin. Ango mirov hunerê bixwe mîna teqlîda xwezayê bifikire; afirînekên mirovan û derketina holê ya hunera mirovî bi geşedanên civakî re bi hev re pêş ketine.

Ev geşedan û pêşketin pirî caran bi xwe re têkoşînan jî anîne. Ango dema mirov huner û hunermend weke ronîker, (rewşenbîr) û rastiyan eşkere dike bifikire; dîsa mirov huner û hunermend weke zordestî  û pêkutiya îdeolojîk bifikire em ê bivênevê hîn ji nêz ve ragihîna hunerê bi civakê re çavdêrî bikin û binirxînin. Wekî me berî jî xwest li ser bisekinin divê huner û hunermend bi rengekî dualîst bên destgirtin. Çawa ku di hemû qonaxên dîrokê de em hunerê mîna eşkerekirina diyardeyên civakî digirin dest, li gel viya li ser vê qadê em dikarin bi hêsanî behsa mudaxeleyên fikra serdest jî bikin. Li gor vê hevkêşeya (denklema) sivik em dikarin bi her awayî hunerê mîna berhem bibînin; lê belê çawa? Her tim ew îhtimal heye ku avahîsaz, mîmarekî ku girtîgeha herî mezin a cîhanê çêkiriye, dikare li cihekî din avahiyeke bi mirovahî an jî bi civakbûnê re heman bibe yek, saz bike, (çêbike)…  Wisa be divê huner weke têkoşîneke dualî û di roja me de jî mîna qadeke di vê erkê de ye bê dîtin.    

Dema em hunerê weke diyardeyeke civakî û zordestiya fikra serdest bifikirin; divê cihê huner û hunermend ku der be û xwedî sekneke çawan bin, bersiva van pirsan ji bo pênaseya rast a huner û hunermend bivênevê ye. Analîzên li gor bersiva van pirsan bên kirin; di roja me de ango di qalibên zîhnî yên Modernîteya Kapîtalîst de wê hîn xurt fêmkirina cih û erka hunerê derxe holê.

Cih û Girîngiya Hunera Civakî

Dema em civakbûna dîrokî lêkolîn dikin; tevî şayesandin û teswîran, di warê gotin û fikrî de em di gelek deverên jiyanê de rastî şopa hunerê tên. Bi vî halî tu kes nikare înkar bike ku girêdanek di navbera civak û hunerê de û bi hunermendê di navberê de re tune ye! Pêşketina vê ragihanê bi hev re bûye. Ango hunermend çavdêrî li ser civakê kiriye û tercîh kiriye ku li ser rîtuelên civakê hunera xwe îcra bike. Li gel viya bi taybetî civak bixwe an jî civakên jor; hunermend kirine bin çavdêriyê û her tim mudaxeleyî teşegirtin, formgirtin û pêşketin an jî pêşneketina hunerê kirine. Di hin qonaxên dîrokê de têkilî û ragihana civakê bi huner û hunermend re gelek bêrehm û trajîk bûye. Desthilatiya rêveber a civakê dema ku dor hatiye serê, li ser huner û hunermend mudaxeleyên wisa dijwar kirine ku; mirov nikare sedemên vana bi temamî fêm bike. Weke mînak; hema bêje di hemû peykerên ji heyama Yewnana Kevnar mayî de çav tune ne. Di feraseta hunerê ya vê heyamê, demê û di realîteya civakî de tu peykertiraşekî nikaribûye çav çêbike. Ji ber ku di fikra serdest a wê heyamê de çav çêkirin; aydî xwedayan bû!

Di roja me de jî, di gelek xebatên arkeolojîk û fîlolojîk de pêşketinên ku bandorên huner û hunermend derdixin holê derdikevin. Di van daneyên ku derdikevin holê de ji teswîrên hatine kirin bigire, di xurtbûna şayesandinan de û di hemû metaforên gotinî de ya ku civakî ye derdikeve pêş. Ango di gelek bermahî û berhemên ji hezar salan berê heta roja me mayî de tabloya dêwane ya ku derdikeve holê jî em dikarin bi rengekî zelal bibînin; “huner ne ji bo hunerê, ji bo civakê ye”.

Di pergala civaka komunî de rîtuelên bi beşdariya gel çêdibin weke berhemên hunerî yên demê hatine çêkirin û ji dîrokê re weke nîşe mane. Gelek şaristanî hunera xwe bi vî rengî bi kar anîne. Di serî de rîtuelên dînî, gelek bûyerên civakî yên di skalayên (penjeyên) cuda de bi rengekî gihîştine îfadeyeke hunerî. Ev awayên îfadeyê ji wêneyên li ser kevir û beran hatine xêzkirin, heta derketina destanên gotinî di bergeheke berfireh de qewimîne.

Dîsa di vê demê de, weke me berê jî diyar kir, avahiya civaka jor derket holê û bi vê ve girêdayî jî em dibînin ku ji rahibên Sumeran dest pê dike, di hemû tebeqeyên civakê yên jor de huner tê bikaranîn. Ev avakirinên hunerî ku bi Zîgûratan dest pê dikin mirov ji îdeolojî û fikra serdest a demê qut bigire dest wê şaşî be. Kes nikare înkar bike ku bi taybetî fikir û deshilatdariyên dînî bi berfirehî vê qadê bi kar anîne! Tevî vê nêzikahiyên serdest yên di hunerê de; ji bo Kralên Xweda jî derbasdar bûne. Bi taybetî gorên Fîrewnan di vê mijarê de mînakên gelek balkêş in. Di herêma ku mîna Dola Kralan jî tê zanîn de, di roja me de jî xebatên arkeolojîk tên meşandin.       

Di Şaristaniyê de Huner û Bandorên Hunerê li Ser Şaristaniyê

Em dikarin bi wateya herî çor ji bo şaristaniyê pênaseyeke wiha deynin; qada ku sermiyana navendî lê kom dibe û cîwarbûna navendî lê zêde ye. Şaristanî bi roleke navendî rabûbe û bi vî rengî li ser heyama xwe bandorên hegemonîk hiştibe di viya de erkeke hunerê jî heye ku nayê piştguhkirin. Di dîrokê de gelek mînakên wiha hene. Dema em hunerê di bergeheke berfireh de îfade bikin, di bin derewên berevajî yên şaristaniyê ku zîhniyetê şêlû dikin û çavan diteyîsînin de rastiya derdikeve pêşiya me; xizmeta hunerê ya ji desthilatdariyê re ye. Di şexsiyeta şaristaniyê de cîwarbûn û ekonomiya navendî heye. Ev jî ka çima huner ketiye xizmeta desthilatdariyê li ser vê delîlên girîng datîne holê. Piştî vê heyamê ew tîpolojiya hunermend û feraseta hunerê ku di xizmeta desthilatdariyê de ne ji rastiyên civakê qut bûne. Zêdetir xwestine kêrhatiyên xwe di bin nîrê desthilatdariyê de bazar bikin. Dema huner bikeve xizmeta desthilatdariyê bivênevê ji rastiya civakî qut dibe. Di dîrokê de ev, qewimî ye. Em di roja me de jî di gelek qadan de şopên di hunerê de yên van feraset û nêzikahiyan dibînin.

Dema em bi şêwazê dîrokî vê diyardeyê bigirin dest; ji Sumeran dest pê bike heta roja me, di gelek şaristaniyên navendî de rewşeke heman heye, ev bênîqaş e. Di vê xalê de dahûrandina têkiliya şaristaniyê ya bi hunerê re, nirxandinên hîn berfireh ên têkoşînên civakî û qadên zordestiyê yên desthilatdariyê divê.

Kapîtalîzm û Huner

Ji bo em têkiliya şaristaniyê bi hunerê re û bandorên hunerê li ser şaristaniyê fêm bikin pêwîstî bi pênaseya şaristaniyê tê dîtin. Bi heman awayî ji bo em di Kapîtalîzmê de cih û girîngiya hunerê  têbigihîjin destpêkê girîng e ku em tam pê bizanibin ka Kapîtalîzm çi ye. Ji Kapîtalîzmeke bi wateya herî berfireh dikare bê pênasekirin bigire, heta ravekirinên bi hevokekê pênaseya Kapîtalîzmê diyar e, aşîkar e, dijwar e!

Di cîhana me ya îro de ya ku dawiya hemû tebeqeyên civakî amade kiriye; tenê ne bi aliyên ekonomîk Kapîtalîzma bi zîhniyeta serfkar, bi bêçaretî êrîşî kumulatîfên civakî yên hezar salan dike, mîna di her qadê de li ser qada hunerê jî bandorên wê yên hilweşîner çêbûne, hê jî çêdibin. Sîstema ku em jê re dibêjin Kapîtalîzm, beriya her tiştî ji yên berê cudatir, xwe bi rûpoşa, maskeya lîberalîzmê dipêçe û li hember dijberê xwe têkoşîneke pir bi ziravî û xasûkî dide meşandin.  Divê mirov rastiyên di bin sîstemeke hewl dide wiha bi xurtî xwe veşêre û bê alternatîf nîşan bide û serfkariya amûra pevguherina civakî de wiha bibîne.

Kapîtalîzm çandeke serfkariyê ye, xwe vedişêre, dema pêwîst dike hemû qadan ji bo berjewendiyên xwe yên pragmatîst bi kar tîne. Wisa be nêzikahiya wê ji bo huner û hunermend çawan e? An jî em dikarin heman pirsê berevajî jî bipirsin; di sîstemeke weke Kapîtalîzmê de her tişt dikin meta û bi ekonomiya bazarê ve girê didin. Li hember viya nêzikahiya huner û hunermend çawan e? Dema mirov pêşketina dîrokî ya hunerê li ber çav digire, huner ji civakbûnê bê derxistin û pê re hunermendekê/î ji civakê hatibe qutkirin jî tê maneya qedandina hunerê. Aha di sîstem û zîhniyeta kapîtalîzmê de cihê huner û hunermend teqrîben wiha ye. Modernîteya Kapîtalîst bi taybetî piştî Ronesansa Ewrûpayê li gelemperiya cîhanê bi lez û bez berbelav bûye. Mîna gelek qadan mudaxeleya wê ya li ser qada hunerê jî bêyî ku bi derengî bimîne pêk hatiye. Heta ev mudaxele û gelek geşedanên ku derketine holê di nav wê dema weke ‘ronîbûn’ jî tê binavkirin de derketiye holê.

Yek ji encamên herî girîng ê tevgera Ronesansê; hunerê weke berhema zîhnekî azad û qadeke zanistê dîtiye. Leonardo Da Vîncî ji wan pêşengên ku hunerê di asta zanistê de digirin dest di serî de tê. Yên ku hunerê mîna zanist nagirin dest weke pîşekar dide nasandin û li ser ew fikra ku zanist jî nikare li gor kevneşopiyan bê meşandin qutbûna ji kevneşopiyê diparêze: “Hunera wêneyê, wênesaz heta ku weke model tenê xwedî wêneyên pêşrewên xwe bin, ji çax heta çax her ku diçe paşve diçe û tune dibe. Wênesaz dema ji berhemên hinekên din bandor dibe tabloyên nirxê wan hîn kêmtir çêdike, lê hele ku berê xwe bide xwezayê, wê çaxê encamên baş digire. Em di wênesazên li ser şopa Romayiyan  de ne viya dibînin; her tim teqlîda hev kirin û çax bi çax hunera wan paşve ma. Piştî wan Gîottoyê Floransayî derket. Li ser çiyayên ku tenê bizin û ajalên mîna wan lê digerin bi tenê xwedî bûye. Di hunera xwe de rasterast berê xwe dide xwezayê. Bizinên xwe û hemû ajalên derdorê analîz dike. Seknên wan ên cur be cur li ser keviran xêz dike. Wisa dibe ku di encama van lêkolînên dûdirêj de ne tenê ji hostayên çaxa xwe, di heman demê de ji wênesazên di çaxên cur be cur de derketine jî dibuhure. Piştre huner dîsa xerab bû, ji ber ku hemû jî ji wêneyên berê hatibûn çêkirin bandor dibûn.”

Wênesazek bi rexneya teqlîdkariyê bikeve înkarkirina paşerojê, raboriyê, wênesaza/ê herî navdar be jî wê/î nabe ku em wê/î bi zanista ku diparêze re nedarizînin. Gîottoyê Floransayî dema ku xwezayê dikir wêne karê ku dikir teyîsandin, eşkerekirin bû û ev feraset yek ji encamên girîng ê Ronesansê bû. Dixwazî bila rasterast teyîsandina xwezayê be, dixwazî bila teyîsandina xwezaya hatiye îdealîzekirin be di encamê de her du jî teyîsandinek in. Gelek beriya Ronesansê, ber bi kokên hunerê, heta wênesazên wêneyên destpêkê yên şikeftan diçe. Kevneşopî li wê derê dest pê kiriye. Ji vir jî tê fêmkirin ku zanista Da Vîncî heta ji şikeftê qut bibe Ewrûpayî ye. Ya rastî ev tez û îdeayên ku Da Vîncî datîne holê mudaxeleya li ser huner û hunermend bixwe bû.

Feraseteke zanistê ku hemû dîroka xwe dispêre şaristaniyên Roma û Grek îdîa bike ku hunermendên li ser şopa Romayiyan in paşve dimînin –birastî dibe ku paşve jî mabin- paradoksek e. Lê pirsgirêka esasîn înkarkirina kevneşopiyê ye. Ya din, Ronesans vejîn bû û berê xwe dabû raboriyê, wisa dest bi kar kiribû. Piştî demekê ji raboriyê qutbûn her çiqas bûbe fazîlet jî li hember harbûna endustriyalîzma sedsala 19. berê xwe dayîna raboriyê bûbû hewldana sereta. Ev cîhana çûn û hatinên wê pir bûn aqilmendên wê çi digotin?

Platon hunerê weke “kopyayekê dîsa kopyekirin, xeyalek, nîgaşek dîsa nîgaşkirin” digire dest. Her çiqas vebêje ku ev kar teyîsandinek e jî ji aliyê din ve jî îdîa dike ku ev kar mirovan ji agahî, zanîna rastîn dûr dixe, xapînok e. Ger mirov li pênaseya Platon binihêre Gîttoyê Da Vîncî zanistê nedihilberand! Lê, teoriya Arîstoyê xwendevanê Platon digihê hawara Da Vîncî. Dibêje hunermend mirovan naxapîne, berevajî vê, jiyanê ji wan re rave dike. Her çiqas ruh jê kêm be jî nirxandineke hîn rasteqînî!

Yên weke Adorno jî hene, dibêjin divê huner tenê ji teyîsandinekê pêk neyê, di formekî wisa de be ku civakê rexne bike, acis bike. Lê Adorno jî vê yekê diparêze ku ji bo ravekirina heqîqetê hêza hunerê heye. Tiştê ku em dixwazin bi hunerê vebêjin; aqlê zanistê têrî ravekirina heqîqetê nake û bi înkara raboriyê mirov nikare bigihîjê heqîqetê.   

Di van nîqaşên hunerê de bêguman pirseke wiha dikare bê bîra mirov; eleqadariya van hemûyan bi hunerê re çi ye? Em hewl didin ku di cîhana me ya îro de huner û hunermend bigirin dest. Ji bo em ji nêz ve li cîhana îro ango avakirina Modernîteya Kapîtalîst binihêrin em divê li ew nîqaşên di heyama Ronesansê û piştre de li ser hunerê tên kirin hûr û kûr binihêrin. Lewre jî me hewl da em hem  nêzikahiyên Da Vîncî, hem yên Platon û hem jî Adorno yên li ser hunerê di qonaxên wan de û di rastiya çaxê de bigirin dest û şîrove bikin. Di encama vê eleqedariyê de em dikarin bi rihetî balê bikişînin ser vê; hunera ku Modernîteya Kapîtalîst di eywan û fîestayan de heps kiriye gotin di cî de be di ber ruh de ye. Wisa ye ku wêneyên bi hezaran sal berê li kevir û dîwarên şikeftan hatine xêzkirin, di cîhana me ya îro de ne di wê hêze de ye ku di art-studyoyên (studyoyên hunerî) cur be cur an jî di galeriyan de, ji bilî tebeqeyeke elîtîst xîtabî tu kesî bike.

Di sîstema Kapîtalîst de, di hemû qadên hunerê de rastiya ku derdikeve holê hema bêje heman e. Yan di eywanan de tê hepskirin an jî dibe diranokê saxlem ê çerxa serfkariyê! Her du jî çawa ku nabin aydî civakê wê nebin malê civakê jî. Dibe ku ev rewşa ku huner tê de ye; ji serfkarî û mêtînkariya sîstemê bingeha xwe digire. Lê di vê derê de, di heman demê de erkên pir girîng dikevin ser milê huner û hunermed. Bi taybetî heyamên berê, ferasetên hunerê yên alternatîf û rexneyên hatine kirin, her tim agahî dane gel û civakê. Di her heyamê de û di çarçoveya xwe de bi azweriyeke ronîker nêzik bûye.   

Di cîhana me ya îro de jî henaseya jiyanî (tûpa oksîjenê) ya ku pêwîstiya huner û hunermend pê heye bi misoger ev e. Ji hunerê re helwesteke wisa pêwîst e ku pê ev êrîşên dijwar ên Kapîtalîzm li ser xweza, civak û kedê dimeşîne bikaribe nîşanî hemû mirovahiyê bide, bi wan bide fêmkirin û bi vî halê xwe nirxên civakî veguherîne têkoşînê. Wek me berê jî bal kişandibû ser, huner û hunermend, biteyîsîne, teyîsandinên xwe bikaribe şîrove bike û maneyan lê bar bike di xwezaya wê de heye. Feraseteke hunerê ku bi vê erkê têbikoşe û hemû rûpoşên Kapîtalîzmê daxîne, ji her tiştê zêdetir; ji bo civakê bixwe pêwîst e. Ji ber ku hunerê di eywanan de hepskirin û ji bo komiçkekê pêşkêş kirin, bi vî rengî destgirtin ne hedê tu kesê/î ye. Weke di hemû dem û heyamên dîrokê de bûye heman di Modernîteya Kapîtalîst de jî derbasdar e; Huner Ji Bo Civakê ye!...