Çand û Huner

Huner Di Civakê De Hertim Bûye Çalakiya Şoreşa Afrîneriyê

Li ser têgîna hunerê bi qasî şîroveyên ku wate lê barkirîne, li gorî berjewendiyên ezezîtiyê jî lîstok û nakokîyên...

Murad AKDAX

Di civaka dîrokî de huner, têkoşîna herî zirav a ku tê pêkanîn e. Pîvan û hilberînên civakî bi feraseta hunerê tê strandin. Kargîniya hunerê di civakbûnê de di asta pêşengtiyê de ye. Di vê watetê de huner di heman demê de xwediyê berpirsyartiyek giran e jî. Hunera civakî , di demên tengavbûna civakê de di wateya  arişî û daringî de çawa jiyankirinê û bi çi rêbazê tevlêbûnê dide nîşandan. Di civakbûnê de ango di yekparetî û hevpar jiyankirinê de bedewbûna jiyanê, di şexsê her ferdên civakê de şêwaza xwe tevlêkirina jiyana komî, di warê aborî, exlaqî, polîtîk û wekhevtiya zayendî de huner roniya xwe dide diyarkirin.

Weke ku tê zanîn di destpêka civakbûna mirov de huner rola zanistên civakî û xwezayî dilîst. Hunermendên vê demê jî dayîk bûn û di wateya cotkara destpêkê, zana, bijîşk, mîmar, muhendîs, mamoste, zimanzan û dîroknasa destpêkê de dayîk şaneya avaker a civakê bû. Keda civakî ango civak bi destê dayîkê yan jî bi destê hunermenda destpêkê piranî hatiye hûnandin. Ev taybetmendiya civakî ya ku dihêle di navbera mirov û sewalan de cêwazî çêbibe bi destê dayîkê hatiye bikaranîn. Ji ber wê di pêşveçûna dîrokê de mohra dayîkê li ser piranî berhemên civakî heye. Mirov dikare bibêje di civaka dîrokî de dayîk, huner û eşq (di wateya girêdana bi civakê re, zanabûna jiyanî û fedakartiya gerdûnî de ango di lûtkeya hezkirinê de mirov pênasekirin) bi heman armancê wate ava dikin. Her sê têgîn jî bi kedê, hezkirina civakî, avakirinê, afirîneriyê, girêdanbûnê, zanabûnê, fedakartiyê, parastinê, exlaq, aborî, demokrasî, wekhevî û xwezayîbûnê ango bi xwezayê re jiyankirinê îfade dikin. Taybetmendiyên civakî di van hersê têgînên civakî de mirov dikare bibîne. Dema mirov pênaseya hunerê bike ji kedê qut mirov nikare bike; di heman demê de pênaseya dayîkê û eşqê jî ji kedê qut mirov nikare dest bigre.

Li ser têgîna hunerê bi qasî şîroveyên ku wate lê barkirîne, li gorî berjewendiyên ezezîtiyê jî lîstok û nakokîyên mezin jî li ser hatine pêşxistin. Bi fikirandina mirovê civakî re huner, taybetmendiya eşkere ya ku hêza afrîneriya mirov dide nîşandan îfade dike. Huner, weke afrînerî milê mirov yê hizirandinê, weke raberkirina hêza xweşikbûna rihê mirov û di vê wateyê de pêkanîna cewherê mirov, weke şêwazê xwe îfadekirinê jî berhem an jî pratîka ku derdikeve holê pênase dike. Hêza fikirandina mirov ango afirîneriya mirov huner e. Mirovahî bi vê afirîneriya xwe jiyan, bi jiyanê jî wate ava kir. Di destpêka dendika civakbûnê de ku em jê re dibêjin klan de zimanê jiyana bi zor û zehmetî huner e. Bi gotinekî din hêza avakirinê ye û çareserkirina pirsgirêkên jiyanî ye.

 Bi çêkirina hinek amûrên ku jiyan pê hêsan dibe, dihêle ku asoya civakê hin berfirehtir bibe û vê jî hiştiye ku şewq û ronahiya jiyanê rê li ber afirîneriyên dîtir veke. Her wiha mirovahî di wateya afirîneriyê de weke xelekên zincîrê wateyên jiyanê bihev ve kiriye. Mirovahî bi afirîneriya xwe, dema hêza xwe dibîne ango hunera xwe dibîne, berhemên xwe dibîne, xwestek û îlhama şadkirina jiyan û jiyankirinê jî hin zêdetir dibe. Di vê wateyê de di destpêka civakbûna mirovahiyê de amûrekî pir biçûk jî dikeve asta huner ê. Çima? Ji ber ku hem xizmeta jiyana hevpar a komî dike û hem jî amûrekî ku destpêka afirîneriya mirovahiyê ye. Cîhan û asoya mirovê destpêkê jî di vê çarçoveyê de dikare pêkan bibe. Dibe ku tîrkevanek be, darikek be, yan jî çaqoyek ji kevir be, zêde cewaziya xwe nîn e; afirînerî taybetmendiya mirovê civakî ye û civak xwe bi vê xisletê bi rêkûpêk dike. Di vê wateyê de çalakiya mirovê civakî, wate avakirin e. Dema wate hate avakirin wê demê huner weke xisletekî civakî kargîniya xwe pêk aniye.

Bêguman her têgînên civakî bê ked nikarin werin avakirin, di astekê de têkiliya xwe bi kedê re heye, lê dayîk, huner û eşq bi heqîqeta kedê bi awayekî herî zirav têne hûnandin. Ango mirov dikare bibêje lûtkeya keda civakî di van hersê têgînên civakî de tê jiyankirin. Eger mirov bi baldarî bala xwe bidê mirovê bibîne ku sedema pîroztiya hunerê di civakê de ked e. Huner di encama kedên mezin de kargîniya xwe ya di civakê de pêk tîne. Jixwe eger ew keda mezin nebe, tê wê wateyê ku huner berpirsyartiya xwe bi cîh neanî ye, kargîniya xwe ya civakî pêk naniye. Eger huner di wateya civakî de were kirin, dikare di her kêliyên dîrokê de şoreşên civakî yên nû pêk bîne.

Ev şoreşên civakî wateya hêza hunerê, pêşengtiya wê û rola wê ya avakirina civakê dide nîşandan. Weke taybetmendiya civakî huner, bi hêz û bi keda xwe, bawerî û wateyên ku diafirîne ji bo civakê dibe mertalên xwe parastinê û jiyankirinê. Her afirîneriyên hunerî bi wateya civakê hatine strandin û şûştin. Ji lewre her berhemên hunerî di bingeh de civakbûnê ango mayîndebûnê îfade dikin. Berhemên hunerî dema mayînde dibin wê demê tevlî çanda civakî dibe. Ango her berhemên hunerî xeta çanda civakî jî dide diyarkirin. Çawa ku dayîk di destpêka civakbûnê de bi rola hunermendekî rabû û weke berhemekî hunerî civaka ku îro em tê de dijîn ava kiriye û hevsengiya xwezayî çêkiriye, divê di roja me ya îro de jî huner bi heman armacê rabe. Weke ku tê zanîn huner ne serweriya civakbûnê, ne ezezîtiyê, hevpartiyê ango komûnaltiyê û yekparetiyê îfade dike. Ji ber wê jî nabe ku huner di wateya serweriyê de were bikaranîn. Hunera ku serwer dibe tê wê wateyê ku ji civakbûnê ango ji xwebûnê hatiye derxistin û bi ezezîtiyê ve hatiye girêdan. Ji ber wê jî nabe ku huner bi yekdestiya serweriyê were destgirtin.

Hunera ku ji civakê hatiye qutkirin û li hemberî civakê tê bikaranîn bi armanca îndustrîkirina wê, ango weke metayekî bazarê bikaranînê îfade dike. Dema huner di wateya civakbûnê de were bikaranîn, dema bi feraseta serweriyê were destgirtin jî dijbertiya civakê dide ava kirin. Weke ku em îro jî dibînin huner di rastiya pêvajoya me de berpirsyartiya xwe ya civakîbûne û hêza xwe ya çareseriyê jî bikar tîne. Sedema vê jî, huner bi feraseta serweriyê di pergala têkbirinê de bi destê desthilatan bi gelek milên xwe ve ji civakê hatiye qutkirin. Bi rêka hunerê gelek çandên ku dijbertiya civakê dikin bi darê zorê hatine avakirin. Çanda populer a ji hunera civakî dûr xizmeta pergala têkbirinê dike û dibe kujerê nirxên civakê û ev mînaka herî vekiri ye.