Nameya ku M. Xeyrî Dûrmûş di 25'ê Mijdara 1980'an de ji malbata xwe re nivîsî ye
Weke li tevahî cîhanê, ez jî wek kesek ku erk û berpirsyariyên xwe dizanim beşdarî nava têkoşîna rizgariya gelê xwe û serxwebûna welatê xwe bûm. Ji sala 1973'an heta sala 1979'an bi awayek çalak beşdarî xebatan bûm. Di 30'ê Mijdara 1979'an de, bi ek operasyonleşker û polîsên Tirk hatim dîlgirtin. Niha ez bi sedan rêhevalên xwe, mirovên welatparêz-demokrat re di Girtîgeha Leşkerî ya Amedê de me. Ez ji girtîgehê bang li we dikim; Lê divê ev yek tucarî we bêhêvî neke. Xwînsar bin û bi hêvî li pêşerojê binêrin. Û ji ber ku piştî çend mehan e ez cara yekemîn ji we re nameyê dinivîsim nefikirin ez xemgîn im an jî hesretê dikişînim. Hîn di serê nameya xwe de ez vê ji we re diyar bikim, eger fikir û xemgîniya min hebe tenê girêdayî welat û gelê min e; xemgînî û hesretek min a taybet ji bo we tune ye. Lê hûn ne wisan in. Hûn di gelek mijaran de mereq dikin û bi fikar in. Ji bo ez di hinek mijaran de agahî bidim we, pêwîste çawa nêz bibin ji we re bêjim min pêwîstî bi nivîsandina vê nameyê dît. Beşdarbûna min a têkoşînê tenê û tenê ji bo berjewendiyên gel û welatê min, ji bo mirovahiyê ye. Ez pir dirêj qala sedema beşdarbûna xwe ya nava têkoşînê nakim. Tê bîra min gelek carên em bi hev re min qalê kiriye. Eger tiştek neketibe serê we, ji niha û pêve dê rêhevalên min ên çalak têkoşînê dimeşînin we û gelê me perwerde bikin û ronî bikin. Ez ê tenê vê bêjim, beşdariya min a şoreşê tenê û tenê di berjewendiya gel û welatê min, mirovahiyê pêk hat. Qet ne encama zorandin an jî xapandinekê ye, ez berpirsyarî û erkên dîrokê dane ser milê min baş dizanim û bi vî awayî beşdarî têkoşînê bûm. Bila tu gumana we ji vê nebe. Min ji bo serxwebûna welatê xwe û rizgariya gelê xwe heft salan têkoşînek çalak meşand. Dibe ku ev dem ji bo we pir dirêj be; Lê ji bo kesek şoreşger û welatparêz ku hertiştê xwe daye gelê xwe û mirovahiyê, ji bo kesek siyasetmedar ev demek pir kurt e. Hîn dema ez nû beşdarî nava têkoşînê bûn min dizanî, rizgariya gel û welatan hema di çend mehan û çend salan de çênabe. Dîsa min di nava têkoşînê de baş fêm kir ku; rizgariya welatek weke Kurdistanê, xweşbûna gelê me karê neslan e. Ji ber vê sedemê ez jî weke tevahî rêhevalên xwe bi ezma têkoşînê dagirtî bûm. Hîn bi salan, heta dawiya temenê xwe min dixwest tê bikoşim; lê ez hatim girtin. Ez ji têkoşîna çalak hatim dûrxistin. Ev min xemgîn dike; Lê her ku ez dibînim gelê me, hevalên min di bin lingê mîlîtarîzma Tirk de diperçiqe, rastî êşkencê tê û tê qetilkirin, kîna min zêdetir dibe. Bawerî û girêdana min a bi şoreşê re xurttir dibe. Ez ê bi hemû bawerî û ezma xwe têkoşînê bidomînim. Di girtîgehê jî de bin ez ê ji berjewendiyên rêheval û gelê xwe qut nebin. Di heft salên derbasbûyî de min tevahî behre, zanîn û kêrhatiyên xwe bikar anîn û hewl da bi kêrî gelê xwe bêm. Ez bi rêhevalên xwe re li Kurdistanê geriyam, pirsgirêkên welat û gelê xwe rast fêm kir. Min hewl da rastiyan bi ciwan, ronakbîr û gelê welatê xwe bidim têgihandin. Gelê me nezan dimîne, perîşan dibe rastî komkujiyan tê. Dewlemendiyên welatê me tên talankirin. Zimanê me û çanda me tê wêrankirin. Gelê me tê bêkesayetkirin. Li Stenbol, Enqere, Hatay û gelek cihên din gelê me tî û birçî perîşan bûne, weke koleyan tên xebitandin. Qasî zimanê min zivirî min sedemên van tiştan ji we re got. Min hewl da bidin fêmkirin ku berpirsyarên vê rewşê mêtîngerên Tirk, xayîn-axa-komploger-dewlemendên Kurd in. Kar bi van propogandayan xilas nabe. Tenê bi van propogandayan welat rizgar nabe, gel nagihe azadiyê. Li tu derê cîhanê tiştek wiha nehatiye dîtin. Ji bo azadî û rizgariyê pêwîste gel bibe yek, li dijî xayîn û tevahî dijminên xwe şer bike. Lê dê gel çawa bibe yek? Eniya gelekî ku şer dike dê çawa bê afirandin? Divê em bersivê bidin van pirsan. Ma gel dê xwe bi xwe bibe yek? Na! Herkes dizane gelê me yê nezan û bêhêz nikare bi serê xwe xwe rêxistin bike, eniyê ava bike. Hîn rasttir ev yek li tu cihê cîhanê nehatiye dîtin. Ronakbîr, welatparêz û şoreşgerên ji nava gelên bindest û mêtîngeh derdikevin, bi fedekariyek mezin hewl didin gel ronakbîr bikin, perwerde bikin û eniyek şer ava bikin. Li Vîetnamê jî, Angolayê jî, li Filîstîn û tevahî cîhanê ev wiha çêbûye. Ez jî weke kesekî ku van erk û berpirsyariyan dizanim, yanî weke mirovek ronakbîr û şoreşger, bi rêhevalên xwe yên xwedî heman armancê re, ji bo birêxistinkirin û têkoşerkirina ciwan û gelê Kurdistanê, karker, kedkar û welatparêzan têdikoşim. Her tiştê xwe didim vê têkoşînê. Yanî ez jî weke rêhevalên xwe ketime polîtîkayê. Min fêm kir ku dê gelê Kurdistanê çawa bigehe rizgariyê. Heman demê de min hewl da bi hevalên xwe re bidim têgihiştin. Di destpêkê de em komek mirov bûn, kesî me cidî nedigirtin. Komên şoreşger ên sexte her cûr bêbextî û reşkirin li me kirin. Lê nekarîn me belav bikin. Jiber ku em mafdar bûn; jiber ku polîtîkaya me, bîrdoziya me rast bû; jiber ku feraseta têkoşîna me rast bû; jiber ku em bê berjewendî, bi fedekarî tê dikoşiyan. Ji ber vê sedemê di demeke kurt de, li her derê Kurdistanê ciwanên şoreşger, welatparêz, demokrat li kêleka Tevgera me cih girtin. Gelê me bi derfetên xwe piştgirî dan me. Me li Hîlwanê çeteyên eşqîya têk birin û radest girtin. Ne tenê ciwan, karker û gundî jî bi awayek çalak beşdarî têkoşîna me bûn, erk girtin. Dewleta Tirk a mêtînger li hemberî pêşketin û bihêzbûna Tevgera me matmayî ma. Bi faşîst, axa, rêxistinên sîxwiran, çeteyên eşqiya yên axayên xayîn êrişî me kir. Dixwest me tune bike û berbelav bike. Lê me jî li hemberî vê polîtîkaya dijmin a hovane vala ranewestan û me rêya têkoşînê hilbijart. Me li dijî kesên êriş dikin serî li tundiyê da. Mîlîtarîstên faşîst û axayên bibûn belaya serê gelê me, welatparêz û şoreşgeran hatin tunekirin, an jî Kurdistan terk kirin. Têkoşîna me ya bi rêxistinên sîxwir re berdewam kir. Bêguman me di vê têkoşînê de windahî dan. Heqî Karer, Xelîl Çavgûn û gelek rêhevalên me yan jî alîgirên me hatin kuştin. Li gel vê jî nekarîn têkoşîna me rawestînin. Dewleta Tirk û nokerên wan zêdetir zirar dîtin. Me li Hîlwanê çeteyên eşqiya belavkirin û radest girtin. Li gelek cihên welatên me xayîn hatin tunekirin, an jî radestgirtin. Gel ji têkoşîna me bawer kir û bi girseyî beşdarî têkoşînê bûn. Li Hîlwan, Serêkaniyê, Batman, Dêrik, Qiziltepe, Pirsûs û gelek bajarok û gundan Tevgera me venêrîn (kontrol) bidest xist. Şaredariyên wan venêrîna Tevgera me dîtin. Li Dêrsim, Çewlik, Dîlok û cihên din Tevgera me pêşketinên mezin bidest xist. Di dawiya 1978'an de me mizgîneyek da gelê xwe. PKK (Partiya Karkerên Kurdistanê) di wê dîrokê de hat damezrandin. Damezrandina PKK'ê dê welatê me ber bi serxwebûnê ve bibe, gelê me azad bike û lez bide têkoşînê. Damezrandina PKK'ê dijmin tirsand. Dema ku sîxwir, çeteyên eşqiya û faşîstên wan nekarîn tiştekî bikin, vê carê dewleta Tirk rasterast artêşa xwe derxist holê. Weke hûn dizanin di serê sala 1979'an de li tevahî Kurdistanê kargeriya pihêtkirî (sıkıyönetim) îlan kirin. Armanc tunekirin, parçiqandin û qetilkirina PKK û gelê Kurd bû. Armanc tunekirina fikrê serbixwebûnê û vemirandina agirê azadiyê bû. Lê agirê azadiyê her derê Kurdistan pêça bû. Ev di demek kurt de nedihat vemirandin û ne karek bû ku artêşa Tirk serbixe. Li gel kargeriya pihêtkirî PKK'ê têkoşîn berdewam kir. Hem li dijî xayînan, hem jî li dijî polîs û leşkerên Tirk, me bi tevahî hêza xwe liber xwe da. Li gel tevahî zehmetiyan gelê me li kêleka me cih girt, em parastin û bi awayek çalak beşdarî têkoşînê bû. Her ku dem derbas bû dewleta Tirk a mêtînger tevahî hêza xwe anî ser me. Li dijî gelê me keta nava tearrûzê (daberizîn). Li cihên weke Hîlwan û Sîwerekê, cihên weke Batman, Qiziltepe, Dêrik û Serêkaniyê, bi dehhezaran leşker lêgerîn, operasyon û girtin pêk hatin. Jin, mêr, zarok rastî êşkenceyê hatin. Komkujiyên mezin pêk anîn. Me li hemberî vê tearrûza hovane ya dewleta Tirk jî li ber xwe da. Bi dehan rêhevalên me û gelê me, ji aliyê xayînên herêmê yan jî leşkerên dewleta Tirk ve hatin kuştin. Pêşengên Tevgera me yên weke Salih Kendal, Cûma Tek, Ehmed Kurt, Metîn Turgut, Aytekîn Tugluk, Edîp Solmaz û gelek rêhevalên me hatin qetilkirin. Bi sedan rêheval û alîgirên me hatin girtin, rastî êşkenceyên hovane hatin û avêtin girtîgehan. Ez jî weke bi sedan rêheval û mirovên di sala 1979-1980'an de hatim dîlgirtin. Di nava sala 1980'an de Tevgera me windahiyên mezin da. Gelek hevalên weke min ku di asta jor a Tevgerê de erk girtibûn hatin kuştin an jî hatin dîlgirtin. Lê PKK ewqas di nava gelê me de kok daye ku xwîna tê rijandin, êşkenceyên dermirovî û girtinan dijmin nekarî têkoşîna me tune bike.
Piştî her girtinê bi desteka gelê me, PKK'ê carek din xwe kom kir û têkoşîn berdewam kir. Dijminê me matmayî ma, nezanîn dê çi bikin. Herî dawî dê têkoşîna azadî û serxwebûnê bi pêşengiya PKK'ê bigihe serkeftinê. Piştî ku artêşê dest danî ser rêveberiyê, li tevahî Kurdistanê, şerê li dijî PKK û gelê me yê welatparêz gur kir. Tang, top, helîkopter, yekîneyên bejahî û qumando xistin tevgerê. Li Sîwerek, Qiziltepe, Dêrik, Dêrsim, Nisêbîn û gelek cihên din komkujî pêk anîn. Şervanê egîd Delîl Dogan ku cesaret û bawerî dida gel û rêhevalên me, hat dorpêçkirin û kuştin. Li Qiziltepeyê jî rêheval û gundiyên welatparêz ên ku hertiştê xwe dane têkoşînê bi bombebaranê hatin qetilkirin. Komek hevalên me ku derxistin dadgehê cezayên pir giran lê barandin. Rêberê mezin, rêhevalê me yê ciwan Orhan Aydın bi darvekirinê hat cezakirin. Di girtîgehan de zextên herî hovane li me kirin. Cuntaya faşîst hîn jî li Kurdistanê xwînê dirijîne, mirovan êşkence dike, digre û cezayên giran dide kesên girtî. Erê, me berdêlên giran dan. Em hîn jî didin. Lê ne artêşa Tirk, ne xayîn, ne axayên emperyalîst nikarin PKK'ê xilas bikin; nikarin ruhê berxwedêr ê gelê me vemirînin; herî dawî dê têkoşîna azadî û serxwebûnê bi pêşengiya PKK'ê bigehe serkeftinê. Ez jî weke gelek hevalên xwe di girtîgeh û dedgehên mêtîngeran de bi doza mezin a gelê xwe û PKK'ê ve, bi pîvanên wê ve girêdayî mam û dê bimînim. Di demên borî yên têkoşînê de, gelek caran ji aliyê mêtîngeran ve hatim şopandin, binçavkirin û girtin. Dema cara dawî hatim girtin di destê wan de agahî û belgeyên berbiçav hebûn. Êdî tiştek a min ku ez veşêrim nebû. Ji ber vê sedemê, di dema êşkenceya bi rojan a leşker û polîsan de, qasî ji destê min hat min hewl da razên partiyê veşêrim; Lê min tiştên ku min kirine bi awayek vekirî û wêrekî gotin. Min armancên Tevgera me vegotin. Heta ji destê min hat, min hewl da bibim layîqî Tevger, gel û rêhevalên me. Ev nêzî salekiye di girtîgehê de girtîme, em rastî her cûr zext û zilmê tên. Li gel tevahî zext û qedexeyan, bi rêhevalên xwe re li dijî her cûr bêmafiyê derketim û min li ber xwe da. Ji niha û pê ve jî, ez ê bi tevahî hêza xwe bi hevalên xwe re li dijî her cûr zilm, qedexe û bêmafiyên dijmin li ber xwe bidim. Hûn bi mereq li benda darizandinê ne, di demek nêz de dê rûniştin çêbibe. Ez di nava doza PKK'ê ya pir mezin de ne dilopek jî me. Ji ber hûn rewşa min kêm zêde texmîn dikin, ez dizanim hûn di nava bêsebrî û fikarek mezin de ne. Mixabin fikar û bêsebriyek vala ye. Ez di nava doza PKK'ê ya pir mezin de ne dilopek jî me. Cunta her roj komkujiyan pêk tîne, gundan dişewitîne û wêran dike. Her roj dadgehên mêtînger cezayên darvekirinê dibarîn in. Yên biryara dervekirinê li ser hatine girtin tên darvekirin. 30 sal 40 sal cezayên muebbet tên birîn. Yanî ez dixwazim vê bêjim: Cunta ji serî heta binî qetil dike, wêran dike, herkes tî-birçî ye, perîşan e, derdor tijî xwîn e. Di demek wiha de ma rewşa min, erê tenê rewşa min girîng e? Ma cezayê mirinê, girtin, an jî 30 sal, 40 sal cezayê girtîgehê girtin pir girîng e. Na... Na... Na..! Tu girîngiya wê tune ye. Ji ber ku tu girîngiya wê tune ye jî weke gelek rêhevalên xwe ez jî guhê xwe nadim tu tiştî. Ez xemgîniya we, metirsî û bêsebriya we vala dibînim. Divê tiştên cuda bifikirin. Divê em bi hev re tiştên cuda bifikirin. Li gel mercên giran ên îro, pêwîste li rêya rizgariya rast bigerin û bibînin; Divê hûn xwe ji ofkişandina bi çavkorî û girînê xilas bikin. Divê hûn êdî bizanin kî dost e kî dijmin e, li çara serê xwe binêrin. Xeyrî, tenê heta di rêya têkoşînê de ye Xeyrî ye. Ez zarokê we me, birayê we me, xizmê we me; Dibe ku hûn ji nêz ve bi min ve mijûl dibin. Lê hertişt ne ez im. Hûn parçeyek ji gelê Kurdistanê ne û ji we re pêşerojek pêwîst e. Divê hûn pêşeroja xwe bifikirin û li cem dostên xwe cih bigirin. Hemû bi hev re ji bo têkoşînê bigirîn, bikevin nava têkoşînê û bi hev re li hember dijmin berxwe bidin. Rêya rast a xilasiya min jî, rêhevalên min ên di girtîgehan de jî, xilasiya gelê me jî ev e. Dê di demek nêz de darizandinên me destpê bikin, ez ê jî weke tevahî hevalên xwe yên bi biryar û girêdayî tevgerê, tewrek bi biryar nîşan bidim. Ez ê tiştên ku bi salane mêtînger û Kurdên xayîn bi serê gelê me tînin bêjim. Ez ê hesabê şoreşger, welatparêz û mirovên mazlûm ên hatine qetilkirin, îşkencekirin bipirsim. Ez ê têkoşîna rêhevalên me yên li dijî bêmafiyê bi lehengî canê xwe fedakirine vebêjim. Mêtîngeriya ku li gelê me dikin, dewlemendiyên welatê me Kurdistanê çawa talan dikin, gelê me çawa li ber deriyê xelkê perîşan dibe, ez ê van tevahiyan vebêjim. Di encamê de ez ê bêjim mêtîngeriya dewleta Tirk berpirsyarê tevahî xirabî, qetilkirin, komkujî û perîşaniyê ye. Ez ê nehletê li tevahî xayîn û xiyaneta li welatê me derketiye holê bînim. Piştî min got ez qet ne sûcdar im û min erkê xwe kiriye, vê carê ez ê bi awayek zelal bêjim ku yê sûcdar dewleta Tirk û nokerên wê ne. Ji vê re dibêjin parastina siyasî. Erê, ez ê weke kesek siyasetmedar parastina xwe bikim. Ez ê dewleta Tirk û dadgehên wê sûcdar bikim. Êdî ji bo min tu girîngiya salan, cezayên giran, muebbet, heta darvekirinê tune ye. Girêdana min a bi doza mezin a gel û welatê min ve, bawerî û girêdana min a bi pîvanên partiyê re girîng e. Ji beriya hertiştî rûmet û prestîja PKK'ê girîng e. Ez tucar van binpê nakim. Mêtînger vê yekê baş dizanin. Taybet jî di demek ku darizandin nêz bûne de, sîxwirên xwe xistine tevgerê, weke piraniya malbatên hevalên girtî hewl didin we jî bandor bikin, bixabînin û min ji rêya min derbixin. Hinek noker û parêzerên bê kesayet ranavîşan (telqîn) li we dikin, dê bidomînin jî. Dê vê bêjin we: "Tiştek li ser tune ye. Eger hertiştî înkar bike, eger sûc bavêje ser hinekê din, eger bêje ez poşmanim teqez dê xilas bibe, yan jî dê tiştên xirab çêbibin" û tiştên weke van. Du armancên van sîxwir û sextekaran heye: Ya yekemîn, dixwazin ji lewazî, hestiyarî û nezaniya we sûd wergirtin û hinek pere ji we bistînin. Dê sozên derew ên wisa mezin bidin we ku hûn hertiştê di destê xwe de seferber bikin. Ya duyemîn, dewleta Tirk dixwaze min û bi sedan rêhevalên weke min tune bike, bike sîxwir û noker. Ji bo vê jî bike sozên sexte dide, dixwaze me weke poşman bide nîşan, ji bo em dest ji her tiştî berdin. Weke hûn jî dibînin herdu tişt jî cangizok in û ji aliyê me ve qet nayên pejirandin. Ez vekirî ji we re bêjim, ez hezar caran jî xwe weke poşman nîşan bidim jî dê mêtînger cezayê herî giran li min bibirin. Pêwîst nake ne ez, ne jî hûn werin xapandin û hertiştê xwe seferber bikin. Ya duyemîn jî eger ez xwe poşman nîşan bidin û dest ji hertiştî berdim, tê wateya ez sîxwirî û nokeriya dewletê dipejirînim û dibin dijminê rêheval û gelê xwe. Halbûkî ez bi rêhevalên xwe heme. Ez parçeyek ji gelê xwe me. Xeyrî tenê dema di rêya têkoşînê de bimîne Xeyrî ye. Xeyriyê ku bibe dijminê têkoşînê êdî sîxwir e, noker e, mirovekî kêrî pênç qirûşan nayê ye. Herhal hûn jî tiştek wisa ji min naxwazin. Malbata me tu xiyanet li têkoşînê nekiriye. Ji îro pê ve jî ez bawer nakim xiyanetê bike. Lê tenê ji bo hûn Bedenê min xilas bikin bikevin nava hinek tewrên hestiyarî, tiştên ku ez nikarim bikim ji min bixwazin. Dema hûn bixwazin dê çi bibe? Hûnê hesiyet û rûmeta xwe leke bikin. Ez bernamzetê siyasetême; min serê xwe da dozekî. Ya ku rê bide nîşanî min, pîvanên ku ez girêdayî, bîrdozî û polîtîkaya ez pêve girêdayî me. Rêya ku ji xwe re rast dibînim, bê ku tawîz bidim, ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Ez we hemûyan li ser xeta pîvanên PKK'ê vedixwînim têkoşînê. Ez silav û rêzên xwe pêşkêşî we tevahiyan dikim.
Kurê biz, birayê biz, xizmê we Xeyrî
25'ê Mijdara 1980'an- Amed