Hevpeyvîn

Sekna Rêber APO Komploger Matmayî Hişt

Bêguman em jî weke gerîlayekî azadiyê, weke ciwanekî Kurd bi hevaltiyek rast ya bi Rêber APO re soza  bilind ...

Sînan ŞAHÎN/BEHDÎNAN

Li Ser Plangeriya Ku Di 15’ê Sibat’ê, Sala 1999 an Li Ser Rêberê Gele Kurd Abdullah OCALAN Pêkhatiyê Nerîn Û Hestên Endamên Dibistana Navendî Ya Partî Ya Mazlum DOGAN Bi Were Parvedikin…

Metîn HARÛNÎ: Beriya her tiştî li ser komploya navnetewî hizrandin hestiyarbûyîn, xemgînî pir mezine. Ev bi xwe re di heman demê de li hember vê pilangerî yê hêrs bûyînek pir mezin jî tîne. Beriya ku mirov 15 sibatê binirxîne pêwîste rastiya ku di dîrokê de hatine jiyankirin deyne holê. Li gorî vê rastiyê jî mirov 15 sibatê binirxîne wê hê tendirûst bibe. Di dîroka Kurdistanê de bi taybet di dîroka serhildanên Kurdistanê de pir komplo çêbûne. Li ser Kurdan û pêşengên Kurdan ne carekê pir caran komplo hatine pêşxistin.

Ferqê komploya 15’ê Sibata sala 1999 an çi ye, di vê pilangeriyê de çi dihat armanç kirin, di xwestin bi riya vê komployê çi pêk bînin? Bersiv dayîna van pirsan pir girînge. Têkoşîna Rêbertî ya di salên 1970’yan de dabû destpêkirin, di bingeh de azad kirina gelê ku hatibû kirikirin û qêtil kirin hebû. Her wiha Rêbertî dbi têkoşîn û bîrdoziya xwe dawî li pilangeriya komloya navnetewî ku bingehê xwe ji dîrokê digre anî. Bi vê Rêbertî ew çarenûsa ku li ser Kurdan hatibû ferz kirin ji holê rakir û hebûna gelê Kurd xiste rojeva mirovatiyê. Dema ku em di vî alî de dinêrin, diyar dibe ku têkoşîn û hebûna Rêber APO ji bo berjewendiyên hezên hegemonya astêngiyêk mezin dida çêkirin. Rastiyek xwe wiha heye. Bêguman armancên van hêzan ava kirina Kurdek ker, lal û Kurdistane ke zuha, Kurdistane ke bê berhem hiştin bû. Her wiha dixwestin li ser Kurdistanê mêtingeriya xwe pêşbixîn. Bêguman kesayetek weke Rêber APO ne hişt ku armanca hêzen hegemon pêk were. Di heman demê de Rêber APO hêvî, ronahî û şewqa azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e. Bîrdozî û paradigmaya Rêber APO li dijî koletiya modernîteya kapîtalîst, ji hemû beşên civakê re jiyana azad û selameti ya civakê mîsoger dike.

Dema ku mirov van rastiyan yek bi yek radixîne holê, wê demê mirov baştir fêhm dike ka çima pilangeriyêk wiha hat pêş xistin. Mirov digihîje kûrahiya vê tarîtiyê. 15’ê Sibatê weke rojek reş ket mêjî û hişê mirovatiyê. Gelê Kurd û civakên bindest, hêzên azadîxwaz ew roj tu carî û bi çi şewayî qebûl nekirin. Bi serhildan û bi berxwedaniyek bê hempa nerazîbûnên xwe dan diyar kirin. Bi hezaran ciwanên Kurdan berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Li rex çemê Dîcle Mistafa Malçok an, Evrîm Demîr an agir berdan bedana xwe û tenezûl nekirin ku dilopek av jî birijînin ser bedenê xwe. Ev jî dide diyar kirin ku hemû hewldan û têkoşîn ji bona yek tiştî bûn. Wan hevalên ku agir berdan bedana xwe bi duruşme ya ‘‘hûn nikarin roja me tarî bikin’’ wate dan jiyanê. Şewata dil û can hemû vala derxistina komployê bû. Hemû hewldan û têkoşîn ji bo vala derxistina vê pilangeri yê bû. Ji Bakûr heya Rojhilat, Rojava heya Başûr û her cihê ku kurdistanî lê jiyandikirin rabûn ser piyan û serî hildan. Bi yek awazî ji dijmin re hat gotin; “wunê di vê tarîtiyê de bifetisin.”

Bêguman em jî weke gerîlayekî azadiyê, weke ciwanekî Kurd bi hevaltiyek rast ya bi Rêber APO re soza  bilind kirina têkoşîn û vala derxistina vê pilangeriyê dûbare dikin. Emê sala 2014 an bikin sala azadiya Rêber APO.

Dîren ŞOREŞ: Ev 15 sal in Rêber APO bi berxwedaniyek bê hempa li hember hemû cûre êrîş, tepisandin, zor û îşkenceyan li berxwe dide. Tişta herî girîng jî; di vê berxwedanê de Rêber APO tenê li berxwe neda. Di heman demê de vejînek nû çêkir. Rêya gelê Kurd û gelên bindest heya dawiyê ronahî kir. Bi fikir û bîrdoziya ku di nav pergala Îmralî de pêşxist hêviya jiyana azad ya gelên bindest çalak kir.

Rêber APO her kêliya ku di wê zîndana kor û tarî de derbas kir ji bo gelan kire bingehê ava kirina jiyanek azad, demokratîk û wekhev. Bi fedakariyek mezin, ji fikir û bîrdoziya xwe dilop dilop derbasî nav gelan kir. Ev bixwe jî helwest û sekna Rêber APO ya li hember komplo komplogeran dide diyar kirin.

Ji bo wê ye ku di her demê de hewldanên komplogeran jî guherîne û bi ser Rêber APO de çûne. Lê ji ber ku Rêber APO her kêliya jiyana xwe rêxistin kiriye li hember van pêkanîn û hewldanan bi serfirazî û serbilindî sekinî ye. Tişta ku komploger hêrs dikir jî ev sekna Rêber APO ye. Ger di van demê dawî de dîsa hewildana reşkirina Rêber APO dîsa destpêkiribe bingehê xwe ji vê digre.

Li gor komplogeran, kesek ku di destê wa de dîl girtiye nabe ku ew qas xwedî însiyatîf be, nabe ku ew qas bandor li ser gelan bike. Ev komplogeran matmayî dihêle. Dixwazin sedemê vê fêrbibin lê bi şêwazên şaş û qirêj. Li hember vê jî sekna Rêber APO wê neyê guhertin. Ji ber Rêber APO ne yek kes e. Rêber APO êdî bi mîlyonan gelê Kurd e, hêviya gelên bindest e, bîr û baweriya mirovahiya pêşverû ye. Ji bo wê jî her pêkanînê li hember Rêber APO di heman demê de li hember gelê Kurd, gelên bindest û mirovatiya pêşverû tên li darxistin. Dîsa wê li dijî van hewildanan bi yek dil û mêjiyî sekinandin çêbibe. Bi vê wê komploya ku bingehê xwe ji dîrokê digre jî vala bê derxistin.

Sînan HERDEM: Roja 15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd û gelên azadîxwaz rojek tarî ye. Ev roja tarî, nûnertî ya wan komplo yên ku di dîrokê de li ser gelê Kurd hatiyê pêşxistin hemûyan dike. Ji bo ku ev roj nûnertiya hêza modernîta kapîtalîst dide nîşandan û bi taybet piştî salê 1920 an ev bi şewayek vekirî hat pêk anîn.

Ev dîrok di sala 1999 an de carek din xwe dûbare kir. Beriya niha di heman mehê de komplo li hember gelê Kurd di kesayetê Sex Seîdê Pîran de komplo hatibû pêk anîn. Ev pilangerî di sala 1925 an de pêk hat û di sala 1999 an de jî li ser Rêber APO di xwastin bi heman şewayî pilangeriyek bêbext pêş bixin û di kesayeta Rêrber APO de gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ji holê rakin. Di nav vê pilangerî bi reya Gladio, NATO û dewletê hegemonîk, hêzên navnetewî û hinek hêzên heremî cih digirtin. Van hêzan ji bo bikaribin pilan û projeyên xwe di Rojhilata Navîn de pêk bînin, pêwîst dîtin ku kes û tevgerên ku li pêşiya wan dibû asteng ji holê rakin û bê bandor bikin. Ji bo van hêzan xeteriya herî mezin jî Rêbertî û Tevgera Azadiyê bû. Ji bo wê jî bi pilangeriyek xayînane ev bêbextî tê pêş xistin.

Pêwîste ev hêzê hegemonîk, dewletên xwe li ser xwîna gelan didin jiyankirin û hêzên ku destên wan di vê pilangeriyê de hene bi zanibin: Rêber Apo roj e û roj bi çi şewayî nayê tarî kirin. Eger heya niha şoreş, Tevgera Azadiyê û gelê Kurd li ser piyane û roj bi roj mezintir dibe, pêşve diçe ev jî bi saya Rêber APO ye. Tirêjên ku di Îmraliyê de derdikeve şewqa xwe dide şoreşê. Îro ev tirêj di rojavayê Kurdistanê de heya bi pêşxistina xweserî û qantunên xwe dane ava kirinê xwe dide der.

Ji bo pergala ku ji aliye Giladyo li Îmralî daye ava kirin ji holê were rakirin, berxwedaniyek bê hempa, xebatek pîroz û dilxwaziyek mezin tê xwestin.

Ez jî wek gerîleyek PKK, şervanê azadiyê diyar dikim ku; ji bo azadiya Rêbertî, ji bo şikandina pergala Îmralî erka herî pîroz û şoreşgerî kar û xebatek bê hempa dane meşandin û bilind kirina hevaltiyê bi Rêbertiyê re wê mîsoger bibe. Hêvî, xeyal û armanca min eve. Bi vê bîr û baweriyê, bi hêza ku ji Rêbertî, şehîdan û gelê Kurd digrim di armanc û bîrdoziya Rêber APO de ezê hê zelaltir û kûrtir bibim. Bi vî şewayî li hember pergala înkar û tune kirinê her kesek pêwîste têkoşîn bide meşandin. Şerê ku li hember Rêbertî, tevgera azadiyê, gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn tê pêş xistin li hember hizir û ramanên Rêbertî ye.

Ferhad DERSÎN: Pilangeriya ku 1999 an ya 15 sibatê lenet û şemezar dikim. Weke tê zanîn hezên navnetewî carek din li hemberî gelê Kurd pilangeriyek pêş xistin. Hêzên desthilatdar xwestin vîna Kurd ku bi derketina Rêbertî û hebûna Rêbertî şîn bubû û berbi azadiyê ve di meşiya ji holê rakin, tûne bikin û gelê Kurd bixin bin bandorê xwe. Lê bêle mirov dikare vê bêje ku bi sekna Rêbertî, bi têkoşîna gelê Kurd bersiv ji dijmin an re hat dayîn ku; Gelê Kurd ne ew gelê ku heya niha di dîrokê de hemû hêzan li ser wan desthilatdarî daye meşandin e. Edî tu hêz nikare hebûna Kurd di bin desthilatdariya xwe de bihêle, wan bi fetisîne û bê çand, bê nasname, bê dîrok bihêlin. Armanca hêzên mêtînger ev bû lê Rêbertî bi sekna xwe û gelê Kurd bi têkoşîna xwe ne hiştin ku ev daxwazên wan pêk were. Têkoşîna ku Rêbertî di zindana îmrali yê de pêşxist armanc û bîrdoziya xwe hê bêhtir kûrtir kir. Bi aweyek berfireh ji her kesek re da diyar kirin ‘weke berê kesek nikare tûnebûne li ser gelê Kurd ferz bike’.

Em dibînin ku gelê Kurd li her derê, hemû qadan de ji bo vê pilangeriyê vala derxîne li ser piyan e, têkoşîna xwe didomîne û bi vîna xwe re di meşe. Vîna me, vîna gelê kurd Rêbertî ye. Emê nehêlin ku ev pilangerî bigihe armancê xwe. Her yek ji me bi sekna xwe wê vê pilangeriyê pûç bike û vala derxîne. Di roja me de bersiva herî xurt li Rojavayê Kurdistanê pêşketiye. Ev qad di ava kirin û pêşxistina kar û xebatên rêxistinî de, piştî Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê, qada yekemîn û ya ku herî zêde lê maye ye. Îro Rojavayê Kurdistanê gihîştiye astek ku bi karibe xwe bi xwe rêve bibi. Ev gava dîrokî bi serê xwe bersiv dayîn û vala derxistina komplo yê ye. Bêguman em nikarin bêjin ku pilangerî yên dewletên navnetewî bi dawî dibe. Ji ber Rêbertî ya me hêja di nava çar dîwaran da ye û di milê fîzîkî de nehatiye rizgar kirin ev jî dide diyar kirin hêja pilangerî bi dawî nebûne. Di be ku şewa û rengên pilangeriyê were guhartin. Pilangeriya ku li ser Kurdên azad tê meşandin, ji vir û şûnde wê hê kurtir û ziravtir bi meşe û di meşe. Vala derxistina vê pilangeriyê bi azad kirina Rêbertî û bi ava kirina xweseriya demokratîk, înşa kirina civaka demokratîk û bi ava kirina modernîta demokratîk mîsoger dibe.

Ji bo vê jî pêwîstî heye ku her yek ji me xwe li hember vê pêvajoyê berpisyar bibîne û erkên xwe yên dîrokî pêk bîne. Kar û xebatê ji bo înşa kirina civakê pêwîste bi dil û rihê xwe, bi hizir û ramanên xwe, bi hebûna xwe, bi her şewayî xwe tevlî vê pêvajoyê bikin. Rizgarkirina Rêbertî ji Îmralî bikin armanca xwe ya herî sereke. ji bo vê jî têkoşînek xurt pêwîste. Çawa ku şêwazên komplogeran diguherîn pêwîste bersivdayîn û terzê têkoşîna me jî bê guhertin. Li ser van bingehan pilangeriyên ku li ser Rêbertî, gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn  em vala derxînin emê destûr nedin ku ew bigihîjin armancê xwe.

Nûda RONAHÎ: Mirov dikare di vê mijarê de gelek tiştan bîne ser ziman. Di her salvegera komploya navnetewî ku li hember Rêber APO hatî pêşxistin de gelek analiz, şîrove, hêst û nêrîn têne ziman. Bêguman wê werin ziman jî. Ji ber her roja ku em têde derbas dibin, di milê têkoşîna azadiya gelan de guherîn û veguherînên pir mezin çêdibin. Di milê fikir û zihniyetê civaka demokratîk de pêşketinên berbiçav di gelan de ava dibin. Ev bi xwe jî wate û sedemê bingehîn yê komploya ku li hember Rêber APO hatiye pêşxistin dide diyar kirin.

Em zêde dûr neçin. Ev demeke li ser Rêber APO dîsa êrîşên devkî, psikolojik, reşkirin û qirêjkirinê dane destpêkirin. Di pêvajoyek ku hizrê Rêbertî tenê aşîtiyek di nav gelan de ava kirin bû de êrîşên wisa, bi taybet jî di salvegera komploya navnetewî de, ne bê wate ne. Çawa ku hevalan jî anî ser ziman; hê jî komploya navnetewî berdewam dike. Hêzên komploger her fersendê ku dibînin ji bo xwe bikar tînin.

Ev di milekî de valatiya di têkoşîna me de dide diyar kirin. Pêwîste mirov wisa meyzebike. Çawa ku di encamê ‘Rêhevaltiya me ya kêm’ de Rêbertî hate dîl girtin, îro dîsa ji ber ku em wek tê xwestin nikarin li derûdora Rêbertî bibin dîwarek parastinê van êrîşên qirêj bi ser Rêbertî de dibin.

Her kesê ku ji xwe re dibêje ‘ez şervanê Rêber APO me’, ‘ez şagirt, militan, rêheval û fedaiyê Rêber APO me’ pêwîste vê bi jiyan, sekin û têkoşîna xwe bide diyar kirin. Ev jî heya dawiyê di kar û xebatan de serkeftinê dixwaze. Serkeftin, bi serkeftinê ve girêdayî azadî û jiyanek bi wate bi biryardariyek xurt tê. Îro ji her demê zêdetir biryara tevlîbûna nav refên gerilla dayîn girîng e û bi wate ye. Di nav pergalê de, bi pergalê re têkoşîn kirin zehmet e. Bi taybet pergalek ku her kêlî êrîş dibe ser hêst, bîr û bawerî, hêvî û hes kirinên gelan nabe ku valatiyên di kesayetan de tên jiyan kirin efû bike. Têkoşîna herî bi wate li serê çiye ye. Tu tişt weke ku ji lûtkeyên çiyayên azad bêhna azadiyê girtin xweştir nîne.