Ev bûyer di dîroka gelê Tirkiyê de gelek bi êşe. Bûyereke ku pir encam jî jê werin derxistin ...
Sînan ŞAHÎN/BEHDÎNAN
Hevpeyvîna di derbarê komkujiya Kizildere de ku bi endama Komiteya Rêvebir ya PKK’ê birêz Dilzar DÎLOK re pêşxistî em bi were parve dikin
-Komkujiya ku li Kizildere pêk hatî, pêwîste çawe were dest girtin, ev komkujî çawa û çima pêşket her wiha ji bo şoreşgerên Tirkiyê girîngiya vê rojê çiye?
D.D: Dî dîroka Tirkiyê de komkujî ya Kizildere wateyek xwe girîng heye. Weke tê zanîn dîroka Tirkiyê, bi armanca ava kirina wê ve girêdayî dîrokek darbeya ye. Ji ber ku bi ava kirina netew dewletan tişta tê armanc kirin her dem li ser gelan êrîş pêşxistin, gel kişandina ser xeta xwe û xeta yek rengî pêşxistin e. Ji bo bigihîjin armanca xwe bûyerên wek derba, weke êrîşê sîstematîk li hember gelan bi her awayî bikar tînin. Bi taybet gelên ku yek rengî, yek dengî, yek zimanî, yek nêrîn napijirînin, dewlet li hember wana her dem bi aweyên hovane tûndî, êrîş, komkujî û hwd. rê û rêbazên derveyî mirovahiyê pêk tîne.
Li ser gelên Tirkiyê her dem desteser kirin û mêtîngeriya pergala hegemonîk pêk hatiye. Ev metîngerî em dibînin ku di dîroka Tirkiyê de her deh sal carek bi derba ya hatine pêk anîn û hatine sor kirin. Her êrîşên ku pêk hatî, li ser gel bûye darbeyek mezin. Her wiha her darbeya ku pêşketî siyaseta demokratîk jî ji hole rakiriye û li ser gelên ku li Tirkiyê jiyan dikin desthilatdariyek pir mezin daye ava kirin.
Darbeye 12 Adar’ê sala 1971 jî darbeyek ji van darbeya ye. Piştî 12 adarê û şûnde em dikarin bêjin ku êrîş û tûndiya dewletê li ser gelan gihiştiye asta herî bilind. Ev êrîş bi taybet li ser pêşengên şoreşê pêşdikevin. Pêşengên we demê ên weke Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Hiseyîn Înan weke ku tê zanîn hatin girtin. Piştî girtina her sê şoreşgeran, tevgerên şoreşger û pêşengên wê demê ji bo gelê û hevalên xwe hesteyarî û şiyar tevbigerin her wiha ji bo pêşî girtina dardekirina hevalên xwe ên şoreşger asteng bikin û pêşî van bûyeran bigirin dikevin nav li û tevgerê. Li ser vî bingehî berê xwe dan çalakiyên nû. Di 27 Adar’a sala 1972 an de komek şoreşgerên Tirkiyê, li ser baregeha NATO çalakiyekî pêşdixin. Di vê çalakiye de dido İngiliz, dido jî Qanadayî têne revandin û êsîr ten girtin. Di rastiyê de ev çalekî li hember mêtîngerî û dagirkeriyê pêş dikeve. Ev kesên ku dîl tên girtin jî li ser bingehê temsîla mêtîngeriye tên girtin. 11 şoreşger li ser vê armancê dîlên ku digirin, digirin gel xwe û bi rêdikevin. Ji bo hevdîtin çebikin û bigihîjin armanca xwe, dîsa ji bo pêşiya darbe were girtin û her sê şoreşger werin berdan û neyê darve kirin vê çalakiyê pêş dixin. Ev 11 şoreşger di 30’ê Adar’a sala 1972 an de li bajarê Tokat navçe ya Nîkserê li gundê Kizildere di malekê de tên dorpêç kirin. Dewlet bi şêweyek rewşa awarte leşkerên xwe di gundê Kizildere de didin bi cih kirin. Armanca wan, hemû şoreşgerên ku di vî gundî de bi cih bûne dîl bigirin û ji holê rakin e. Li ser vê ferasetê ji bo van şoreşgeran ji holê rakin bi şêweyek tûnd êrîş didin destpêkirin. Wê şevê derdora gund digirin û şer û pevçûnên pir dijwar tên jiyan kirin. Di vê êrîşê de şoreşger Mahîr ÇAYAN, Sabahatîn KURT, Omer AYNA, Sînan Kazim OZÛDOGRU, Ahmet ATASOY, Cîhan ALPTEKÎN, Hûdayî ARİKAN, Ertan SARİHAN, Safet ALP û Nihat YİLMAZ li hember dewletê berxwedaniyek pir mezin û bi wate didin meşandin. Di encamê vê berxwedaniyê de şehîd dikevin. Di vê komê de yek kes tenê rizgar dibe. Ew jî Ertugrul KÛRKÇÛ ye. Ew jî bi şêweyek dîl dikeve dest û tê zîndanî kirin.
Ev bûyer di dîroka gelê Tirkiyê de gelek bi êşe. Bûyereke ku pir encam jî jê werin derxistin e. Ji ber ku berxwedaniya gelê Tirkiyê di berxwedaniya van şoreşgeran de veşartî ye. Encamên wê berxwdaniyê, şaşîtiyê wê jî di vê komkujiyê de veşartî ye. Di rastiya vê komkujiyê de em dikarin vê encamê derxînin holê; zihniyeta dagirker bi çi şêwayî li hember têkoşîn û berxwedaniya gelan tehamûl nake. Bêgoman berxwedaniya van şoreşgeran û xwedî derketina berxwedaniya wan pir girîng e. Çawa ku her yazdeh şoreşger ji bo hevalên xwe ji darde kirinê rizgar bikin çalekiyekî wiha pêş dixin û di encamê ve çalakiyê de şehîd dikevin, pêwîste xwedî derketina berxwedaniya wan jî bê navber were domandin.
-Komkujiya Kizildere bandorek xwe çawe li ser şoreşa Kurdistanê kiriye? Her wiha Rêberê gelê Kurd Birêz Abdullah OCALAN pir caran qala xeta Mahîran dike û dibêje ‘em xeta Mahîran di şopînin.’ Başe pêşengiya Mahîr ÇAYAN ji bo pêşengiya şoreşa Kurdistanê bandorek xwe çawa daye ava kirin?
D.D: Belê Rêber APO her dem daye diyar kirin ku ‘em xeta Mahîr ÇAYAN di şopînin.’ ‘xeta me xeta Mahîr ÇAYAN’a ye û şoreşa Tirkiyê jî bêgoman bi şoreşa Kurdistanê re mîsoger dibe. Bingehê xeta Mahîran ev e. Eger şoreşa Kurdistanê çênebe şoreşa Tirkiyê jî çênabe. Ev, şoreşa Tirkiyê jî li hemberî xeta sosyalîzma pêkhatî bergirî pêşxistin ne. Di heman demê de, Tirkiyê ji feraseta dewlet netew dûrxistin, ji yek rengiye rizgar kirin û pêşiya şovenîzmê girtin e. Her wiha Lêgerîna civakîbûyînek nû, ji bo vê civakîbûnê hêza çalak derxistina holê jî pir girîng e. Bi vê ve girêdayî tevgerên derketine li ser van bingehan taqtîkên nû pêşxistin. Lêgerîn û lêkolîn pêşxistin. Ji wan rê û rêbazên şaş hatine pêşxistin jî encam derxistin û li gorî vê rêbazên nû derxistine holê û zanabûnê. Şahadetên ku pir zû hatine jiyan kirin û fersendên ku ji dest hatine revandin fikirandinek ava kiriye û encamên xurtir pêşxistine.
Bûyera Kizildere wateyek xwe ya bi vî awayî jî heye û bi xwe re rastiyên pir şênber derxistiye holê. Ji bo encam derxistina van bûyeran em dikarin hinek mînakan bidin. Mînak, komek dema ku armanca wan şoreş pêşxistin be û li ser vê bingehê bikeve rê, pêwîste hêzek wî sîyasî û hêzek wî rêxistinkirî ya civakî hebe. Di heman demê de di civakê de jî avahiyên heyî, dewletgeriyên ku di nava civakê de çêbûye û wek zihniyete kî dewletgerî di nava civakê de pêşketiye, pêwîste bê hilweşandin. Eger ev neyê hilweşandin û rêxistin bûyînek di nava civakê de bi şêweyek xurt neyê pêşxistin, ew derketinên şoreşgerî encamên rast nagire. Ev rastî di berxwedanî û komkujî ya Kizildere de derketiye holê. Di şoreşa Kurdistanê de jî ev ezmûn, ev rastî derxistiye zanabûnê û wek ezmûnek bingehîn û sereke ji bo şoreşê girtiye.
Pêwîste di têkoşîna şoreşan de bingehek sazûman kirina civakî hebe. Şoreş tenê bi pêşengan ve nayê kirin. Pêşeng bi serê xwe tenê nikarin şoreş bikin. Civakên ku şoreşê jiyan dikin, mîsoger ew dikarin şoreşê bikin. Pêşeng jî pêwîste hişyarî bûyînek û zanistê pêş bixin. Bi vî şêwayî derfetên heyî û li ser van bingehan şoreş pêşxistin digihe armanca xwe. Em dikarin bêjin ku ev encamên derketin holê, bi ezmûna bûyera Kizildere ve girêdayîne.
Ji aliyê Rêbertî vê ev bûyer bi şêweyek kûr hatiye xwendin. Ji bûyera Kizildere encamên pir girîng û jiyanî hatine derxistin. Weke ku di meşa xwe ya têkoşînê de ev ji xwe re kiriye bingehek li ser vê nêzîkatî hatiyê pêşxistin. Dema ku Rêber APO kadro yên pêşeng ji bo perwerde û amedekariyê kişand Rojhilata Navîn, bi armanca rêxistin kirina şoreşê di nava civakê de bû. Ev bi xwe jî pêşketinek dîrokî ye. Xwe perwerdekirin, kadroyên pêşeng amade kirin û derbas kirina qadên rêxistinê bi wate ye. Bi armanc kar û xebat meşandin bi xwe re encamên pir mezin derxit holê. Em dikarin bêjin ku encamên pir xurt ji bûyera Kizildere derxistin û ne ketin rêbazên şaş. Bi şêwayek rêxistinî taktîk û sitretejî dane ava kirin armanc hat giritin. Di van teqtîk û rêbazan de jî serkeftin û berhemên pir mezin hatin girtin. Di şoreşa Kurdistanê de ev taktîkek pir giring bû. Di pêşxistina van taktîkan de em dikarin bêjin ku mamoste yê destpêkê yê PKK’ê di milê taktîkî de Mahîr ÇAYAN û pêşengên şoreşa Tirkiyê ne.
Di dema xwe de li hember êrîşan bersiv dayîn û taktîk pêşxistin û rêbaz, plan pêşxistin, rêxistin kirin girîng e. Ev taktîk û rêbazên şoreşgerane di van mijaran de ezmûnên bingehîn dan ber çavê me. Li gorî vê jî taktîk hatine pêşxistin.
Em dikarin bidin diyar kirin ku encamên derketine holê, bi girêdana Rêber APO ya bi Mahîran re têkildar e. Em dikarin bibêjin ku encex wusa mirov dikare li xeta Mahîran xwedî derkeve. Bersiva herî xurt ji ban şoreşgeran, rast fêhm kirin û jiyanî kirina armancên wan dixwaze. Serkêşiya me bersiveke bi vî şêweyî daye ava kirin.
-Bangawaziyek we ji bo tevgerên şoreşger yê Tirkiyê heye? Li gor wê di vê pêvajoyê de pêwîste çawa tevbigerin? Gelên li Tirkiyê jiyan dikin çawa dikarin mîrateya Mahîran bigrin ser milê xwe?
D.D: Em jî weke şoreşgerên ku vê kevneşopiyê dişopînin, weke civakek azad û şoreşger soza xwedî li bîranîn û jiyana van şoreşgeran didin. Di xeta Mahîran, Denîzan, Îbrahîman de çûyîn ji bo me serbilindiyek e. Bûyîna şopdarê van lehengan ji bo me rûmet e. Hêviyên gelan ku ji aliyê desthilatdariyê de hatine tepisandin cardin zindîkirin ji bo me tevgera azadiyê erkê herî sereke ye. Kî çi bibêje bila bibêje, Rêber APO û tevgera azadiyê PKK ji bo yekîtiya gelan, têkoşîna hevpar ya gelan ji derketina xwe heya roja me ya îro her di nav têkoşînê de ye. Encamê vê nêzîkatiyê li ber çavan in. Yên ku vê nebînin kor in, lal in.
Yên ku naxwazin vê rastiyê bibînin îro jî li ser kar in. Ewên ku Mahîr û hevalên wî qetil kirin, Denîz û hevalên wî darde kirin, Îbrahîm di îşkenceyan de qetil kirin îro jî li ser kar in. Rêbaz hatine guhertin. Lê feraset yek e. Armancê van hêzan, hêviya ku di milê yekîtiya gelan de ava dibe cardin tine kirin e. Êrîşên ku îro di kesayetê HDP’ê de pêş dikevin encamê vê ferasetê ye. Ev feraset îro jî bi her awayî xwe li ser gelan ferz dike. Bi taybet li bajarên Tirkiyê êrîşên plankirî ku pêş dikevin bingehê xwe ji vê ferasetê qirker digre. Li hember vê hişyar tevgerîn pir girîng e.
Di vê wateyê ye de, herkesê ku ji yekîtiya gelan, têkoşîna hevpar ya gelan bawer kiriye pêwîste di vê têkoşînê de cihê xwe zelal bike. Demokrat, aşîtîxwaz, azadîxwaz, hawîrdorparêz, femînîst, sosyalîst, Elewî û hemû beşên civakê ku ji aliyê dagirkeriyê de hatine tepisandin pêwîste li derûdora HDP’ê bibin yek. Pêwîste di vê govenda azadiyê de cihê xwe bigrin. Ger ev pêşnekeve wê dîrok me efû neke. Derfetê ku îro hatiye ava kirin rast şîrovekirin, li gor wê jî cihê xwe diyar kirin û ketina nava liv û tevgerê girîng e.
Em weke milîtanên Rêber APO û endamên tevgera azadiyê PKK’ê cardin soza şopdariya Mahîran, Denîzan û Îbrahîman didin. Ji bo hêvî û armancên wan bigihîjin serkeftinê çi ji destê me bê emê bikin. Di vê rêkê de em herkesi dawet dikin. Werin cihê xwe di vê rêya pîroz de bigrin. Bila cardin dîrok bi rondikan newe şûştin. Werin em xwe ji vê lanete rizgar bikin.