Hevpeyvîn

YEKÎTIYA XWE BIPARÊZIN, XWE RÊXISTIN BIKIN

 

 

Gerîlla qehremaniyên mezin dike, bedelên mezin dide...

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, tevlî Radyoya Dengê Welat bû û di Bernameya Dilistan de bersiv dane pirsên rojnamevan Ciwan Tunç. Bayik, di derbarê 15'ê Tebaxê ku wekî “Şoreşa Vejînê, Gûleya Yekemîn, Cejna 15’ê Tebaxê” û hwd. Tê pênase kirin nirxanêdinên girîng kirin. Balkişand ser yekbûna Fermandarê Efsanevî yê gerîlla Egîd (Mahsûm Korkmaz) û Atakan Mahîr, Delal Amed, Huseyîn Mahîr û Sari Îbrahîm jî bibîr anîn û got, “Çi pêşketin çêbûbin, bi keda wan şehîdan e û divê gelê me wan tu carî ji bîr neke.” Di derbarê yekîtiya Kurd ya netewî de jî Bayik hişyarî kirin û xwest civak zarok, cîran û mirovên xwe biparêze, xayîn û xiraban di nava xwe de nede jiyîn. Em ji bo şopdarên malpera PKK'ê roportaja Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Rêheval Cemîl Bayik, bi tevahî parve dikin.

 

Bernameya Dilistan: 15'ê Tebaxê wekî “gûleya yekemîn” hate binavkirin. Ev ji bo têkoşîna we, gel û tevgera we xwedî wateyeke çawa ye?

 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: ji ber ku we ev derfet da min ez spas dikim û hemû guhdaran bi rêzdarî silav dikim. Hurmetên xwe di serî de ji bo Rêber Apo, bo şervanê azadiyê him yên li zîndanan him jî yên li serê çiyan hurmetên xwe diyar dikim. Ew soza ku me dayî Rêber Apo, hevalan, gel û însaniyetê ez dûbare dikim. Cejna 15'ê Tebaxê, li Rêber Apo, şervanên azadiyê yên li zîndanê, gerîlla û tevahî gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê pîroz dikim. 15'ê Tebaxê di dîroka tevger û gelê me de ciyekî taybet heye. Wekî hatî gotin, “guleya yekemîn” e. Ev gule di serî de ji bo gelê Kurd hate teqandin. Lewre gelê Kurd ber bi mirinê ve jiyan dikir. Yanî gelê Kurd, jiyan dikir, nedikir, kesî nedizanî. Di xewa mirinê de bû. Bo wê lazim bû ev gel ji wî halî derketa.

Ew hemleya 15'ê Tebaxê vê îfade dike. Yan ew gel yê ji xewa mirinê rabe, zindî bibe, yê qedera xwe wergirê destên xwe, yê ji bo xwe be, têkoşînekê bike, yan jî yê di wê hemleyê de nikaribe rabûnê çêbike û yê temam bibe. Feqet, Rêber Apo got, “eger hemleya 15'ê Tebaxê pêş keve, ev gelê ku di xewa mirinê de ye, bikaribe ji xewa mirinê derkeve, zindî bibe, yê ji bo xwe be, ji bo xwe têkoşînekê pêş bixe. Ev belkî bi zahmet be, feqet yê bibe.” Gelekî çi qas zeyîf be, çi qas îmkanê xwe kêm bin, ber bi mirinê ve hatibe jî dikare rabe ser piyan, lazim e jî rabe ser piyan. Lazim e jiyan bike. Ew hemleya 15'ê Tebaxê bo kurdan bû fişeka yekemîn.

Yanî bi wê hemleyê Kurd, ji koletî, zeyîftiya xwe, ji bindestiya xwe, ji mirina xwe rizgar bû, ev Kurd rakir ser piyan û ji bo xwe kir ku îro li dinyayê kir ku bibe gelekî herî xweşik û ji bo xwe û her kesî bû hêviyek. Yanî ji mirinê jiyankirin hate avakirin. Felsefeya Rêber Apo ya Kurdistanê, bi vî şeklî bi serket. Ew qûrşûna yekemîn ku Kurd çawa li xwe da, li dagirkeriyê jî da. Li sîstema modernîteya kapîtalîst jî da. Lewre yên Kurd xistine halê mirinê him dagirker bûn, him jî li pişt wan sîstema modernîteya kapîtalîst bû. Di esas de jî sîstema modernîteya kapîtalîst bû, wan Kurd xisti bûn wî halî. Dagirkeran jî ev ji wan wergirtibû û berdewam dikirin. Ji bo wê jî pêk ve li ser kurdan siyaseta qirkirinê dimeşandin. Di netîceya wê siyasetê de Kurd ketibûn wî halî. Kurd bi xwe ew qebûl nekiribûn, li dijî vê siyasetê gelek caran rabûbûn şer kiribûn, lê her cara ku rabûyî derb xwaribûn û zeyîf ketibûn. Bo vê êdî kêm ma bû ji dest xwe berde. Digot, êdî, em nikarin tiştekî bikin. Bo wê, ji hemû nirxên xwe dûr diket. Vê ya Kurd ber bi mirinê ve dibir.

Rêber Apo, got, “Ev nayê qebûl kirin.” Him bi navê gelê Kurd, him jî bi navê însaniyetê em nikarin vê qebûl bikin.” Lewre gelê Kurd, ne tenê ji bo xwe, ji bo însaniyetê tevahî di dîrokê de xizmeteke pir mezin pêş xistibû. Lazim bû ev gel bijiya. Mirin heq nekiribû. Ji bo ku vî gelî bide jiyankirin, lazim e em hemû îmkanên xwe bixin tevgerê. Hemleya 15'ê Tebaxê li ser vî esasî hate pêşxistin. Tê zanîn, komara Tirkiyê, ev dewlet, ne tenê bi tirkan hate damezrandin. Tirk û kurdan bi hev re ev komar damezirandin. Meclîsa destpêkê ku hate avakirin, bi hev re avakiribûn û wê meclîsê, xweseriya Kurd jî qebûl kir. Heta çi wextî? Heta 1924’an. Heta 24’an, Kurd û Tirk xwediyê vê komarê bûn. Lê çi wextê tirkan, bi Fransa re îttîfaqa Enqerê pêş xistin û piştre çawa bi Îngîlistanê re tifaq li ser Mûsûl pêş xistin, wan tifaqan û şûn de, dewleta tirk, dest pê kir û Kurd înkar kirin. Got, “ev komar ya tirkan e.” Yanî ew cûmhûriyeta ku kurdan pêk ve damezirandin, înkar kirin. Kurd ji xwe re şirîk nedîtin. Her ku çû, yê çawa ji cûmhûriyetê dûr bixin, bikin dijmin ji bo xwe ev esas girtin. Dawî jî Kurd înkar kirin. Çûn ser kurdan, ji bo ku kurdan ji holê rabikin. Da ku cûmhûriyeteke tirkan ava bikin.

 

PKK SEDEM Û ENCAMA ÎNKAR Û QIRQIRINA KURDAN E

 

Kurd li dijî vê sekinîn. Ji bo ku li dijî vê sekinîn, Kurd di qetlîam û koçberiyan ve derbas kirin. Hemû tiştên kurdan talan kirin. Vaya layîqî kurdan dîtin. Li ser kurdan, di dîrokê de Anadolu qezanç kiribûn, Osmanî li Rojhilata Navîn pêş xistibûn, dawî jî cûmhûriyeta Tirkiyê ava kirin, ev hemû dane aliyekî û Kurd gunehbar dîtin. Kurdan tiştek nexwestin. Li xwe xwedî derdiketin. Li îrade, ziman, nasname û nirxên xwe xwedî derdiketin. Li azadiya xwe xwedî derdiketin. Digotin, “hûn nikarin me înkar bikin. We bi saya me hemû tişt qezenç kir, me bi hev re ev  tişt kirin, lazim e hûn me înkar nekin, di qetlîaman re derbas nekin. Wextê ku înkar kirin, dest bi qetlîam, koçberî û talanê kirin; kurdan jî heqê xwe şixûlandin. Gotin, hûn çima li xwe xwedî derdikevin, ew jî sûc dîtin. Her ku Kurd li xwe xwedî derketin, gotin, hûn Tirkiyê perçe dikin, li dijî Tirkiyê ne, hûn xayîn in. Lazim e hûn jiyan nekin. Ev siyaset meşandin.

Ger ku PKK ava bûbe sedem ev bû. PKK him berdewamiya ew têkoşîna kurdan li dijî dagirkeriya faşîst, qirker pêş ketî bû. Kêmasî û şaşitiyên wan çi bûn, ew fam kiribû, li ser wî esasî PKK xwe damezirandibû. Ku careke din ew şaşîtî û kêmasiyana di kurdan de pêş neketibane,  wê karibane li dijî dagirkeriyê, qirkirinê bisekinin û azadiya xwe pêş bixin. Ger ku PKK'ê hemleya 15'ê Tebaxê pêş xistibe ev ji bo wê bû. Yanî ji bo ku bikaribe kurdan ji mirinê rabike, bide jiyankirin. Ev înkar û qirkirina ku li ser kurdan tê kirin, da ku pêşiya wan bigire. Ji bo vê, di dîroka gel û tevgera me de ciyekî wê yê taybet heye. Li Kurdistanê dîrok guherand. Ew dîroka ku ber bi tinebûnê ve diçû zîvirand, Kurd rakir ser piyan, zindî kir, kir e gelekî xweşik û îro li dinyayê bûye gelekî hêviyê.

 

Bernameya Dilistan: di serî de Fermandar Egîd, hûn rolê fermandaran di Hemleya 15'ê Tebaxê de çawa dinirxînin?

 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: niha di zîndana Amedê de têkoşîneke pir mezin hate jiyankirin, him jî di nava bê îmkaniyan de ew têkoşîn hate jiyîn. Dewleta faşîst û dagirker, dixwest zîndana diyarbekir, bike goristana kurdan. Da ku careke din bi navê Kurd û Kurdistanê tu tişt neyê jiyankirin. Di zîndana Diyarbekir de Mazlûm, Xeyrî, Akîf, Ferhat, Kemal û wan a, li dijî vê siyasetê têkoşîneke bêhempa pêş xistin. Tenê bîrdoziya xwe û canê xwe hebûn. Bi wê ya ev têkoşîn pêşxistin, bi wê têkoşînê jî netîce wergirtin. Hareketeke ku li zîndanê xwe îspat bike, her kesek bi wê hareketê bawer dike. Ger ku gelê Kurd bi Rêber Apo û PKK'ê bawer kiribe, di vê hareketê de cî girtibe û hemû tiştên xwe xistibin xizmeta vê hareketê, ji ber ku li zîndana diyarbekir, berxwedana wan hevalan raber kirî, dîtin bo wê bawer kirin û ev gav avêtin.

 

“VAN QÊRÎNÊN ME BIGIHÎNIN DINYAYÊ”

 

Rêber Apo jî li Rojhilata Navîn di nava wan zor û zehmetiyan, bêîmkaniyan de têkoşîn pêş dixist. Çawa di zîndana diyarbekir de, di nava wan bêîmkaniyan de têkoşîn dihate pêşxistin, li Rojhilata Navîn jî wê têkoşîn pêş dixist. Mazlum Dogan, got, “Ev qêrînên me lazim e bigihên dinyayê.” Rêber Apo ew ji bo xwe esas wergirt. Wê çawa qêrînên wan, bang û têkoşîna wan bigihîne dinyayê. Bo wê li Rojhilata Navîn karekî dîrokî bi pêş xist. Ew xebata li Rojhilata Navîn û zîndana diyarbekir gihişt hev du, bû temelê hemleya 15'ê Tebaxê. Hemleya 15'ê Tebaxê, weke zîndana diyarbekir, weke Rojhilata Navîn di nava gelek zor û zehmetiyan de pêş ket. Ev rastiya vê hareketê ye. Vê hareketê tu caran, rihetî, îmkan, neda pêş xwe. Lewre tu li Kurdistan û gelê Kurdistan û azadiyê xwedî derdikeve, tu dizanî ku rehetî nabe, îmkan nabin. Tê di nava zor û zehmetiyan de vê têkoşînê bimeşîne. Rêber Apo ev rastî, bi awayekî baş bi milîtanê PKK'ê û gelê Kurd da fêmkirin.

 

15’Ê TEBAXÊ HEVAL EGÎD BI XWE YE

Hevalê Egîd, di nava van rastiyan de xwe perwerde kiribû, mezin bûbû. Mîlîtaniya ku Rêber Apo dixwest, li Kurdistan pêş bixe, bo xwe esas wergirtibû. Ji bo wê di hemleya 15'ê Tebaxê de gelê Rêber Apo esas e. Yê ku ew di pratîkê de pêk anî jî hevalê Egîd e. Bo wê jî dema mirov behsa 15'ê Tebaxê bike yan jî bibîr bîne, hema hevalê Egîd tê bîra mirov. Hevalê Egîd bi 15'ê Tebaxê re bûye yek. 15'ê Tebaxê heval Egîd bi xwe ye. Çima? Lewre yê ku di pratîkê de serokatiya wê kiriye, li Erûh ev çalakiya bi serkeftî pêk aniye. Ji bo wê bi hevalê Egîd tê naskirin û fêmkirin. Çawa ku PKK Hakî Karer e, 15'ê Tebaxê jî hevalê Egîd e, Mahsûm Korkmaz e. Kes nikare van a ji hev du cuda bike. Rastî ev e. Li gel hevalê Egîd di vê hemleyê de yê xwedî ked e, yek jî hevalê Gozluklu Alî ye, xelkê Bîngolê ye, şehîd ket. Dîsa hevalê Omer bû, ji aliyê Mereşê bû. Mûstafa Yondem (Hevalê Erdal) bû. Hevalê Bedran (Mehmet Sevgat) ew bûn. Van hevalan jî di vê hemleyê de cî girtibûn. Hinekan komutaniya Şemzînan, hinekan jî komûtaniya Erûh dan ser milên xwe. Ev çalaki wan pêk anîn. Tê de cî girtin. Hevalê Egîd, him tevahî ev hemle organîze kir, pratîk de rêxistin kir, serokatiya wê kir, him jî di ya Erûh de cî girt. Hevalê Bedran wan re ev hemle serkeftî pêk anîn. Bi tevahî Erûh girtin destên xwe. Ya Şemzînan jî belkî hemû cî bi dest nexistin, lê hemle li wir jî serket. Ev temamî bi keda wan hevalan pêk hat. Van hevalan hemleyên ku Rêber Apo dixwest li Kurdistan pêş bixe fêm kiribûn, ji bo ku wê hemlê serkeftî pêk bînin ji bo xwe esas girtibûn. Hemû hestên xwe, enerjiyên xwe tevlî wê hemlê kiribûn. Ji bo vê jî ev hemle wer netîceyên mezin çêkirin.

 

Bernameya Dilistan: 15'ê Tebaxê di tevgera we û civaka we de guhertinên çawa afirandin?

 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: hemleya 15'ê Tebaxê ne tenê di nava hareketê, gelê Kurd de guhertin çêkirin. Di Rojhilata Navîn de jî guhertin çêkirin. Li ser dewleta dagirker, ya faşîsta tirk, li ser sîstema modernîteya kapîtalîst jî tesîr çêkir. Tê zanîn, sîstema modernîteya kapîtalîst, li Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe gelek gav avêtibûn. Gelek cî ava kiribûn. Gelek îmkan bidest xwe xistibûn. Kurdistan weke mulkê xwe hesab kiribûn. Belkî dagirkeran li ser kurdan siyaseta qirkirinê dimeşand, lê sîstema modernîteya kapîtalîst ev îmkan dabûn dest wan. Wan dagirkeran bi navê sîstema modernîteya kapîtalîst ev sîstem dimeşandin. Bo wê Kurdistan wekî mulkê xwe didîtin. Dema ku hemleya 15'ê Tebaxê pêş ket, ew bi salan bo xwe nirx û îmkanê ava kiribûn, ditîn ku hemleya 15'ê Tebaxê sîstema wan berjewendiyên sîstema wan, dixe tehlîkê. Bo wê li pişt dewleta dagirker faşîst sekinîn. Ji her alî ve alîkarî kirin. Ku bi wê alîkariyê pêşiya hareketê bê girtin. Ku ev hareket, pêş nekeve, tehlîkeyê mezin çê neke.

 

MODERNÎTA KAPÎTALÎST Û NATO DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI SER PIYA HIŞT

 

Her ku hareket pêş ket, wana zêdetir alîkariya dewleta Tirkiyê kirin, dewleta Tirkiyê şer mezintir kir. Hemû jî bi alîkariya NATO û wan dewletan ev şer mezin kirin. Bi vî şeklî xwestin pêşiya hareketê û kurdan bigirin. Da ku berjewendiyên xwe biparêzin. Lê her ku wan a hucum kir, qetlîam, girtin û kuştin kirin, hareketê jî ev kirin ku sebeba hareketê mezintir bibe. Ketin xizmeta wê. Ji bo wê jî hareket mezintir bû, berjewendiyên wan zêdetir ketin xeteriyê. Li ser dagirkeran jî tesîrên mezin çêbûn. Hukmê desthilatdariya 12’ê Îlonê ya faşîst, ku bernameyeke dabû pêşiya xwe digot, ez ê vê bernamê bi ser xim û tu astengî li pêşiya min nabin. Gelek astengî hebûn, ew ji holê rakiribûn. Tenê yek astengî ma bû, ew jî Kurd û PKK bûn. Ew wahşeta ku li zîndana Diyarbekir pêş xistî ji bo wê bû, da ku bikaribe îradeya tevgerê bişkîne, wê astenga li pêşiya xwe jî ji holê rake, da ku bernameya xwe bide rûniştandin, sîstemeke faşîst li Tirkiyê bi cî bike. Lewre NATO, sîstema modernîteya kapîtalîst, ev dixwest. Tirkiyê dewleteke NATO bû, dixwestin ku Tirkiyê li Rojhilata Navîn berjewendî û desthilatdariya xwe xurt bike. Faşîzma kenan Evren ji bo wê li dijî kurdan ev wahşet meşand.

Lê çi qas gav avêtin jî di netîcê de negihiştin hedefa xwe. Îro Erdogan û Bahçelî, dixwazin tiştên ku kenan Evren nîvî hiştibû, temam bikin, heta wê derbas bikin. Tiştên ku dikin, yên kenan Evren li Kurdistan kiriye, li ser gelê Kurd û demokratan pêş xistiye. Heta ji wê jî derbas dike. Rastî ev e. Hemû demokrat, çep, lîberal, nivîskar, sendîkavan, serokên partiyan girtin û xistin zîndanan. 15'ê Tebaxê ew deri hemû vekirin. Ger ku paşê Ecewît, Demîrel, bûne reîsê cûmhûr, van a hemû di netîceya 15'ê Tebaxê de çêbûn, deyndarê PKK'ê û kurdan e. PKK'ê û kurdan nehişt faşîzm tam rûne. Demokrasî parastin.

 

HEMLEYA 15’Ê TEBAXÊ HEMLEYEKE ASKERÎ, FESEFÎ, BÎRDOZÎ, SIYASÎ, RÊXISTINÎ Û ÇANDÎ YE

 

Hemleya 15'ê Tebaxê ji bo vê ne ku wekî tê fêmkirin, hemleyeke leşkerî ye; aliyê wê yê leşkerî pir kêm e. Aliyê wê yê felsefî, bîrdozî, siyasî, rêxistinî, çandî pir xurt e. Ew hareketeke demokrasiyê ye. Hareketeke li nirxên gelan û yên mirovahiyê xwedî derketin e. Li azadiyê xwedî derketin e, li dijî faşîzmê sekinîn e. Hemû gel li dijî faşîzmê parastin e. Vê hareketa di civak û mirovên Kurd de, guhertineke bingehîn çêkir. Ew kurdên ku digotin, “êdî em xilas” rakir serpiyan, zindî kir, ji bo xwe kir. Di hemû şertan de dest pê kir, ji bo xwe têkoşîn pêş xist. Di civaka însanê Kurd de, zîhniyeta wî û di kesayeta wî de, tiştên ku sîstema dagirkeriyê pêşxistî hemû perçe perçe kir. Ew perçebûna di însan û civaka Kurd de ku di her alî de pêşxistibûn, rakir. Rakirina wê pêşxist. Yê çawa yekîtiya Kurd çêbike ew pêşxist.

Kurd înkar dikirin, da diyarkirin ku nikarin kurdan înkar bikin, Kurd hene, wekî her kesî dixwazin li Kurdistan jî jiyan bikin. Vaye derxist holê û da îspatkirin ku êdî nikarin kurdan wisa ji holê rakin. Di jin û ciwanên Kurd de guhertineke esasî çêkir. Ew jina ku nikarîbû ji mala xwe derkeve, derxiste çiyan, tevlî gerîlla û şerê azadiyê kir. Ew ciwanê ku bo berjewendiyên xwe yê şexsî li duv maddiyatê dibeziyan, zêdetir jî ji ber ku ew derfet li gel dewleta Tirkiyê bû, tirkbûn didan pêşiya xwe ku nikarîbûn jiyan bikin, berê wan da çiyan, da şer û têkoşîna azadiyê.

 

15’Ê TEBAXÊ ŞOREŞEKE ZIHNÎ, NETEWÎ, DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ YE

 

Ciwan her ku çûn, ji dewleta Tirkiyê qût bûn. Jin ji desthilatdariya zilam û dewleta Tirkiyê qût bûn, ji bo xwe azadî esas girtin. Ciwanan ji bo xwe azadî bi dest xistin. Vêya di civak û zilamê Kurd de guhertineke esasî da çêkirin. Yên ku qebûl nake ku zarokên wan, qîzên wan tevlî gerîla bibin, jinên wan ji mal derkevin; qebûlkirin ku têkoşînê bikin. Qebûlkirin ku derkevin serê çiyan, heta bi xwe tevlî kirin. Yanî şoreşeke zîhnî çêbû. Şoreşeke demokratîk çêbû. Şoreşeke netewî çêbû. Şoreşeke azadiyê çêbû. Gelê Kurd, ji mirinê rabû, dît ku bo azadiyê di her şertî de ku têkoşîn kir, dikare serbilindî jiyan bike. Derveyî wê nikare bijî. Ew jiyana ku xizmeta azadiyê nake li xwe heram kir. Vêya li ser civaka Rojhilata Navîn jî têsîr kir. Gelê Rojhilata Navîn di bin desthilatdariya rejîmên heyî de, nikarîbûn nefes bigirin, dîtin ku Tirkiyê dewleteke NATO’ye, li dijî wê dewletê Kurd, bi jin, zilam, ciwanan pêk ve civakek ji bo azadiya xwe rabûye ser piyan, têkoşînê dide. Di vê têkoşînê de jî her ku diçe netîce werdigirin. Vêya rih da gelên Rojhilata Navîn. Wan a jî, dest pêkirin ku li ser vî esasî bifikirin. Guhertineke wisa 15'ê Tebaxê di Rojhilata Navîn de çêkir. Ji bo wê hemleya 15'ê Tebaxê her çiqas PKK'ê li kurdistanê pêşxistibe jî ne tenê ji bo gelê Kurd e, hemleyeke ji bo tevahî gelan e, ji bo Rojhilata Navîn û ji bo tevahî mirovahiyê ye.

 

Bernameya Dilistan: Kesayeta Fermandar Egîd îro di gerîlla de çawa tê jiyîn?

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: gerîllayê ku li kurdistanê pêş ketî, Rêber Apo û heval Egîd ji bo xwe esas werdigirin. Belkî hinek kêmasî û şaşitê hene, mirov nikare bêje bi temamî zîhniyet û kesayeta Rêber Apo û hevalê Egîd ji bo xwe esas wergirtiye. Li ser çizgiya Rêber Apo û rêgezên wî xwe bi temamî çêkiriye, lê gerîlla çi komûtanê wî bin, çi jî şervan, Rêber Apo û hevalê Egîd bi her alî ve ji bo xwe mînak digirin. Dixwazin li ser rastiya Rêber Apo û hevalê Egîd, ew rastiya Rêber Apo ye, li ser wî esasî dixwaze zîhniyet û kesayeta xwe çêbike û kûr bike. Da ku bikaribe ev gerîlla û şerê ku Rêber Apo xwestî pêk bîne. Lewre ev daxwazên gelê Kurd û mirovahiyê ne. Tê zanîn di dîrokê de gerîlla her daîm, qûweta azadiyê ye. Her daîm gelên bindest, yên feqîr, bi şerê gerîla şer kiriye û azadiya xwe qezenç kiriye. Li kurdistanê jî gelê Kurd, encaq bi gerîlla dikare azadiya xwe qezenç bike. Derveyî gerîlla qûweteke xwe wer zêde nîn e ku li dijî dewleta Tirkiyê ku dewleteke NATO’yê ye bikaribe bisekine.

Îmkanên wan ji her alî ve zêdetir e. Îmkanên gelê Kurd zêde nîn in. Pir kêm û basît in. Şerê gerîlla jixwe bi îmkanên kêm û basît tevlî şer bûne. Ku derbê li dewleta dixe. Li qûwetên mezin dixe û wer netîce digire. Rêber Apo li kurdistanê şerekî gerîlla wê çawa bê meşandin, stratejî û tektîqên wê çibin, gerîllayekî çawa yê bikaribe vê stratejî û teqtîkê pêk bîne, li ser vê gelekî lêkolîn kir. Heta teoriya wê jî pêşxist. Stratejî, teqtîk, rêxistin, perwerde, kesayet û zîhniyeta wê pêşxist. Xwest ku li ser vî esasî komûta û şervan bê amade kirin, ew komuta û şervan jî li ser wî esasî bimeşin. Ji bo wê karekî mezin kir.

Yê ku ew karê Rêber Apo bo dîrokê, mirovahiyê û gelên kurdistanê dikir, ji her kesî zêdetir yên ku baş fêmkirî yek jî hevalê Egîd bû. Hevalê Egîd, teoriya ku bo şer, gerîlla Rêber Apo pêş dixist, daîm lêkolîn dikir. Daîm, di wê de xwe kûr dikir û di gerîlla de çi kêmasî û şaşîtî hene, rakirina wê ji xwe re esas werdigirt. Çi fikirîn û nêzîkatî nakeve xizmeta fikrê Rêber Apo rakirina wê ji xwe re esas girt. Li ser wî esasî gerîlla pêş dixist. Hevalên ku li gel xwe li ser wî esasî rêxistin dikir. Ji bo wê jî hevalên ku li gel wî qûweteke mezin ji hevalê Egîd wer digirtin. Wan jî ew nêzîkatî dîtin ku Rêber Apo û hevalê Egîd, pêş dixist, him ji bo xwe esas werdigirtin him jî wan jî dixwest ji bo hevalên xwe jî pêş bixin. Ji bo wê jî ew gerîllayê ku Rêber Apo dixwest, hevalê Egîd, di serî de pêş dixist, hevalên ku li gel wî dijiyan jî ji bo xwe esas wer digirtin. Yê ku di esas de di gerîlla de rol pêk anî jî ew bûn. Yên ku hemleya 15'ê Tebaxê pêşxistî jî ew bûn.

Piştî hemleya 15'ê Tebaxê dema ku zor û zehmetî çêbûn, gerîlla hinekî derbe dixwarin, heta ku her kesekî digot, dawiya gerîlla tê, di wê demê de hevalê Egîd û yên ku hevalê Egîd esas girtin, yên ku ew perwerde girtin, roleke mezin lîstin. Di şertên pir zor û zehmet de, di bêîmkaniyan de, ku her kesî digot, dawiya gerîlla tê, wan jî hewildan û xebitîn ku yê gerîlla çawa mezin bikin, çawa bidin jiyîn, derban li dijmin bixin esas digirtin û pratîkeke wisa jî pêşxistin. Dane diyarkirin ku gerîlla tu caran tasfiye nabe. Her ku diçe yê gerîlla mezin bibe, şer mezin bibe, ew jî bi her kesekî re dane diyarkirin.

 

Bernameya Dilistan: Di salvegera şehadeta wî de Fermandar Atakan Mahîr û fermandarên wekî Delal Amed, Sari Îbrahîm û Huseyîn Mahîr jî wekî sembola fermandariyê ne. Hûn ji bo wan dixwazin çi bêjin?

 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: niha çawa em hevalê Egîd, hevalê Mustafa Yondem (Erdal), Gozluklu Alî, welhasil van hevalan a, wekî serokê gerîlla dibînin, weke wan hevalan a hevalên din jî hene. Him jî gelek heval hene. Belkî niha ne ciyê wê yê em navê wan tevan yek bi yek bêjin, li ser wan axaftinan bikin. Lê di şexsê hevalê Egîd de, Atakan, Delal, Huseyîn Mahîr, Sari Îbrahîm de mirov dikare hemûyan bîne zimên. Lewre ev heval temsîla hemû heval û şehîdan e. Temsîla hemû şervanên azadiyê dikin. Hemû taybetmendiyên hevalan yên ku xizmeta azadiyê dikin, di kesayetiya xwe de pêk anîn. Hevalê Egîd, çawa Rêbertî bo xwe esas werdigirt, girêdayîneke xwe ya pir xurt hebû, dîsa girêdayîn û hurmeteke xwe ji bo hevaltiyê hebû, bo partî girêdayîneke xwe ya pir mezin hebû. Bo gerîlla û şerê gerîlla pêşxistinê girêdayîneke xwe ya pir mezin hebû. Bêyî azadiyê jiyan li xwe heram kiribû. Çi nêzîkbûn, fikrên ku nakevin xizmeta azadiyê qebûl nedikir, diçû ser. Ku jiyan hebe, lazim e ew jiyan bi temamî di xizmeta azadiyê û gel, hevaltî û mirovahiyê de be, ku ew zîhniyet û kesayet di xwe de pêş xistibû, mutewazî bû bi hevalên xwe re dijiya. Wer komûtanî, mesûliyet, bi yetkî pêk nedianî, bi kar û keda xwe pêk dianî, bo hemû hevalan xwe dikir mînak û xeteriyek ku hebûya xwe dida pêş da ku negihê hevalan. Bi temamî li ser wan esasan ji bo ku zîhniyet û kesayeta xwe ava kiribû, ti caran kêmasî û şaşîtî jiyan nedikir, çavên xwe jê rê nedigirt û layîqî hevalên xwe jî nedidît. Daîm wê çawa hevalên xwe pêş bixe û ser bixe ew esas digirt.

Hevalê Atakan, Hevala Delal, Hevalê Huseyîn Mahîr û Hevalê Sari Îbrahîm jî ew taybetmendî di zîhniyet û kesayetiya xwe de pêk anîn. Çawa hevalê Egîd biçûya ku derê, ew zindî dikir, dixiste hareketê, li wê derê serkeftin û pêşketin dida jiyankirin. Hevalên ku li gel wî ji hevalê Egîd qûweteke mezin digirtin. Wekî ku di nava artêşekî de têkoşîn dikin û yê netîce wergirin, hîs dikirin, ew hîs di wan de çêdibû. Moral, coş, bawerî û zanebûneke mezin di wan de çêdibû, daxwaziya şer û di şer de netîce wergirtin çêdibû, van hevalan jî ku li ku derê bûna, diçûna ku derê rûh didana wê derê, hestên azadiyê di hevalan de wer mezin dikirin. Moral, bawerî û zanabûn û coşa wan, daxwaziya wan ya şer mezin dikirin. Tu caran, xwe li ser hevalan nedîtin. Xwe wekî hevalekî didîtin. Daîm jî yê çawa xizmetî heval û gelê xwe bikin, yê çawa wan zana bikin, pêş bixin ew ji bo xwe esas girtin. Ev taybetmendiyên Rêber Apo bûn. Lewre Rêber Apo dizanîbû ku heval û gelê xwe perwerde neke, pêş nexe, di wan de kesayetiya serkeftinê ava neke, nikare tiştekî bike, li kurdistanê azadî çênabe, van hevalan jî ew taybetmendî ji bo xwe esas wergirtin.

Bi taybet jî di jinên Kurd de, weke hevala Delal, hevaleke derxistin, gelek girîng bû. Belkî di zilaman de hinekî pêş ketibane, lê ya muhîm, di jina Kurd de lazim bû pêşeng û komutan derketana. Hevala Delal, ew pêk anî. Temsîla jina Kurd kir. Temsîla gerîlla, ciwana, gelê Kurd kir. Pêşengiyeke mezin di xwe de pêş xist. Lewre Rêber Apo dabû fêmkirin ku pirsgirêka Kurdan di esas de pêşêngtî ye. Ger ku ev pirsgirêk çareser nebe, tu çi qas xebat û şer bike jî tu nikare netîce wergire. Lewre di dîrokê de ev gelek caran îspat bûbû. Ji bo wê ji dîrokê netîce derxistin bû, lazim bû pêşengtî bê çareserkirin, kesayetiyên pêşeng bên pêşxistin. Heval Egîd, Atakan, Delal, Sari Îbrahîm, Huseyîn Mahîr û gelek hevalên din ew ji bo xwe esas wergirtin. Li ser wî esasî xwe ji nû ve avakirin pêş ket.

Ji bo wê di wan hevalan de kesayetiya pêşengtî pêşket. Ku diçûne ku derê li wê derê rûh didane çêkirin, hestên azadiyê mezin dikirin. Bo wê rolekî dîrokî ji bo hareketê û gel pêk hat. Daîm ji bo rêveberiya hareketê bûne qûwet. Bi fikir, nîqaş, nêzîkatî, çareserkirina pirsgirêkan, bi pratîk û jiyana xwe û her alî ve ji bo rêveberiyê, ji bo komutan û şervanan bûne qûweteke esas. Eger ku em gihiştibin îro, ev di encama tevahî şehîdan de ye, di encama xebatên Rêber Apo de ye, di nav wê de jî di netîceya têkoşîna wan hevalên ku me navê wan gotî de ye. Roleke mezin pêk anîn.

 

GELÊ KURD NIRX Û KESAYETÊN MEZIN JI NAV XWE DERXIST

 

Di netîceya wê rolê, kedê û têkoşînê de em gihiştine îro. Ji bo wê gelê me lazim e, van qehreman û pêşengan tu caran ji bîr neke. Bitaybet gelê me jinê Kurd, lazim e Hevala Delal ji bîr neke. Ku me çi qezenç kiriye, me bi Delalan, Atakanan, Huseyînan, Îbrahîman qezenç kiriye, û ji niha û pê de jî em ê bi wan qezenç bikin.  Van a nirxên gelê Kurd û însaniyetê yên mezin in. Ev nirx çi qas bêne parastin, gelê Kurd û însaniyetê ew qasî dikarî biparêze. Wer nebe, ne gelê Kurd ne jî însaniyet nayê parastin.

Gelê Kurd ev nirxên xwe yê mezin ji nav xwe de derxist. Bi vê jî xwe mezinkir û gihande îro. Eger ku çawa heta îro lê xwedî derket, ji îro û pê de jî lê xwedî derkeve, yê qezenç bike û bi însaniyetê jî bide qezençkirin. Eger li dîrokê xwedî dernekeve, li nirxan xwedî dernekeve, li wan kesan xwedî dernekeve, li ser wan esasan xwe ji nûve nûve ava neke, hemû tiştên ku qezenç kirî winda dike, bi însaniyetê jî dide winda kirin. Bo wê, gelê Kurd, PKK, Rêber Apo çawa heta niha ew kesayetiyên pêşeng yên mezin derxistin, ji niha û pê de jî yê derxe. Lewre dîroka PKK'ê, dema ku mirov lêkolîn dike, mirov vê baş dibîne. Ji bo wê ev hareket her tim pêş dikeve û ser dikeve. Ji bo wê hemû hucum, komplo nikarin netîce wergirin.

Lewre vê hareketê bi kedeke mezin, bi bedelên mezin, bi şehîdên mezin, bi kesayetiyên mezin hatiye damezirandin û hatiye pêşxistin. Eger hareketek, gelek, li ser wan esasan bê damezirandin, li ser wê têkoşînê bike, kes nikare pêşiyê bigire. Ji bo wê hemû jinên Kurd ciwanên Kurd, însanên Kurd, yên ku dibêjin ez welatparêz im, demokrat im, sosyalîst im, ez girêdayî nirxên însaniyetê me, lazim e, Rêber Apo û van kesayetiyan ji bo xwe daîm esas bigirin. Li ser wan kesayetiyan xwe perwerde bikin. Bi wan kesayetiyan re xwe bike yek. Wê wextê di xwe de kesayetiyên mezin ava bike. Pêwîstiya gelê me jî kesayetiyên wiha ne. Wê demê, em vî gelî di her şertekî de dikarin azad bidin jiyîn. Garantiya pêşerojê jî ev e.

 

 

RÊBER APO DESTPÊKÊ JÎ SOSYALÎZMA ÎLMÎ ESAS GIRT

 

Bernameya Dilistan: Gerîlla bi “Şerê Rizgariya Netewî” dest bi têkoşîna xwe kir. Îro jî projeya xwenûkirinê û “gerîllayê modern” tên nîqaşkirin. Gerîllayê modern çawa ye, peywirên wî çi ne?

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: Dema ku PKK hate damezirandin, bi paradîgmayekî hate damezrandin. Paradîgmaya reel sosyalîzm hebû, yên ku ji bo demokrasî û azadiyê, sosyalîzmê têkoşîn dikir, ew paradîgma ji bo xwe esas digirt, PKK'ê jî ew esas girt. Di wê paradîgmayê de dewlet, îktîdar, ji bo wê şer ji xwe re esas girtin hebû. PKK'ê jî heta wextekî bi wê paradîgmayê têkoşîn kir, gelek jî pêşketin û guhertin çêkirin, netîce wergirtin. Feqet, hêja di destpêkê de Rêber Apo bi îhtiyat nêzî wê paradîgmayê bû. Ji bo ku ferqa xwe çêbike jî digot, “Em sosyalîzma îlmî ji bo xwe esas digirin, merkezeke bi navê sosyalîzmê heyî na.” Her ku lêkolîn kir, pratîk pêşxist, dît ku ew paradîgma çi qas, guhertin û pêşketinan çêbike jî, armancên ku dayî pêş xwe nikare pêk bîne. Bi hinek aliyan ve heta ters dikeve, zerarê dide. Ew dît. Bo wê jî yê çawa wê çareser bike, kete lêgerîna wê. Di wê lêgerînê de paradîgmayeke nû pêş xist. Sosyalîzma reel, li Sovyet jî têk çûbû. Vê jî xizmetî Rêber Apo kir ku Rêber Apo di vê lêgerîn û lêkolînên xwe de hê bilez û zûtir paradîgmaya nû pêş bixe. Hêja reel sosyalîzm têk neçûbû, dev ji hin aliyên wê berda bû. Paradîgmayeke nû ji bo xwe pêş dixist. Her ku pratîk pêş dixist jî ew xurt kir. Bi têkçûyîna Sovyetan jî êdî paradîgmaya pêş dixist bi temamî ji bo xwe esas girt. Eleqeya xwe û paradîgmaya reel sosyalîzmê qût kir. Xwest ku tevgerê jî li ser paradîgmaya nû pêş bixe, li ser paradîgmayeke mirov têkoşînê bi salan pêş bixe, piştre mirov di wê de guhertinê çêbike, ew wer rihet çênabe. Di dîrokê de jî daîm dema ku mirov ji paradîgmayekî derbasî paradîgmayeke nû bûne, nêzîkbûnên çep û rast çêbû ne. Di PKK'ê de jî ew çêbû. Sîstema modernîteya kapîtalîst ya dagirkeran, yên ku Kurd in û hevalbendiyên wan dikin pêk ve, xwestin ku pêşî li wê bigirin. Yanî xwestin ku hareket li ser paradîgmaya nû xwe ava neke. Lewre ku xwe ava bike, tehlîkeyeke mezin ji bo wan çêdibe. Ji bo ku hareket nekeve paradîgmaya nû û jiber ku ji ya kevin jî derketiye, ji bo ku di navbera wan de bimîne, bi wî awayî jî derbê lê bixin, ew kirin. Wexte ku dîtin di paradîgmayê de guhertin çêdibe, di nav hareketê de jî rast û çep nêzîkbûn çêdibe, yên ku dixwestin hareketê tasfiye bikin, xwestin ku yên rast nêzî paradîgmayê dibin, li ser wan hesab pêşxistin. Hewildan ku tasfiyegeran hakîm bikin da ku di PKK'ê de tasfiyê pêş bixin. Di nav PKK'ê de ew ên ku tên zanîn xizmetî wê kirin. Kêm ma ku hareketê bi navê girêdana Rêber Apo ji holê rabikin û her kesî bixapînin. Feqet, hareketê ew tehlîke derbas kir, xwe ji paradîgmaya kevin derbaskir û xwe di ya nû de avakirin esas girt. Çi qas ku xwest di wê de xwe ava bike hinek kêmasî jiyan kirin.

 

XWESTIN XAYÎN Û TASFIYEGERAN DI NAVA PKK'Ê DE HAKÎM BIKIN

 

Bitaybet jî lazim bû gerîlla li ser paradîgmaya nû di xwe de nûbûneke wer çêbikira. Ji bo wê jî gerîlla hinekî dereng ma. Hinek kêmasî û şaşîtî jî jiyan kir. Dijmin jî ji vê feyde dît, derbe li gerîlla dan. Da ku gerîlla û bi giştî jî hareket nikaribin rolê xwe bilîzin. Ger ku windahî çêbûn û çêdibin, ew girêdayî vê ye. Lewre sîstema modernîteya kapîtalîst ya dagirkeran, yên ku bi wan re hareket dikin, Kurd pêk ve, ew xayînên di nav kurdan û PKK'ê de jî dixwestin hakîm bikin. Da ku PKK nikaribe wê nûbûnê di xwe de çêbike, wê pêngavê pêş bixe. Dixwestin bi wî şeklî hareketê di nava xwe de meşgul bikin. Di nav gel de hareketê lewaz bikin. Bêqîmet bikin, da ku bikaribin tesîrê li civakê bikin. Ji bo wê lazim bû ku me ew guhertin, nûbûnên ku Rêber Apo dayî peşiya hareketê bi lêz pêş bixistina. Eger bilez pêş bixistana ew texrîbatên tasfiyeciyan çêkir, hinde mezin çê nedibûn. Tesîrên wê jî wer dûvdirêj berdewam nedikir. Her çi qas hareketa gerîlla, tasfiye tasfiye kir, bi têkoşîna Rêber Apo, feqet, ew fikrên ku wan belav kir di nava vê hareketê de tam ji holê ranebûn. Ji bo wê jî li ser paradîgmaya nû xweavakirin, wer rihet çênebû, zû çênebû. Vê ya gelek zerarên mezin jî dane me, hêja jî dide. Belkî ne wekî salên derbasbûyî ye, tersê wê kêm bûye, lê hêja jî heye. Niha gerîlla li ser wî esasî dixwaze ew fikrên ku tasfiyeciyan, nêzîkbûnên wan ku xistina nav gerîlla, bi temamî ji holê rake. Dîsa gerîllayê ku bi paradîgmayê bi şer îktîdar, dewlet avakirin dixwaze li ser paradîgmaya nû, vê ya bide aliyekî. Li ser paradîgmaya nû dixwaze xwe ji nû ve çêbike. Ji bo wê jî êdî ji bo dewlet û îktîdar avakirinê jî pêşxistina şer esas nagire. Bi temamî li ser azadiya jin û ekolojiyê azadiyê, civakê, demokrasî pêşxistinê bo xwe esas werdigire. Konfederalîzma Demokratîk, Xweseriya Demokratîk û parastina rewa esas digire. Di pêşengtiya hareketê de guhertinê ji bo xwe esas digire. Li gorî paradîgmaya berê, karker û gundî pêşeng bûn; li gorî paradîgmaya nû, jin û ciwanan esas digire. Ji bo ku di armanca gerîlla de jiyan, civak û kesayetiyeke azad heye û vê jî di azadiya jinê, ekolojiyê û di civakeke demokratîk de dibîne, ji bo wê têkoşînê dike. Gerîllayê ku niha modernîteya demokratîk ji bo xwe esas digire, li ser vî esasî dixwaze xwe ava bike. Ji gerîllayê berê cûdatir e. Ew gerîllayê berê êdî nema. Êdî bi wê paradîgmaya berê gerîllatî nema. Eger bixwaze weke berê gerîllatiyê bike, nikare yê derbê bixwe, tasfiye bibe. Li ser paradîgmaya nû ku xwe bi temamî çêkir, wê demê dikare şerê gerîlla bimeşîne. Ji bo gelê Kurd jî ji bo gelên bindest jî dikare bibe qûweta azadiyê û dikare berdewam bike. Çawa bi belavbûna Sovyet, sîstema modernîteya kapîtalîst got, “êdî sosyalîzm mir, kapîtalîzm heta dawiya dawî ye” û li dijî sosyalîzmê şerekî îdeolojîk yê mezin pêş xist, xwest sosyalîzmê bêqîmet bike, niha jî dixwaze gerîlla ji qûwetbûna azadiyê der bixe. Bo wê jî teknîka pêş xistiye, li ku derê gerîlla heye, wê teknîkê dide wê derê. Dixwazin bi wê teknîkê derbê li gerîlla bixin, da ku êdî gerîlla jî ji bo gelên bindest ne qûweteke azadiyê ye, ji dev azadiyê berdin. Da ku sîstema xwe bidin jiyankirin. Ew teknîk dane Tirkiyê. Tirkiye wê teknîkê pir xurt dişixûlîne. Ew teknîka teyarên keşfê, teyarên bomberdûmanan, termalan, temamî şer li ser vî esasî dimeşîne. Bi vê jî dixwaze ku gerîlla li gor paradîgmaya nû xwe temamî çêneke. Da ku gerîllayê modern, profesyonel di xwe de çêneke. Da ku bikaribe wer netîce wergire. Da ku gerîlla ji bo gelê Kurd nebe qûweta azadiyê. Da ku hêvî û îradeya gelê Kurd ji holê rabike, Kurdistan bi temamî têxe bin desthilatdariya xwe û bike mulkên xwe. Da ku bi navê Kurd û Kurdistan çi heye, ji holê rabike. Heta ku gerîlla bi temamî ji holê raneke, nikare vê bike. Ji bo ku ji holê rabike, vê teknîkê dişixûlîne. Ev teknîk jî sîstema modernîteya kapîtalîst, NATO dane wê, ew jî dişixûlînin. Dibêje “ev teknîka me ye, yerlî ye, mîllî ye.” Ev axaftin hemû derew in, axaftinên vala ne. Sîstemê dane Tirkiyê vê dişixûlîne, Tirkiye bi navê sîstemê dixwaze ji holê rabike. Ji bo wê ew wahşeta Erdogan-Bahçelî li ser Kurdan û gerîlla dimeşînin, kes deng nake. Sebep ev e. Bo wê gerîlla di şertên pir zor û zehmet de, têkoşînê dike, qehremaniyê dike, bedelên mezin jî dide. Bedelên ku dide, hinek hêja li gorî teknîka dijmin xwe rêxistin û dîsîplîne nekiriye, ji ber wê bedelan dide. Ji bo wê jî bilez lazim e li gorî teknîka dijmin di xwe de nûbûnê çêbike. Yanî xwe bicîkirinê, hareket kirinê, eleqet çêkirinê, meşê, çûyîna ser hedefan û piştî li hedefê dixe paş de zîvirînê de, lazim e wekî berê neke. Di xwe de disîplîn û nehîniyeke pir xurt pêş bixe. Şêwazê xwe yê hareketê lazim e fireh bike. Xwe nexe bin kontrola teknîka dijmin û zilamên wan. Lazim e çalakiyên xwe pir dirêj neke, zû bike û netîce wergire û weke berê bi hejmareke mezin tev negere. Dîsa lazim e ji bo kamûflajan pir dîqat bike. Da ku dijmin nikaribe bi keşfê, termalan, bi dûrbînan, yan jî bi veşartî cî û hareketê gerîlla tesbît bike. Dîsa, ew ciyên ku berê pir şixûlandiyê ku dijmin wir dizanê, li ser wan mintiqayan kontrolê çêdike, bo wê lazim e gerîlla wan noktayan zêde neşixûlîne, di eraziyê de pir noqteyan bişixûlîne, xwe mehkûmî hin noqteyan neke. Ciyên ku bibîne yê derbê bixwe, lazim e li wî ciyê nemîne. Ciyên ku nikare lê kar bike, lazim e tê de israr neke. Yê çawa derbê nexwe, li ku zêdetir derbê li dijmin bixe, lazim e wir esas bigire. Ciyên ku dijmin pir saxlem çêkiriye, neçe ser. Lewre biçe ser nikare netîce bigire û yê derbê bixwe. Teqtîkên gerîlla lazim e baş bişixûlîne. Sabotajan, pûsûyan, hucuman, hedefên ku xwe rehet bigihîniyê û netîce wergire bo xwe bike hedef. Hedefên mezin yên ku dijmin tedbîrên pir xurt girtiye, lazim e ji bo xwe neke hedef. Hê zêdetir dijmin di araziyê de, di hareketê de, bi pûsûyan lê bide. Yanî ew qûralên gerîllayên klasîk hene, di şertên nû de li gorî teknîkê ku dijmin dişixûlîne, li gorî îstîxbaretên ku dijmin bikar tîne di wan teqtîkan de nûbûn û kûrbûnan çêbike. Wê demê yê gerîlla zêde derbê nexwe. Dikare hêviyên gel jî pêk bîne, derbê jî li dijmin bixe.

 

RÎCAYA MIN EW E KU CIVAK LI XWE XWEDÎ DERKEVE

 

Bernameya Dilistan: Li gorî xeta 15'ê Tebaxê îro peywira gel çiye?

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: Em wekî hareket û gel, di şerekî pir mezin de ne. Li ser hareket û gelê me dixwazin tasfiye û tinekirinan pêk bînin. Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de dixwazin komployên navnetewî ji nû ve zîndî bikin. Di komploya navnetewî de lingê esas hinek Kurd bûn. Di ya niha de jî dîsa li ser wan lingan dixwazin komployê nû bikin, pêş bixin. Eger lingên wan yê Kurd nebe, ti caran nikarin komployan pêş bixin, ne mumkun e. Eger berê pêş xistibin, niha jî dixwazin nû bikin, bi temamî li ser hinek kurdên ku girêdayî komplogeran vê ya pêş dixin. Lazim e, gelê me vê ya baş bizanibe. Dixwazin derbê li PKK'ê bixin, PKK'ê tasfiye bikin. Ne tenê li Bakur, li hemû beşan dixwazin Kurdan ji holê rabikin. Siyaseta ku Erdogan û Bahçelî dimeşînin, temamî siyaseta ku Kurdan di qirkirinê de derbas bikin e. Wer hesab dikin ku di vî şerê Rojhilata Navîn de dikarin vê pêk bînin. Dikarin dewleta xwe jî mezin bikin. Ji bo wê Kurd divê bizanibin, ku kûrmê darê ne ji darê be, dar nakeve. Di esas de lazim e, Kurd nav xwe saxlem bikin. Xwe ji kûrman yanî ji ajanan, yên ku îxbaran dike biparêze. Wan di nava xwe de ne de jiyîn. Yên ku di nava gel de fûhûşê, xirabî, diziyê, sîxûriyê pêş dixe lazim e di nava xwe de ne de jiyîn. Niha dewletên dagirker, bi hinek xayînên Kurd di nava civaka Kurd de eroînê, fûhûşê, diziyê, hemû bêexlaqî û xirabiyan pêş dixin. Bi vî şeklî însanê Kurd, dixwazin ji însaniyetê, netewiyetê, têkoşîna azadiyê der bixin. Da ku civakê bi temamî pûç bikin, ji civakîbûnê der bixin. Însan, ji însaniyetê der bixin, da ku desthilatdariya xwe bimeşînin. Ji bo wê ji her malbatekî rîca min ew e li zarokên xwe, li malbat, cîran û mirovên xwe xwedî derkevin. Nehêlin ku têkevin xizmeta dijmin. Ajantiyê, îxbariyê, bêexlaqiyê, fûhûşê, diziyê nêzîkî xwe neke. Da ku civak saxlem bimîne, li ser esasê xwe bikaribe ji bo xwe têkoşînê bike û encam bigire. Îro dewleta faşîst ya dagirker, ya Erdogan-Bahçelî pir zeyîf ketiye. Di netîceya têkoşîna me de zeyîf ketiye. Ji ber hindê har bûye. Ji bo wê qetlîaman, girtinan, hakaretan dike. Ji bo ku zeyîfe vê dike. Ger ku em nehêlin ku ew di nava Kurdan de pûçbûnê pêş bixin, em li xwe baş xweyî derkevin, yekîtiya xwe biparêzin, yekîtiya xwe ya neteweyî pêş bixin, bi her alî ve li dijî dagirkeriyê bisekinin, her însanekî me ku li ku derê be wezîfeyên neteweyî pêk bîne, dagirkeriyê qebûl neke. Saziyên wan, netewîbûna wan qebûl neke, nebêje, leşker, polîs, qûweta parastinê ye, ew hemû ji bo Kurdan qûwetên tinekirinê ne. Hemû saziyên dewletê Kurdan tinekirinê pêş dixin. Ev li ber çavên her kesî ye. Lazim e Kurd li dijî vê li xwe xwedî derkevin. Li hareketê û nirxên xwe, xwedî derkevin, yekîtiya xwe xurt bikin. Li Rêbertî ya xwe xurt xwedî derkevin. Li dijî faşîzmê bisekinin. Têkoşîna demokrasiyê li Tirkiyê xurt bikin, bi hêzên demokrasiyê re cepheyên demokratîk xurt bikin. Ji bo Destûra Bingehîn ya Demokratîk pêş bikeve, hareketa wê pêş bixe. Li zimanê Kurdî xwedî derkeve. Perwerdeya zimanê Kurdî li her ciyî pêş bixe, her kes lazim e bi zimanê Kurdî biaxive. Zimanê Kurdî bi her kesekî, bi zarokên xwe, bi mirovên xwe bide famkirin. Li dijî bêedaletiyê bisekine. Li Tirkiyê heta dawiyê bêedaletî heye. Destûr, qanûnên heyî hemû dane bin lingên xwe. Hiqûq, miqûq nîn e. Bêedaletî pêş ketiye. Vê ya her kes tîne ziman. Bo wê lazim e, mirov hareketeke edaletê rêxistin bike pêş bixe. Kurd çi qas hareketeke edaletê, demokrasiyê, ziman û destûrê pêş bixe hinde ji vê zilmê û qirkirinê xilas dibin. Demokrasî ji her kesî zêdetir xizmetî gelê Kurd dike. Ji bo ku vê dizanin demokrasiyê ji holê radikin. Di faşîzm û qirkirinê de israr dikin. Kurd jî li dijî vê lazim e di demokrasî, azadî, edalet û hareketên wan pêşxistinê de israr bikin. Yê ev bi Kurdan mezin bide qezençkirin.

 

Niha di zîndanan de li ser hevalan û welatparêzan zilm û heqaretên mezin pêş dikevin. Bi taybet jî piştî ku berxwedan pêşxistin û şûnde ev kirin. Lazim e, zîndan vê qebûl nekin. Çawa li dijî tecrîdê bi qehremanî sekînin, mecbûr kirin ku dewlet bi teqtîkî be jî dewlet paş de gav bavêje, her daîm lazim e li dijî dagirkeriyê û zilma wan bisekinin. Divê bejna xwe li pêşiya wan netewînin. Ew çi qas îşkence, zilm û heqaretan, şantaj û tehdîtan dikin bila bikin, heta dikarin tiştên derveyî însaniyetê exlaq jî pêk bînin, lazim e ji vê netirsin, paş de gav navêjin. Ew qehremaniya ku di zîndanan de bi Mazlûman dest pê kirî, heta îro berdewam dike, lazim e bigihînin asteke bilindtir.

 

LI BENDA KESÎ NEMÎNIN

 

Gerîlla qehremaniyên mezin dike, bedelên mezin dide. Lazim e, kêmasî û şaşitiyên xwe zûtir rake. Têkoşîna xwe mezintir bike. Gelê me li ku derê be, bila bibe, di nava xwe de lazim e, Kurdên xayîn di nav xwe de nehêle. Nehêle ku dijmin di nava wan de xirabiyan bike. Nehêle ku rehet bikeve nava wan. Lazim e, ji her alî ve li xwe xwedî derkevin û bi her şiklî çi ji destên wan tê, li dijî dagirkeriyê bisekine. Xwe rêxistin bike. Qûweta wî ew e. Ger ku xwe rêxistin neke, dijmin jê feydê dibîne û derbê lê dixe. Dijmin niha bêbawerî xistiye nava gel û wê pêş dixe. Wer dike ku kes ji kesî bawer neke. Da ku negihîne hev, nebin qûwet û li dijî wan nesekinin. Ji bo wê lazim e kes neyê lîstikên dijmin. Bi hev du bawer bikin. Bi hev du re yekîtiyê xurt bikin li dijî dijmin, pêk ve bijîn û têkoşîn bidin. Yên ku neyê vê jî ji nav xwe derxe, nede jiyankirin. Di gund, tax û bajarên xwe de wan nede jiyankirin. Lazim e, nav xwe paqij bike. Wê demê yê rehet bike. Wê demê yê dijmin nikaribe wer rehet têkeve nav, girtin û kuştinan bike. Nikare bêexlaqî, xirabiyan bi kurdan bide jiyankirin. Daxwaziya min ji gelê me, ev e, li benda kesî nesekinin. Nebêje, “hinekê li me xwedî derkevin, hinekên me rizgar û azad bikin.” Azadiya wan di destên wan de ye. Ew jî bi rêxistinê dibe. Çi qas xwe rêxistin bike, li dijî dagirkeriyê û faşîzmê sekinî, têkoşîna netewî û demokratîk pêşxistin; ew qasî dikarin azadiyê bidest bixin. Azadiyê kes nade wan. Hela hela tirk qet nade wan. AKP-MHP qet nade wan. Hêvî ji wan nayê kirin. Hilbijartinên Stenbolê jî diyarkir. Ger ku di wan de hinek wijdan hebûya, baweriya wan bi demokrasiyê hebûya, yê îstîfa kiribane. Lewre winda kirin. Li dinyayê her kes wisa dike. Lê ew wê nakin, zêdetir şer, zulum, girtin, kuştin û heqaretê pêş dixin. Ev jî diyar dike ku hêvî bi wan nabe. Hemû axaftinên wan xapandinin. Derbe lêdan e. Divê kes bi axaftinên wan bawer neke û hareket neke. Yê çawa xwe ji wan xilas bike? Wê esas wergire. Ew jî bi têkoşînê dibe. Bêtêkoşîn mirov nikare xwe xilas bike. Mirov nikare xwe ji mirinê der bixe. Mirov nikare azadî, demokrasî, nirx, çand, ziman û nasnameya xwe bijî. Bo wê hemû gelê me him demokratên Tirkiyê re eleqatê xwe xurt bike, him jî li dijî vê faşîzmê bisekine. Wê demê ew ê zûtir têk biçin, bedelên me yê kêmtir bibin. Gelê Kurd û Tirkiyê jî yê mezin qezenç bikin. Yê bi Rojhilata Navîn jî mezin bidin qezençkirin. Li ser van esasan ez careke din, cejna Rêber Apo, gerîlla, hevalên zîndanan, gelên me tevahî pîroz dikim. Silav û hurmetên xwe ji bo wan diyar dikim, serkeftinê dixwazim. Dibêjim, bêyî serkeftinê ti rê ji bo me nîn e. Serkeftin, serkeftin, serkeftin!