
Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ala azadî û rûmeta mirovahiyê li ba dide. Bi berdêleke giran hêza xwe bi temamî seferber kiriye û vê alê li ba dide. Çiyayên bi heybet ên cografya Kuridstanê ji berxwedana bi şeref û rûmet a li dijî faşîstên dijminê mirovahiyê re şahidiyê dike.
Ciwanên Kurdistanê jî divê sûdê ji vê berxwedanê werbigire û agirê azadiyê geş bike. Li ku dibe bila bibe divê tilîliya berxwedanê ya gerîlayên li Zagrosê bibihîze, li cihê ku lê ye li dijî dijminê faşîst bikeve nava liv û tevgerê. Eger ciwanên Kurdistanê xwe bi berxwedana gerîla re bike yek wê zordariya faşîst a Erdogan-Bahçelî hilweşe. Divê ev firsenda dîrokî teqez bê bikaranîn û di vê demê de derba kuştinê li faşîzmê bê xistin..
Ev polîtîka wê careke din têk biçe. Bi xeyalê ku gerîla li Zagrosê, Metîna û Heftanînê wê bi tenê bimîne hesabên xwe kiriye. Lê belê vê şoreşê gelek caran têkoşîna xwe ispat kiriye. Gerîlayên Kurdistanê û şoreşa Kurdistanê li ku dibe bila bibe ji rastiya gel û ciwanan qut nabe, têkiliyeke xurt a navbera wan heye.
Gelekî girîng e ku ciwanên Kurdistanê sekna xwe timî mezin bike, bi pêş ve bibe û herdamîmî bike. Şoreşa azadiyê ya Kurdistanê wê bi têkoşîna yekbûyî ya gel û gerîla biçe serî. Ti hêza faşîst nikare vê îradeyê bisekinîne. Divê ciwanên Kurdistanê, li her derê gel zane bike, bi rêxistin bike, rake ser piyan, ruhê gerîla li her derê seferber bike û pêşengiyê ji berxwedana gel re bike.
Divê ciwanên Kurdistanê bikeve nava hewldan, ked û kûrbûna vê yekê. Divê îradeya bi milyonan mirovî nîşanî dost û dijminan bide. Dem ew dem e ku ciwanên şoreşger û welatparêz ên Kurdistanê seferber bibin.
Bêguman wê dîrok rastiya her hêzeke li Kurdistanê bi her awayî raxe pêş çavan. Wê berxwedanê jî, xiyanetê jî binivîsîne. Ya ku divê niha bê kirin ew e ku li dijî helwesta provokasyonê, li hemberî PDK'ê sekneke xurt bê nîşandan. Heta ku PDK dest ji helwesta xwe ya xiyanetê û nokeriyê berde, divê têkoşîn bê meşandin." Şerker got, "Divê PDK jî baş zanibe ku di şerekî gengaz de wê ciwanên şoreşger ên Kurdistanê bi berxwedaneke fedayiyane tevbigere, dakeve qadan.
Têkoşîneke dîrokî tê meşandin. Bi felsefeya Rêber Apo li çiyayên Kurdistanê bi rengekî ku li heybeta van çiyayan bê, gerîla bi lehengî li ber xwe didin. Her wiha li Kurdistanê û derveyî welat bi pêşengiya ciwanan gelê me di nava pêngaveke girîng a çalakiyan de ye. Di encama vê têkoşînê de dewleta Tirk a qirker faşîst lawaz bûye, li ber hilweşînê ye.
Asta berxwedanê ya ku di vê demê de bê nîşandan wê çarenûsa şer jî diyar bike. Ciwanên Kurdistanê divê potansiyela xwe, hêza xwe, hişmendiya xwe bixe dewrê û seferber bibe. Xeta têkoşînê ya pêvajoyê teqez ev yek e. Divê ti bûyer ji rêzê neyê dîtin. Her ciwan, he rêxistiniyeke ciwanan divê xwe bispêre hêza xwe û di her kêliyê de bersivê bide êrişên dijmin. Li dijî dijminê faşîst eger em bi rengekî topyekûn li ber xwe bidin di vê pêvajoyê de em ê bi ser bikevin. Divê em ji vê bawer bin û ji bo vê armancê bixebitin. Her qad, her herêm, her welat, her cih divê bibe navenda seferberiya têkoşîna li dijî faşîzmê.
18 Pûşber 2021
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker