Ciwan

GERÎLA NIHA LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ ŞEREKÎ MEZIN DIKIN

Dewleta Tirk a dagirker ji roja ku ava bûyî û wir ve serî li rêbazên şerê taybet dide. Rejîma AKP-MHP jî vê polîtîkaya şerê taybet didomîne. Dewleta Tirk ji dîrokê ve ti carî ev çend mezin şerê taybet nekiriye. Bi esasî ev şer dijî sirûşt û hebûna civakê ye. Li vir jî girîng e ku were dîtin bê ka li ser civaka Kurd û Kurdistanê şerekî çawa yê taybet tê rêvebirin. Ev şerê man û nemanê ye. Ev şer ne tenê şerê di navbeyna gerîlayên azadiya Kurdistnaê û polîs, leşker û MÎT'a dijmin de ye. Ev wiha xuya dike lê li pişt perdê pir cihê ye. Çarçoweya wê pir cihê ye.

Behsê kiribû ku dewleta Tirk ji serî heta binî rejîma şerê taybet e. Dewleta Tirk ji roja ku ava bûyî heta niha serî li rêbazên şerê taybet dide. Rejîma AKP-MHP'ê jî vê polîtîkaya şerê taybet didomîne. Dewleta Tirk ji dîrokê ve ti carî ev çend meZin şerê taybet nekiriye. Bi esasî ev şer dijî sirûşt û hebûna civakê ye. Li vir jî girîng e ku were dîtin bê ka li ser civaka Kurd û Kurdistanê şerekî çawa yê taybet tê rêvebirin. Di hedefa wan de Kurdên azad hene.

Dixwazin nirxên civakî tine bikin .Bi vê çarçoweyê êrîşê bi ser hemû gelan de tînin. Ji ber vê mirovên ku têkoşîna azadiyê ji xwe re esas dibînin dikin hedef.  Dijmin pê dizane bê ka li Bakurê Kurdistanê Têkoşîna Azadiyê çendî girîng .e Ji ber vê polîtîkayên xwe yên gemarî li hemû deverên ku têkoşîn û berxwedan heye sazkar dikin û wiha dixwazin bi ser bikevin. Bi vê çarçoweyê rêbazên weke fihûşê, sîxûriyê û hwd. bi kar tînin. Berê ev rêbaz li Kurdistanê bi rengekî rûtîn dihate kirin lê van şeş salên dawî bi rengekî taybet dikin. Vê polîtîkayê jî rejîma AKP-MHP rê ve dibe. Bi tabetî li ser van gavan disekinin.

Rêbertî nasnamyek bi dest ciwanan xist. Ciwanên berxwedêr û têkoşer afirand. Dijmin dixwaze vê potansiyelê berevajî bike. Ji bo vê bike jî giranî dide şerê taybet. Niha şerê taybet bêhtir li ser ciwanên Kurdistanê tê rêvebirin. Bi madeyên hişbir, fihûşê dixwazin ciwanan ji rê derxin.

Dixwaze malbatên şehîdan, gerîlayan bîne cem hev û wan li dijî tevgera azadiyê bi kar bîne. Em bi van dizanin. Malbat jî pir xweş bi vî şerê taybet dizanin. Şerê ku dijmin li çiyayan li dijî gerîla dike, li bajaran jî dixwaze li ser malbatan bike. Gerîla niha li çiyayên Kurdistanê şerekî mezin dikin. Vîna gerîla dijmin bêgav hişt. Heke ji vir em encamekê bistînin şerê taybet ê dijmin em dikarin pûç bikin.

Gerîla li Mam Reşo xeta Rêbertî li ber xwe datînin. Îro li Zendûra, Werxelê, Cîloya Biçûk rihê Rêbertî tê jiyîn. Li dijî polîtîkayên şerê taybet divê xeta Rêbertî mirov li ber xwe deyne. Heke li ser vê xetê mirov tevbigere mirov dikare polîtîkayên şerê taybet pûç bike. Dijmin bi şerê giştî dixwaze encamê bistîne lê em em deh caran jê zêdetir dikarin bersiv bidin dijimn û bi ser bikevin.

 

7'ê Tebaxê 2021

ENDAMÊ KOORDÎNASYONA KOMALÊN CİWAN OZGUR ŞERKER