Xwedawenda bi navê Uza jî, xwedawendek e ku ji bo parastinê hewar lê tê kirin. Tê gotin ku Qureyşî’yan...
Dilzar DÎLOK
Dema ku behsa Ereban tê kirin, hema şerên çol û sehreyan, xenîmetan, çanda talanê û yek jî petrol tê bîra mirovan. Ev ji hezar sal zêdetir e ku Ereb bi vî rengî dijîn û dinya jî wan bi vî awayî dinase. Wer tê gotin ku Ereban bi Îslamiyetê re têgihîştinekî umetê afirandî ne û yekitiyek ava kirine. Îslamiyeta ku bingehê xwe dispêre feraseta parastina cehwerî ya li hemberî şahinşahî û împaratoriyan, bangawaziya bi yekbûyînê re bihêzbûnê ye. Her çend wateya peyvê ‘aşitî’ be jî stratejiya xwe ya bingehîn cîhad e. Bi wateyekî din, bangawaziya bi şerkirinê re hebûyîn e. Ji ber vê xisleta wê, mirov nikare bi pê ku Îslamiyet nirxên jinê esas bigire yan jî mezin bike; ku bi Îslamiyetê re serweriya zilaman hatiye mezinkirin, nûkirin û serwerkirin.
Dîroka Ereban a beriya Îslamiyetê weke serdema cahîliyetê pênasekirin, bi gotinekî herî nazenînî, ev pênase di encama feraseta dîroka pêşketinxwaz de derketiye holê. Di dîrokê de jî her tim feraseteke weke ku îro ji doh baştir e, pêşketîtir e û xweşiktir e, pêşî li mirovahiyê girtiye ku nahêle mirovahî ji rabirduya xwe dersên pêwîst wergire. Ev feraseta dîrokê ya ku serpêhatiyên ku hatine jiyankirin weke ku derbas bûne û paşverû dibîne, li mirovahiyê bûye asteng ku mirovahî bi dîroka xwe, rîşên xwe û nirxên xwe re bibe yek. Bi şûxilandina ‘serdema cahîliyetê’ re nirxên Ereban ên jiyanî ku beriya Îslamiyetê hebûn û her wiha bawerî û çanda wan jî tê redkirin. Qet behsa pûtên bi navê Lat, Menat û Uza nayê kirin. Ji ber sîstema perwerdehiya klasîk hema dibêje ‘pût dihatin perestin’ û berê xwe dide xweşikahiyên Îslamî, ti kes lê napirse ka Ereb beriya Îslamiyetê çawa jiya ne, jiyana xwe ya li çolan çawa bi hezaran salan domandî ne; nirxên metafîzîk ên ku hatine afirandin, çanda hatî avakirin û bi giştî jiyan çawa hatiye risandin. Çawa ku ji bo mirov li Kurdan fambike divê serî li Zerdûştiyê, Mazdeîzmê û hemû baweriyên ku agir û tavê pîroz dibînin bidin, ji bo ku mirov li Ereban jî têbigihe, divê serî li Lat, Menat û Uza jî bide da ku fam bike.
Taybetmendiya herî bingehîn a serdemên ku jê re dibêjin Cahîliye, hebûna her sê xwedawendên bi navên Lat, Menat û Uza’yê ye. Di roja me ya îro de dema ku em li dînê Îslamê dinêrin, her çend ji çanda xwedawendiyê ti bermahî nemabin jî, ev rastiyek e. Li gel her tiştî jî, ji bo ku mirov têbigihe ka çima pel hişkbû ne, divê em jibîr nekin ku pêwîste em li rîşên dar binêrin.
Îro, civaka Ereban ji ber rêxistina terorîst a bi navê DAÎŞ’ê ku radigihîne û dibêje em ê dewletekî Îslamî ava bikin, xetimandinekî mezin dijî. Ka bi piştewaniya kî ev rêxistin hatiye avakirin an jî serkarên vê hêzê kî dibin bila bibin, di encamê de kariye di himbêza civaka Ereb de şîn bibe û ev yek jî pêdiviya nûkirina civaknasiya Ereban dide der. Ji ber vê yekê jî divê em li rîşeya vê binêrin û her çend ji rîşeyê dûrbikevin jî, ka çawa ji cewherê jiyanê dûrdikevin, wê bê dîtin. Nexwe, em nikarin temamê civaka Ereban di kesayeta vê rêxistinê de darizînin û ji mirovbûnê dûr bihesibînin.
Ew serdema ku jê re cahîliye tê gotin, ne gengaz e ku em bibêjin îro jî tê jiyankirin. Heya ev rastî neyê qebûlkirin, ne tenê ji cehaletê rizgarbûn, di heman demê de azadî jî gengaz nabe. Rêka ji cehaletê rizgarbûnê, nirxên civaka polîtîk û exlaqî di nava civakbûna xwe jiyankirin, dayîna jiyankirin û bi hemû civakên herêmê re li ser bingehê nirxên hevbeş hatina cem hev e. Ji bo Ereban jî rêka ji vê rizgarbûnê, bi damezrandina DAÎŞ’ê re dînê Îslamê yê ku xwe dikuje wêdetir, divê civakbûna xwe bi awayekî yekpare weke civakekî dîrokî binirxîne.
Dîrokîbûna civaka Ereban tenê bi Îslamiyetê re jî sînordar nîn e. Ev dîrokî bûn, beriya ku jiyana civakê bi hezar salan ve bê sînordarkirin, divê ew hêmanên jiyana ku çanda dîrokî afirandiye û beriya Îslamê hatiye jiyankirin peydakirin û derxistina holê re wê mêjû û dîroka Ereban jî baştir bê fêmkirin. Her wiha ev yek ji wê rastiya hişk a roja me ya îro û dînên yek xwedayî yên ku dînan parçe dike, nake yek, dikuje û tine dike rizgarbûnê re gengaz dibe. Ji ber hemû asar û bermahiyên beriya Îslamê hatine rûxandin, dizîn û bi fethan hatine tinekirin, ev agahiyên ku hatine bidestxistin jî dibin mijarên nîqaşan û hê jî mîsoger nebû ne. Li gel vê jî, eger bi qasî zere û tosxalekê be jî xwe gihandina agahiyên rast, ji bo me gelek girîng e. Em hewl nadin xwedawendan ji neyînê biafirînin, lê belê em dixwazin li ser dîroka ku hatiye tinekirin bidin fikirandin.
Navên weke Lat, Menat û Uza, bi qasî ku em dizanin navên pûtan ên beriya Îalamê ne. Di mijara perestgeh li ser navê van xwedawendan hatine avakirin de bi qasî agahiyên heyî, bermahiyên jiyanî yên îro jî hene. Lat, Menat û Uza, sê xwedawendên civaka Ereb in. Weke piranî peyvên Erebî, ev her sê nav jî bi lêkera ‘El’ têne bilêvkirin. Ango El Lat, El Menat û El Uza têne bilêvkirin. Her çend kêm be jî navên wan di pirtûkan de hene. Ku ev xwedawend bûne, li ser navên wan perestgeh hatine avakirin û hatine perestin û bermahiyên dîrokî ne ku heya îro hatine. Bi qasî pirtûk(kitabe) û nivîsên perestgehan ên ku gihîştine heya îro, di heman demê de ev ew helbest in ku ji wan talan û fethên Îslamî jî rizgar bûne.
Li gorî hinek baweriyan ev her sê xwedawend, her sê keçên xwedê ne. Li gorî hinek çavkaniyan jî, xwedawendekê sê navên xwe hene. Di mîtolojiya Ereban de jî Serxwedê’yê ku hêza wî têra her tiştî dike, ango keça El Îlah li hinek herêman hevserê xwe jî heye. Weke nêrînekî giştî, keçikên El Lah(ango Elah) hebû ne. Xwedayeke bi navê Hubal heye. Di hinek mîtolojiyan de ev xwedawend keçên Hubal, di hinekan de jî weke hevserên wî têne behskirin.
Xwedawenda bi navê Lat, beriya Îslamê li Erebîstanê xwedawenda bereket û zêdehiyê ye. Yek ji wan her sê xwedawendên Meke’yê ye. Xwedawenda Lat, bi xwedawenda zeka û şer a Athena’ya Yewnanê re wekhev hatiye dîtin. Ji ber bawer dikin ku li Kabe’yê jiya ye, li wir ser navê wê pûtek hatiye çêkirin. Jê re xwedawenda zêdehî û qismetê jî tê gotin. Li Tiaf’a rojhilatê Meke’yê li ser navê wê perestgehek jî hatiye çêkirin. Li bajaroka Qudayd’a di navbera Meke û Medîne’yê de li ser navê wê weke sembolî kevirekî reş(Hacer el Eswed) jî heye.
Menat an jî Manat di mîtolojiya Ereban de yek ji wan her sê xwedawendan e. Navê wê di Quran’ê de jî heye. Wer tê bawerkirin ku ew xwedawenda çarenûsê ye û ji xwedawendan jî ya herî pîr e. Li hinek cihan jî weke Manawat tê binavkirin. Tê gotin ku li Erebîstanê pûta herî kevin pûta Manat e û her wiha li Meke’yê ji bo wê meresimekî weke hecê jî tê lidarxistin.
Xwedawenda bi navê Uza jî, xwedawendek e ku ji bo parastinê hewar lê tê kirin. Tê gotin ku Qureyşî’yan di şerên dema Îslamê de bang li vî navî kirine. Weke mînak; di şerê Uhud’a sala 624’an de Qureyşî’yan bi awayê “Mirovên Uza, mirovên Hubal” qîrandî ne û ev yek di dîrokê de jî cih digire. Têgînên weke ‘zarokên beriya Îslamê, ebdên Uza, mirovên Uza, ango Ebdul Uza jî heya roja me ya îro hatine. Uza, bi Venûs û Afrodît re hevcewher tê pênasekirin.
Di pirtûka bi navê ‘pirtûka Pûtan’ de ya ku nivîskareke bi navê Hişam Bîn El Kelbî nivîsandiye de (Kitab El Esnam) wiha dibêje:
“Qureyşî jî di navê de ji zarokên Ereban re navê Ebdul Uza bikaranîn, weke adetekê bû. Tişta herî girîng jî, Uza ji bo Qureyşî’yan pûta herî girîng bû. Diçûn serdana wê, jê re hediye tanîn û jê re qurban serjê dikirin û dilutfandin”.
Uza, di helbestên Ereban ên beriya Îslamê de weke sembola xweşikahiyê dihat bîranîn. Her weke Venûs û Afrodît. Jixwe helbest, zimanê herî azad ê jiyanê ye. Ji serdema beriya Îslamê re her çend serdema cahîliye bê gotin jî wê demê helbest li kolanan hatine xwendin, di têkiliyên civaka Ereb de ziravî û nezaket hebû ye û bi awayekî hunermendane sekn û xweşikahî hatine raberkirin; bi awayekî mîsoger berovajiyê mantiqê cîhadê zîhniyetekî jiyanê hebû ye. Bi derketina Îslamiyetê re di serî de li Başûrê Erebîstanê ev yek bi awayekî lezgînî tê tinekirin. Perestgeheke bi navê perestgeha şêrên baldar(bi bask) ku heye, di wê perestgehê de ango di perestgeha ayîdê Uza de hinek kitêb hatine dîtin û ew kitêb vê yekê dipeyitînin(îspat). Di rêzeke wan helbestan de ku dibêje “ez êdî Uza û her du keçên wê naperest im”, ihtimala ku du keçên Uza hebin an jî behsa hebûna du xwedawendên pêy wê de dike, heye.
Perestina her sê xwedawendan, di demên cuda cuda de bûye. Ev yek ihtimala ku ne xûşkên hev bin, zêdetir dike. Çavkaniyên Îslamî didin diyarkirin ku van her sê xwedawendan rola navbeynkar a di navbera xweda û evd de lîsti ne. Jixwe di dînê Îslamê de tê gotin ku ti kes nikare bikeve navbera xwedê û evd û bi vê re jî ev navbeynkar ji holê têne rakirin. Li ser navê her sê xwedawendan mabedên cuda cuda hatine çêkirin. Tê zanîn ku li Urdun’ê jî perestgehên bi navê Xirbet hene.
Êdî dema hişyarbûna xwedawendên Ereb hatiye. Xwedayên zilam, heya ku li ser rûyê erdê xenîmetekê nehêlin, herî dawî jî diranên xwe li cesedên xwe rakin wê li pêy xenîmetan bin û wê bi israr jî bin. Êdî divê xwedawend ji xewa xwe ya hezar salî hişyar bin û rabin. Li ser navê xwedayan tenê şer diqewimin. Pêdivî bi sîstemekê heye ku êdî li Rojhilata Navîn şer neqewimin û aşitî bibe cewherê jiyana civakan. Ev jî tenê wê bi destê xwedawendan, pîroziyên jinê, nirxên jinê û bi wê jina ku xwe ji civaka xistine nava wehşetiyê rizgarkirî re û her wiha bi cewherê jina ji nû ve mirovbûyî re gengaz bibe. Êdî dema hişyarbûn û bi dîrok û civakbûyîna xwe re meşa xwedawendên Ereb hatiye