Serokatî

Sîstema Xweparastinê ya Neteweya Demokratîk

Pêkanîna aştiyê bi tenê bi xweparastina civakan dibe. Ango karektera civakan a exlaqî û polîtî...

Abdullah OCALAN

Di cîhana zindî û ruhberan de her cure û celeb li gorî xwe xwedî sîstemeke parastinê ye. Cureyekî bi tenê yê zindiyan tineye ku bêparastin be. Heta mirov dikare li gerdûnê berxwedana her elementî û her perçikî ji bo parastina hebûna xwe weke xweparastinê şîrove bike. Berxwedana li dijî deformebûn û derketina ji xwebûnê eşkere bi têgînên xweparastinê tê îfadekirin. Kengî ev berxwedan têk biçe, ew ele-ment an perçik berepaş diçe, ji xwebûnê derdikeve, vediguhere hêmaneke din. Di cîhana zindiyan de kengî berxwedana xweparastinê bişkê, hingê ew zindî yan ji bo zindiyên din dibe xwarin an jî dimire.

Heman sîstem ji bo civak û cinsê mirov bi zêdehî di cih de ye. Cureyekî narîn mîna mirov û civaka wî hebûnên li tehlûkeyan vekirî xweparastineke wan a bi hêz nebe nikarin hebûna xwe demeke dirêj li ser piyan bigirin. Li cem cinsê mirov parastin bi qasî ku biyolojîk e, ewqasî jî civakî ye. Parastina biyolojîk li cem her hebûna zindî ji aliyê xerîzeyên parastinê ve tê pêkanîn. Parastina civakî jî bi hevpariyeke tevahiya ferdên komê tê bicihanîn. Heta li gorî derfetên parastinê hejmara komê û şêweyê rêxistiniya wê timî diguhere. Parastin yek ji fonksiyonên bingehîn ê komê ye ku dimeşîne. Jiyan bêyî parastinê ti carî nameşe. Çawa ku tê zanîn du fonksiyonên din ên bingehîn xwe xwedîkirin û xwe zêdekirin e. Çawa ku xwe xwedîkirin û xwezêdekirin nebe zindî û ruhber nikarin jiyana xwe dewam bikin, bêyî xweparastinê jî nikarin jiyana xwe dewam bikin. Encameke din a girîng ku mirov dikare ji cîhana xweparastinê ya zindiyan bigire ew e, ev xweparastin bi tenê ji bo parastina hebûnê ye. Li ser cureyên xwe, heta li ser hebûna cureyên din sîstemên mêtinkarî û serdestiyê ava nake. Cara pêşî li cem cureyê mirov sîstemên serdestî û mêtinkariyê pêk hatine. Di vê de pêşketina zêhnê cureyê mirov ê rê li ber derfetên mêtinkariyê vekiriye û bi vê ve girêdayî bidestxistina berhemê zêde bi tesîr bûne. Ev rewş ne bi tenê bergiriya hebûna xwe, herweha parastina nirxên kedê ango şerên civakî jî bi xwe re tîne.

Ji bo civak karibe hebûna xwe dewam bike, divê saziyên xwe yên exlaqî û polîtîk saz bike. Eger nikaribe van saziyên xwe bixebitîne û kêrhatî bike wê wextê ev tê wê maneyê ku ketiye nav pencê zordestî, mêtinkarî û fikrê. Ev ‘rewşa şer’ e. Mirov dikare dîrokê weke ‘rewşa şer’ a şaristaniyan li dijî civakê terîf bike. Wexta ku exlaq û polîtîka kêrhatî nebin, bi tenê tiştek maye civak bike; ew jî xweparastin e. Rewş şer, tê maneya rewşa aştiyê nîne. Ji lewra aştî bi tenê dikare bi xweparastinê manedar bibe. Aştiya xweparastina wê nebe, dikare bi tenê koletî û teslîmiyetê îfade bike. Lîberalîzm di roja me ya îro de aştiyeke bêyî xweparastin li ser gelan û civakan ferz dike, tew tew aramiya demokratîk û lîstika jêre lihevhatin tê gotin, ji rewşa sergirtina serweriya çîna bûrjûva ya bi hêzên çekdarî yên yekalî yên heta bi qirikê xwe gurçûpêç kirine ango bi awayekî sergirtî ji meşandina şer pêve ti maneya xwe nîne. Bi vî awayî terîfkirina aştiyê weke hewldana herî mezin a hegemondariya sermayeyê ya îdeolojîk derdikeve pêşiya me.

Pêkanîna aştiyê bi tenê bi xweparastina civakan dibe. Ango karektera civakan a exlaqî û polîtîk were parastin û misogerkirin aştî dikare maneya xwe ya rastî bibîne. Nexasim terîfa aştiyê ya hewce kir Michel Foucault jî gelekî pêre mijûl bibe,  bi vî awayî were qebûlkirin û îfadeyeke xwe ya civakî çêbibe. Naxwe ji bilî vê manebarkirina li aştiyê ji bo tevahiya koman û gelan ji feqê, ji dewamkirina rewşa şer a sergirtî wêdetir wê ti maneyê îfade neke. Peyva aştiyê di şert û mercên modernîteya kapîtalîst de peyvek welê ye, bi xefik û dafikan barkirî ye. Rast neyê terîfkirin û were bi karanîn, divê mirov xwe jê dûr bigire, fikaran jê bike. Eger em careke din terîf bikin, aştî nayê wê maneyê rewşa şer bi tevahî ji holê rabûye, ne jî rewşa aramiyê û tinebûna şer a di bin serdestiya aliyekî de ye. Di aştiyê de alî hene. Serdestiyeke ji sedî sed a aliyekî nîne û divê nebe. Sêyemîn, sîleh li ser bingehê razîbûna karmeşandina saziyên polîtîk û exlaqî yên civakê bi xwe têne bêdengkirin. Ev hersê şert bi awayekî prensîbî bingehê aştiyê ne. Aştiyeke rastî xwe nespêre van prensîban ti maneyê îfade nake.

Xweparastin, polîtîka ewlekariyê ya civaka exlaqî û polîtîk e. Ya rastî, civaka nikaribe xwe biparêze wesfê wê yê civaka exlaq û polîtîk maneya xwe ji dest dide. Civak di rewşeke bi vî rengî de yan bûye mêtingeh, heliyaye dirize; yan jî li ber xwe dide, dixwaze ji nû ve rengê xwe yê exlaqî û polîtîk bigire û fonksiyonel bike. Xweparastin navê vê pêvajoyê ye. Civaka di xwebûnê de israr dike, her cure mêtinkarî û hewcedarkirina yekalî red dike, bi tenê bi sazî û derfetên xweparastinê dikare vê helwesta xwe pêşve bibe. Xweparastin bi tenê li dijî tehlûkeyên ji derve tê pêk nayê. Di avahiyên hundir ên civakê de jî her tim nakokî û tengezarî mumkîne pêk bê. Divê mirov ji bîr neke ku civakên dîrokî demeke dirêj bi çîn û desthilatdar bûn, ji lewra wê hêzên demeke dirêj bixwazin van xisletên xwe biparêzin hebin. Hêzên em behsa wan dikin, ji bo hebûna xwe biparêzin wê bi hêza xwe hemûyî li ber xwe bidin. Ji lewra xweparastin weke daxwazeke civakî ya belav wê dema dirêj di rojeva civakê de cihekî girîng bigire. Hêza biryarê bi hêza xweparastinê re bi hêz nebe bi hêsanî divê neyê meşandin.

Jixwe, di roja me ya îro de bi tenê li derveyî civakê ne, di nava wê de jî rastiyeke desthilatdariyê heye heta bi tevahiya çaviyên wê cih girtiye heye. Di tevahiya çaviyên civakê yên di cih de divê komên xweparastinê yên dişibin hev pêkanîna wan heyatî ye. Civakên bê xweparastin, ew civak in ku ji aliyê yekdestdariyên sermaye û desthilatdariyê ve êsîr hatine girtin û mêtingehbûne. Tevahiya dîrokê ji klanan heta bi qebîle û eşîran, ji qewm û neteweyan heta bi cemaetên dînî, ji gund û bajaran heta bi her yekeya civakê timî pirsgirêka xweparastinê hebû. Yekdestdariya sermaye û desthilatdariyê mîna gurê li pey nêçîrê êrîşkar e; yên ji xweparastinê mehrûm timî mîna keriyên pez ji hev belawelat dike û bi qasî dixwaze desteser dike.

Ji bo civak bibe civaka demokratîk û hebûna xwe dewam bike, şert e ku herî kêm bi qasî êrîş û mêtinkariyên yekdestdariyên sermaye û desthilatdariyê bi sînor bike ji aliyê çalakî û avabûna xweparastinê xwe amade û fonksiyonel bigire. Ji ber ku dema dirêj wê bi amûrên sermaye û desthilatdariyê re di nav hev de bijîn, girîng e ku mirov nekeve du şaşiyan: Şaşiya yekemîn, mîna cîgerê teslîmîm pisîkê dikin, divê mirov ewlekariya xwe radestî nîzama yekdestdariyê neke. Encamên vê yên têkbir bi hezaran mînakî derketiye holê. Şaşiya duyemîn, li dijî dewletê bi parolaya tavilê bibin weke dewletê, hewldana ji bo bûyîna amûrê desthilatdariyê ye. Ezmûnên sosyalîzma pêkhatî di vê mijarê de têra xwe mirov zelal dikin. Ji lewra xweparastineke manedar û kêrhatî, di dîrokê, roja me ya îro û paşerojê de wê bibe hêmanekî şaristaniya demokratîk ku nikare paşguh bike.

Konfederalîzma demokratîk vê mîlîtarîstiya çavkaniya xwe dewleta netewe ye, bi tenê dikare bi amûrê xweparastinê rawestîne. Civakên ji xweparastinê mehrûm in, nasnameyên xwe, xisletên xwe yên polîtîk û demokratîkbûna xwe ji dest didin. Ji lewra hêman û şaxê xweparastinê ji bo civakan diyardeyeke besît  a parastina eskerî nîne. Bi parastina nasnameyê re, bi pêkanîna polîtîkbûna wê û bi cihanîna demokratîkbûna wê re di zikhev de ne. Eger civak karibe xwe biparêze, mirov dikare behsa parastina wê ya nasnameyê, pêkanîna polîtîkbûna wê û meşandina wê ya siyaseta demokratîk bike. Li bin rohniya van rastiyan konfederalîzma demokratîk di heman demê de divê weke sîstemeke xweparastinê şax berde.

Zimanê modernîteya demokratîk polîtîk e. Bi tevahî avabûna sîstematîka xwe bi hunerê polîtîk dihûne û ava dike. Zanistên bingehîn naveroka xwe bi civaka exlaqî û polîtîk re desthilatdarî ne, polîtîkayê tîne bîra mirov. Rastiya civaka exlaqî û polîtîk di roja me ya îro de ango pirsgirêka wê ya pêştir ji azadî, wekhevî û demkrasiyê wêdetir hebûnî ye. Ji ber ku hebûna wê di tehlûkeyê de ye. Êrîşên modernîteyê yên ji gelek aliyan ve beriya her tiştî li ser wê parastina hebûnê ferz dike. Bersiva modernîteya demokratîk li beramberî van êrîşan di çarçoveya xweparastinê de berxwedan e. Civak neyê parastin polîtîka nayê kirin. Ez dubare destnîşan dikim ku civak tek e, ew jî civaka exlaqî û polîtîk e. Pirsgirêk beriya her tiştî ew e, civaka şaristaniyê têra xwe rizandiye, desthiltadarî û dewletê ew kirine mêtingeh û dagir kirine, di şert û mercên hê pêşketî yên modernîteyê de ji nû ve ava kirine. Tevî xweparastinê, siyaseta demokratîk polîtîkvaniya demê bi xwe ye. Siyaseta demokratîk civaka exlaqî û polîtîk pêşde dibe, bi xweparastinê jî ji êrîşên desthilatdariyê yên li ser avahiya hebûn, azadî, wekhevî û demokratîkbûna wê diparêze. Em ne behsa cureyekî şerê nû yê rizgariya neteweyî, ne jî şerê civakî dikin. Em li ser bingehê cudatiyan parastina nasname, azadî, wekhevî û demokratîkbûnê dikin. Eger êrîş nebin hewcedarî bi parastinê jî namîne.

Li gorî şertên berbiçav ên Kurdan xweparastin tevahiya dîrokê ji bo wan her tim girîng bû. Ji ber ku komên Kurdan demeke dirêj û hûrûkûr bi şoreşa neolîtîkê rabûn û di dereceya yekemîn de paşhatiyên wê bûn, timî bi êrîşan re rûbirû bûn. Ji ber hatin û berhemên zêde yên şoreşa cotkariyê li Kevana Bi Bereket timî êrîşan di rojevê de cih girtin. Bi hezaran salan bi vî awayî dewam kir. Piştî ku sîstemên şaristaniyê yên li ser berhemên zêde xwe bi pêş xistin, hêzên xwe di çarçoveya bajar, çîn û dewletê de ava kirin, dema êrîşên wan ên bi pîlan û sîstematîk jî dest pê kir. Ji şaristaniya Sumeran heta bi hêza herî dawî ya hegemon a şaristaniya serdest a roja me ya îro DYE bêhejmar hêzên şaristaniyê êrîşên wan ên yekser an neyekser li ser herêmê û komên wê kêm nebûne.

Bi modernîteya kapîtalîst re êrîşên dused salên dawî ketine kirasekî din û ren-gekî din girtine. Ji serdema destpêkê ve weke yekeyên qebîle û eşîran li qadên çiyayî bergiriya hebûna xwe kirine ango xwedî sîstemeke xweparastinê bûn, lê li hemberî amûrên êrîşê yên bi sîstema kapîtalîst re derketine holê ev sîstema wan a bergiriyê kêm ma û têrê nekir. Cara pêşî ye ku tehlûke çêdibe hebûna xwe ji dest bidin û ev dikeve rojevê. Ji aliyê Kurdan ve, avahiya dewleta netewe ya modernîteya kapîtalîst, ne bi tenê azadiyên wan ji destên wan digire, di heman demê de dibe sedem ku hebûna wan jî bikeve tehlûkeyê. Di nava sînorên siyasî de bername û çalakiya ‘tek ziman’, ‘tek netewe’ û ‘tek welat’ hatiye meşandin û di nava wan sînoran de jî ziman, netewe û welatên din bi înkar û îmhayê re rûbirû bûn. Kurdistan hat parçekirin û dewletên netewe Kurdên li her parçeyî xistin nava diranên înkar û îmhayê. Dewletên netewe yên ku hêzên hegemonîk piştgiriya wan dikirin, tesfiyekirina Kurd û Kurdistanê weke polîtîkayên bingehîn qebûl kirin. Kengî berxwedana xweparastinê ya Kurdan kêm ma û şikest, hingê dor hat hilweşîn û jihevdeketina civakê, û bi vê re komikên civakê yên mayî bêne asîmîlekirin û tesfiyekirin.

Vê pêvajoya tesfiyekirinê bi dijwarî dewam kir. Tevgera PKK’ê weke ne-razîbûnekê derket holê û di destpêkê de bi awayekî bingehîn tevgera xweparastinê ya Kurdan e. Tevgera xweparastinê ya pêşî bi awayekî îdeolojîk û polîtîk hat me-şandin, di demeke kin de gav avêt qonaxa xweparastinê ya li ser bingehê şîddeta li beramberî hevdû. Parastina çekdarî ya di destpêkê de bi tenê xwe disipart parastina hebûna kadro û sempatîzanan, bi Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an re gel jî xist çarçoveya xwe û bi vî awayî berê xwe fireh kir. Tevger veguherî şerê xweparastina gel û lewma bû hedefa êrîşên bi plan ên hêzên hegemonîk ên pêwendîdar hemûyan, nexasim hêzên NATO-Gladîo. Bi tevahî hêzên ditirsiyan ku Kurdên li Kurdistanê li ser çarenûsa xwe bibin xwedî gotin û tewazunên li herêmê serûbinî hev bikin, li pişt van êrîşan cih girtin. Lê tevî vê jî van şerên berxwedanê derbeke mezin li polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê dan. Xwedîderketina gel a li nasnameya xwe û helwesta bi israr a ji bo jiyana azad misoger kir. Herçiqasî bi tevahî armancên berê yên dewletên netewe ji bo tesfiyekirina gelê Kurd bi dawî nebûbin jî weke berê îddîayên wan nemane. Em gihiştine wê qonaxê ku nasnameya Kurd bê qebûlkirin û ji jiyana xweser re rêz bê nîşandan. Ev rewş ji aliyê şerê xweparastinê ve rewşeke nû ye. PKK’ê bi riya KCK’ê hewl daye vê rewşa nû binirxîne.

Di avakirina neteweya demokratîk a KCK’ê de sernavekî girîng ê bernameyê û bêyî wî nabe, xweparastin e. Ango sîstematîka xweparastineke mayînde wê çawa bibe. Dewletên netewe yekdestdariya hêza sîlehê bi tenê di destê xwe de digirin û kengî keysê lê bînin di polîtîkayên nû yên înkar, îmha û asîmîlasyonê de bi kar tînin û ev yek jî KCK’ê neçarî sîstemeke mayînde ya xweparastinê dike. Ji bo jiyaneke hevpar bi dewletên netewe re şert e ku bi kêmanî nasnameya Kurd û jiyana wî ya azad bi destûra bingehîn bê misogerkirin. Bêguman misogeriya bi destûra bingehîn têrê nake, wekî din divê bi statuyên bi qanûnan bê diyarkirin li şertên berbiçav ên vê misogeriyê bê pirsîn. Ji bilî parastina neteweyî ya hevpar a li dijî derve, karûbarên ewlekariyê yên hundir divê civaka Kurd bi xwe pêk bîne. Ji ber ku herî baş civakeke bi xwe pêdiviyên xwe yên ewlekariya hundir dizane û dikare bi awayekî di cih de pêk bîne. Lewma divê dewletên netewe yên pêwendîdar (dewletên netewe yên navendî Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûrî) di polîtîkayên xwe yên ewlekariya hundir de reformên girîng bikin. Kengî çareseriya demokratîk û aştî pêk hat divê KCK jî hêzên xweparastinê ango Hêzên Parastina Gel HPG’ê ji nû ve bi rêkûpêk bike. Bêguman ji bo ji nû ve bi rêkûpêkkirinê qanûnên nû divên. Eşkere ye ku sîstemên mîna Alayên Hemîdiyê û ‘cerdevanên gundan’ wê neyên qebûlkirin. Lê li ser bingehê lihevkirina bi dewletên netewe re û di çarçoveya ewlekariya hundir a qanûnî de ji nû ve birêkêpêkkirina hêzan mumkîn e.

Eger bi dewletên netewe yên pêwendîdar re lihevkirin nebe, KCK wê hewl bide bi awayekî yekalî avakirina neteweya xwe ya demokratîk di çarçoveya parastina hemû alî û şaxên wê de, hêzên xwe yên xweparastinê ji aliyê hejmar û naverokê ve li gorî pêdiviyan ji nû ve bi rêkûpêk bike. Hêzên HPG’ê yên ji nû ve bêne bi rêkûpêkkirin, wê ji parastina avakirina netewebûyîna demokratîk di her qadê û aliyî de berpirsiyar bin, wê bi awayekî hêja otorîteya neteweyî ya demokratîk ava bikin. Ji ewlekariya mal û canê ferd-welatiyê neteweya demokratîk berpirsiyar bin. Li dijî hemû pêkanînên (şerên eskerî, polîtîk, çandî, civakî û derûnî) dewleta netewe yên gihiştine asta qirkirina çandî bi awayekî domdar di rewşa şer de bin. Hebûn û azadiya Kurdan û Kurdistanê bêyî xweparastinê nabe.