Piştî Şerê Cîhanê Yê Yekemîn avahiya hegemonîk a li Anatolyayê hat avakirin naşibe çi avahiyekê...
Çawa ku me di nirxandina xwe ya li ser dîrokê de dît, dema ku yekdestdariya mêtinkarî û desthilatdariya Osmanî ya ji rêûresmê hilweşiya, komeke elît a di nava rêûresma burokratîk de şikilgirtî û di nava Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê de bi rola kirdar rabû, bi komplo û darbeyên cûrbicûr di Meşrûtiyeta Duyemîn de, di Adara 1909’an û 1’ê Çileya 1913’an de, di Şerê Cîhanê yê Yekemîn ê 1914-1918’an de û herî dawî di Şerê Rizgariya Neteweyî yê 1919-1922’an de weke hêzeke bûrjûwa burokratîk a herî rêxistinkirî yekdestdariya desthilatdariyê desteser dike. Hem ji aliyê îdeolojîk ve hem jî ji aliyê ekonomîk ve mohra xwe li yekdestdariya hegemonîk dixe. Ji sala 1923’an ve rêveberiya Komarê desteser dike. Li ser bingehê Tirkîtiya Spî li dora amûrê desthilatdariyê bi îdolojiya neteweparêziya Tirk komek pêk anîn û vê komê hevgirtiyên bingehîn ên Şerê Rizgariya Neteweyî, Sosyalîst, Ummetgirên Îslamî û Hêzên Millî yên Kurd bi rêbazên komplowarî tesfiye kirin û heta roja me ya îro bênavber ‘dîktatoriyeke olîgarşîk’ damezrandin. Ev dîktatoriya hegemonîk a hundir, li derve bi perspektîf û kontrola nêz a serkêşê hêzên hegemonîk ên dinyayê Ingilîstanê dimeşiya. Nexasim kesayeta netewe ya serbixwe ya M. Kemal Atatirk dikin sembol ango bi kirinên gelekî hişk wî ji taqetê dixin, carcaran di bin navê Atatirkparêzî yan jî Kemalîzmê de ji muhafazekariyeke serdema navîn girantir bi nasnameyeke îdeolojîk a faşîst di nava sînorên Tirkparêziya etnîk-sunnî de bi bernameyeke qirkirin û asîmîlasyonê li ser tevahiya çandan pêk tînin. Ji aliyê ekonomîk ve bi yekdestdariya dewletê dikeve heta nava dilê civakê dimije, zuha û hişk dike. Herçiqasî di nava wan bi xwe de hevrikî û şerên wan ên dijwar hebin jî weke yekdestdariyên di nava têkiliyên hegemonîk de (weke îdeolojî, ekonomîk û desthilatdarî) li ser tesfiye û îstîsmara çanda civakî (ji aliyên maddî û manewî ve) di nava yekîtiyeke temam de tevdigerin. Klîka Tirkê Spî dîktatoriya xwe ya bi rêbazên komplo, darbe û kontrgerîlla (rêxistina veşartî ya NATOyê Gladîo, beşê Tirkiyê) ava kir heta serê salên 2000’î dewam kir.
Piştî Şerê Cîhanê Yê Yekemîn avahiya hegemonîk a li Anatolyayê hat avakirin naşibe çi avahiyekê. Bi qasî ku xuya dike, serweriyeke hişk a Tirkî mewzûbehs e; lê bi xwe sîstemek e ku bi manîpulasyonên komeke teng a komploker dimeşe. Bi sîstemên dewletan bi monarşî, komar û demokrasiyan re zêde têkiliya xwe nîne. Despotîzmeke xweser e. Mekanîzmayeke wê ya gelekî veşartî ya bi falsîfîkasyonan dimeşe heye. Bêguman di vê de para bûrjûwabûna burokratîk a Tirk, Proto Îsraîlê heye. Di tesfiyekirina hêmanên Ermenî, Suryanî, Pontûs û hêmanên din ên Helenîstîk ên Xiristiyan û tevgera îmhakirina Kurdîtiyê de pareke diyarker a vê Proto Îsraîlê heye. Rejîmeke di nava kirinên gihiştî qirkirinan de cihgirtî bi rêbazên eşkere û rewa nikare dewam bike. Bi tenê qirkirina çandî ya Kurd a rojane bi dizî tê meşandin, ji bo bi temamî rûyê rastî yê rejîmê were eşkerekirin têrê dike. Lê ti kes newêre vê eşkere bike. Eger kes li ber rabe yan jî wê rexne bike dikare wî/wê bi awayên nediyar bike qurbanekî ‘fail nediyar’. Li dinyayê belkî jî şefafî herî zêde ji bo vê pêkhatinê hewce dike.
Ev sîstema ku em dikarin weke Faşîzma Tirk a Spî bi nav bikin xwedî xisleta damezrîneriyê ye. Ya ecêb ew e, pirraniya kesên di sîstemê de rol digirin an jî dibin destik haya wan ji rola wan nîne û nizanin ji çi re xizmetê dikin. Pirr kêm kes, ew jî yên ji derve bi sîstemê re eleqedar dibin haya wan ji rola wan heye. Di serî de Mistefa Kemal Paşa, bîranînên pênc generalên navdar ên isyanê baş bêne xwendin, wê pirr eşkere bê dîtin ku li derveyî berhema dixwazin ava bikin bi pêkanîna avahiyên din re mijûl dibin heta bi pêkanîna yên dijber re mijûl dibin û ji vê gelekî bêzar û bi hêrs in. Ji vê jî ya xeternaktir ew e, têkiliya Faşîzma Tirk a Spî bi Tirkîtiya navê xwe jê girtiye pirr kêm e, û haya pirraniya civaka Tirk ji vê nîne û heta di vî warî de korfêhm û serkorî ye. Bi herhalî ‘Etrak-î bî îdrak’ vê rastiyê îfade dike. Ya rastî di tevahiya dîrokê de dema desthilatdarî têne avakirin argumanên bi heman rengî têne bikaranîn, lê ti ji wan bi argumanên avakirinê yên desthilatdariya hemdem a Anatolyayê re nikare rabe û naşibe van argumanan.
Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê pêşengiya hegemonîk a sîstemê kir destê xwe û Faşîzma Tirk a Spî bêhtir tekûz kir û bi vî awayî kontrola li ser Komara Tirkiyê dewam kir. Çawa ku tê zanîn, wê komeke efserên ku wê darbeya 27’ê Gulanê bikin, li ser bingehê rêxistiniya Gladîo di navbera salên 1945 û 1950’î de perwerde kir û di kompasekirina sîstemê de bi kar anî. Dîsa tê zanîn ku berê jî Ingilîstanê komeke pîlotên Tirk di vê çarçoveyê de di şer de bi kar anî. Nexasim di nava van efseran de yê berbiçav Alparslan Turkeş û koma wî piştî salên 1960’î dîsa di vê çarçoveyê de ji bo bêtesîrkirina çepgirên Tirkiyê û tevgerên kedkar hatine bikaranîn. Ev komên em behsa wan dikin, di vê nuqteyê de têkiliya wan bi Faşîzma Tirk a Spî re hebe jî divê were zanîn ku versiyoneke wan timî li ser kar e. Ev kom antî-Siyonîst in, nijadperestên Tirk in ku bêhtir li ser xeta Hîtlergiriyê kar dimeşînin. Ev beşên ku em dikarin weke Faşîzma Tirk a Reş bi nav bikin, hebûnên Proto Îsraîlê li Anatolyayê tesfiye dikin û dixwazin sîstemeke hegemonîk a Tirk a Anatolyayê ya ji Tirkparêziya xwerû pêkhatî, ava bikin. Ev beşên em behsa wan dikin, sîstema di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi dest xistin û cara pêşî li dijî Ermeniyan pêk anîn careke din bi temamî nikarîbûn bi dest bixin. Hinekî, ew jî li ser hewcedariya Faşîzma Tirk a Spî bi ser avahiya heyî ve hatin kirin. Nexasim li dijî tevgerên sosyalîst û demokratîk ên Tirkiyê bi awayekî gelekî bêrehm, bi şêwazê komployan û li derveyî huqûqê hatin bikaranîn. Ya seyr û ecêb ew e, dema mijar dibe tesfiyekirina nasnameya Kurd, pêkhatinên çepgir û demokratîk ên dewleta netewe, li derveyî îstîsnayan, di nava pêkhatina kakil a Faşîzma Tirk a Spî de cih digirin û ji vê namînin. Hem jî bêyî ku haya wan jê çêbibe, bi destê emperyalîstên li dijî wan tevdigerin têne bikaranîn!
Yên dixwazin nijadeke xwerû biafirînin, wexta hewce bibînin dikarin Anatolyayê hemûyî –Kurdistan jî di navê de- ji nû ve fetih bikin. Ev kes dixwazin li ser bingehê etnîsîteyeke teng dewleteke netewe ya Tirk ava bikin û vê weke utopya xwe ya bingehîn dibînin. Alîgirên Îsraîlê û kesên ji çandên hindikayiyên cûrbicûr nakokiya van kesan e. Lê ji ber ku dizanin bêyî Îsraîlê (hem Îsraîla li hundir û hem jî ya li derve) nikarin bimeşin, eşkere li hemberî wê nabin xwedî helwest. Weke partî sedema hebûna wan milliyetgiriya etnîk a Tirk a herî nijadperest û dewletdariya netewe ye. Dema mijar nasmaneya Kurd e, hem polîtîkaya Faşîzma Tirk a Spî û hem jî ya Reş bi tevahî tesfiyekirina fizîkî û çandî ye, û dixwazin bikin ku Kurd êdî ne hebûn bin. Li gorî Tirkên Spî her kesê xwe Tirk bihesibîne divê wan weke Tirk qebûl bikin, lê Tirkên Reş (mirov ji van Tirkan re dikare bibêje Gurên Spî) xwe nêzî vê têgihiştinê nakin. Ew zêdetir li pey nijadeke xwerû diçin. Çi demeke dûr çi demeke nêz, qirkirina Kurdan bi awayekî fizîkî ji hedefa wan a bingehîn e. Tirkên Reş ên ji aliyê hêzên hegemonîk ve di tesfiyekirina tevgerên sosyalîst û demokratîk de hatin bikaranîn, roja me ya îro weke berê qîmeta wan tineye.