Hinek hêzên serdest ên xwecihî yên ku berjewendiyê wan hejiyane, dema kîn û hêrsa gel jî di nava serhildanê...
Hema destnîşan bikim, taybetmendiya çarenûsa xwe destnîşankirina ku rastiyeke ji aliyê gelên cîhanê ve hatiye jiyîn, xwedî kombûn, ezmûnên berfirehe û taybetmendiya bûna rêberê xwe bi xwe rewşeke ku gelê me jê mehrûm hatî hiştine. Di Kurdîstanê de weke pêdiviyekê ji vê bûyerê dûrmayîn û her dayîm pir dijwar ji vê dûrgirtin tê jiyîn. Gelê Kurîstanê bi qasî ji hejmarek zêde rêberan, ewqas jî ji bêrêberiyê êş kêşaye. Ti gelî bi qasî gelê Kurd ji rêberên noker êş nekêşa ye, zirara ku ji bê rêbertiyê jî jiyayî nedîtine. Gelê Kurdîstanê ji ber sedemên cur bi cur ên siyasî, dîrokî û erdnîgarî ji serdema koledariyê hate roja me ya îro hatiye jî, ji kesayatiya xwe dûrketin, nebûna begê xwe, bi kurtî ji dîroka bi êş a dûrketina ji serxwebûna xwe jiyaye.
Weke ku gelek tê ziman, weke yek ji encamên erdnîgariya tê de dijî hîn ji serdema koletiyê ve, ji ber ku bûye qada şer a despotan gelê ku li vir dijî, qet negihije navengeke pêşketina azad. Ber bi çiyan ve hilkişiya ye, li wir weke bîrîmên eşîret ên biçûk û hema bêje di rewşeke ku bi şêweya ji cihanê hatiye goşegirin neçarî jiyînê kirine. Ji serî heta binî serdema koletiyê mîna dagirkeriyekê, îstîla û hilweşînê pêş dikeve. Gel bi qasî ku dikare di çiya de xwe veşirê vedişêre, nemaze bi qasî ku ji şaristaniyê dûr bikeve dûr dikeve. Feoldalîzm, tenê derfetê di asteke jortir de jiyan kirina vê dide. Rêbazên zext û zorê yên feodalîzmê di yekeyên eşîretên Kurdan de beşekî berfireh ên noker derdixe holê. Bi dabeşbûna axa, şêx û mezhebên cuda ve, civak ji xwe xerîb dikeve, ji rêveberî û rêbertiya xwe ya cewherî dûrketinê re, pêvajoya radestbûna komek nokerên ku bi navê biyaniyan tevdigerin destpê dike.
Sepanek her ku xurt dibe û hema bêje devjêneger ku dibe şêweyek bingehîn a jiyanê, nemaze împaratoriya Osmanî ya di vê serdemê de nûnerê muhafezekarî û paşverûtiyek xurte, dema qonaxek li ser Kurdistanê da sepandin, rêveberiyek tevlîhev a noker bi têkildarî ol û axatiya ku di kesayeta Îdrîsî Bîtlîsî de şênber bûyî re, derdikeve holê. Ev reîsên civakê yên eşîretên noker, bi destê şêx û axayan de ji aliyekî ve bi axê ve tên girêdan, ji aliyê din ve jî di pêwendiya xwe ya bi şaristaniyê re li ser bingeha girêdanek wisa nokeriyê ve sazkirin, dibin şîrîkê ku pêvajo bil ez ber bi jêr ve biçe. Jiyana azad û serbixwe ya kevin ku li çiyan hebûna xwe didomand, bi pêşketina serftiyê û bi begên noker ên Kurd vê jî bi sûltanên biyanî re di nava şirîktiyê de pêk tîne, cihê xwe ji girêdana bi axê re dihêle.
Dema ku em digihêjin Sedsala 19’an pêvajoya azadbûna civakan, di şert û mercên wê rojê de êdî çawa gihiştiye rewşeke kes nikare pêşî lê bigire, di Kurdistanê û civaka Kurdan de jî bi şêweyekî tam berevajî ev sedsal, bi şêwazek herî noker û girtîbûna feodalîzmê reh berdanê ve bi encam bûye. Sûltanên Osmanî û nokerên wan, êdî bi qasî ku berjewendiyên wan dest dide, li ser vê çêkerê hemû curê kiryaran dimeşîne. Di Sedsala 19’an de ji aliyê şoreşa burjuva ve hemû cîhan dorpêç kiribû, di demek ku pergala emperyal–kapîtalîst sermaye û îxraca meta ya ku li ser welatên dagirkirî û nîv-dagirkirî meşandî ve, civaka kevin serûbin bû. Civaka Kurd ji ber xweseriya serbixwebûna xwe piştî pêşketinên giştî her ku çû zêdetir tê tecrîtkirin.
Ji ber Siltanên Osmanî li bermaberî kapîtalîzma Ewrûpaya Rojava dij derdikevin û weke encama vê dijderketinê daxwazên hîn zêde ji Kurdistanê leşker girtin û bac dayînê derdikeve holê. Ev jî rê ji pevçûnên tên zanîn, di navbera reîsên eşîr, şêx û sûltanan vekiriye. Di vir de kapîtalîzm siltanên Osmaniyan dihilbijêre, Kurdan jî weke hêza nijdavanê gerandina meta û sermaye dibine. Ji ber piranî bazirgan û kompradorên eslê xwe Xirîstiyan ji xwe re esas digire, li van qadên nemaze hem nûnerên Osmaniyan hem jî kapîtalîzmê, bi taybet jî li van qadên ku dagirkeriya Îngîlîzan lê belav bûyî de, pêvajoyek zext û zorî ya bi êş destpê dike. Desbarbûna sedsala 20’an bi vî rengî çêdibe.
Çînên serdest ên Tirkan cilên feodal li xwe dikin. Bi avantaja ku bi sedên sale xwedî dewlet û rêvebiriyê ne, di serdema Îttîhat û teraqî de kapîlatîzm tevlî xwe kir û ev jî di serdema Kemalîzmê de bi xurtkirinê ve bi şêwaza Komara Tirkiyê tacîdar kirin û encama herî kurt a bi sûd ji xwe re jê werdigire. Di vir de li ser Kurdistanê pergaleke nû ya zextê ya aborî û siyasî mijara gotinê ye. Weke ku neyîniyên bêhempa yên sedsalan têr nedikir vê carê jî pêşketineke paşverû ya kapîtalîzmê ji jor heta jêr a ku belav dike bi bîrdoziyeke herî şoven xwe xemilandî Mûstafa Kemal bi rastî jî ji aliyê despotekî dîktator ve, yê ku hemû nîyetên îmhaker li pişt serê xwe hîs dike yanî rastiya gelekî bi vî rengî dibe mijara gotinê. Di Kurdistanê de heta dawî begên noker hene. Yên ku pêşiya xwe nabînin, nizanin wê sibêrojê çi biqewime, yên rojene dijîn, hêzên beg re serî tewandinê huner dihesibînin, otorîteya ku li pişt serê wan bilind dibe bi asanî serî jê re ditewînin yanî di van salên bi vî rengî de, civak bi awayekî herî xirab ji serdestiya Komara Tirkiyê re tê hiştin.
Hinek hêzên serdest ên xwecihî yên ku berjewendiyê wan hejiyane, dema kîn û hêrsa gel jî di nava serhildanê de bikaranîn encam neda, di pêşengtiya van serokên noker û kevneşop ên di nav civaka Kurdistanê de, di nav çêkera netewa Tirk de, navê wî jî di nav de bi hemû awayî helandin mîna çarenûsekê tê pejirandin. Beşên noker ên xwecihî, bi şêweyek şebekeya sîxûran dibin dûvikek berdewamiya burjuvaziya Tirk. Dikeve rewşa belavkirina hemû amûrên wî yên aborî, siyasî, çandî û netewî. Ji rewşa nokerên berê hîn xetertir heta radeya dawî înkarker, ji firotina civakê re amade ye, yê ku rastiya me ya netewî înkar dike, kesayetiya xwe ya netewî înkar dike, kesayet û rêvebiriya dijmin a netewî rewa dibine û dipejirîne, vê jî bi gel û civakê dide pejirandin, di kesayeta xwe ya xas a netewî de û dev ji hemû curên mafên xwe, yên çandî, aborî û siyasî ber dide û propagandaya vê dike pêvajoyeke ji rêzê ya sîxûrkirinê derdikeve holê.
Rewşên ku ji sala 1940’î û heta roja me jiyaye, qonaxa heta dawî bi êş, bi qasî bi êşe, ewqas jî xeternake berbijêr ve çûyîn û herî tarî ev pêvajo ye. Salên ku herî zêde xiyanet û înkara netewî herî xeter hatiye kirin ev salin.
Hêzekî noker û hevkarê herî xeter ê emperyalîzma nav-netewî weke KT, di rastiya burjuvaziya Tirk de her cure kevneşopiya hovane, talanker û zextkar ên çîna xwe ya serdest, di kesayeta xwe de şênber dikin û didin der. Gelê Kurdistanê di destê çînek wisa de, di dîrokê de bûne şahide rastiya îxanetek ku ji rêberên xwe bi xwe dîtine û hûrûkûr jiyane. Her tim ji şaristaniyê hatine qûtkirin, ji dervî pêşketinên nûjen hatine girtin û herî dawî jî bi dagirkeriyek sîxûrtiya herî xeternak a serdestan ve rû bi rû mane. Lewma di serdema têkoşîna rizgariya gelên cîhanê û şoreşên proleterya de xwe wisa winda kiriye. Ji ber vê ji diyarkirina xwe, kesayeta xwe û çarenûsa xwe bi destê xwe saz bike dûr ketiye. Yê ku li ser navê wî/ê biaxive nîne. Yê ku li ser navê serbixwebûna wî ya netewî, berjewendiyên wî/ê ya civakî biaxive nîne. Berevajî berjewendiyên netewî û civakî jî bilêv nekirin, bi temamî li ser bingeha biyanîbûnek kûr pêşxistina hêzên sîxûr û noker çêdibe. Ji axa, şêx û reîsên eşîran, tebeqayeke noker a bi vî rengî xeternak tê afirandin. Qaşo hinek livas li ber rewşenbîran dikin, tebeqeyek nokar a nû ne tenê di asta kesî de, di asta çînayetî de jî derxistine holê. Bi taybet jî di bajaran de zêdebûna van, di civakê de hîn kûrtir di derbarê refên çîna kedkar de xwe belavkirin dibe mijara gotinê.
Bi taybetî weke ku di dahûrîna bi navê “Li Kurdistanê Sêdar, Çanda Qişla Û Erkên Me Yên Tolgirtina Şoreşgerî” de hatiye ziman hîn ji zorokatiyê ve rewşênbîrên ku ji nav gel hatine girtin û ciwan, di dibistanên ku hatine vekirin de bêkesayatkirina wan, wan ji cewher derxistin li serê gelê xwe piştre jî serê PKK’ê kirine bela. Tevgera bingehek çandek û kesayetek biyanî hatiye pêşxistin. Di zankoyan de ev bi bandortir tê kirin. Qaşo yên ku rewşenbîrin, lê bi qasî ku Îdrîsê bîdlîsî jî li şûn xwe dihêlin, civak bi şêwazekî herî xirab ber tarîtî, sextekarî û bêganebûnê ve dahf dane teşe digire. Li ser navê sosyalîzmê diaxive, lê em nikarin jê re bêjin sextekarî û oportonîzm jî mantiqekî ewqas kirêt raber dikin. Ne çalakiyê bêçalakbûnê diparêze. Bi cilên moderne, lê kesek xwedî ruhek reşe. Kesên wiha derdorê dipêçin. Dibêjin li beramberî dagirkeriyê berxwedan nabe, li kesayetiya xwe ya netewî, azadiya civakê gerîn vala û ecêbe, tişta herî girîng ku bê kirin “Mîna qaptanê Keştiya xwe rizgar dike” xwe bi bûyîna xwedî mûçeyekî ve têr dîtinê sînordar dike, xwe rizgarkirin ABC’ya mirovatiyê pejirandine şîret dike. Heyfe ku ev tev di kesayet de li ser esasê nezantiyê pêş dikeve. Bê ku bizanibe ji çi re xizmet dike vana dibêje. Ger bizanibe jî ji derewên ku dike bi xwe bawer dike, propagandaya vê didomîne. Hema bêje hemû xaneyên civakê bi nexweşiyeke wiha dikeve. Ev xane bi qasî ku ji aliyê van kesan ve tê kolan, dikolin, dikarin biêşînin dêşînin, ev jî vediguhere kombûna birînên ku jan dide.
Eşkereye ku tedawî jê re pêwîste. Lê ji bo tedawiyê divê mirov ji kuve despê bike? Em ji mêjî bigirin heta dil, yê ku hemû aliyê wî di nav birînan de maye, ji bo civakek perçe perçe bûye gelo tedawiyek çawa pêwîste? Rewşa ewladên xwe ewqas bi êşe, yê ku ji hewcedariya berjewendiyên netewî û civakî ewqas bê bawere, nûnerên civakê fikrandin siyaset û marifet hesab dikin, gelo bi xwe ve hatina vê civakê wê çawa be? Bi kurtî yê ku ewqas ji xwebûnê derketiye, ji kesayetiya xwe dîtinê ewqas dûrketiye, ji gelekî ji destnîşankirina çarenûsa xwe û Serokê xwe ewqas feqîr hatiye hiştin; wê taktîkekî çawa bê raber kirin da ku ev gel di her astê de xwe nû bike, li gorî rastiyên serdemê bi stratejî hêza xwe ya potansiyel derbazî jiyanê bike? Ev ê çawa jê re bê dayîn? Wê çalakiya wî ya girseyî çawa derbikeve holê? Pêşengên wî/ê çawa derbazî meriyetê bike? Wê pêşeng bi xwe çawa derkeve holê? Di roja me de pirsên herî sotîner bîzat di nav jiyanê de hema her roj bi qîrdayîn derdikeve holê. Kesekî piçekî durist û ji mivorahiyê re rêzdar pirsên ku divê bipejirîne û bi asanî radest bike ev in.
Weke gel û civakên hemdem ên gelên din, ji civaka Kurdistanê re jî Rêberek pêwîste. Tenê ne di qada leşkerî de, em ji asta hunerî bigirin heta asta siyasî, ji ya bîrdozî bigirin, heta jiyana wî ya aborî yê ku bikaribe ji her tîştî bixe nava pergalekê, bernamesaz bike, bigihîne rêxistin û çalakiyê pêdivî bi qûrmaya giştî heye. Weke ku em pir zêde kar tînin, pênaseya dîrokî ya PKK’ê ketina wê ya dewrê û pêşketina wê li ser esasê bersiva van pirsane. PKK ji bo rastiyên serdemê bi civaka Kurdistanê ve dicebirîne, hewl daye û bûye hewldan bixwe. Dîrokeke ber bi jêr ve diçe, dûbere bilind kirin û ber bi pêş ve birin bi şêwazekî herî xirab ji serdemê qutbûn bi piren saxlem ve pêkanîn û ji bo hemdem kirinê weke bersivek ji van pirsan re bûyer û diyardeya derketina PKK’ ê pêwîste çawa bê destgirtin di nirxandênên cur bi cur de me anî ziman. Tenê ne ji bo dost û dijminên me, bi taybetî jî ji kadroyên ku divê di û mêjiyê partiyê bin, em ji yê di asta pêşend bigirin hata sempatizanekî ji rêzê divê diyardeya PKK’ê çawa dest bigirin, rastiya xwe ya taybet çawa dest bigirin me destnîşan kir. Heta niha jî em hewl didin bi awayekî zêde van dersan bidin.
Lê dîrok, neçar dike ku pêşengên li ser navê gelê me ketine rê hinekî din xwe biguherin. Ev di heman demê de, encamêkî xwezayî ja ji xwebûnê dûrketin û bêganbûnê ye. Gelek nirxandinên ku ji bo berxwedaniya bîranînên şehîdan û hatine kirin, radeya pîrozî û mezinbûna berxwedaniya wan çima li gorî yên welatên din nayê qeyaskirin me destnîşan kir. Dema ku mirov vê bi mînakên din ên serdemê re qeyas dike, em ji fikir bigirin heta çalakiyê, ji bo me serhildaneke herî biçûk di nav şertên Kurdistanê de dema tê destgirtin çima cudatir û xwedî wateyeke mezine me hewl da vebêjin. Dîsa dema ku em ji van hemûyan derdikevin rê, çima di nav me de Rêbertiya vê naçare xweser pêş bikeve, ji navenga bi êş û îşkencê azweriya berxwedanê, balkêşî, serekeyî, misogerî, fedekarî, wefa bi şewazê pêgihiştî divê pêş bikeve me rave kir. Dema ku em vana hemûyan destnîşan dikin, berxwedaniya gelê me ya xweser divê ku çibe, bi gelek mînakên cîhanê bê ku bên jiberkirin di nav xweseriya xwe de me got ku pêwîste rast bê fêmkirin. Mînak; di bin bêdengiya girseya me de kîneke bi qasî volqanên mezin heye, ev jî hema bêje weke nasnameya gelê me bi pergal û şênber bûye. Me ev jî diyar kir.
Belê, gelê Kurdîstanê birîndare, bêdeng diyare, nezan û bê rêxistine. Lê hîn di kûrahiyê de, bi qasî ku ti gelên din ne xwedî ne, gelek xwedî kîn û hêrsekê ye. Li xwe, xweza û civaka xwe di nerînê de hêrsê dipijiqîne. Tengezare, bi gumane, henekê xwe bi her tiştî dike, bi fikare, tolgire, rêzdar û bi merhemete. alîkariyê dixwaze, dixwaze xwedî lê bê derketin, şikestî ye, pir bi êşe û bi îşkenceyî ye, bê çare ye, ji bo merhemetê destvedigire û dûa dike. Vaye rastiya me ya gel ev e. Girêdayî dostaniyê ye, yek ku jê re bêje; “merheba” heta mirina xwe dikare pê re dost bimîne. Dikare bibe alîgir. Bi wefaye, bi azwerî ye. Vaye rastiya gelê me ev e. Dema ku em di nav pêvajoyeke nû re derbaz dibin, bi gelek mînakên bê hejmar ên bi vî rengî ku wê xwe bide der rastiya gelê me û kesayetiya berxwdêr a ku ayîdî vî geliye bi vî rengî ye. Rastiya gelê me yê berxwedêr ev e. Dibe ku gurme gurm ranabe ser piyan, li ji bin ve her tim serhildanekê dijî, di mejî de tevlîheviyeke serwer a ku ew bi xwe jî jê ne acize di nav kînekê de dijî, gelê ku her tim jiyana xwe didomîne, nemaze serhildaneke li gorî xwe ser dixe yanî gelekî bi vî rengî ye. Xiyanet lê hatiye kirin, nefret dike, efû nake, lê nikare tola xwe hilîne û wane bide. Ev jî serhildaneke wiha ye. Dizane, dibîne, lê destê wî/ê têrê nake, di rewşeke wiha ya berxwedêr de ye. Tê xapîn, dizane her tim tê xapandin jî, vaye li beramberî xapandinek wiha di nav berxwedanekê de ye.
Hinek hevalên me bi qasî ku nikaribin vê rastiya kûr a gelê me fem bikin, di bin sekna wî ya pasîf de îsyaneke mezin razayî ye, di bin gelek dîmenên ji xwe bêganebûnê û sextekariyê de berxwedana razayî bi qasî nekarin bîbînin seranserin. Na, divê bi kûrahî nêzîkatî ji rastiya gelê me re bê raberkirin û nerîn. Wê demê wê bê dîtin ku di wir de kesayeteke netewî û bûyera îsyaneke civakî heye. Û gel li pêşengê xwe digere. Em îda dikin ku, gelê Kurd ê ku li Kurdistanê jiyan dike, yek ji gelê cihanê yê herî berxwedêr û pergala serhildanê dijî ye. Gelê ku xwedî potansiyela berxwedaniya bê çîne û vê jî di gelek xaneyên xwe de ji bo ku derbixe holê gîştiye ber derî, yanî gelekî bi vî rengî ye! Ev rasteqînî pir girînge. Şansê serkefina pêşengên ku nekare vê ji her alî ve fêm bike nîne. Yên ku nikarin tişta ku ji derve tê dîtin û ya di cewher de heye ji hev cuda bikin, pêwendiya di navbera helwestê pasîf û berxwedêr de ji hev cuda nake, eşkereye ku pêşengekî bi vî rengî ji ketina rewşa ecemî û reben nikare zirgar bibe.
Wê demê divê gelê Kurdistanê weke di nav rastiya xwe de, jiyana xwe weke jiyanake berxwedan û serhildanê, şêwaza herî ji rêzê ya serhildanê, bi sedên sale hatiye eciqandin, bêdengkirin, bi îşkeceyan re rû bi rû maye, hatiye parçekirin û bêrêxistin hatiye hiştin bê dîtin. Li beramberî sermê û birçîbûnê xweragiriya wî berxwedaneke. Sekna xwe ya li beramberî dûjîn, zilm û dagirkeriyê berxwedaneke. Helwesta wî li beramberî xiyanetên ku lê hatiye kirin berxwedaneke. Dibe ku ev bexwedanî ji rêzê û ne rêxistinkirî be, lê çiqas aloz û ji xeta xwe derketî dibe bila be, di nav vê serdemê de jiyaneke ayîdî xwe û hebûna wê tenê bi serê xwe berxwedaniyeke li gorî xweseriya wê ye. Lê berxwedaniyeke ecemî, bi tirs, bêçare û bêrêxistinî ye!... Ne girînge! Ya girîng bi qasî ku bi dîmenên ji dervî wî neyê şîrovekirin xwedî kûrahî, xweserî û alozî ye. Ya rast jî fêmkirina vê rastiyê ye.
Serok APO