Serokatî

Ya Hov û Hemdem

 

 Dîrok Di Roja Me De Veşartiye...

Di felsefeya me ya şer û jiyanê de, bêguman dikare meyzandineke kevnare û roja îro digihîne hev bêhîskirin. Ez her dem pêşveçûna şaristaniyê bi heyranî pêşwazî nakim. Di nava vê de gelek qirêjî, li hember mirovahiyê pêşxistine dibînim. Ji bo nekevim nava vê xefkê hov mayîn, herî kêm bi gelek aliyên xwe ve paşketî mayînê dihilbijêrim. Difikirim ku dev ji hovbûnê berdan xeteriyek mezine. Bi awayeke giştî rojaneyîbûyîn, li gorî min di asteke girîng de devji mirovbûnê berdane. Bêguman ev nêzîkatiyek pir girîng a birêgeze.  Xwe tenê di roja îro de dîtin, tê wateya ji koka mirovahiyê qutbûnê. Heta serdeman û ev qonaxa her serdemekî, wisa dîrok beş kirin, weke ku serdema destpêkê pir hovbû ku hema em jê rizgar dibin nêzîkatiyek wisa felsefîk heta bêjî xeternak e. Heta dema ku em li nebatekê temaşe dikin, şitilek taze, herhal ji dareke rizî bi qîmetire û hêviya jiyanê dide. Ne diyare ku şaristaniya niha bi temamî weke darek riziyayî, ji hêz ketî û berhemdariya xwe ya fêkî dayînê jî ji dest nede?  Ji hêla zanist-felsefê ve îdakirina zeman her tim di nava pêşveçûnekî de ye zêde neraste. 

 Dîrok Di Roja Me De Veşartiye Destpêk û dawî, bi gotineke din heke di navbera destpêk û dawî de hilbijartinek bê kirin; ne gengaze bê gotin ku kîjan pir başe, kîjan pir xirabe.  Dibe ku destpêk jî û encam jî pir bêhempa bin.     Wiha nêzîkatiya li beramberî dîroka hov, dîrok her tim xirab girtina dest, “mîna serdema wehşî, serdema paşketî” destgirtin, îro jî bilindkirin, nêzîkatiyeke felsefîk a xeter e.  Wiha, îro bi awayeke post-modernîst derdikeve pêşberî me. Di kesayeta Rêbertî de bi misogerî li beramberî vê hov mayîn parastin hîn binirxtire. Bi kinahî mirov çiqas di seretayî de be, divê ew çend jî encam hebe. Destpêk, îro, heta duh bi watekirin û anîna gel hev; weke nêzîkatiyek felsefîk hîn binirxtire.   Di vê wateyê de rexneyên me yên tund li hember nirxandinên şaristanî û medenîbûnê hene. Ji ber di hemûyan de li beramberî destpêka derketina mirovahiyê nêzîkatiyên bêrêzî hene, heta aliyê wê yê înkar dike pir zêde derdikeve pêş. Her şaristanî xwe bêhempa dihesibîne, her encama destpêkê ji nedîtî ve tê, heke em hinek din şênber bilêv bikin, heta ku mirov weke cureyek ji holê rabe, bi awayeke giştî dê weke destpêkê lê bê. Wê pêvajoya pêkhatinê, hemû pêşeroja wê diyar bike. Bi awayeke giştî taybetmendiyên destpêkê çawa be, wê wisa bidawî bibe. Heke ji cureyeke din yê mirov derketibe ew êdî nabe mirov.   Ger mirovê îro, ji mirovê hov pir cuda be li gorî min ji mirov zêdetir mirove. Tişta ku ji mirov jî derdikeve mirovê niha ye. Her wiha tişta bê rexnekirin jî; herî zêde bi awayeke xeter mirovê ku koka xwe înkar dike, qaşo yê ku xwe bi pêşveçûyî û teknîka bihêz diwerimîne û tîne rewşa cinawirê xerckirinê ye. Ev cinawirê xerckirinê çawa ku dîrok tine kiriye; dîsa xweza, ser erd û bin erd çawa aniye rewşeke lê nayê jiyankirin û ger ku tedbîrên vê neyên girtin wê bi temamî mirov daqurtîne. Ev rastiyeke zanistiye.  

  Her wiha vegera li mirovê hov, vegera li şêwaza jiyana wê; ne paşketineke, ne libîrhatina serdema pêşiye, nêzîkatiyek bingehîn ya rizgariya mirove.  Nexwe wê mirovê îro; tişta ku afirandî û mirovahî bi hemû aliyên wê ve; bi dîrok û pêşeroja wê ve gef lê dixwe xwedî teknîka herî mezin û şêwaza wê ya civakiye, ev di rewşa amûreke tinekirinê de ye. Ji ber vê sedemê rexneyên me tundin û pêwîst dike ku baş li ser bê rawestandin.  Em bi têkoşîna xwe li dora nasnameya xwe hatine sitirandin. Di vê wateyê de weke hêmaneke vejînê bêguman em ê civakbûnê bixwazin. Her wiha wê mirovê Kurd yan jî mirovên ku bandor dibin cewaz bin. Madem ewqas rêxneyên me yên tund yên civakî hene, madem heta rexneya şaristaniyê jî ewqas bi rêgez tê kirin û ji bo vê şereke mezin yê veguherinê tê dayîn, wê demê kesayeta ku ava bibe wê azadiyeke diyar di nava xwe de vehewîne. Dibe ku bi temamî ji taybetmendiyên mirovbûnê qut bûye. Tenê di warê fizîkî de ku dişibin mirovan di wateya rastîn de dikare bibe mirov. Serkeftina vî şerê min; ji şerê Rêbertî yê nasnamê bigirin heta xususên herî zirav, meyzandina ji mirov û kes re, di rastiya ku wê çawa biparêze û pêşbixe de radixe ber çavan.  Mirovê berê, ji bersiva pirsa “Armanca bingehîn ya civakî çiye?” gelek dûre. Em bêjin ku her kesek li gorî xwe armanceke xwe ya bê binî heye, ji bo bigihe şêwaz û tempoyek xwe heye. Lê di encam de sifir ser sifrê re ye. Bi temamî mîna cûreyê bergirê, li dora paşverûtiyên civakî dizivire. Navber sifir. Bi qasî ku şêwaz û tempo; tişteke xilas neke belengaz û girane. Her wiha mirovê nû; girêdana wî ya bi armancê re û ev girêdan divê xwedî taybetmendiya civakî, siyasî, netewî û gerdûnî be, ya herî girîng jî sedema vê ya bi şer re afirandî, ji rêxistinkirina pêvajoya şer, em ji xususên stratejiya şer bigirin heta taxtîkên şer divê têbigehe, bi qasî afirîner be divê bizanibe xwe biparêze, bi qasî hestên

 

 Dîrok Di Roja Me De Veşartiye gelek bihêz, divê hêza fikir bikare rewşê xilas bike bide diyarkirin, bi qasî dewlemendiya hest lewra divê xwedî hêza fikir jî be.  Ji ber ku tişta pê re şer dike hew ne dagirkerî, paşverûtiyek gerdûnî ye. Mirovê li hemberî paşverûtiya gerdûnî û nûnerên wê yên xedar ku di xaleke mirî de bi ser xwe ve radibe û xwe diafirîne; ji ber vê sedemê li hember paşverûtiya gerdûnî ya pêşveçûyî, ango taybetmendiyên azadiyê ku em dikarin bêjin li gorî xwezaya mirovin wê têbigihije.  Ev; dibe di nava malbata mirov de paşverûtiya herî kûr, li hember nûnerên wan yên herî xeternak jî hemû pêdiviyên şerê di kesayetên xwe de afirandine û di vê maneyê de tê wateya çêbûna afirandina kesayeteke nû û xweser. Yê ku vê negire şansê wan yê jiyankirinê nîne. Weke ku wê şansê jiyanê çênebe, şansê ku weke mirovek bê qebûlkirin jî wê nebe. Di vê xalê de bi temamî kesayeteke him netewe, him jî gerdunî di nava şer de afirandin, wê li gorî serkeftina quralên wê yên bê eman pêkbê. Yên ku negihin vê û yên ku wate nedin vê jî, qet nebe ji dêla jiyaneke beredayî, wê li benda mirineke bi şeref bin. Di vê wateyê de di çûyîna mirinê de jî, di rizgarkirina jiyanê de jî tiştên ji bo mirovên me rû didin, di şênberiya me de ji bo mirovahiyê gelek girînge û herhal pêkhatina herî mezine

 

Serok APO