Serokatî

Erka Huner a Şoreşgerî

 

 

Nexwe, têkoşîna li hember mêtingeriyê di warê hunerî de piçûk nayê dîtin...

Metingerî, di heman demê de ji bo pekanîna qirkirina hunerê pîvankariyek mezin nîşan dide. Qirkirinên di her astê de ku li Kurdistanê hatine pêkanîn, di rêjeyeke girîng de qirkirina hunerê jî pêk aniye. Lê huner, ji ber ku hindek bi giyanê ve girêdayi ye pir û bêtir zindiye, di nava kategoriya yên dijîn de cî digire û di aliyê xwe yê arişî de giraniyê dide çêkirin, ew qirkirinên ku di şertên daringî de pêk tên, biqasî wan qirkirinê napejirîne, ango vala derdixe. Huner, xwedî taybetmendiyekê wisa ye jî.

Lewma civaka Kurd, di rastiya gel de nasname, kêm zêde berdewamkirina bi huner tê fêmkirin. Bi taybetî folklor û mûzîk bûne sebeb ku nasnama netew di rewşeke diyarî de xwe li ser piya bihêle. Lê gelek alî û çalakgeriyahunerê hatiye tewişandin, parçe kirin û rastî pişaftinê hatiye. Her wiha ji bo hunera netewa serdest bûye amrazekî bikaranînê. Serdestiya metingerî, di heman demê de serdestiya li ser hunerê ye. Ev yek jî derbirîna xwe, destpêkê di nejiyandina rastiya hunera gel, tewişandin, kirina malê xwe û anîna halê nenasînê û piştre jî hunera xwe wek hunera ku ya gelê bindeste, di nêzîkbûnên xwe de diyar dike. Dîsa metingerî di hemû dezgehên fermî de, bi taybetî, li ser piştevaniya hêza dewletê, di cîhana giyan û hestên gelê bindest de daye bawerkirin ku “Di bingeh de tu ji netewa serdestî, wek wî yî, nasnameyek te ya cuda nîne’’ bide çêkirin, serdestiyeke mezintirîn pêş dixe. Her wiha netewa serdest di rêjeya ku xwe dide pejirandin de, tinekirina netewekê temam dibe. Bi vî rengî nasnama netew winda dibe û nasnama netewa serdest dibe desthilat. Bi rastî jî ev, di rastiya Kurd de rewşeke herî pêşketî ye. Ji ber vê sedemê, li hember rastiya netewa serdest berxwedaneke pir kêm heye. Bes ev yek nîşan dide ku metingerî ka çiqas pêş ketiye.

Nexwe, têkoşîna li hember mêtingeriyê di warê hunerî de piçûk nayê dîtin. Dîsa di warê huner de pir bi sînor be jî, hebûna nasnama netewî di hinek aliyan de domandin ji bo derketineke girîng di têkoşina rizgariya netewî de dikare bingehekê çêbike. Di qonaxên destpêkê de bi taybetî, xebata çand û hunerî piştgiriyekê ji netewbûn û têkoşîna netew re çêdike. Heya qonaxeke diyar roleke girîng dilêyîze. Lê heke ku şîdeta siyasî û leşkerî nebe, têkoşîna çandî û hunerî zêde wateyekê naderbirîne û zelal tê dîtin ku erka xwe nikare bide temamkirin.

Mirov dikare qala nêzîkatiya rewşenbîr û miliyetperestiya hoveber ku di vê wateyê de huner rast nanirxînin bike. Em baş dizanin ku huner, çand û xebata wêjeyê ya ketûber bi rizgariya netewî, bi taybetî jî bi peywirên siyasî û leşkerî têkil hev dibin, ango bi vî rengî naxwazin peywirên xwe bibînin, mafê hunerê jî nadin û rê tevlîhevkirinê re vedikin.

Bi pêşketina têkoşîna me ya şoreşgerî ve him erkdariya hunerê ya di nava şoreşê de hatiye zelalkirin, him jî ew ferasetên çewt ên di nava şoreşê de neyêniya wan hatine teşîrkirin. Çawa ku giraniya pêwîst dike ji rola hunerê re hatibe dayîn, li hember bikaranîna vê ya oportonîstî jî, rexneyên pêwîst hatine pêşxistin. Ka çiqas ev yek rast e, di nava têkoşîna şoreşa bilindbûyî de pêşketina hunerî weke aşutekê mezin bûye, li ba vê yekê qasî bandora warê hunerî li warê siyasî û leşkerî jî, van waran jî li ser warê hunerî bandoreke giran çêkirine. Di vê wateyê de çalakgeriya hunerê li ser bingehên rast ên erkdariya şoreşgerî hatiye gihandin. Ji destpêka sedsalê vir ve heta pêşiya wê jî, nasnameya netew a ku dihate xwestin xwe bigihîne asta hunerê, pêngavek weke dêwekî pêk aniye û ev tenê bi têkoşîna siyasî û leşkerî derketiye holê. Lê, li ba vê yekê erkdariya hunerê kêm nebûye, tam berevajî zêde bûye. Her wisa ku şoreşa Kurdistanê serûbinbûneke girîng dijî, şer ji hemû girseyan re bûye mal, xwe kûr dike, her çîn û tebeqe digire nava berfirehiya xwe, vê yekê didomîne, li ba vê yekê kêmbûna erkdariya hunerê bila li vir bimîne, em dibînin ku bêtir zêde bûye û hatiye halê pêdiviyeke şênber. Girseyên gel, bi mûzîk, folklor û wêneyên şoreşgerî bêtir hatiye rewşeke zindî û ji bo teşeyê jiyaneke baş hewl dide ku zêdetir xwe lêhatî bike. Ango di vê wateyê de bi kiryarî şoreşeke hunerî tê jiyîn. Lê li rexmî vê diyare ku, ev yek nayê terkeserkirina ji xweberiyê, berevajî pir eşkereye ku pêdiviya xeteke huner a pir rehdar û xebata wê ya pratîk heye. Her wiha ji bo derbaskirina kêmasiyên heyî mîna afirandina eniya hunerê û berê xwe dayîna xebateke wisa him pêdivî ye, him jî qadek ku ji pêşketina şoreşî re tevkariyekê çêdike.

Serok APO