Divê tu rê bidî jiyanê. Ji bo jiyankirinê şerkirin, ji bo şerkirinê jî jiyankirin, tê çi wateyê...
Di vê navberê de em li ser kesayeta Kurd ponijîn.
Lêhûrbûna me bingeha xwe ji sedemên siyasî girt, a rastî kesayetiya Kurd dibe girêkek kor; wexta em ber bi erkên leşkertiyê ve diçin û hewl didin bi siyasî û rêxistinî bin derdikeve holê. Me dît ku kesayetên di destê me de, belane… Me pirsa ev mirov çima wisane kir û got em hinek dahûrandinan pêşbixin. Bi derbaskirina sînorên siyasî ve em ketin qada civaknasiyê, qada derûnî û qada wêjeyê. Ji ber pirsgirêka heyî, girêkek kore! Ji ber mirovên bêçare, bê ziman, newêrek û bê hest hene. Ji bo cixarekê, ji bo şorbeyekê yên kêleka xwe dide kuştin û dibêje; “Min fermandartî kir”. Ji bo têkiliya ehpabî xwe dide tinekirin, dibêje; “Min xwe peyitand. ”Diçewsîne, hemû nirxên partiyê binpê dike, dibêje; “Min kesayeta xwe peyitand” an jî “Min tola xwe stand”. Tam li hedefê naxe. Çep û rast belav dike, dibêje; “Min çalakiya herî mezin pêk anî. ”
Ev hemû jirêderketina kesayetî ne. Em bi xirabûnekî pir mezin a kesayetî re rû bi rû ne. Derdikeve holê ku ev girêkek kor û giloka tawana ye. Ev çawa bi vî rengî bûne giloka tewanbariyê? Di dahûrandinan de em gelek li ser vê mijarê sekinîn. Ez jî neketibûm ferqa wê ku ka çawa evqas tiştên tawan hatine kirin. Lê belê piştre me raxiste ber çavan ku, bi rastî jî civakekî şête. Di nava partiyê de jî beşekî girîng giloka tewananin. Ji xwe tewanên wan derketin holê. Tawanên herî giran; tawanên rêxistinî, tawanên leşkerî û tawanên siyasî hatin dîtin.
Min ev bi sehim dîtin.
Ev rewş dikare bi çi were derbaskirin? Eger em van kesan derbas bikin, ji xwe dijmin hezaran carî parçe kiriye, beş kiriye û vê carê jî dixwaze bi destê me beş bike û parçe bike. Ev jî dibe dubarebûna çîroka kevin. Ger em vê rewşa tawanê bipejirînin, wê demê emê şoreşê tine û tasfiye bikin. Ger em rêya rast bibînin, ev jî hêz, jêhatîbûn, sebir û hêza çareseriyê dixwaze. Wêje jî di vir de rola xwe pêktîne. Eger bala xwe bidin ser, dahûrandinên ku em dikin, ji tehlîlkirinek siyasî wêdetir, di astekî girîng de nêzîkî romananin. Aliyê van nirxandinan yên romanî zêdetirin. Hema hema şêweya kesayeta netewî hat dahûrandin. Dahûrandin, kêm-zêde kesayetên bingehîn derxistin holê. Rola herî bingehîn ya romanê jî; afirandina kesayetan û derxistina holê ye. Hewldide kesayetên civakî bafirîne an jî kesayetên heyî yên civakî analîz dike û jihev cuda dike. Tişta ku em jî dikin bi giranî eve. Lê belê, me ev yek ne ji bo wêjeyê, ji bo derbaskirina xetimandinên şoreşgerî, bûhrana kesayetî û nexweşiyan me ji xwe re weke erkekê zanî.
Dahûrînên heyî yan jî kêrhatina wêjeyê wisa derket holê.
Eger wê xebatekî pir bihêz ê wêjeyê were pêşxistin, wê bi van dahûrandinan ve girêdayî pêşbikeve. Me hîmê wê li wir danî. Bi rastî jî girêdana wê ya bi dîrokê re, bi rastiya civakî ya bingehîn re, her wiha bi armancê rasteqîn, bilindbûn û rizgariyê re bi temamî hatiye diyarkirin.
Kêm-zêde kesayeta têkûz, yê rizî, yê kirêt, yê xweşik, yê xayîn, yê rizgarîxwaz, yê nexweş û di nava bûhranê de ye û yê çareserker hemû jî hatin destnîşankirin.
Ango hinek taybetmendiyên van kesan ên bingehîn ku; weke taybetmendiyên welatparêziyê, yên siyasîbûnê, bûna rêxistin û bihêzbûnê hatin destnîşankirin. Taybetmendiyên ku di xizmeta dijmin de ne, hatin diyarkirin. Ji ber ku bingeha xwe ji gelek rastiyên bingehîn qut kiriye, me nîşan da ku çawa bûye eware û berdoş. Ango me kesayata berdoş, yên reviyayî û yên şêt rave kirin. Heta me got ku ‘ev civak dîn bûye’; me behsa civata dîn û har, civata ketiyan, civata nexweşan kir. Lê mixabin, her çend zora me jî biçe, her yek ji van rastiyeke.
Ev tev didin nîşandan ku wêje tê kirin. Ev tê wê wateyê ku wêjeya Kurdî hinekê bi vî rengî tê pêşxistin. Ango ya beriya niha dihat kirin gelo wêje bû? Hinek romanên ku behsa tevkujiya Dersimê û tevkujiya Agiriyê dikin li gorî bîrdoziya komara Tirkiyê hatine nivîsandin. Ev rewş, di cewher de pesnê tevkujiyê ye. Her roj di televîzyon û sînemayan de Kurdan bi awayekî herî ketî didin nîşandan û henekê xwe pê dikin. Ev, harbûna mêtingeriyê ye.
Dema ku te got Kurd, kesê ku zimanê wî yê Tirkî xirabe, bêçare, keseke ku henek pê têne kirin û tê bikaranîn, tê hişê mirov.
Ev yek di wêjeyê de jî û sînemayê de jî bi vî rengî ye. Bi taybetî bi vî awayî di televîzyonan de hatiye bicîhkirin.
Di qada wêjeyê de ji xweşermkirinekî pir mezin û dev ji rastiya xwe ya civakî berdan, weke rolekê hatiye destnîşankirin. Kesê ku wêjeya şoreşgerî dike, singê xwe dide ber van hemûyan. Ya rastî, şerê eşkerekirina vê yekê dimeşîne.
Em hîmê van hemûyan datînîn. Hîm danîn çiye? Ji mirovê Kurd re nasname û rastiya wî nîşan dayîn; ev tu yî bes eger tu vê bi awayekî rasteqînî nekî, tu nexweşî, cûceyî, ketiyî, qeşmerî, xayînî, hevkarî, teslîmkarî û bê rihî! Na eger tu bi awayekî rasteqînî bikî wê çaxê em ê peyvên weke tu milîtanî, zaneyî, başî û xweşikî! Rêz bikin. Wêjeyekî netewî, bi van têgînan kar dike, bi van têgînan zindî dibe, bi van têgînan rih digire û rola xwe jî di nava civakê de bi awayekî herî bihêz pêk tîne. Yek jî, em aliyê vî karî radixin ber çavan.
Erê, em dikarin behsa pirsgirêka wêjeya şoreşgerî bikin. Dibe ku pêdivî bi pêkanîna vê rêbazê hebe. Mirov him dikare li ser vî bingehî li dîrokê binêre û him jî li pêşerojê binêre. Dikare li ser vî bingehî romanên dîrokî bên nivîsandin. Dikare di derbarê pêşerojê de jî romanên hêviyê, çîrok û helbest jî bêne pêşxistin. Dikare nîgar û mûzîk were pêşxistin. Dikare ji nû ve qalibên kevin û qalibên netewî bêne bilêvkirin. Dikare zêde li ser rojane bê rawestîn. Ji ber ku serûbinbûnekî pir mezin tê jiyankirin.
Di esas de wêjeya herî girîng ewe ku bikare vê serûbinbûnê bîne ziman. Divê giyanên mirî û giyanên zindî an jî rasterast giyanwer zindîkirin û li ser bê rawestîn. Ji ber, beşekî mezin a ku li cem me ye û li ser piyên xwe digerin, dikare bê gotin ku miriyên zindî ne. Di vê mijarê de tişta ku herî zêde em dibînin, ev mirîbûna ku em dixwazin di jiyana xwe de mehkûm bikine. Em dixwazin civakê an jî beşekî mezin ê vê mirîbûnê ji rewşa miriyên ku digerin, derbixin. Gelek taybetmendî nûnertiya mirinê dikin. Taybetmendiyên we yên bê eleqe, sar, cirnexweş û dirizîne aliyên we yên mirî ne û gelek jî tê jiyîn. Aliyên we yên ku zindî dibin, bisînorin. Ji xwe weke heyranbûn û xwesteka jiyanê û vejîn dibin jî hene. Niha di vê rewşa serûbinbûnê de tiştên ku bi jiyankirinê re xwe nîşan didin, evin.
Gelek caran di rewşên weke; şehadetan de zindîbûn, di işkenceyên giran de liberxwedayîn dîtin, di kêliyên dihese ku jiyan dike de dibîne ku çiqas miriye; bi kurtasî mirov dikare gelek cewaziyên di jiyanê de tên jiyîn bibîne. Me diyar kiribû ku, kesekî piştî van dahûrînan li civakê temaşe kiriye, ji civak û jiyana kevin şerim kiriye. Raste, niha nêrînek weke “me çawa wisa jiyankiriye” bi şermekî pir mezin civak dorpêç kiriye. Ev pêşveçûnek başe. Ango ketine wê ferqê ku mirovê mirî çiqas riziya ye. Di wan de kelecana jiyanê pêşdikeve. Mirov dikare bi wêjeyê, van yekan pir baş bîne ziman. Wêjeya herî balkêş ewe ku bikare di van demên serûbinbûnê de nîşan bide, ka divê çi bimire û çi jî bijî? Erka wêjeyê ya sereke eve. Hemû beşên din ên hunerê jî, ji yên ku divê bimirin re nivîsandina fermanê û bi heman awayî ji yên ku divê bijîn re jî pesna jiyanê didin û bi vî rengî rola xwe tînin cîh.
Elbet em tenê didin destpêkirin. Em di van mijaran de zemînan pêşkêş dikin. Ji bo kesên ku wextê wan heye, di nava kar û barên giran de nînin û dixwazin bi rêka wêjeyê hinek karan bikin, zemînekî mezin hatiye pêşkêşkirin. Dikare him mînakên dîrokî, him mînakên di derbarê siberojê de û him jî mînakên ku gorankariyekî rojane pêş bixin. Ev jî wê rasterast biguherînin. Rastiya me ya rewşenbîriyê ya ku tevkujiyên mêtingeriyê li ser hatiye pêkanîn û hatiye bişavtin, bihêlin bibin wêjewanekî bi vî rengî, rola astengbûna xwe didomîne. Lê belê êdî ev qad ji wêjevanên bi vî rengî re firsendan nade.
Zemîna me heta dawî şoreşgerî ye.
Zemîna, tehlîlên şoreşgerî, zemîna bangawaziya şoreşgerî û zemîna rihê şoreşgerî ye.
Êdî ew nêzîkatiyên mêtinger ên kevin xilas bûn. Heta êdî nikarin henase jî bidin û bistînin. Ew helbestvanê dema bihûrî jî, mûzîk û romankarê dema bihûrî jî li hemberî rastiya Kurdan, dikarin bi awayekî jidil li xwe mikûr bên. Bibêjin; “Ez xayînekî çawa bûm, ez çawa hatim lîstokê û ez çawa hatim bikaranîn?” dikarin behsa vê yekê bikin û li xwe mikûr bên û ber bi rêka rast ve bimeşin. Ez bawerim ku wê lixwemikûrhatinên wiha yên weke; “ez xayînekî çawa bûm, teslîmkarekî çawa bûm, ez amûrekî erzan ê çawa bûm û ez çawa li hemberî gelê xwe hatim bikaranîn?” bêne pêşxistin. Piştre jî eger hêza te hebe derbixe holê, baxive, zindî baxive, behsa bihûştê û dojehê bike, behsa berxwedanê bike, behsa işkenceyê bike, behsa bilindbûnê bike; kirêtiyê bîne ziman, li xweşikbûnê bigere, dijminatiyê, hezkirinê û dostaniyê binivîse.
Hezkirin, di vê mijarê de melzemeyekî gelek bihêze. Şoreş, bi qasî ku ji bo serkeftinê ji her kesê re derfetan pêşkêş dike, ji wêjevan re, ji yên xwestina di warê wêjeyê de gavan bavêjin re jî derfetên girîng pêşkêş kirine. Lê bele, eger di vê mijarê de wêjevan tembel be, tişta amade dixwaze û bi awayekî rêkûpêk nikare xwe jî bimeşîne, ji wî kesî ti tişt dernakeve. Dema min jî derbas dike, eger nikare gelek mijarên ku bi salan li ser sekinîme tespît bike, nikare bibe wêjevanekî xurt. Eger ew bixwe kesekî bê rih be, berovajîker be, ew nikare gelekê bi şoreş û wêjeyê ve terbiye bike. Nikare vê hunera wêje û wêjevaniyê bi hêjayî pêk bîne. Wê teng nêzî pirsgirêkan bibe. Bila ew bi xwe jî pirsgirêkan bibîne û jê re bibe hêza çareseriyê! Ger bixwe jî pirsgirêkan rast nebîne, nikare bi xwe jî şîrove bike û piştre jî bêje; “Ez wêjevanek başim” ev xwe xapandine.
Her çendî zemînê wêjeyê wiha ye, divê mirov bêhêvî nebe. Ji xwe hê ji niha ve hinek hewldan hene. Şoreş wê van hewldanan bileztir bike. Wer tê fêmkirin ku, şoreşa ku bi erênî pêşdikeve, pirsgirêkên xwe dixe rojevê û xwe nêzî çareseriyan dike, derfetên pir mezin ên wêjeyê jî derxistine holê. Di vê rewşa tevlîhev de ku em jî evqas derfetan ji bo wêjeyê pêşkêş dikin, tê wateya her ku biçe wê bikeve meriyetê. Ev ê rola xwe ya baskbûn-şaxek ji hunerê bilîze. Ji ber di dîrokên gelek netewan de, bi taybetî jî di pêvajoyên şoreşan de nifşekî pir xurt ê wêjevanan derketiye holê. Di Şoreşa Fransayê de jî wêjevanên mezin derketin holê. Her wiha yên ku serdema civaka feodal reşdikirin, xirab didan nîşandan an jî jê hezdikirin -ku ev kes bûn ku nûnerên pêşverûxwaz bûn- em ji felsefeyê bigirin heya exlaq ên ku ev cudahî pêşdixistin gelek bûn. Fîlozofên wan, mûzîsyenên wan û wêjevanên wan ên mezin hene. Hêjî ew berhemên klasîk têne xwendin.
Her wiha beriya Şoreşa Sowyet’an û piştî şoreşa Sowyet’an nifşekî wêjevan hebû. Ji ber ku em hîn baştir dibînin ew jî bi van pirsgirêkên ku em îro pê re mijûl dibin ve mijûl dibûn. Em ji ‘Çawa Bikin’ û ‘Çi Bikin’ bigirin, heya ‘Şer û Aştî’ klasîkên bê hempa yên ku hewldanên pir mezin ên di salên şoreşê dehatine jiyîn vegotîn hene. Hema hema di hemû pêvajoyên şoreşên gelan ên serûbûnbûnê de em dizanin ku berhemên wêjeyî yên mezin hatine pêşxistin. Niha eger ji bo me jî ketina pêvajoyekî wer cidî ya şoreşê mijara gotinê, wê demê bi awayekî bivê-nevê wê nifşekî wêjevanan derbikeve holê û rêz bibin. Lê belê çima li cem me beriya şoreşê nifşekî bihêz ê wêjevanan derneket holê?
Em vê mijarê bi mezinabûna tevkujiyên mêtinger û bişavtinê ve gire didin. Bi awayekî misoger ji ber mêtingeriyekî pir tund, mejiyên mirovan hêj di lendikê de bi bişavtinê têne fetisandin, dil û rih jî têne qerisandin. Tu nikarî li rastiya xwe binêrî, tu nikarî bi du peyvan bêjî; “Ez Kurd im”; wexta demekî dirêj jî bi vî rengî bû, ma mirov dikare behsa kîjan dîrok, kîjan rastiya netewî, civakî û kîjan wêjevanan bike? Sedemjî eve.
Her ku şoreş pêş dikeve, bi taybet jî şîdet her çend dîwarên mêtingeriyê dihilweşîne, wê wêje jî pêş bikeve. Ev nirxandinekî raste. Dikare di demekî wiha de bûyerekî bi vî rengî pêşbikeve. Ji xwe tevgera me, di heman demê de weke tevgerekî mezin ê wêjeyê ye. Dahûrandinên me hemû mijarên siyasî, leşkerî, rêxistinî û civakî digire nava xwe. Carna mirov dibîne aliyê wê yê civakî li pêşe, carna aliyê wê yê derûnî ketiye pêş, lê belê di heman demê de leşkerî ye jî. Di bingeh de ev bûyer li hev aliya ye. Kesayeta Kurdan, him ji aliyê leşkerî, siyasî, civakî, netewî û çandî ve hatiye serkutkirin û him jî ji aliyê wêjeyî ve hatiye serkutkirin ku; bi vê ve girêdayî derbaskirina vê kesayetê, li ser vê kesayetê sekinîn an jî serûbinkirin, divê pêşketinên leşkerî, dahûrandinên siyasî, wêjeyî û civakî bêne kirin. Bi vî awayî çiqas aliyên riziyayî hebin, hemû dimirin. Ji aliyê fizîkî ve eger hinek xalên zindî hebin, ev jî pêşdikevin. Piştî wê jî di warê derûnî de, civakî, rihî û leşkerî rê li ber pêşketinan jî vedikin. Ji ber xisleta zextkar a mêtingeriyê ev rewş li Kurdistanê ev wisa ye.
Eger li ser çandê zext nebin, wêje dikariya bi awayekî hîn cudatir pêşbikeve. Eger ji pêşketinên civakî re jî vekirî bê hiştin, weke mînak; -eger em mêtingeriya Emerîkayê buna-, wê aliyên civakî û çandî serbest bihatana hiştin, heta wê pêşiya pêşketina van bihata vekirin û dibe ku di warê çandî û wêjeyî de pêşketinên cuda jî bihatana jiyankirin. Ne gengaze ku mêtingeriya komara Tirkiyê pêşketinên civakî serbest bihêle. Heta tevkujiyên çand û ziman mijara gotinê ne, her wiha rê nadin ku kevneşopiya civakî rêka huner vebe û mûzîk li ser lingan bimîne. Îro li Îsraîlê jî, li nijadperestiya Efrîqaya Başûr jî zextekî wiha tineye. Li wan deran Ereb û yên Reşik xwedî mûzîk û wêjeyekî bihêzin. Ji ber ku nayên qedexekirin, ew jî rastiyên xwe yên civakî dijîn. Ji ber li ser wan sînorê zextê nehatiye danîn, xwe têkil pêşketinên wan ên li qadên cur bi cur nakin; berovajî vê yekê derfetan pêşkêş dikin. Li cem me, yek ji van jî tineye. Her wiha, pêşketina me, wê bi awayekî giştî pêk bê. Ango her kesê li cem me wê hinekê siyasî be, hinekê leşkerî be, hinekê bibe wêjevan, hinekê hiqûqnas; ango wê van hemû mijaran di xwe de ava bike. Tişta ku bi giştî hatiye windakirin, wê bi giştî jî bê qezenckirin. Ev qezenckirin, neçare ku giştî be. Rastiya mêtingeriyê vê tiştê ferzdike. Ji ber vê jî eger kesek rabe bêje; “Ez leşkerim, ji siyasetê fêm nakim” an jî bêje; “Ez siyasî me, ji jiyana civakî fêm nakim” xwe xapandine, nedîtina rastiya mêtingeriyê ye.
Bi giştî hatiye windakirin, wê bi giştî jî bê qezenckirin. Elbet, ev nayê wê wateyê ku dê ji hev neyên cudakirin. Qada leşkerî, beşa eniyê û xebatên civakî wê cuda cuda bêne pêşxistin. Lê belê xelek bi awayekî pir tund bi hev ve girêdayî ne. Wê hev bandor bikin û hevdu mezin jî bikin. Tu nikarî ji bo her qadekê partiyekî cuda ava bikî, lê em behsa li ser bingehê xweseriya hevdu bihêzkirinê dikin.
Wêje li dijî leşkertiyê, leşkertî jî li dijî wêjeyê nîne.
Berevajiyê vê yekê, pêşiya hevdu vedikin. Şoreş, li pêşiya bûyîna wêjevanekî xurt ne astenge, berevajî rêka bûyîna wêjevanekî xurt vedike. Wisa ne li ser bingehê dijbertiyê, divê li ser bingehê hevdu pêşxistinekî pir mezin, were dîtin.
Elbet, ev pêşketin, li dijî bandorên mêtingeriyê ne. Ev, li hemberî tevkujiyên mezin ên ku mêtingerî di qada wêjeyê de pêşxistine, bersivekî mezine. Eger hûn ji vê yekê nerehet dibin, wê çaxê hûndi bin bandora mêtingeriyê de ne. Weke keseke ku nikare bibe rêxistinekî baş, nikare bibe siyasmedarek baş û bibe leşkerekî baş, bi kesayeta xwe ya kole re weke têkiliya xwe ya li gel axa… Ev xal ji bo wêjevanan jî bi vî rengî ye.
Hûn dibînin, di giştî de huner, bi taybetî jî di derbarê wêjeyê de dikarin gelek pirs bên kirin. Mirov dikare li ser rêkên wan ên çareseriyê jî têra xwe raweste. Me jî li ser bingehê ku bibe mînak, ceribandinek wêjeyê kir. Ev dahûrandinên dawî jî, hinekê ceribandina wêjeyê ye. Eger derfet heba, min dikarî van kesayetan hîn zêdetir zelal bikim. Min hinekê zelal jî kir, lê min pêdivî pê dît ku hîn zêdetir derbixim holê. Mirovê Kurd dana axaftin, heman weke dana verişandine. Tê wateya kirêtî, ketîbûn, bêçaretî û tinebûn dana axaftine. Ev jî bihêzbûnê, rê û rêbaza rast û jiyana rast dana nîşandane. Min hinekê jî pêk anî û kes nema ku bandor nebû. Em ji mijara çiqas tewanbarin bigirin, heta pirsa “Çawa Bijîn” ji xwe nekin nemaye. Di vê wateyê de nêrîna pirsgirêk tine ne, rastiyê rave nake. Hê jî tevger, rih û giyan li holê ne.
Divê tu rê bidî jiyanê. Ji bo jiyankirinê şerkirin, ji bo şerkirinê jî jiyankirin, tê çi wateyê?
Em her roj şerê vê yekê dikin. Kesayetên Kurd xwe avêtiye naverastê. Ma ji bilî mirinê, ji bilî tevlîhevkirin û kirêtkirinê çi ji dest tê? Ji xwe wêje jî pêşnûmeyên genî bûyî û bîn pê ketî yên mirovan, nizanin bimeşin, nizanin silavekê bidin, hezkirin û hûrmeta xwe nînin, nizanin rêkekê destnîşan bikin, serkutkerin, didin windakirin, reş dikin û yên ku ser guhê xwe re davêjin dîtin û peywendiya wan bi mêtingeriyê re çêkirin û xebata rêka rast peydakirinê ye.
Wê demê tişta rast çiye? Tişta ku divê bê jiyankirin çiye? Çima evqas nexweşî heye, çima evqas rev hene û diçin kî derê? Gelo li ser rûyê erdê kesek heye ku vî Kurdî bipejirîne? Gelo kesek heye di hemêza netewên din de jê hez bike? Gelo hene yên ku bêjin ‘vaye zarokên me hatin’ û we hemêz bikin?
Na!
Hemû jî Kurd xirab dibînin û jê nefret dikin. Heta dixwazin bikujin. Wê ji mirovê dibêje; “Ez nezan bûm, ez naxwazim bifikirim, ez nikarim baxivim, ez hişkim” re bê gotin ku;“Xwe tevlê bike!”Ma rewşekî me ya wisa maye ku kes henekê xwe pê neke, em çima rastiyê nebinin? Di heman demê de ev hemû jî rastiyên wêjeyê ne. Me dikarîbû zêdetir jî li ser vê mijarê bisekinin. Mixabin, mirovê Kurd ewqas lewaze ku, mirov fedî dike tevlî xebatên şoreşgerî bike. Ji ber naxwazin bersiva pirsa ‘Jiyanekî çawa’ bidin, ji rê derdixin. Êdî dijmin di vir de çewisandiye û kesayeta ku dijmin şêwedaye xwe veşartiye; xwe vedişêre, weke giloka tawanbariyê ye û bi temamî xwe ji jiyanê re digire û xisletên kesayetên bi vî rengî giranî derdikeve holê hene. Rewşa wî bi giryane. Ji ber, bi awayekî herî hêsan windakirina mirovan, pirsgirêkên rizgariyê birêxistin nekirin, wate nedayîna erkekî leşkerî, nerêxistinkirina taximekê, perwerdenekirin û bi çend komên gel re guftûgo pêşnexistin pratîka kesayetekî xilasbûyî ye! Eger em bi wateya wêjeyî jî bêjin, yên ku henekê xwe bi şêwazê jiyana rast dikin, yên ku ji çareserkirina pirsgirêkên wê direvin, bi hemû kêm û kurtî û kirêtiyên xwe ve nikarin di nav refên me de bimînin. Ya rastî ev kes bela ye, qonaxa binketinê ye û ji bûna giyan û hêvî dûre. Nikare bêje; “Min jî wisa bipejirînin. ” Tu dibêjî; “Ez bela me, ez dînim, ez ê bigirîm, ez ê bizirim, ez ê xwe bixim bûhranê, ez ê zirarê bidim, eger pêkneyê ez ê ji rê derbixim, ez ê bibim komploger, hinek daxwaziyên min ên nizanim çi hene. Eger tu ya di hundurê min de nexwînî û nedin, ez ê xirabkariyê bikim” û hwd têne jiyankirin. Ev hemû nexweşiyên kesayetî ne û berfireh tên jiyîn. Di encamê de divê şoreşgerek bibe derûnînasekî baş û bi çavekî wêjeyî yê baş bibîne.
Ji ber ku ev kes tam bela ye!
Xistina nav artêşê bila li aliyekê bimîne, ew xistina nava jiyana civakî bixwe jî wê hilweşandinê bi xwe re bîne. Ji ber ku her tim belav û xirab dike. Ji xwe civaka me li hemberî cewherê xwe tê bikaranîn û ji dijmin zêdetir cewherê xwe dikirkirîne.
Me ji mêj ve ev yek tespît kiribû: Zimanê wî daxive, lê ew bi xwe cewhera xwe dikuje. Qaşo leşkere, lê li partiyê dixe. Di encamê de mînakên van hemûyan jî hene. Li hevalê xwe dixe, rêxistinê belav dike û dijminê xwe mezin dike. Em pir baş dizanin ku gelek ji fermandar û rêberên me bi vî rengî ne. Di astekî girîng de li serê gel bûne bela. Ev xal didin nîşandan ku pêdivî bi sererastkirineke mezin heye. Hemû jî di bin navê hezkirin û hûrmetê de bi tinekirin û kirandinê ve mijûl dibin.
Me li xwestek û ajoyan jî temaşe kir, me dît ku ew jî dibin xiyanetê. Elbet, eger em nekarin van mijaran bibînin û binirxînin, em ê çawa sererast bikin? Em ê ji van pirsgirêkên xwe yên dijwar re çawa çareseriyê peyda bikin? Eger hûn van hemû pirsgirêkan nebînin, hûn ê nekarin behsa milîtaniyê bikin.
Ger mesele danasîna hunera leşkerî, siyasî û rêxistinî nîşankirin û bûyîna hêza çareseriye be, em wê jî didin.
Dîsa ger mesele jiyana civakek çawa, giyan û aboriyek çawa be; jiyanek moral û ehlaq, xwediyê felsefeyek çawa be, em wê jî nîşan didin.
Mesele zimanê teşe, şêwazê lêdanê û zimanê xîtabet-uslûb be, em wê jî didin. Gelo pirsa “Di vî milên min de kêmanî heye, di vî milên min de çewtiyên min hene, di vê mijarê de pêdiviya min bi nûbûnê heye” kî ji xwe dike û bersivên cidî dide? Em pirsgirêkan raberdikin û derdixin holê. Bi şêwazê gelemperî çi ji kê re tê gotin, çi tê danesîn diyarkirina wê ye. Tişta dimîne mirov li gor pêdivî û erka xwe tişta pêwiste rewa bike û ji xwe re bigirê ye. Ger ev jî neyê kirin pêşketin çênabin. Her wiha em weke gel jî zêde pêş neketine. Çend peyvan fêr dibe, li gorî vê çend helwestan diyar dike, bi vê jî xwe mîna fermandarekî mezin dibîne. Bi mehan û salan perwerde tê îhmalkirin. Dibê; “Bila her kes li gorî min be. ” Ev paşverûtiyek di axayên Kurd de jî nîne. Divê bê zanîn ku ev şêwaz û tempoya me çiqas hewce ye û veguhertinê ava dike. Bi cûrekî din em ticarî bawernakin ku şoreşgertî pêş bikeve û serkeftî xwedî li erkên xwe yên mîlîtantî derbikevin. Piştî ku em van rastiyan ewqasî sihêm radigihînin, ti kes nikare nefêmkirî nêz bibe. Şoreşgerek ti carî nikare xwe ewqasî bixapîne.
Rizgarkirina jiyanê, watekirina jiyanê, xweşkirina jiyanê; nûkirin bi qasî avê pêwiste. Kesên ku sedema ewqasî pirsgirêke, ewqasî xirab kiriye, ewqasî winda kiriye, qala hurmet, heskirin û jiyanê bike jî nade yeqînkirin. Divê mirov hinekî bikare xwe pênase bike. Rastiyan bibîne. Ger hûn heqaretê hêsan qebûl nakin, tişta bêmafe qebûl nekin, piçekî heskirin û hurmetê dixwazin, wê gavê divê hûn werin ser rêya rast! Divê duristbûn hebe! Divê em dev ji qurnaztiya gundîtî, sextekartî û xapandinê berdin! Divê ev demagojî bê derbaskirin! Divê xwe gihandina rastiyê pêk were! Divê em rêya pêşketinan diyar bikin. Divê sînor û lêgerînên li ser vî bingehî tên pejirandin hebin. Divê mirov di rewşa lêgerînê de be. Divê di rewşa heskirinê de be. Divê bala hinek din bê kişandin. Divê bibin hevalê çare û xurtbûna hinekên din. Her biçe divê em bibin civaka nû û wê di kesayeta xwe de temsîl bikin. Pêwîste di van tevan de dizî neyê kirin, qurnaztî neyê kirin, divê ev li hemberî dijmin bên kirin.
PKK tevgerek terbiyê ye.
PKK tevgerek terbiya herî mezin, berpirsyariya herî li jor, pîvanên bilind û ji nû ve rêkûpêk kirinê ye. Tevgerek bê eman û hênase bi hênase, weke di dîroka mirovahiyê de qet ne hatiye dîtin di mercên herî zehmet de şer dike.
Rastî eve!
Ev tevger bi janên tirsnak, bi îşkenceyê, bi xwîna şehîdan hatiye hunandin. Giyan, ruh û roja her kesî ye. Ger pênaseya vê tevgerê neyê fêmkirin; divê bi cangorî û hurmetek mezin, hemû jêhatî di nav de bên zindîkirin. Mirov hew li ser vî bingehî dikare xwe bibîne, bibe xwediyê hêz û quwetê.
Serok APO