Divê romana Kurd çawa bê nivîsandin...
Bi giştî wêje û di roja me ya îro de pirsgirêka romanê ya balê wê yê esasiye tê rojevê, bi taybet ji bo roja me ya îro hinek nirxandinên girîng pêwîst dike. Her ku diçe em di dahûrandinên xwe de li ser vê mijarê baş lêhûr dibim.
Di wê baweriyê de me ku hewce dike dahûrandin weke qilasîkên wêjeya Kurd ya bingehîn bên nirxandin. Rêbaza dahûrandinê tenê ne di warê siyasî û leşkeri de, di heman demê de di warê civakî de jî girînge. Ez neçarim ji bo romanê weke çavkaniya herî girîng van bidim nîşan.
Weke ku dijmin Kurdistan bê siyaset, bê aborî û bê dîrok hiştiye, xwestiye bê wêje jî bihêle. Ji bo irfan û estetîka wêjeyê nîne, bûyereke pir bi pergal ya rûxandinê sepandiye. Ji ber vê di roja me ya îro de wêjeya mêtinger di asteke pir pêş de ye.
Texrîbata mêtinger ya li ser rastiya wêjeya Kurd çiye?
Û yek jî cureyeke balkêş derketiye holê: Em ê yên ku bi eslê xwe Kurdin û rewşa kesayeta Kurd yên di qada wêje û huner de roleke xwe pir girîng dileyîzin çawa bigirin dest? Bi rastî jî ev dikevin nav wêjeya Tirk yan jî wêjeyên din yên metingeriyê?
Em ê van di kategoriyeke çawa de bixin nava wêjeya Kurd? Mînak, helbestvanê herî mezin yê wêjeya Ereban Ahmet Şevkî bixwe Kurd e. Di wêjeya Tirk de Ahmed Arif, di sînemaya wê de Yilmaz Guney, di romanê de Yaşar Kemal û hîn gelek navên nayên bîra min hene û gelek navên ku pêwîst nabînim… Tevî ku bi eslê xwe Kurdin jî wêjevanên netewên serdest yên herî li ber çavin. Vê dide nîşan: Metingerî li ser wêjeyê xwedî gotine. Asîmîle dike û heta dawî çewtkare. Pêwîstî bi ronîkirinê heye.
Ya hîn girîngtirîn jî, gelo li Kurdistanek evqas hatiye şewitandin-wêrankirin wê rola wêjeyê çi bibe?
Yek ji hêmanên bingehîn ku şoreşa Fransa û şoreşa Rusya afirandî wêje ye. Dîsa amadebûna şoreşa Fransa, amadebûna wêjeyê ye. Ji felsefeya wê re tê gotin ku felsefeya ronîbûnê. Ew pêvajoya baş a romanî kevirên şoreşê yên bingehînin. Ji bo şoreşa Rus jî heman tişt derbasdare. Yek Tolstoy, Dostoyevski, Gorki, heta Puşkîn nebin ne gengaze behsa şoreşa Rus bê kirin. Dikare di Rojhîlata Navîn de jî pêşketinên mîna van bên dîtin.
Îro di şoreşa Îslamê de xitabet gelek bihêze. Helbestên Ereban yên kevin, heta Quran wêjeyeke û zimanê helbestê ye. Gelo em nîqaşeke weke Quran û wêjeyê vekin, em ê ji bo nirxê wêjeya Quranê bikaribin çi bêjîn? Ez zêde li ser vê nesekinîm, lê tişta pêşîn bêgotin; Quran berhemeke wêjeyî ya bêhempa ye. Weke roman û helbestê ye. Belegate, yanî zimanê axiftina vekirî ya herî bihêze.
Quran bi serê xwe bûyereke wêjeyê ye.
Heta hemû qilasîkên Îslamê mirov dikare weke wêjeya sereke bifikire. Di navbera Îslamiyetê û wêjeyê de têkiliyeke bêhempa heye.
Li seranserî derdema navîn berhemên ji aliyê wêjeya Îslamî û kesên xwedî îrfan ve hatiye pêşxistin, bi çav û pîvanên dema me nêzbûn gelek girînge. Ji çîrokên hezar şevî, heta Siyasetnameyê, ji Şahnemeya Firdewsî, heta Mesnewiya Mewlana, hemû niv romanin û berhemên pir bi semyanin.
Bi giştî rewşenbîrên derveyî Ewrûpa ji ber kompleksên xwe yên beredayî ji vê hêlê ve rastiyên dîroka xwe lêkolîn nekirine. Ji bo rewşenbîrên Rojhîlata Navîn jî ev wisa ye. Halbûkî mîtolojiyeke wan pir dewlemend, efsane û qilasîkên wan hene. Heta di wêjeya Kurd de; helbestên Feqî Teyran, romana Ehmedê Xanî ya bi navê Mem Zîn ku bi zimanê ristî hatî nivîsîn heye.
Yek jî cepheya wan ya li pişt heye: Divê têkilî bi avaniya civakî ya demê û pêşketinên wê yên siyasî re bê danîn. Hewceye cihê teşegirtina netewa Kurd bê danîn. Ev nîqaşên tiştên di dema pêş de li ser wêje û dîrokê bên kirinin. Tişta ku min xwest li vir bal bikişînim ser; ev gel ne bê kok û wêje ye.
Kurd yek ji gelên Rojhilata Navîn yê herî kevnare û di heman demê de xwedî kevneşopiyeke wêjeyî ya pir bihêze.
Dixwazim vê bêjim: Ne ku ji bo gelê Tirk biçûk bixin, ger ku di warê teşegirtina dîrokî de îlehî em ê qala geleke bêterbiye bikin û mileteke ji gelê Kurd zêdetir bêterbiye hebe ew jî gelê Tirk’e. Kurd di warê teşegirtina dîrokî û wêjeyî de geleke hîn baştir teşe girtiye. Lêkolînkirina vê ji wêjevanan re dimîne.
Teşegirtina wêjeya gelê Kurd kengê dest pê dike û heya roja îro çawa hatiye? Ev mijara lêkolîneke cuda ye. Lê li gorî tesbîtên ku min kirine di teşegirtina civakê de wêjeya Kurd bi serê xwe roleke girîng dileyîze. Dibe ku bi devkî be, dibe ku folklorik be, lê gelek girînge. Ji gelê Tirk, heta ji gelê Ereb jî hîn zêdetir hatiye terbiyekirin û dibêjim hinek aliyên wê yên girîng hene. Di warê siyasî de hatiye mehfkirin. Hişmendiya wê ya dîrokî tine kirine. Lê dema em li hinek taybetmendiyên rastiya Kurd temaşe dikin, em dikarin bibînin ku xwedî wêjeyeke pir bihêzin.
Rastiya wêjeya gelê Kurd çiye, ewqas serdem çawa teşe girtiye, ger hebe bêedebiyek kî ji vê re rê vekiriye? Ger hebe hinek rewşenbîrên Kurd, yên xebatên wan li ser mijarên dîrok û wêjeyê; di nava rastiya civakî-siyasî de, dikarin di warê zanistî de lêkolîn bikin xwe bigihînin tesbît û nirxandinên girîng.
Di vir de mijara ku min xwest bigirim dest, hinek jî dikeve qada min; dikeve pêvajoya şoreşê, di Kurdistanê de edep-wêje û mirov dikare li ser romana ku dibe mijara îfadeya wê ya herî nûjen çi bêje? Ez bawerim di nava rewşenbîran de ev mijar tên nîqaşkirin.
Wêjeyeke Kurd mûmkûne?
Divê romana Kurd çawa bê nivîsandin?
Mixabin, rewşenbîrên Kurd ji bo pêvajoya şoreşa li Kurdistanê ne amade bûn. Ji bo pêşketinek li gorî wan nebû, hinek jî xeydok û bihêrsin.
Ya rastî rewşenbîrên heyî li gorî pêvajoya neteweperestiya paşketî teşe girtine. Ji bo şoreşeke wisa mezin asta wan têrê nake ango jê re ne amadene. Bi qasî serê derziyê hêviya wan nebû ku Kurdistan li ber xwe bide, bikeve nava şerê herî mezin yê rizgariyê û serbikeve.
Divê êdî ew bixwe jî li xwe mukir bên. Ji derveyî vê wê nikaribin ti hilpekînek mejî û dil çêbikin. Bi awayeke vekirî li xwe mukur têm ku, me jî zêde texmîn nedikir. Dema ku me cara pêşîn ev tevger derxist holê, me jê re digot tevgera nûjen a neteweya rizgariya Kurdistan, lê em tenê komeke biçûk bûn. Ji rehîma dayîka xwe çêbû, lewra em bi guman bûn mezin bibe an na. Lê me her digot, toveke, wê şîn bibe.
Her wiha, divê kes nebêje çima me rexne dike. Di serî de ez pêwîstiya em xwe rexnekirinê dibînin. Lê piştre him fersend û him jî ev pêvajoya dîrokî ku me daye ber singa xwe dibe rastî. Her çendî em niha nexwazin Kurdistan qebûl bikin, nexwazin bibînin jî em ketine nava pêvajoyeke mezin. Em di nava pêvajoyeke Başûr, Bakur, Rojava û bi Rojhilata wê ve xwe dirêjî dîroka wê dikin û pêşeroja wê jî heya bêjî baş bi pîlan û bername dikin.
Êdî divê rewşenbîr mikurbûnek jidil bikin. Bila heskî kêfxweş bin, heskî zem bikin. Êdî bûyer û diyardeyek heye. Mînak, Pinter; çû girtîgeha Amed’ê hema di qada nev-netewî de şanoyekî girîng çêkir. Di encama serlêdaneke du-sê rojan de derxist holê. Diyare ku serûbinbûneke pir girîng heye. Çavkanî cidî ye. Bila ti rewşenbîrên me min tewambar nekin, nebêjin min pirole kiriye. Yek min cidî nagirin, lê ez bawerim wê Pinter cidî bigirin. Ew serlêdaneke sê rojan dike û ji wê zêdetir me nasnake. Lê ji ber hunermendeke hesteware di demeke kin de bi çavdêriyên xwe berhemeke wisa derxist holê.
Em dixwazin nirxandinek li ser Kurdistana di pêvajoya şoreşê û wêjeya wê pêş bixin. Ez bawerim dema Tolstoy pirtûka bi navê "Şer û Aşitî" nivîsand rêbazeke wî hebû: Bûyer di serdema 1800'an ya Rusyayê re derbas dibe. Min roman nexwendiye, ji bo yên xwendine heman rêbazî ji bo welatê xwe jî bikar bîne weke bibîr tînim. Tolstoy bixwe, cihê ku şer lê çêbûye ji dil hîs dike û dijî. Li kîjan gir û geliyan pevçûnên rûbirû çêbûne tevê digere. Xwe di pirtûkxanan de hepis dike, girêdayî vê çi heye lêkolîn dike. Bi gelek kesayetên wê demê re nîqaş dike. Û weke em dizanin wê klasîka di asta cîhanê de derdixe holê. Yanî şereke yê çend rojan bi vî rengî klasik dike. Ya rastî di dîroka Rusya de şer pirin. Ev şerê niha li Kurdistana roja me ya îro de heyî, di vê berfirehiyê de şerê yekem û dawî ye.
Şerê mirin-mayînê ye.
Ya ku qedera her tiştî diyar bike şere.
Em li hemû pîlan û bernameyên 12’ê Îlonê temaşe bikin û piştre jî sepanên şerê taybet yên ku meşandine: Em ji tehcîrên Ermeniyan pir zêdetir bi tehcîrên Kurdan re rû bi rû ne. Xwe dispêre plansaziya serfermandarê giştî, bi pergale û sepanên wî gelek bêrehmin. Armanc li vir Ermenî hinek tirsandin, pirştre tên mişextkirin (li gorî min çend meh dirêj nekiribû). Di nava me de pêvajoya pêngava 15’ê Tebaxê ya bi şemal destpê kirî, dikeve sala xwe ya pazdemîn. Du sal bi amadekarî derbas dibe, salên 1982-83’ê êdî me fêm dike, dizane em ê dest bi pêvajoyeke nû bikin û ew jî li gorî vê pîlansaziya xwe çêdike û ji xwe em di sala 13. a şer de ne.
Bûyereke ecêp ya koçberiya Kurd tê jiyîn.