Li nav civakên qaşo pêşketî yên kapîtalîst-emperyal saziya malbatê, di nava bêçaretiyek mezin de ye...
Di 8’ê Adara ku weke roja jinên cîhanê hatiye pejirandin de, em dixwazin pirsgirêkên jinê û rêyên çareseriyê nîqaş bikin, wisa pêşveçûnekê saz bikin. Lewma divê yên weke me ku pêvajoya têkoşîna rizgariya gel a topyekûn dijîn, hîn kûrtir nêzî pirsgirêkê bibin. Pirsgirêk ji bo me ji du aliyan ve girînge. Ya yekemîn, di serkeftina pêvajoya rizgariya netewî de û bi vê ve girêdayî weke xala duyem jî ji bo taybet jin, lê esasî jî civak ji wê rewşa paşketî rizgar bibe hêmana sereke ya herî girînge. Ji ber vê sedemê bi mebesta îro jî be nêzîkbûnek di asta ceribandin û pêşnûmeyê de kirin em sûdmend dibînin.
Elbet sedem ne tenê tiştên hatine diyarkirin ve sînordarin. Ji ber pêwîstî tê dîtin divê pirsgirêk bi kûranî bê destgirtin, xwe dispêre gelek sedeman. Her wiha ev sedem zêdetirîn ji bo me derbasdarin. Çi di asta cîhanî çi jî di nava me de ger nêzîkbûnak teorîk û pratîk ji pirsgirêkê re tê kirin, misoger pêdivî heye ku dûrbûnek ji seresertî bê jiyîn û nêzîkbûnek bingehîn bê raberkirin. Ev pirsgirêk, di hemû qonaxên girîng ên dîrokî de –di pêvajoyên civakî yên veguhertinê de- yên bajarvan bi şêweyekê daye bihîstin, di pêşketina civaka mirov de vekirî yan jî girtî, ji hêla pêşverû yan jî paşverû ve bandora xwe diyarker ferz kiriye. Hêjî di têkoşîna her cure wekheviya ku mirovatî di navê de cîh digire de cihek herî girîng dakir kiriye û hebûna xwe berdewam dike. Bi gelemperî dîroka têkoşînan bi şêweyên çînayetî, netawan, têkoşînên civakî yên nû û kevin, şerên artêşan, şerên siyasî û dîplomasî, xwe gihandiye vegotinekê, lê ev pirsgirêk weke bûyerek xweser, nexasim tevî ku di roja me de tê destgirtin, hêj ne gihaye çareseriyek bingehîn. An jî zehmete ku mirov bêje, di vê qadê de şoreşek bingehîn pêk hatiye. Nêzîkbûna partiya me ji vê pirsgirêkê re, qetiyen nêzîkbûnên ku heta niha hatine fêrbûn napejirîne, ji bo çareseriya pirsgirêkê nêzîkbûnek derbaskirina van esas digire. Em dikarin yekser bêjin ku, ji ber girîngiya partiya me ya di nava rizgariya netewî û têkoşîna azadiyê de dihewîne, hêj ji roja destpêkê ve girîngiyek mezin daye vê pirsgirêkê, ji bo civak di şoreşê de bê dahûrandin, li vê qadê jî têkoşînek bêhempa meşandiye.
Dikare di navbera asta ku dagirkeriyên li Kurdistanê xwe gihandiyê û nexasim rewşa asta ku jin di navê de dijî girêdanek bê dîtin. Dagirkeriya ku li Kurdistanê mezin bûye, dişibe rewşa rastiya jinê ya ne tenê di roja me de, ji nêz ve dişibe pêvajoya ku sedî salan jiya ye. Îro li gelek welatên çi kapîtalîst, çi sosyalîst, çi jî paşketî hatine hiştin û gelek qadan ev pirsgirêk ji gelek hêlan ve derketiye pêş û tê bîhîstin. Şoreşên heyî hinekê serê pirsgirêkê vekirine, lê mixabin ne di wê astê de ne ku naveroka wê bigirin dest.
Li nav civakên qaşo pêşketî yên kapîtalîst-emperyal saziya malbatê, di nava bêçaretiyek mezin de ye. Saziya esasî ya ku kapîtalîzmê herî zêde pêş xistiye malbat jî, pir vekirî tê dîtin bi xeteriyek belavbûn û bêwatebûnê re rûbirû ye. Heman pirsgirêk li welatên sosyalîst jî xwe dide der. Nexasim di pêwendiyên malbatê de pirsgirêkên pir hûrûkûr tên jiyîn. Mînak di zewacên çêdibin de, rêjeya têkçûnê jorî ji sedî pêncî ye. Ango zehmete ku mirov bêje li welatên sosyalîst jî têkîliyên baş çêdibin. Jixwe welatên ku paşketî hatine hiştin ev pirsgirêk di rewşek herî tengav de ye.
Di serdema me ya weke serdema azadiyan tê pênasekirin de jî, tê dîtin ku tenê pêşiya pirsgirêkê hatiye vekirin û dest bi nîqaşê kiriye. Wêrekiya vê derketiye holê, lê belê di vê qadê de bi wateyek gelemperî şoreşek veguhertinê pêk nehatiye. Çare, amûr, ceribandin û têkoşînên ji bo çareseriyê derketine holê jî, asta cewhera reformîst derbas nekirine. Jixwe rewşa îro pêşketina tevgera Femînîst a dixwazin di civaka Rojava -Ewrûpa- de pêş bixin û çi bi xwe re ava kiriye jî mijara niqaşê ye. Tevgera Femînîst pirsgirêkê tenê weke pirsgirêkek wurşedar digire dest û nikare xwe ji vê nêzîkbûnê rizgar bike. Ji bo rizgariya zayenda jinê jî têkoşînek cidî nade, tevgerek xwe nêzî rastiya xwe nake pir seresere, derdorek burjuva ku wextên xwe yên vala dinirxînin wêdetir nebûne tiştek. Ji bo ev tevgera Femînîst li nav civakên Rojava –Ewrûpa- weke çareseriya herî pêşketiye lewma em vedibêjin.
Îro rewşa azadbûna jinên ku li welatên sosyalîst derdikevin li hemberî me, tenê di asta tevlîbûna xebatên aborî, di civakê de bûna xwedî axaftin û ji hêla fîzîkî û tenduristî ve pêşketinê zêdetir tiştek din nîne. Ango weke şoreşê dayî hemû civakê di vê qadê de jî tevkariyek sînordar heye. Mînak para jinê ya di qada siyasî de hêjî pir sînordare. Heman weke dijberî feraseta rewşa wekheviya giştî nekeve tê jiyîn. Weke temamkara wekheviya giştî bi biryarên fermî di rêjeyekê de beşdarî rêxistinên partiyan, rêxistinên dewletan û xebatên civakî yên din dibe. Lê belê ev beşdarbûn dîsa jî kême. Bi kurtasî em wisa dizanin ku li welatên sosyalîst jî, ev pirsgirêk yekser di naveroka têkoşînê de tê destgirtin, lê dev jê berde çi tê hedefkirin, di vê mijarê de li şûna rêxistinbûnek xweser û bersivek çawa bide têkoşînê, tenê bi pêşketina şoreşê ya giştî ve sînordar maye û mafên hatine bidestxistin jî ne mafên ku di pêvajoya têkoşîna xweser de hatine bidestxistin, bûne mafên ku şoreşa giştî behs kirine. Bêguman ev jî ne tiştek xirabe. Destkeftî di hêla pêşveçûnê de ne. Lê belê dîsa jî destnîşankirina otorîteya siyasî ya jinê de di dahûrandina pirsgirêkên nav-netewî de û heta di nava civakê de dahûrandina newekheviyên kûr de tevkariya wê pir sînordare. Lewma statûya jinê ya hatiye diyarkirin di radeyek mezin de statûya ku zilam ava kirî derbas nekiriye. Statûya ku ji bo jinê hatiye diyarkirin di civaka feodal de bi şêweyek diyarker mohra zilamê serdest nîşan dide, di civaka kapîtalîst de jî ev misoger dîsa wisa ye. Di civaka sosyalîst de jî beşdarbûna jinê ya sînordar çêbûye, lê belê statûya zilamê serdest a ber bi wekheviyê ve veguheriye ji hêla erênî ve diyarkirinê de dîsa dewsa zilam nîşan dide. Ev pêşketinên erênî, di bin bandora ferasetên tund ên serdestiya zilam a ji sedî salan ve kom bûyî de ne.