Mîsyona hunerê civakî yê hestên mirovan bilind, bedew û aştiyane dike bi temamî berevajî...
Abdullah OCALAN
Kapîtalîzm bi xwe lingê yekemîn ê modernîteyê ye, û di statuya ruh û mejiyê sîstemê de ye. Me hewl da em piştrast bikin ku ev cinawirê bi navê sermayedariyê di tevahiya dîrokê de her xwestine wî di qefesê de bigirin, wexta dibe hêza hest û aqil, dil û mejiyê sîstemê, bihêlin ku ew bibe çareserî, ew bi xwe çavkaniya pirsgirêkan e, tê maneya îflasa sîstemên şaristaniyê. Ya rastî avahiyên şaristaniyê ew civak in ku vekişiyaye pişt birc û bedenên bajaran. Mirov dikare weke tevahiya avahiyên civakî yên li pişt bircên bajaran ji nû ve ava dibin jî bide naskirin. Ji ber ku hebûna fizîkî ya bircan têrê nake û çînîbûn zêde dibe, rêveberiya wê ya sivîl hiyerarşiyê neçar dike ku xwe weke saziya jêre dewlet tê gotin, bi rêxistin bike. Di beşên pêwendîdar de min ev bûyer û pêşketin analîz kiribûn, ji lewra ez ê dubare nekim. Bihêlin ku bi dewletê pirsgirêkên civakê bêne çareserkirin, hem ji aliyê naverok hem jî ji aliyê berfirehiyê ve dewletê pirsgirêk zêde kirin. Dewlet çiqasî pêşde diçe û mezin dibe, pirsgirêkên civakî jî ewçend pêşde diçin û mezin dibin. Ev yek jî bi awayekî berbiçav dihat wê maneyê ku zordestî û mêtinkarî wê zêdetir bibe.
Heta bi qonaxa kapîtalîst a şaristaniyê di encama şerên li ser civaka mirov û hawîrdorê de felaketên mezin qewimîbin jî di rojevê de guftûgo nedihat kirin ku civak bi vî awayî nikarin dewam bikin. Rêjeya zordestî û mêtinkariyê ji sedî pareke piçûk a mirovan digirt nava xwe. Firewn û Nemrûdê herî serdest jî bi qasî waliyê eyaleteke roja me ya îro bi tesîr nebûn û bi qasî wî xwe negihandibûn hêzeke otorîter. Îro Serokwezîrekî Swêdê yê xwe herî demokrat dihesibîne jî ji Siltan Silêmanan deh qat zêdetir xwediyê hêz û otorîteyê ye. Heta bi qonaxa kapîtalîst yekûna mêtinkariya (yekûna berhemê zêde) di tevahiya dîroka şaristaniyê de hatiye kirin ji destketina salekê ya sermayeya global a roja me ya îro zêdetir nîne. Divê em bi van rastiyan, bi dehşeta mêtinkarî û zordestiya hatiye kirin, bihisin.
Aqilê kapîtalîzmê xistiye serê mirovî dehşet bi xwe ye. Bi şerên pêncsed salên dawiyê, bi teknolojiya van şeran û stratejiya aqlê wan çi pêk anîn? Eger em bibêjin, di tevahiya dîroka mirovahiyê de ji mirovên di şeran de hatin kuştin qat bi qat mirov di dema pêncsed salên dawî de hatine kuştin, wê ev gotinên me bibin mikurhatina beşeke ji rastiyê. Ji vê jî wêdetir felaket ew e, bi van şeran çiqas gel, çand, qebîle, çîn, kom û nirxên maddî hatin tinekirin? Ji bilî mistek olîgarşî, çawa pirraniya mirovatiyê weke koleyên hemdem (proleter-karker) ji nû ve hatin çêkirin û avakirin? Çawa mirov kirin gurê mirovî? Çawa civak topyekûn kirin pîrek? Ji tehekuma civakî heta bi tehekuma li xwezayê, çawa rê li ekolojiyeke ku nikaribe dewam bike, vekirin? Mumkîn e ku mirov pirsgirêk û pirsên bi vî rengî yên bingehîn zêde bike.
Kapîtalîzm sîstemek e ku ji hev nehatiye derxistin. Tevî îddîayên Marks û Marksîstan, mirov nikare bibêje ku di warê analîz û jihevderxistinê de serketîbûne. Tevahî nîşane didin xuyakirin ku rexnekirina wan a kapîtalîzmê ji mentiqê bûrjûwa piçûk wêdetir neçûye. Rexnegiriya bûrjûwa piçûk jî herî zêde ji burokrasiya sendîka û kapîtalîzma dewletê wêdetir ti encamê nade. Divê mirov baş bizane ku mentiqê serwer ê serdema me, li gorî sîstema kapîtalîst hatiye dîzaynkirin. Zanista heyî û cîhana akademiyan, mekanê hilberîna vî mentiqî ne. Akademiyên zanistî yên roja me ya îro ji zîggûratên Sumeran zêdetir weke mekanên mîtolojiyên tevlîhev, bi ser desthilatdariya kapîtalîst ve bûne. Ji amûrên eşkere yên serweriyê yên desthilatdariyê zêdetir, mîtolojiyên li ser navê zanistê li van mekanan têne hilberandin berxwedana civakê şikandine. Ji xapandinên Serdema Navîn gelekî wêdetir xapandin û reşkirintarîkirin mewzûbehs e.
Mîsyona hunerê civakî yê hestên mirovan bilind, bedew û aştiyane dike bi temamî berevajî kirine. Îhtîrasa ji bidestxistina karê wêdetir tiştekî din nafikire, ji bo bigihîje encamê îstîsmarkirina hestên bedewî, aştî û bilindbûnê weke huner nîşan daye. Ji bo diyariya soza wê hatiye dayîn bigire, her mirov kirine mîna hespên li hîpodroman têne bezandin. Şêwazekî jiyanê yê jiyana ti ruhberî qebûl neke heye. Nexweşiya kansêrê çavkaniya xwe ev şêwazê jiyanê ye. Divê neyê jibîrkirin ku kansêr nexweşiyeke tîpîk a modernîteya kapîtalîst e. Bi temamî bi sîstemê re têkildar e, û nexweşiyeke bi koka xwe civakî ye. Ti tişt bi qasî nexweşiya kansêrê bi hêz nikare kapîtalîzmê rave bike. Ji sedî sed encam e, ruhê sîstemê xwe di bedena mirov de nîşan dide. Heye ku di sîstemên berê de û li cem hin ruhberan kêm caran bûyerên kansêrê hatibin dîtin. Di koka van nexweşiyan de jî mirov dikare siya ‘yekdestdariyeke’ ku li ser jiyanê hatiye hûnandin, bibîne. Lê di kapîtalîzmê de mîna ku ti şane û endamê bedena mirov ê bi cureyekî kansêrê neketibe, nemaye. Kansêra di tevahiya endamên bedena mirov de xuya dike, êdî li sîstema kapîtalîst eşkere dike, wê dide dest û ev rastiyek e ku kes nikare ji nedîtî ve bê.
Hêzên hegemonîk ên Ewrûpayê pirsgirêkên kapîtalîzm û hegemonyayên kevin (dêr, qraliyet, prensan) rê li ber wan vekirin, çareser nekirin. Bi projeya ‘civaka homojen’ dest û lingên wê birîn û wekhev kirin. Civaka homojen civaka koletiya wê herî pêşdebirî ye. Ti civaka çînî bi qasî kapîtalîzmê nikare koletiyê çêke. Koletiyên serdema destpêkê û navîn, berevajî yeqînan şert û mercên wan ji yên kapîtalîzmê xirabtir nebûn. Nîşaneya herî girîng a vê yekê ew e, di van deman de cih ji diyardeya ‘koleyê bêkar’ re nîne. Şêweyê ‘koleyê bêkar’ şêweyê herî bêrehm e ku dîrokê şahidî lê kiriye. Koletiyeke bi qasî ya bêkartiyê mirov piçûk bixîne û tine bike, ti carî nehatiye dîtin. Dîroka kapîtalîzmê weke tê gotin bi tenê dîroka gundî, karkerê bûye dikandar û proleterbûyînê nîne, ji van qat bi qat zêdetir dîroka bêkariyê û proleterbûyîna lumpen e. Ma mirov ji bo civakekê li pirsgirêkeke û ji pirsgirêkê jî wêdetir felaketeke ji vê mezintir, dikare bifikire? Ne bi tenê îdeologên lîberal, ji her rengî civaknas, sosyalîst û Marksîst, ji ber mohra bûrjûwa piçûk a li ser wan bi bandor bûye, nikarîbûne bibin xwedî hêz û wê qabîleyetê kapîtalîzmê bidin naskirin, jê bibihurin û li ser hîmê parastina civakê li dijî wê têbikoşin. Hewldanên wan ên di vê mijarê de nayên înkarkirin; lê rastiyek e ku derketiye holê, asoya fikra wan çeloxwarî û xapiyayî, û îradeya wan a ji bo têkoşînê têra xwe kêm maye. Civaka kapîtalîzmê tine kiriye, bi tevahî di nava rastiya wê ya dîrokî de û bi nêzîkatiyeke tevahiya qadên wê bi hev re digire dest û bi helwesteke xweparastinê wê neparêze, gavavêtinê nebe.
Divê em baş bizanin ku bi sedema şaristaniya navendî ya xwe spartiyê gavên ber bi mezinbûn û bilindbûnê ve avêtiye, ji roja ku qefesa xwe parçe kiriye (Têkiliya di navbera Rohnîbûn û ji qefes derketinê de hêjayî lêkolînê ye. Azadiya bi derketina ji vê qefesê wer xuyaye azadiya herî xirab e)û vir ve kapîtalîzm global e, û sîstema global veguherandiye. Herkes li hemberî ‘krîza kapîtalîzma fînans a global’ a roja me ya îro matmayî dimîne. Bi lîstina amûrên fînansê, bi tenê di dema vê krîzê de berhem û nirxên zêde yên bêyî karkirin û xebatê têne desteserkirin, tê hesabkirin ku ji yên mêtinkariya di tevahiya dîroka şaristaniyê de gelekî zêdetir e. Ti diyarde û krîz nikare bi qasî vê krîza fînansê ya rojane, kapîtalîzmê baş rave bike û nikare evqasî zelal deyne holê ku kapîtalîzm bazar û ekonomî nîne. Aliyekî girîng ê parêznameya min ew e ku bingehê dîrokî yê vê diyardeyê datîne holê, avahiya bi pirsgirêk a şaristaniyê li ber çavan radixe û nîşan dide ku kapîtalîzm rewşa giştîbûyî ya vê avahiyê ye. Krîza fînansê ya global ku qonaxeke herî balkêş a krîza binyewî ya kapîtalîzmê ye, û roja me ya îro jî hê di navê de ye, vê şîroveya dîrokî bi awayekî bi tesîr piştrast dike.
Wexta ku krîza fînansê ya global ji navendên sereke (DYE-YE) li tevahiya dinyayê belav dibe, wê derketina ji nava kaosa rê li ber vekiriye, çawa pêk bê? Dinyasîstema kapîtalîst a şûna şaristaniya navendî ya Rojhilata Navîn girt, bi vê krîza global wexta ji nû ve û bi bandorên bi tesîr ên karibin pêvajoyê bihejînin xwe li herêmê nîşan bide, wê rê li ber reaksiyonên çawa veke? Îslama siyasî çi ye? Desthilatdarî bi temamî Îslamê dikare weke Îslam bihesibîne? Ji nû ve Îslambûn û Îslama Radîkal çiqasî antîkapîtalîst in? Em çiqasî bi faşîzma bi maskeya Îslamî re rûbirû ne? Ji bo em karibin bi hosteyî bersiva van pirsan bidin, divê em karibin bibînin ku herdu lingên bingehîn ên modernîteya kapîtalîst rê li ber kîjan pirsgirêkên nû vekirine û kapasîteya wan a çareseriyê çi ye.
Ji Parêznameya ‘Li Rojhilata Navîn Qeyrana Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk’ (Pirtûka 4’emîn)