Li Rojhilata Navîn rastiya dewlet û desthilatdariyê, ji bo pirsgirêkên giran ên civakî...
Abdullah OCALAN
Gotinek navdar heye: Dibêjin qazoxê herî mezin ê kapîtalîzmê daye mirovatiyê, dewleta netewe ye ku wê avakiriye. Ev gotin ji bo netewe û gelên Rojhilata Navîn bi awayekî pirr eşkere rast e; hema hema li her navenda herêmê bi şerên rojane ev yek gavbigav kêlîbikêlî tê piştrastkirin. Dewleta netewe ya bi dewletên din ên netewe re û di nava xwe de bi gelên xwe re şer neke, nîne. Ji Îsraîlê zêdetir ê çand û neteweya mezin a Ereb diqedîne, hesabên desthilatdariyê yên bîstûdu dewletokên netewe ne; lêçûn û mesrefên wan ên mîna serxweçûyan û dûrî aqilan e. Gelên wan şerpeze û perîşan in, lê desthilatdariyên wan ji Firewn û Nemrûdan gelekî wêdetir di nava her cure îhtîşam, zewq û sefayê de ne. Îhtîşama wan jî ti maneyeke xwe nîne. Ya vê hêzê dide wan jî xwedayê nû yê sekuler, dewletokên neteweyî ne. Girêdana wan bi xwedayên wan ên kevin re sexte û qelp e. Qaşo qirêdayî ne. Ingilîstanê, dewletdariya neteweyî ya Ereb, ji bo rêya Împaratoriya xwe ya Hindistanê di bin destan de bigire, xwediyê çavkaniyên petrolê be û Împaratoriya Osmanî di kontrolê de bigire, pêşde bir. Tevî ku rastî ev e, dewletokên Ereb xwe millîgir dihesibînin û sedema vê jî teknîka desthilatdariya modernîteyê ye. Dewletên netewe yên behsa wan tê kirin ji hegemonya kapîtalîst a dinyayê re saziyên bingehîn ên ajantiyê ne.
Di pêkhatina dewleta netewe ya Ecem de jî mirov bi awayekî ibretwarî dibîne ku heman dekûdolab hatine gerandin. Ecem ji şaristaniya Persan ve di hunerê desthilatdariyê de gelekî hoste bûbûn, lê ev hostetiya xwe di dema modernîteyê de li ser hîmê hevkariyê bêhtir pêşde birin. Mirov dikare bibêje; xapandinên şaristaniyê û xapandinên modernîteyê (milliyetgiriya Şîa) di zikhev de baş bi kar tînin û heta di wê hêzê de ne, dikarin bi Çîniyan re bikevin pêşbaziyê. Çîniyan ser kapîtalîzma herî hov bi ‘kominîzmê’ cîla kirin, modernîstên Îranê jî pûtê dewleta netewe yê îmalata kapîtalîzmê ne, bi awayekî rûşuştî bêyî ku şerm bikin, weke ruhperestiyeke mezin bi navê ‘Komara Îslamî’ pêşkêş dikin. Îran bi rewşa xwe ya aktuel a li ber çavan mîna neksa sîstema global e, û bi îhtîmaleke mezin li ser rêya Iraqbûnê ye. Tevî ku mîna dewletên netewe yên din ên li herêmê faşîzma bi sazî bûyî temsîl dike jî ji kêmûkurtiyên hegemonya DYE-YE sûdê werdigire û temenê xwe dirêj dike. Lê mîna yên din di nava pencê krîzê de ye, û ji bo rê li ber rewşeke kaotîk a Iraqwarî veke têra xwe xwedî potansiyel e.
Dewletên netewe yên Turkî tevî hîmayeya DYE-YE’yê di nava hegemonya Rûsyayê de bûne xwedî hebûn. Zeviyek in, cihê xwe li hev rakişandinê ye. Tevî ku xwe gelekî millîgir nîşan didin jî bêyî hegemonyayê zor û zehmet e ku li ser piyan bimînin. Ji krîza herêmî gelekî para xwe girtine û xwedî potansiyela kaotîk in. Bûyerên di çarçoveya AfganistanIraqê de diqewimin, aqûbetên muhtemel ên dewletên netewe yên herêmê eşkere nîşan didin.
Li Rojhilata Navîn rastiya dewlet û desthilatdariyê, ji bo pirsgirêkên giran ên civakî li şûna afirandina çareseriyan, zêdetir dihêle krîzên herêmî bi şeran bi dawî bibin, ji ber ku di çavkaniya pirsgirêkan de cih digirin. Şer jî krîzê mezintir dikin û rewşên kaotîk belav dikin.
Pîşesaziya kapîtalîzmê herî kêm bi qasî yekdestdariya dewleta netewe yekdestdariyek e ku êrîşê dibe ser civakê. Têkiliya wê ya bi ekonomiyê re şaş tê fêhmkirin û bi zanebûn tê berevajîkirin. Îndustriyalîzm di hegemonya Ewrûpayê de bi roleke dîrokî rabûye. Lê rola wê ya bingehîn li qadên dewrûberê dinyayê bicihkirina vê hegemonya ye. Wexta vê rola xwe bi cih tîne, di bin navê teknîkên hilberîna wan xurt de pîşesaziya xwecihî xira dike. Ekonomîk nîne, antîekonomîk e. Civakên Rojhilata Navîn ên di dîrokê de timî dewlemend bûn, di bin êrîşên dused salên dawî yên modernîteyê de demên xwe yên herî xizan dibihurînin. Hilweşandina civaka gund û cotkariyê ji ber berhemdariyeke ekonomîk nîne; li ser navê bûrjûwayê cihanîna serdestiya çînî ye. Bûyerek e ku têkiliya xwe bi siyaset û desthilatdariyê re heye.
Îndustriyalîzm dikare ji bo metropolên hegemonîk kara herî zêde bi dest bixe. Lê di berdêla vê de qadên gundan vediguherin çolê û gund vala dibin. Ango pêxîrtengiya civakî û ekonomîk zêdetir dibe. Îndustriyalîzm li ser cografya Rojhilata Navîn û jiyana wê ya ekonomîk, teknîkeke êrîşê ya îdeolojîkpolîtîk e, belkî jî ji şerên desthilatdarîdewletê bi tehlûketir encaman dide. Ji guhertina rewşa avhewayê, ji zuhabûna golan, erdên avgîr û çeman berpirsiyarê sereke ye, û zirara xwe bi vê lezê dewam bike, dinyayeke mirov karibe lê bisitire û bijî wê nemîne. Îndustriyalîzm gefan li jiyan û civaka Rojhilata Navîn a bi daneheva çandî ya panzdeh hezar salan avabûyî dixwe û bi qasî qirkirin û kokqelandina bi rêya şeran dibe, bi tehlûke ye. Ez dubare divê bibêjim, îndustriyalîzm berevajî yeqînan, amûra herî bingehîn e ku êrîşê dibe ser civak û ekonomiyê. Hêza hilweşîner a pîşesaziya rastî ye. Kapîtalîzm bi hêrsa kara herî zêde, bi xebatên îndustriyal ên dimeşîne welatan xweşhal û dewlemend nake, berevajî hildiweşîne, xira dike. Ji krîzê wêdetir kavil dike, vediguherîne xirbeyan. Bi tenê îndustriya li Afganistanê ji bo xaşxaşê û îndustriya li Iraqê ji bo petrolê tê kirin, baş û eşkere nîşan dide ku qadên behsa wan tê kirin çawa kavil kirine. Ne bi tenê welat kavil bûne; civaka dîrokî û çand jî kavil bûne.
Bi kurtî, ji ber ku şêwazê wan kopîkirina ji modernîteyê ye, ne çareserî, çavkaniya bingehîn a pirsgirêkan e. Çaresernekeriya modernîteyê bi awayekî eşkere xwe di bikokiya çîna navîn, xetimîna burokrasî, bêbajarbûna bajêr de xwe nîşan dide. Tevî hewldanên maskekirinê hemûyan jî krîza avabûnê ya sîstemê, mirov dikare di van sê diyardeyan de bi awayekî tazî û eşkere bibîne.
Bûyerên rojane, têkiliyên di navbera krîza global, asta fînansê, bêkarî û bi rêbazên ferazî sîstemên şelandinê yên herî mezin ên dîrokê de (talana di salê de 600 trîlyon dolar) derxistiye holê. Modernîteya navend Ewrûpa bi awayekî herî mezin global dibe, di nava heman xelekê de haya xwe ji krîza avabûnê heye û pê dizane bi vî awayî dewam nake. Ji lewra jî civînên bilind li pey hev pêk tînin. Pirr baş derketiye holê NY, IMF, Bankeya Cîhanê, NATO, YE û kopyayên wan, têra sîstemê nakin. Bankeyên navendî, dewletên 7’an, 8’an û 20’an paketekê li pey ya din eşkere dikin, bîlanço, bêkarî, hejmarên deyndariyê, ketina kapasîteya hilberînê, pirsgirêkên qût û zad bi awayekî ciddî dikevin rojevê û hwd. gelek nîşane têkiliya krîzê bi yekdestdariya ekonomîk re ya li ser qada civakî serdest e, nîşan didin.
Mînakên Afganistan-Pakistan, Îran-Iraq, Îsraîl-Filistîn nîşan didin ku dewleta netewe ne bi tenê ji aliyê Rojhilata Navîn ve, di çarçoveya global de çaresernekirina xwe, bi bandora xwe ya li ser krîz û rewşên kaotîk, hilweşînên rê li ber wan vedike, xwîna dirjîne û rondikên çavan ên dide barandin, derdixe holê. Dewletên netewe ji bo civakên mirovî ne bi tenê amûrên rêveberiyê yên zaliman in, piştrast dikin ku çavkaniyên çaresernekirinê ne. Dewleta netewe ya çanda herêmê ya ji komikan pêkhatî parçe dike, di tevahiya dîrokê de felaketa herî mezin a bi serê herêmê de hatiye, sembolîze dike.
Maneya kapîtalîzm û îndustriyalîzmê ji bo Ewrûpayê bi xwe jî lêdana naqos û defa hewarê ye û bi tenê bi reforman dikare dewam bike. Ev kapîtalîzm û îndustriyalîzm wê bivê nevê pirsgirêkên dîrokî yên di civaka Rojhilata Navîn de, ber bi şer û pevçûnên sînornenas ve bibe. Di civaka Rojhilata Navîn de kûrkirina kapîtalîzm û îndustriyalîzmê tê maneya, li dijî civakê bi xwe û hawîrdora wê zêdekirina şer. Bi kîjan kirasî were pêşkêşkirin bila bê pêşkêşkirin, rewşa berçav a rojane ya modernîteyê weke amûrekî şer ê stratejîk timî bi şêweyê sêlingên distanê, vî hukmî piştrast dike.
Hegemonya îdeolojîk, oryantalîzm rastiyan belovajî dikin. Dused salên dawî yên Rojhilata Navîn ji aliyê modernîteya Rojava ve bi fetihkirinê derbas bûye. Dewletokên netewe, pîşesaziyên montaj û sextekariyên mîna ekonomiya gelemperiyê, nikarin rastiya bingehîn veşêrin. Tiştên bi serê Saddam Husên ê kêliyekê wêrîbû ji fermana fethê derkeve hatin, mirov bi tenê dikare bi rewşa Qralê Franseyê Louisê 16. bide berhev. Çawa ku piştî serê Qralê Franseyê hat jêkirin Ewrûpa ket nava agir, darvekirina qralê dewleta netewe Saddam jî wê bihata wê maneyê ku rastiya şerê germ ê jixwe li Rojhilata Navîn hîç kêm nedibû, zêdetir gurr bibûya, li herêmê belav bibûya, dewamî bûya û jixwe wisa jî bû.
Wexta em paradîgmaya oryantalîst parçe bikin, em ê bibînin ku dawiya ‘şerê sar’ ji bo Rojhilata Navîn wê bibe qevaztina qonaxa jortir a şerê germ. Şerê Kendavê di sala 1991’ê de piştî bi dawîbûna şerê sar bi salekê qewimî û ev jî vê fikrê piştrast dike. Em wexta ji aliyê ‘dema dirêj’ ve binêrin, ji bo Rojhilata Navîn ev şerê modernîteyê ji serê salên 1800’î bi kêliya Napolyon gav avêt Misrê destpê dike; di serî de afirandina dewletokên netewe, pêkanîna acenteyên kapîtalîst û petrol bi talana çavkaniyên jeoekonomîk ji aliyê îndustriyalîzmê ve derketiye asta herî jor û bilind. Bi xetên stûr vegotina modernîteyê, ev e. Ji vir û pêve, detay in, çîrokên kurt in ên ku di heman xelekê de pirr difitilin.
Ji bo herêmê, ez ji bikaranîna têgînên krîz û kaosê direvim, ez hewl didim kêm bi kar bînim. Ji ber ku ya diqewime eger şerê germ be, wê wextê mirov wê daxe krîz û kaosê, dibe ku bixapîne. Bêguman şerên roja me ya îro ne dişibin şêweyê şerên serdema destpêkê û navîn, ne jî şerên modernîteyê heta bi herdu şerên dinyayê dane kirin. Nexasim bi Şerê Cîhanê Yê Yekemîn û Duyemîn re şer bûn girseyî. Piştî Şerê Cîhanê Yê Duyemîn jî bûn civakî. Modernîteyê di meşa xwe ya cinawirî ya sêlingên distanê de şerên diqewimîn weke şerên hundir û derve ji hev cihêkirin û destnîşan kir ku dema şeran a li derveyî civakê bi dawî bûye û serwextbûna wê ya li dema nû dihat wê maneyê ku şerên li derve û hundir di nava civakê de bi hev re wê bêne meşandin û ev pêdivî li gorî cewherê wê yê nû bû. Bi giştî rastiya şer a li tevahiya civaka Rojhilata Navîn diqewime, bi taybetî jî rastiya şerên bi tevahiya rewşa xwe ya derketine holê, şerên Filistîn-Îsraîlê, Afganistan-Pakistanê û Îran-Iraqê di vê çarçoveyê de bê analîzkirin, gelekî girîng e. Bûyer û pêvajoyên bîra mirov hemûyan nikare rake, bi analîzên di vê çarçoveyê de bêne kirin, wê baştir bêne fêhmkirin.
Bi hegemonya DYE-YE’yê şerên nû yên li Rojhilata Navîn têne meşandin, dikarin çawa bi encam bibin? Gelo wê zêdetir bibin û belav bibin? Dibe ku hêzên hegemon herêmê biterikînin? Eger biterikînin an jî neterikînin divê mirov li benda çi be? Eşkere ye ku mirov nikare bersivên zelal û vebirrî bide van pirsên bingehîn. Lê diyar e ku em ji sedî sed bi qonaxeke dîrokî ya cuda re rûbirû ne. Min di parêznameya xwe de heta bi vê qonaxê der barê xwezaya civakî, şaristanî, modernîte û Rojhilata Navîn a jê re jeo-çand tê gotin, pêşnûmeyeke analîzê pêşkêş kir.
Ji Parêznameya ‘Li Rojhilata Navîn Qeyrana Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk’ (Pirtûka 4’emîn)