Li ser kilmêşên min ên kevn,..
Ş. Rêzan LOQMAN
Esmera min
Sed û bîst roj bihurîn
Dilê min ji befrê sartir e
Sermayê jî, serma dikir
Di rojên Çile de
Li ser bibîkên wêran,
Rondik,
Li ser kilmêşên min ên kevn,
Cemedê rondik dibarandin
Ger zanibûya,
Te jiyana min divê;
Ji zû de, wekî axê
Xwe dirêj bikira,
Ji mirinê re.
Jixwe tu caran
Nejiya bi gulan re.
Min dil,
Lê her tim,
Bi taviyên seda Nisan’ê re
Bûbûma baran
Tirsiyam,
Serma mirinê,
Dilê şevê dest da xençerên xwe.
Û rojê Larî girt.
Xwîna sor li ser rûyê asîman
Destê sibehê şefeq belav kir
Û stêrka gelawêjê,
Kenekî şermok berda.
Lê derengmayî!
Di dema sibehê de
Rûyê şeva esmer
Mîna rûyê te
Careke din çavên xwe vedike
Lê, du çavên,
Di geliyekî kûr de parçekî
Bîst û yekê ...
Ez dîsan li hêviya te me,
Xatir!
TÎBÎNÎ; Şehîd Rêzan berî ku xatir bixwaze û biçe ser dilovaniya xwe bi 15 rojan ev helbest nivisandiye.
Şehîd Rêzan di 08.03.2001 de li Xakurkê navça Xinêre şehîd bû.