Rêheval Sara Abîdeya Berxwedaniyê ye

Eger sedemê qetilkirina van her sê şoreşgeran, şêwazê ragirtina (mezinkirin) kujer, pêvajoya rêxistinkirin...

Mustafa KARASU

 

Sê jinên şoreşger salek beriya hatin qetilkirin. Sara, Rojbîn û Ronahî (Sakîne CANSIZ, Fîdan DOGAN, Leyla ŞAYLEMEZ). Careke din dijminahiya xwe li dijî Kurdê berxwedêr û PKK’ê kirin û rûyê xwe yê kirêt û xedar nîşan dan. Êrîş bi dijmintî û hêrseke mezin hate pêşxistin. Pêkanîna kujeran jî şovenîzma Tirk nîşan dike. Dijminahiya li dijî Kurdan ku di zindana Amedê de Sara demekê jiyan kiribû vê carê jî li Parîsê dît. Zîhniyet, mejî û kesayeta gardiyanê ku di zindana Amedê de li Sara îşkence dikir û yê ku li Parîsê gule barand yek e.

Yê ku Sara û du hevalên wê qetil kir ji BBP’ê derket. Muhsîn Yaziciogluyê Sêwasî ku serokê BBP’ê bû, Omer Guneyê ku Sara qetil kirî û faşîstên herî har ê Tirkiyê jî ji cihê ku Tirk û Kurd bi hevre dijîn derdikevin. Li bajarên Tirk ên nêzî Kurdistanê ev dijminî pir tund e. Bêguman ev, di xwezaya van mirovan de nîn e. Ne dijmintiyek e ku ji nişkê ve derketiye. Encama polîtîkayên qirkirina çandî yê dewleta Tirkiyê ye. Bi taybet ya pêwîste di van bajaran de Kurd jî bêjin em Tirkin û bihelin, tenê wê demê wê bêne qebûlkirin an jî eger Tirkîtiyê qebûl nake wê demê wê ji dijmintiya Tirk re razî be. Zîhniyet û perwerdeya dewleta Tirkiyê Tirkên nêzî Kurdan an jî di nav Kurdan de dijîn wisa perwerde kiriye. Di van cihan de dema Kurd li nasnameya xwe xwedî derdikeve weke ku tehdîdek ji bo nasnameya Tirk tê dîtin. Omer Guney jî wisa hatiye ragirtin. Ji ber vê sedemê bi rehetî rêkirin ser şoreşgerên Kurd; Sara, Rojbîn û Ronahî.

Eger sedemê qetilkirina van her sê şoreşgeran, şêwazê ragirtina (mezinkirin) kujer, pêvajoya rêxistinkirina tevkujiya Sara û rêhevalên wê û şêwazê êrîşê baş were hûrkolandin, baş mirov dikare polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser Kurdan jî bibîne. Qetilkirina her sê jinan, careke din polîtîkayên dewleta Tirk ên bêrehm û qirker (çandî) daye hiskirin. Eger Kurd dixwazin dewleta Tirk nas bikin, bila qetilkirina van her sê jinan his bikin. Dema ku kujer çeka xwe dirêjî Sara kiriye, ev tişt di seriyê Sara de derbaz bûne. Sara li hemberî qirkirina Dêrsimê bi wê nerazîbûna xwe ve, dijminahî û celatiya ku rûyê wê yê sar li zindana Amedê dîti, cardin dîtiye. Divê hemû Kurd xwe di vê rastiya qetilkirina Sara de bibînin. Divê hem li hemberî vê qirkirina çandî nerazahiya xwe nîşan bidin û hem jî li hemberî sîstema zilmê divê têkoşîna xwe bilind bikin û jiyana azad û demokratîk a Kurdan ava bikin. Ji bilî vê yekê ti rê nîn in ku xwe ji van zalimên qirker rizgar bikin. Berpirsyariya xwe ya li hemberî Sara, Rojbîn û Ronahî jî bi tenê dikarin bi vî rengî pêkbînin. Kesayeta Sara, di azadiya jinê û di sekna jinê de noqteyekî nû ye. Kesayeta wê ya ku li hemberî zilmê raperiya û neheqî qebûl nekir, bi PKK’ya ku xwedî heman kesayetê ye re hate cem hev. Bi vî awayî taybetmendiyên di kesayeta Sara de heyî, bi PKK’ê re hîn zêdetir kûr, berfireh û balkêş bûne. Kesayeta Sara, bi beşdarbûna xwe ya li grûba APO’yî re (şoreşgerên Kurdistan) kesayetekî nû qezenc kiriye. Di vir de kesayeta jina şoreşger ku bikare şoreşa Kurdistanê pêşwazî bike derketiye holê. Di vî milî de gelekî girîng e ku kesayeta Sara ji du hêlan ve were hûrkolandin. Taybetmendiyên wê yên ji dema ragirtinê (mezinbûnê) hatine û bi PKK’ê re mezinbûna vê û şaxekî nû qezenckirina wê… Di famkirina kesayeta Sara de girîng e ku mirov tevkujiya Dêrsimê û encamên wê jî baş fam bike. Tevkujiya Dêrsîmê di van dused salên dawî de tevkujiya herî giran e û bûyera herî travmatîk e. Ji hêla civaka Kurd û jinê ve zilma herî giran li Dêrsimê hatiye jiyankirin. Şikinandina îradeya Dêrsîmê û her wiha nerazîbûnên ku di asta herî jor de hatin jiyankirin jî bi vê giranbûna tevkujiya qirker a çandî ve girêdayî ye. Tiştekî tesadûfî nîn e ku pêşengên jina Kurd li Dêrsîmê derketî ne. Tiştekî pir xwezayî bû ku jina Kurd a herî şoreşger, herî xwedî kesayet û herî xwedî nerazahî ji Dêrsîmê derbikeve. Ji ber ku ji hêla Kurdan ve tevkujiya qirker a çandî û herî zalim li Dêrsîmê hatiye jiyankirin. Êrîşa ku li hemberî Dêrsîmê hati pêkanîn, li ser esasê tinekirina hemû Kurdan bû. Berfirehiya polîtîkaya qirkirina çandî ya ku li ser Kurdan hate meşandin jî, kurte cewherê wê jî li Dêrsîmê heye. Îro qirkirina çandî ku li Dêrsîmê encamgir e, polîtîkaya ku li ser Kurdan tê meşandin dide nîşandan. Xwestin ku heman polîtîkayê li giştî Kurdistanê jî bidin meşandin û encaman bigirin. Mezinahiya Sara, ji hîn ciwantiya xwe de tevkujiya Dêrsîmê ji kûrahî ve hiskirina wê ye. Ji ber vê yekê li hemberî sîstema qirker a bi vî rengî têkoşiya û şoreşa Kurdistanê (Apocî) ji xwe re weke rêxistinekî hati avakirin dîtiye. Tevkujiya Dêrsîmê weke ku li ser esasê qirkirina çandî kesayetên inkarker diafirandin, Dêrsîmî û jinên Kurd ên weke Sara ku nasnameya cewherî ya jina Dêrsîmî, xwedî kesayeta Kurdîtî û Elewî jî ku bi awayekî bihêz dijiyan jî afirandin. Ji ber vê yekê jî divê mirov kesayeta Sara, weke kesayeta rastîn a Dêrsimê û nasnameya şoreşger a ku tevkujiya Dêrsimê bi xwe re afirandî jî bibîne. Kesayetekî bi vî rengî dikarîbû ji Dêrsimê derbikeve. Di encama mezinahiya vê tevkujiyê de ev mezinbûn derkete holê. Çawa ku zehmetiyên herêmî û yên cihanî weke rastiyeke pêkanîna şoreşa Kurdistanê Rêberekî weke Rêber APO derxistibe holê, li Dêrsima ku tevkujiyên herî zehmet dijiya jî şoreşgeriya Sara derkete holê. Di vî warî de ew rastiya ku dema mirov bi zehmetiyan re têdikoşe kesayetên bihêz diafirîne careke din hatiye mîsogerkirin. Her weke ku şert û zirûfên Dêrsim û Kurdistanê Heval Sara afirand, wê bixwe jî di avakirina şoreşgertiya Kurd û jina Kurd de rolekî girîng pêkanî ye. Bi taybet jî di şêwegirtina kesayeta jina şoreşger a Kurd de bi Rêber APO re bi hevre rolekî diyarker lîstine. Têkiliya Rêber APO û Rêheval Sara, têkiliya şoreşgertiya jina Kurd afirandin e. Rêber APO, bi awayekî taybet bi Heval Sara re eleqedar bûye. Hem ji bo bihêzkirinê piştgiriyekî mezin daye û hem jî ji bo ku şoreşgertiya jinê bandor bike hertim rexne kiriye. Ji ber ku rexne û rexnedayîn, di avakirina kesayetekî şoreşger ê bihêz û tevgerekî şoreşger a bihêz afirandinê de rê û rêbaza herî bi bandor e. Rêber APO û Rêheval Sara hewl dan ku kesayetekî şoreşger a jina Kurd derbixin holê. Rêheval Sara, her çirkeya (saniye) ku bi Rêber APO re bihûrandiye û her guftugûya ku pê re kiriye, ji bo ku xwe bihêz bike nirxandiye. Ji ber ku pê zaniye ku Rêber APO dixwaze di kesayeta wê de şoreşgertiya mezin a jinê bibîne; di her kêliya jiyana xwe de wê wate û nirxê ku Rêber APO dayê zaniye û wer jî tevgeriya ye. Di encama vê têkiliyê de Rêheval Sara ne tenê ji hêla Tevgera Azadiya Jina Kurd ve, ji hêla hemû Tevgerên Azadiya Jinên Cîhanê ve jî bûye kesayetekî mînak û Rêber.

Sara, Rêbereke jin a ku mirov tenê bi Kurdistanê ve bisînor bike nîn e, êdî kesayeta Rêber a Têkoşîna azadiya jinên cîhanî ye. Jiyana wê û têkoşîna wê, mîsoger kiriye ku layiqê Rêbertî û pêşengatiyekî wiha ye. Li hemberî ti zehmetiyekê xwe paşde nedaye û hemû zehmetî weke çalakiyên ku divê ji bo pêşxistina Têkoşîna Azadiya Jinê û Têkoşîna Azadiya Kurd were pêşxistin dîtiye û wer jî nêzîk bûye. Ji ber vê yekê jî di her zehmetiyekê de kesayeta xwe û şoreşgertiya xwe bihêz kiriye. Di zehmetiya zehmetiyan de ku weke abîdeyekî berxwedaniyê bûye, ev çavkaniya xwe zanîna wê ya diyalektîka pêşketinên Kurdistanê û ji pêkanîna wê ya pêdiviyan digire. Koxuşa jinan a Zindana Amedê, ji zehmetiya zehmetiyan zehmetir bû. Di zirûfekî bi vî rengî de şoreşgertiya wê ku weke tavê dibiriqî, jixwe mîsoger dike ku xwedî kesayetekî mezin a şoreşger e.

Sara, bi sekna xwe zebaniyên zindana 12 Îlonê binxistiye. Hîn beriya ku bi vê sekna jina Kurd re rû bi rû bimînin, binketî ne. Eger mirov bibêje şoreşgerek seknek çawa dide raberkirin, mînaka vê ya herî ber bi çav, sekna Sara ya li zindana Amedê ye. Vê seknê ne tenê koxuşa jinan li ser piyan hiştiye, ji bo hemû zindanê û heta ji bo hemû zindanan jî bûye hêza coş û kelecanê. Her girtiyeke ku Sara dîti û his kirî, îradeyekî mezin a berxwedaniyê qezenc kiriye. Sara, weke kesayetekî ku îradeya berxwedaniyê afirandî û bihêz kirî, di dîrokê de bicih bûye. Êdî berxwedêriya Jinê ya Sara heye. Êdî wê jin di bin pêşengatiya wê ya manewî de ne tenê Tevgera Azadiya Jinê, wê Têkoşîna Azadiya Kurd jî bihêz bikin. Dema ku bi vî rihî têkoşîn hate kirin, wê serkeftin bi awayekî mîsoger bibe ya jina Kurd û Gelê Kurd. Kesayeta Sara, divê di serî de ji bo Dêrsimê û jinên Kurd ên Elewî, divê ji bo hemû jinan jî bibe mînak. Jin divê weke pêdiviya bi bîranîn û kesayeta Sara ve girêdanbûnê kesayetên xwe yên şoreşger ava bikin û divê di rastiya jiyana jina şoreşger de sekna jina azad bidin nîşandan. Divê weke wê bibin xwedî sekneke jiyanî ya wisa ku; sade bin û jiyana xwe ji gel re feda bikin. Tenê rêzgirtin û bi bîranîn têrê nake; eger di kesayetên xwe de sekna jiyanî û têkoşînê bidin jiyankirin, wê demê dikarin li gorî liyaqeta Sara tevbigerin. Tenê bi vî rengî dikarin bibin layiqê hevaltî û rêhevaltiya Sara. Sara, bi rêhevaltiyê re pir girêdayî bû. Ji rêhevalên xwe gelek hez dikir. Hemû hezkirina xwe nîşanî rêhevalên xwe dida. Ji bo ku rêhevalên xwe bihêz û bi coş bike, hezkirina xwe ya şoreşgerane û rêhevaltiya xwe di asta herî jor de dida nîşandan. Acizbûna wê ya li hemberî rêhevalên wê tenê bi çend xûlekan (deqîqe) didomiya. Rêhevalên xwe, tenê weke kesên ku divê bêne hezkirin û jê re rêz were girtin didît û hertim jî wer nêzîk dibû.

Cihê ku Sara lê bûya, li wir bêbawerî û bêcoşbûn nebû. Hertim xwedî coş û bawerî bû. Jixwe ji ber bi vî rengî bû, hertim di meşa xwe de serbilind bû. Hertim ciwan maye. Di meşa Sara û di sekna wê de hertim serbilindî hebûye. Tenê çirkeyekê jî bêyî coşa ciwantiyê nemaye. Sembola, wê gotina ku Rêber APO dibêje “Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî serbikevin” e. Ev yek rastiyek e ku Sara çendîn sal jî bibuhûrin wê neyê jibîrkirin, berovajiyê vê yekê wê hîn zêdetir were bi bîranîn û wê hîn zêdetir mezin bibe. Wê kesayeta wê ji hemû aliyan ve hîn baştir were famkirin, dema ku Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd û Jina Kurd bi vê kesayet û nasnameyê re bû yek, wê bi awayekî mîsoger xwe bigihînin serkeftinê. Ne tenê li Kurdistanê wê xwe bigihînin serkeftinê, wê li hemû cihanê bibe nasnameya jina pêşeng a jiyana sosyalîst û demokratîk û wê hêz bide wan û wê di serkeftina wan de jî roleke mezin bilîze. Ez careke din Rêhevala xwe ya mezin û hevala xwe ya tijî hezkirin bi rêz, hezkirin û bi minetê bibîr tînim, ez ê taybetmendiyên xweşik ên kesayeta wê ya şoreşger hertim bidim jiyankirin û ji bo ku ev bibin nirxên mirovahiyê jî ez soz didim ku ez ê hewl bidim; ez wê baweriya xwe ya ku wê azweriyên wê yên azadiyê ku wê bi awayekî mîsoger bigihin serkeftinê, careke din dûbare  dikim