Hevalên ku li çiyayê Dalaho’ya ser bi Kirmanşan’ê şehîd bûn, ew heval bûn; di demekê de ku ji her aliyekê ve...
Egîd NÛMAN
Rastiya şehîdên Kurdistanê, rastiyekî wisa ye ku her kengî mirov bixwaze nikare bi awayekî rehet û hêsan bîne ziman û binivîse. Li her parçeyekî Kurdistanê rastiya şehîdan xwe bi şêweyekî gelek bi êş û gelek bi xemgînî dide nîşandan. Li ser vî bingehî li Rojhilatê Kurdistanê jî rastiya şehîdan heye ku divê mirov di serî de bejna xwe li ber rastiya wan bitewîne û dûvre jî wan rastiyên wan ên pîroz heya nava hestiyên xwe hîsbike. Di meha Gulan’a 2010 an de, di meha şehîdan de û di dema pişkivîna kûlîlkan de pênc hevalên dilsoz û têkoşer li çiyayê Dalaho şehîd bûn. Em hemû jî baş dizanin ku heya mirov layiqî xwastek, daxwazî û xeyalên şehîdan nebe, mirov nikare bi serbilindî bijî û bi serbilindî jî têbikoşe. Di vê çarçoveyê de dema ku em rastiya şehîdan li hemû jiyana xwe ferzbikin û wer jî bijîn, em dikarin hem ji xeyalên wan re bibin bersiv û hem jî em dikarin bibin şopdarê rêka heqîqetê.
Tevgera azadiya Kurd hema hema li her devereke Kurdistanê berdêlên giran dane û bi van berdêlan re jî mîrateyekî mezin ê têkoşîn û azadiyê daye avakirin. Rastiya şehadetê, naşibe ti rastiyekî din. Ji lewra divê mirov bi awayekî gelek hesas û gelek dilsozane binirxîne, bixwîne û bijî. Tevgera Azadiya Kurd ku weke partiya şehîdan jî tê binavkirin, wer hêsan xwe negihandiye roja me ya îro ku hem di nava welatê Kurdan de û hem jî li derdora welatê Kurdan ev qas çerxekî mezin ê plangerî, xiyanet, hevkarî û lîstokan dizivire. Li welatekî wiha, ji bo gelekî wiha ku di nava herdu kevirên destara qirkirinê de tê hêrandin xebat meşandin û bi şêweyekî dilsozane jiyana xwe bextkirin, nimûne û wêneyekî wer payebilind e ku di dîroka mirovahiyê de jî kêm caran hatiye dîtin.
Hevalên ku li çiyayê Dalaho’ya ser bi Kirmanşan’ê şehîd bûn, ew heval bûn; di demekê de ku ji her aliyekê ve êrîş li ser gelê Kurd dihatin kirin, Serok APO di nava tecrîtekî giran de bû –hê jî ev rewşa Rêber APO bi vî rengî ye- û ji her hêlekê ve xeta xiyanet û teslîmiyetê dihat ferzkirin de wêrektî û fedakariya destanwarî ya keç û xortên Kurdan nîşan dan û bi şêweyekî têkoşerane û qehremanane berê xwe dan çiyayê Dalaho ku ji bo azadiya gelê Kurd xebat bikin. Ev rastiyek e ku, heya mirov zorî û zehmetiyên gelek mezin li ber çav negire û bi awayekî wêrekane bi ser de neçe, di şert û zirûfên Kurdistan û Rojhilata Navîn de ne gengaz e ku hinek mîrate û destkeft bêne avakirin. Li ser vî bingehî jî ew pênc lehengên Kurd ên ku di çarçoveya azadiya gelê Kurd de xebat meşandin, ji bo mîsogerkirina vê azadiyê jî canên xwe jî kirin mertal û bi vî rengî beşdarî karwana şehîdan bûn. Li hemberî paşverûtiya rejîma Îran’ê, li hemberî despotîzm û dîktatoriya rejîmê heya dawiyê têkoşiyan û ti caran jî ji vê têkoşeriya xwe, xwe nedan paş.
Di dîroka gelan û artêşan de gelek şerên mezin qewimî ne û artêş pevçû ne. Lê belê, di şeran de bikaranîna rêbazên derveyî exlaq her tim xirab hatine dîtin û weke bê exlaqiya herî mezin hatiye binavkirin. Şehadeta hevalên Dalaho jî bi rêbaza jehrê hat pêkanîn û rejîma Îranê carekî din rûyê xwe yê şerê namerdane û derveyî exlaqê şer da nîşandan. Jixwe di kevneşopiya şer a Îranê de zêdetir rêbazên bi fêl û fen û her wiha lîstokên cur bi cur hatine bikaranîn. Dema ku em li şerê di navbera Îskenderê Makedonî û Daryûşê sêyemîn jî dinêrin, dema ku em li şerê Osmanî û Sasaniyan jî dinêrin, dema ku em li şerê Îran û Iraqê jî dinêrin, dema ku em li şerê Îranê yê li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadîxwaz a Gelê Kurd jî dinêrin em heman lîstok û rêbazên derveyî exlaq û pîvanên şeran dibînin.
Di nava heman hefteyê de rejîma Îranê pênc dîlên azadiyê yên Kurd li zindana Evînê ya Tehranê darvekirin û kîna xwe ya li hemberî gelê Kurd bi awayekî herî aşkere da nîşandan. Ji bo çewisandin û şikandina îradeya Kurdan zindan her tim weke rêbaza sereke hatine bikaranîn û eger bi ew qas îşkenceyên giran û zirûfên zindanê yên giran neyên têkbirin, vê carê jî benê sêdareyê nîşanî wan didin û bi vê rêbazê hewldidin hem îradeya gel hemûyî bişkînin û hem jî ji bo ku ti caran serî li rêka azadî û serfiraziyê nedin çavê wan ditirsînin. Lê belê, her weke ku hat dîtin û hezaran caran jî hatiye peyitandin(îspatkirin), zindan bûne kelheya berxwedanê û zêdetir bûne wesîle ku agirê azadiyê gûr û geş bibe. Niha di roja me ya îro de bi sedan û hezaran zarokan navê Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemholî, Elî Heyderyan, Ferhad Wekîlî û Mehdî Îslamiyan li xwe kirine û weke ku daxwaza Mamoste Ferzad ku digot “Bila dilê min di singê zarokekê de lêbide”, îro ew bûne çiraya azadiyê û gelê Kurd bi wê çirayê pêşeroja xwe dît û bi ronahiya wê çirayê jî têkoşîna xwe bilindtir kirin û nehiştin ku hêviyên wan şehîdan bê war bimînin.
Weke gelê Kurd jî tişta ku divê bê kirin û hê jî tê kirin ew e ku bi awayekî herî xurt em xwedî li bîranîna wan şehîdên dilsoz û qehreman derbikevin. Rast e, gelê Kurd gelek berdêlên giran dane û ti caran jî xwe ji dayîna van berdêlan nedaye paş. Bi taybet di pêvajoyekî wiha girîng û hesas de ku ev pêvajo dikare bibe ew pêvajo ku em bikarin hemû hêvî û arezûyên şehîdan bînin cih û dilsoziya xwe ya bi bîranînên wan re mîsoger bikin; divê em hemû hêz û tiwanaya xwe raber bikin da ku ji vê berpirsyariyê re girêdanbûna xwe bi layiqî bicîh bînin.