Jiyaneke Bi Tevahî Têkoşîn, Bi Tevahî Berxwedan; Hevala Sara

Piştî vê hevala Sara bi coş û heyecana ciwaniyê xwe dide xebatan. Ji xwendekarên lîse...

Sema Delîl AMED

Feraseta mêrê dewletparest û desthilatdarîparêz di tevahiya dîroka hiyerarşî û dewletê de ji bo bikaribe serweriya xwe berdewam bike rê nedaye têkoşîna jina azadîxwaz. Civakîbûna wê xera kiriye, nirxên wê desteser kiriye, biçûk xistiye û hwd. bi rêbazên cur be cur desthilatiya xwe daye meşandin. Kîngê dema ku ev rêbaz bi ser neketine îcar jî serî li komployan daye.

Di xelaka dawîn a komployan de dîsa jineke kurd  cihê xwe digire;  Hevala Sara. Dema mirov bi tevahî li jiyana hevala Sara dinihêre her asta wê di nav têkoşînekê de derbas bûye. Jixwe navê “Her tim şer û pevçûn bû jiyana min” li pirtûka xwe ya ku tê de jiyana xwe vegotiye kiriye. Birastî jî dema mirov pirtûkê dixwîne tê de xuya dike ku hevala Sara, Sarabûna xwe bi têkoşînê, bi şer û pevçûnê ava dike. Li hember mêtingehên kurdan û serweriya mêrê desthilatdarîparêz.

Hevala Sara di 1958’an de li gundekî Dersimê tê dinyayê. Dê û bavê wê her du jî ji ber qirkirina Dersîmê xelas bûne. Birînên êş û elemên bi serê gelê kurd û herema wê de hatine hê gelek taze ne. Herem bi giranî hatiye bêdengkirin. Di van şert û mercan de zaroktiya hevala Sara qismek li gund, di nav zêdetir civakîbûneke xwezayî ya kurd de, qismekî jî li bajarê ku xwestine bikin navenda hevkarî û bişaftinê Dersimê derbas dibe. Malbat bixwe ji ber ku kurdên elewî ne li hember bûyerên civakî, nêrîna serdest helwesteke demokrat û azadîxwaz heye. Ev jî di hiş û mêjiyê hevala Sara de bingeheke welatparêziyê ava dike. Li hember neheqiyan nerazîbûn, neqebûlkirin û helwestdanîn dibe parçeyek ji şexsiyeta wê.

Di demên dibistanê de lêgerîn û lêpirsînên wê yên azadîxwaziyê zêde dibin. Hevnasîna wê ya bi şoreşgeran re demek dirêj nagire. Jixwe wan çaxa hema bêje hemû fraksiyonên kurd, tevgerên çepgir li Dersimê temsîliyeta xwe dibînin. Di nav van hemûyan de hevala Sara fikra koma ji wan re ‘Apocî’ tê gotin ji xwe re nêz dibîne. Ew ruhê azadîxwaz zêdetir di vî fikrî de xwe dibîne. Gotinên koma Apocî, sekna wan, tevgera wan bi her awayî xwe wê bandor dike. Her wiha tevlî komê dibe.

Piştî vê hevala Sara bi coş û heyecana ciwaniyê xwe dide xebatan. Ji xwendekarên lîse û zanîngehan bigire heta jinên malê, di nav her beşên civakê de dixebite. Di nav xebatên rêxistinkirina karkeran de cihê xwe digire. Îradeya wê ya serbixwe, tevlîbûna wê ya bibiryar û jidil, şêwazê wê yê bi dîsîplîn, jiyana wê ya sade, tabloyeke şoreşgerane li ber çavê mirov zindî dike. Bi hemû giyanê xwe, li dijî mêtingeriya tirk şer dike.  

Li deşta Fîsê di 27’ê mijdara 1978’an de dema Partiya Karkerên Kurdistanê ava dibe hevala Sara jî di vê avabûna dîrokî de cihê xwe digire. Ji du beşdarên jin, yek ji endama Komîteya Navendî ye. Bi vê berpirsiyarî û cidiyetê weke jineke kurd, xebatên azadkirina gelên Kurdistanê berdewam dike.

Piştî salên 1980’yî ji aliyê rejîma faşîst a tikr ve tê girtin. Di îşkencexaneyên faşîzmê de, di şexsê xwe de dide nîşandan ku jina kurd berdewamiya kevneşopiya Leyla Qasiman e. Ser dide lê sir nade, xwedî li wê mîrasê derdikeve. Îşkencexane û girtîxaneyên faşîzmê tu tiştek ji biryardarî û coşa hevala Sara kêm nake. Berevajî vê, ji aliyê îradeyê ve xurt-tir dibe. Bi sekn û berxwedana xwe dibe mînak ji her jina kurd a berxwedêr re, ji şervanên azadiyê re. Lewre jî Rêber Apo ji bo şervanên azadiyê wê mînak nîşan dide û dibêje: “Hûn dikarin mîna hevala Sara li ber xwe bidin?”

Di jiyana xwe ya tije û bi wate de her tim aliyê wê yê mirov digire navendê li pêş e. Her tişt ji bo azadkirina mirovahiyê ye. Redkirin û qebûlkirinên wê pir radîkal in, xwedî helwest e ku, ev jî aliyê wê yê wîcdanî nîşan dide. Jiyaneke ji rêzê tu car qebûl nake. Mirovek, bi taybetî jinek dema ku jiyana heyî ya ji aliyê zîhniyeta mêrê desthilatdar ve ji bo jinê rewa hatî dîtin qebûl neke ji bo sîstema heyî xeterek dest pê dike. Jiyana hevala Sara bi her aliyê xwe ve li ber rabûnek e li dijî vê sîstemê. Di navenda rêxistinkirina xerakirina vê sîstemê ji bo xwe kiriye armanc de cî digire. Her wiha ji bo sîstemê jî xeteriya herî mezin e.

Xeleka komployê ya dawîn û mezin di vê derê de dikeve dewrê. Rejîma bi navend Rojava yan jî Ewrûpa di komployan de bûne hoste û pispor. Ne pir dûr e ji 9’ê cotmeha 1998’an dest pê kiribûn û bi komployeke navneteweyî Rêber Apo di girtîxaneya yek kesî, Îmraliyê de dîl girtibûn. Lê bi ser neketibûn, ji ber ku Rêber Apo ev komlo vala derxistibû li ser vê hêzeke mezin dabû rêhevalên xwe. Yek ji vana jî rêheval Sara bû ku têkoşîna xwe berdewam dikir. Komplogeran rêbazên xwe yên qirêj careke din kirin dewrê û xwestin rêhevalên Rêber Apo qetil bikin û wî bi tenê bihêlin. Her wiha bi du hevalên wê yên din re hevala Sara kirin hedef. Di navendeke modernîteya kapîtalîst Rojava de, li Parîsê ew qetil kirin.

Komploger careke din ketin şaşiyê. Ji ber ku li gor hesabên wan bi qetilkirina ev jina kurd a serî natewîne wê têkoşîna jina kurd asteng bikin. Jinên li gor sîstema xwe bidin jiyankirin û her wiha sîstema xwe bigirin bin ewlehiyê. Lê derket holê ku her çiqas bi fizîkî jina kurd di şexsê hevala Sara, Rojbîn û Ronahî de qetil bikin jî mîrasa wan a ji me re hiştî wê bibe sedem ku em têkoşîna xwe hîn xurt bikin. Ji cihê ku wan hiştî bigirin û bi keda wan a giranbiha meşa xwe ya azadiyê berdewam bikin