Dagirker dema êrîşê cenazeyên şehidan dike di rastiya xwe de dixweze di xeta jiyana gerîla de xerabûnê çêbike...
Şehîd bingeha jiyanê ne ,bi têkoşîna xwe jiyana gelên xwe diafirîn in.Lewre dibin bedena gelên xwe ,bi gelên xwe re dijîn û pê re bilind dibin.Lewma di her perçeyên welatê xwe de ,di nav cewherê her gul , dar , devî ,kanî û her zerreyên welatê xwe de dijîn .lewre li her cihê ku şehîd lê dikeve hemeza axê ew der weke cihekî pîroz tê dîtin û weke şopa ku divê li ser were meşandin tê dîtin . Meş tê meneya rewşeke bêdawî ,xet îstîqameta meşê diyar dike û * geh* cihê jiyanê diyar dike ango Welat diyar dike.
Li welatekî ku dagirkerî hebe li ser her şiverê ,kanî ,çiya dol ,newal ,gelî ,dêlûr ,zinar û her bihust axa wî welatî debe meşxetgeh ,ango dibe şopa ku mirov karibe ser bimeşe ,xwe bigihine tekoşînê û xwe bike perçeyekî rasteqîna gele xwe. Bedana her şehîdekî parçeyeke axa welatekiye ,her bihustê wê axa walat hemêz dike heta ew welatê ku ji bo wî têdikoşe bixwe ye. Lewma dagirker weke ku erîşê her bihust axa welatê ku dagir kirine wisa jî êrîşê bedana şehîdan dikin . Çawa neyarê laşe berxwedêran in wisa jî dijminê her zindiyê wî welatî ne .Şehîd welet e welat bi her xweşikiyê xwe perçeyek ji bişirîn ,ken ,awir, hest û xeyalên şehîd pêk tê.
Desthilatdar bi rêbazê şerê taybet destpêkê êrîşê van xweşikiyan dike ,dixweze di şexsê bedenên şehîdan de her tiştî tune bike .Lewma laşên şehîdan perçe dike û tiştên dijî wijdana mirovahiyê li bedena wan dike.Ev aliyeki rastiya van êrîşan nişan dide lê rastî bi tene ev nine .Şerê taybet bi van êrişan dixaze gelek encaman bi dest bixe .Çar qadan de encamên cuda dixaze bidest bixe .Ev çar qad ev in 1 . encamên ku dixaze di nava xeta berxwedana gerila de pêş bixe 2. Encamên dixweze li ser morale gelê li ber xwe dide ava bike ango bêmoraliya dixweze ava bike 3.encama ku dixaze li ser leşkerên xwe ava bike 4 .encama dixaze ku li ser girseya xwe ava bike.
Hêzên gerila liser armanc û hhedefên bîrdozîyê xwe bi awayê fedaî tev li nava refên têkoşînê dikin û pîvanên ahlaqî dibe bingeha têkoşîna wan .Manewîyad hîmê jiyana vî hêzê ye û îmana xwe ligor vê rasteqînê xurt dike. Pivanên tekoşîna vî hêzê hene ,xeta wî cudaye ,lewre pivanên jiyana wî tarzê şerê wî naşibe yê dagirkeran.Hêza xwe ji birdozî û şêwazê şerê xwe digire.Jiber vê yekê hêzeke serkeftî û tu deme têk naçe ye.
Dagirker dema êrîşê cenazeyên şehidan dike di rastiya xwe de dixweze di xeta jiyana gerîla de xerabûnê çêbike ,hêza ku liser esasen bîrdoziyê dimeşe bikişîne xeta xwe ya şer .Hêza ku bi tenê hestên tolhildanê tevbigere ji derbe xwerinê re vekiriye ,pê ve girêdayî di nav refên gerila de tolhildaneke ku bi rêbazên dijmin pêş dikeve dixweze ava bike .Lewma bi rêbazên herî qirêj cenazeyên gerillayan perçe dike, dixweze gerila jî heman tiştî li leşkerên wî bikin û laşên leşkerên wî perçe bikin .çimkî gava heman bertek derkeve hole li wê derê xeta dijmin serwer dibe.Êdî hukmê şer li gorî stratejiya dijmin dixebite .Dijmin bi şêwazê şerê taybet bi ziravî xwe di nav xeta têkoşîna gerîla de bi cih dike .Ev hestên tolhildanê yên ku dijmin ajotine, bi giştî çalekiyên pûç û têkçûyî derdixe holê .Bi gotineke din xizmetê dijmin dike û dijmin xurt dike.Dîroka têkoşîna me bi van encamên ku dijmin dixweze ve têkoşîn kirî tiji ye.Pratîka çar çeteyan û tekoşîna ku partiye li heber wan daye di esasê xwe de şerê li heber bandora şerê taybet e.
Lewre di nava şertên herî girn de jî hêza gerîla xeta şerê xwe de israr bike .Xeta şere partiye parastin ,di wî xetê de israr kirin dê dijmin têk bibe û bandora ku dijmin dixaze li ser tevgerê y ava bike yê pûç bike .Heza gerilla gerek xwe tim li hemberî vî şerî hişyar bigire .rê nede ku bandora şerê taybet navar efen wî de cih bigire
Gelekî rêxistinkirî dema êrîşên bi vî rengî li hemberê wan çebe meneya van êrîşan baş dizanin û xwe ligorî vî rastiyê rêxistin dikin.Li hemberî van êrîşên dij mirovî bi hemû cesareta xwe xadî li şehîden xwe derdikevin . Bi rêbazên cur be cur her şehidekî xwe dikin bingeha xwe avakirinê.Bi avakirina sazî û rixistinan hêza casareta berxwedanê ava dikin ev hêz hemû cure êrîşên şerê taybet pûç dike .Her şehîdekî dixe zemînê bilindkirina manewiyata têkoşînê . Dijmin û êrîşên dijmin di vê qadê de bêwate dike .Lewre dijmin bi êrîşên xwe têk diçe ,armanca wî ya têkbirinê dibe bingehê şikestina wî .Reber APO her şehidek vegerande hinceta tekoşînê û dijmin destpêkê livir têk bir . Bersiva dayî şahadeta ş. HAKÎ KARER avakirina PKK Û bilindkirina tekoşîna birêxistin bû.Ev şêwazê tekoşînê Dewleta faşist a TC têk bir.serkeftina tekoşînê mayinde kir.PKK LI SER vê rastiyê bilind bû.Gelê kurd bi rastiya rast li şehîdan xwedîderketinê baweriya wê hate cih û ji nû ve zindî bû .Îro dîsa pêwisti heye ku em wek gel rastiya tekoşîna reber APO ,şêwazê wî yê bersivdana şehdan fehm bikin û xwe li gor vê rastiyê bi rêxistin bikin. Dema me ev rastî fehm kir em dê mîsoger dijmin têk bibin . Bandora dijmin liser me namîne .
Sedemeke esasî ya vekişîna artêşa Amerikayê ya ji Vietnamê nerazibûna gele wî bixwe bû .Gel û şoreşgerên Amerîkî gelek xwepêşandan li dar xistin gelek welatan de nerazîbûnên gelan derkete holê .Di encamê de dewleta Amerikî neçar ma ku dawî li dagirkeriya Vietnamê bine . Gelek nimûneyên bi vi rengî li cihanê hene û dawiya gelek şeran ani ne .
Girseya ku ketibe bine bayê şovenizme ji bandora faşizme rizgarkirin ji bo serkeftineke mayin de pewistiyeke esasîye .Dinava gele tirk de bandora şovenizmê bişkê divê rastiya dagirkeriya dewletê û şerê tê meşandin were tehşirkirin ku cavkaniya dijmin a şer were zihakirin .
Bandora ku şerê taybet dixaze li ser şehidan bidest bixe bi tekoşineke têr û rast dikare vala bê derxistin û serkeftin were misogerkirin. Ev ji rast fehmkirin û xwe bi rêxistinkirinê teqez dibe …
Bi silav û rêzên şoreşgerî
KOMITEYA XEBATÊN ŞEHIDAN A PKK
(ORHAN LÎTAVK