RÛKEN GARZAN
Destpêkê bi munasebeta 16. salvegera Şehîdên me yên mezin heval Adil û heval Gülbahar û her 6 hevalên ku bi wan re Şehîd ketine de tevahî Şehîdên me yên hemleya 1'ê Hezîranê û hemû Şehîdên şoreşê bibîrtînin. Di wê hêvî û baweriyê de ne ku emê soza Şehîdên xwe pêkbînin û heta serkeftinê di rêya Şehîdan de bimeşin.
16 sal li ser Şehadeta heval Adil û heval Gülbahar re derbas bûn. Her du hevala li hember êrîşên dijmin di astek bilind û pakrewanî de li berxwe dan û 4'ê Kanûna 2007'an de li çiyayê Gabarê Şehîd ketin. Heval Gülbahar û heval Adil di nava tevgerê de xwedî cihekî girîng in. Bi taybet ji destpêka tevlîbûna xwe heta roja îro di hemû kêliyên şer û pêvajoyê de cih girtin û têkoşîn kirin. Li ser vê esasê jî pêvajoyên ku têvgerê daniye pêşiya her dû hevalan hertim pêkanîn. Bi taybet bidestpêkirina pêngava hemleya 1'ê Hezîranê heval Adil û heval Gülbahar jî berê xwe dan Botanê. Li ser ruhê hemleya 1'ê Hezîranê û dîsa bi ruhê 15'ê Tebaxê li Botanê heta kêliya dawiyê li hember dijmin, li hember dagirkerî û paşverûtiyê şer kirin. Bi qehremantî û fedakariyeke mezin ji Botanê û ji hemû gerîlayên Kurdistanê re pêşengî û fermandarî kirin. Di têkoşîna tevgera me de gelekî merheleyên girîng hatine jiyankirin. Yek ji van merheleyan jî merheleya pêvajoya hemleya 1'ê Hezîranê ye. Serokatî hemleya 1'ê Hezîranê weke hemleya 15'ê Tebaxê ya duyemîn pênase kir. Di pêvajoya hemleya 1'ê Hezîranê destpêkir de hêzên navnetewî, hêzên dagirker û dîsa dewleta Tirk li ser Kurdistanê û li ser gerîlayên Kurdistanê hemleyeke tasfiye û îmhayê destpêkiribûn. Dîsa li hember Rêber APO komploya navnetewî hatibû pêkanîn û hêzên dagirker û dewleta Tirk dixwestin tevgerê îmha bikin. Li hember êrîşên derve û êrîşên di hundir de, bi ruhê serkeftinê, azadiyê û bi armanca pergala îmraliyê bişkîne hemle destpêkir. Li ser vê esasê di 2004'an şûn de jî di çarçoveya hemleya 1'ê Hezîranê de careke din hêzên gerîla di pêşengiya quwetê me yê HPG û YJA STAR'ê berê xwe dane Bakurê Kurdistanê û li hember dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk Şerê Gelê Şoreşgerî û şerê gerîla dane destpêkirin û dane meşandin. Qehremanên pêşeng yên vê hemleyê jî di dîroka têkoşîna tevgera me de nemir in. Bi munasebeta 16. Şehadeta heval Adil û heval Gülbahar di şexsê heval Dijwar Erkendî, heval Serxwebûn, heval Yıldız, heval Sorxwîn, heval Nûda, heval Kûrtay de hemû Şehîdên hemleya 1'ê hezîranê careke din bibîrtînin û soza têkoşîna azadiyê bilinkirinê didin.
Heval Adil û heval Gülbahar li Botanê di fermandartiya xwe de plansazî û perspektîfa ku Serokatî danîbû pêşiya Partiyê xwestin di sahaya Botanê de pêkbînin û bi vê ruh û eşqê berê xwe dan sahaya Botanê. Sala 2007'an bêgûman di dîroka tevgera me de saleke girîng e. Di vê salê de dewleta Tirk û hukumeta wê ya pêşengiya wê niha Erdoxanê faşîst dike bi genelkûrmayê artêşa Tirkiyê re lihevkirinek kirin ku 2007'an de gerîlayên azadiyê tasfiye bikin û tevgera me tune bikin. Bi vî awayî xwestin pêngava me ya 1'ê Hezîranê têk bibin. Di vê pêvajoyê de quwetê me yê HPG û YJA STARê xwe li hemû herêmên Bakurê Kurdistanê bicih dikin û li ser esasê perspektîfa hemleya 1'ê Hezîranê tevdigerin. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk, hêzên gladyo û hêzên navnetewî dîtin ku careke din PKK'ê hemleyeke nû ya stratejik a eskerî, siyasî û rêxistinî destpêkir û bi wê hemleyê her ku diçe serkeftinên mezin bidest dixe. Weke tê zanîn sala 2007'an de li ser esasê lihevkirina Erdoxan û genelkûrmayê arteşê yê wê demê li seranserî Kurdistanê de, du qadan de êrîşên xwe yên herba xas, êrîşên xwe yên sîyasî û eskerî bi şêwazekî topyekûn destpêkir. Li hember saziyên demokratik û hemû saziyên têkoşîna mafê insan û civak dikin, bi giştî saziyên jin, ciwanan û hemû saziyên gel êrîşeke helandinê, tasfiye û tunekirinê destpêkirin. Ango armanckirin ku civaka Kurd, civaka azadiya xwe dixwaze, civaka ku nirxên xwe diparêze ji têkoşînê qut bikin. Ji bo wê jî di bin navê hemleya "Güneydoğu kalkındırma projesi" de li gelek bajarên Kurdistanê weke Amed, Batman herêmên Serhedê xwestin ku projeyên bi rêya şîrketa bi avakirina barajan li Kurdistanê saziyên dagirkeriyê ava bikin. Di bin navê vê projeyê de xwestin helandin û asîmîlasyonê di nava civakê de pêkbînin. Armanca esasî jî di nava gel de Tevgera Azadiyê tasfiyekirin bû. Dîsa sala 2007'an li hember quwetên me yên gerîla jî gelek operasyon û êrîşên cûr be cûr destpêkirin. Bi taybet di serî de li Zagrosê, li Botanê û di hemû Bakûrê Kurdistanê de operasyonên bi armanca gerîla bişkîne, bê îrade bike û êdî gerîla nikaribe di Bakûr de bimîne dan destpêkirin. Ji ber vê yekê jî mirov dikare bibêje ku dijmin li ser du hemleyan 2007'an êrîşên xwe destpêkirin; Yek ji van êrîşan, li ser hêzên me yên gerîla yek jî li ser gelê me êrîş dan destpêkirin û xwestin bi vî awayî pratik û projeya xwe ya tasfiyeyê di nava sala 2007'an de pêkbînin. Li hember van her du hemleyan di sala 2007'an gerîla çalekiyên pir berfireh kirin. Di dîroka tevgera me de çalekiyên sala 2007'an jî xwedî cihekî girîng in. Bi taybet bi çalekiyên Gabar û Oremarê û dîsa li seranserê Bakûrê Kurdistanê HPG û YJA STARê di salê de mohra xwe li pêvajoyê xistin. Li hember artêşa dewleta Tirk û teknîka wî ya modern bi çalekiyên mezin bi tarz û pratika gerîla ya nû helwesteke pêşeng ya demê derxistin ortê. Di nava civakê de jî li hemû bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkiyê bi taybet li hember asîmalîsyon, helandin û parçekirinê gel bi awayekî girseyî, rêxistinî, polîtîk, civakî, siyasî û çandî helwesta xwe bi awayekî xurt danî holê û ev helwest di wê demê de li ser hilbijartinên ku di Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê de pêkhatin bandora xwe ya erenî çêkir. Bi pêngava ku Partiya me di sala 2007'an de destpêkir bi vî awayî hemleya ku dewleta Tirk li ser civaka me û li ser hêzên gerîla dabû destpêkirin vala hate derxistin. Bi taybet li herêma Botan û Gabarê di bin fermandariya heval Adil û heval Gülbahar de çalekiyên pir bi bandor pêşketin. Di sala 2007'an de çalekiyên ku li Gabarê-Botanê hatin pêşxistin ne tenê li Kurdistanê li dunyayê teyisandina xwe çêkir. Bi rastî jî mirov dikare bibêje ku çalakiya Gabarê bi taktîkên gerîla yên demê pişta dijmin şikand û konsepta dijmin wê ya demê parçe kir. Bi taybet tirs û xofa dijmin bi çalakiya Gabar û Oremarê gihaşt asta lutkeyê. Disa di wê demê de bi pêşengiya Şehîd Reşît Serdar û Şehîd Hüseyîn Mahîr de çalakiya Oramarê jî mohra xwe li pêvajoyê da. Ev çalekiyên ku pêşengiya heval Adil, heval Gülbahar, heval Reşît û heval Huseyîn de hate pêkanîn peyam dane dijmin û ji dijmin re gotin wê careke din Gabar û Zagros ji te re bibe goristan û careke din tu yê li Botan û Zagrosê bisenekevî û binbikevî. Bi rastî jî 2007'an dijmin di van qadan de darbeyên mezin xwar û şûnve vekişiya. Bi hemleya 1'ê Hezîranê re asta şerê me, tekoşîna me û çalekiyên me derket asteke bilind; bû hemleyek ku gerîla li Botanê derbeyên mezin li dijmin dide û dijmin belav dike. Ji ber vê yekê jî pêngava 1'ê hezîranê bi çalekiya Gabar, Oramer û quwetên me yên li Bakûr gihaşt wê astê û di tevgera me de roleke girîng ya dîrokî derxiste pêş. Helwesta heval Adil û heval Gülbahar di hemleya 1'Hezîranê de û bi taybet 2007'an de bi van çalekiyan êdî xwe bi pratîk kir û xwe derxist ortê. Bi taybet li ser rastiya xeta Rêbertî, li ser rastiya xeta Şehîdên Kurdistanê bi perspektîfa şerê demê hemleya 1'ê Hezîranê xwe di Gabarê de bi zîrve kir. Lê belê bi çalekiya Oremar û Gabarê careke din însîyatîf kete deste gerîla û têkoşîn li Botan, Zagros û li seranserê eyaletên me yên Bakûrê Kurdistanê hêzeke mezin derxist ortê. Li pey wê re jî sala 2008-2009 şûn de jî dijmin amadekariyên cuda kir. Dît ku li Zagros û Botanê hewildan û êrîşên ku kirin vala derket û gerîla bi şiklekî aktif û xuliqkar li hember dagirkeriya dijmin şer dike û li hember êrîşan gel û gerîla xwe diparêzê. Li ser vê esasê dijmin destpêka 2008'an meha Sibatê dest bi operasyona Zap'ê kir. Bi navê operasyona Gûneş xwest biryargeha navendî bişkîne. Xwest darbeyekê li biryargeha navendî bide û xwest şer bê navend û bê serî bihêle. Li ser vê esasê jî di vê êrîş û operasyona mezin de jî dijmin li Zap'ê cara duyemîn şikest. Niha kêliyên ku em tê de dijîn dewleta Tirk ya qirker bi konsepta Erdoxan-Bahçelî a faşist careke din li Zap û Avaşînê şer dike û 5 sal in ev şer bênavber û di asteke bilind de dewam dike. Dijmin hemû hêza xwe li ser vî şerî komkiriye. Bi taybet li Zap, Avaşîn û Metînayê dixwaze gerîla û hêza me bişkîne. Lê belê dijmin wê vê carê jî bisernekeve. Çawa ku 2007 binket, 2008 binket wê vê carê jî dijmin binbikeve. Bi berxwedana quwetê me yê HPG û YJA STARê a bi ruhê fedaî, mîlîtanî û ruhê gerîlatiya demê wê êrîşên dijmin vê carê jî binbikevin û têkbiçin. Ev hemleya dijmin jî biserneket. Bi taybet di pêvajoya tasfiyeyê de jî bi hemle û projeya bi navê Yasaya Qezençkirina ji civakê re dijmin belgeya poşmaniyê derxist. Bi navê qezenckirina ji civakê re pêvajoya poşmaniyê dayatmayê gerîla û gel kir. Bi taybet di vê demê de bi têkoşîna birdozî, rêxistinî, siyasî û leşkeri ev projeya dijmin jî binket. Berovajî vê yekê, bi hezaran ciwanên Kurd ji her çar parçeyên Kurdistan û Ewropayê tevlî nava refên gerîla bûn. Di pêşengiya têkoşîna gerîlayên azadiyê de projeya Rêber APO û ya Partiyê ya insanek azad, welatek azad û civakek azad biserket. Têkoşîn, rûmeteke dîrokî û kesayetek dîrokî derket holê û bi vî awayî bersiva projeya dijmin ya poşmaniyê hate dayîn. Bêguman ev yek jî pêvajoyeke girîng bû.
Bi pêvajoya komploya navnetewî û êrîşa li ser Serokatî hatiye kirin ve girêdayî hêzên navnetewî li hember tevgera me ya azadiyê di sala 2007'an de pêvajoyeke nû destpêkirin. Ev pêvajo bi giranî du armanc di nava xwe de digirtin. Ya yekemîn; PKK û Rêber APO tasfiyekirin, xeta azadiyê tasfiyekirin bû. Ya duyemîn; nirxên têkoşîna azadiyê entegreye pergalê kirin bû. Li ser vê esasê jî li gorî berjewendiyên xwe di Rojhilata Navîn û di Kurdistanê de tevger û hewildana xwe wê bimeşandana. Ev proje bi hatina ABDê ya Rojhilata Navîn re destpêkir. Di armanca vê projeyê de jî hewildidan bi guhetinên ku di Rojhilata Navîn de çêdikirin xwe di Rojhilata Navîn de bi cih bikin. Di vê mijarê de astengiya herî mezin ya li pêşiya xwe didîtin xeta Rêber APO û PKK'ê bû. Li ser vê esasê di vê demê de bi komploya navnetewî re girêdayî li ser tevgera me pêvajoyeke êrîşê ya ji derve û di hundir de dan destpêkirin. Di derve de PKK tecrîtkirin, li her derê weke terorîst îlankirin, xistina lîsteya teröre, îzolekirin û marjinal hiştin parçeyeke vê projeyê bû. Xwestin di hundirê Tevgera azadiyê de jî xeteke tasfiyeyê pêşbixin. Bi taybet xwestin di nava Tevgerê de qadro-mîlîtan, sempatîzan û welatparêzên Partiyê ji xet û ji têkoşînê qut bikin. Ji ber vê yekê jî li hember tevgera me ya azadiyê li ser van her du plansaziyên hêzên navnetewî ev komplo heta roja îro jî dewam kir. Her çiqas rengê xwe, taktîkên xwe, helwestên xwe guhertin lê belê heta roja îro konsepta îmraliyê, êrîşên li ser Kurdistan û gerîla dewam dikin û ev parçeyek ji pêvajoya hêzên navnetewî bi komploya navnetewî re li ser Rêbertiya me û li ser gelê me dane meşandin e. Bi sala 2000'î re Emerîkayê di siyaset û politikaya xwe ya heremê de guhertin çêkirin. Li gorî her hêz û civakekê li gorî stratejiya xwe polîtîka û plansaziyên nû pêşxistin. Li hember Rêbertî û PKK'ê jî pêvajoyek wiha destpêkirin. Li ser vê esasê polîtîka û siyasetek nû diyarkirin û pêşengiya wê jî dane konsepta Erdoğan. Projeya ku dane pêşiya Erdogan jî ew bû ku di bin navê îslama nerm a kesk de di Tirkiye û Rojhilata Navîn de siyaseteke nû pêşbixîne û gelê Kurd ji xeta Rêber APO qut bike û bikşîne ser vê xeta liberal û tasfiyekar. Ev konsepta ku li Kurdistanê û bi taybet di Rojhilata Navîn de destpêkir xwestin xeta tasfiyekar, nijadperest û hevkar di nava tevgerê de pêşbixin û bi vî awayî grûbekî di nava tevgerê de ku ji vê xetê bandor bû û di nava Tevgerê de bûn xwedî pratîkekî tasfîyekar. Helwesta van kesên tasfiyekar jî bi vî awayî bû; "em bi serê xwe nikarin tiştek bikin, hêza me têrê nake, pêwîste em em pişta xwe bidin hêzên Emerîkî. Wextê xeta me ya sosyalist derbas bûye û em nikarin li ser pîvan û xeta azadiyê, sosyalîzmê û demokrasiyê têkoşîn bikin. Li ser vê esasê pêwîste em êdî guhertin çêbikin û pişta xwe bidin hindek hêzên derve." Li ser vê esasê van kesên tasfiyekar bi van nêrînên ku di nava tevgerê de pêşxistin hêviya xwe bi hêzên derve ve girêdan. Li ser nêzîkbûna van kesan hêzên derve jî hêviya xwe bi kesan girêdan û gotin PKK wê parçe bibe û tune bibe. Li ser vê esasê armanckirin ku wê PKK bi vî awayî parçe bibe. Li hember hemleya Emerîka û hêzên komploger Rêber APO hemleyek da destpêkirin. Bêguman di çarçoveya vê hemleyê de hêzên derve û Emerîkayê xwestin pêşiya hemleya Serokatî bigirin. Wana jî hemleya xwe bihêztir kirin xwestin hêza me û xeta me ya îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî bêrovajî bikin. Ji bo li Tirkiyê meseleya Kurd bi siyaseta demokratîk çareser bibe Serokatî pêngav û guhetineke stratejîk da destpêkirin. Li hember vê pêngavê di gerîla û gel de guhertinên mezin çêbûn û helwesta gel û gerîla ji hemû demê bihêztir bû. Di encam de derket ortê ku kesên tasfiyekar hemû çûn tasfiye bûn û nekarîn xwe li ser lingan bigirin û nekarîn jiyan jî bikin. Li ser tevgera azadiyê û têkoşîna me heta demekê jî bandora xeta tasfiyekar xwe domand. Bi taybet lêgerînên takekesî, azadiya takekesî, ferasetên burjuvaya biçûk û lîberalîzmê, feraseta dev ji xwe berdan, li hember şer bêbawerbûn, li hember dagirkeriyê û êrîşên li ser Serokatî û gel xemsar nêzîkbûn û bêwate dîtin weke feraseta tasfiyekar heta demekê di nava tevgerê de dewam kir. Yanî feraset û helwestên ku dixwestin têkoşîna azadiyê, xeta azadiyê, xeta azadiya jin û xeta Rêber APO bi vî awayî lîberalîze bikin, li gorî xwe bigirin dest û tevgerê ji xeta wê ya sosyalist û demokratik derxin û xetê şûn ve bikşînin dewam kirin. Li hember vê pêvajoyê bêguman him di hundir û him jî li derve pêvajoyeke pir gerim derbas bû. Bi hemle û perspektîfa Serokatî ku got "Yê ku bi min re girêdayî bin pêwîste berê xwe bidin Botanê" gerîla û tevgerê peyama Serokatî fêm kirin û li ser vê esasê di xeta Rêbertî û Partiyê de hemleya zelalbûnê destpêkir û encameke girîng derxist ortê. Bêguman hevalên ku pêşengiya vê hemleyê kirin, hevalên di hemleya 1'ê Hezîranê de cih girtin û berê xwe dan herêmên şer bûn.
Heval Adil û heval Gülbahar jî ew hevalên ku di hemleyê de pêşengî kirine. Her yek ji van hevalan fermandarên me yên gerîla û têkoşîna azadiyê, milîtan û rêveberiyên Partiyê bûn. Di vê astê de pêşengî ji hemleya têkoşînê ya Partiyê destpêkiriye re kirin û xwestin di xeta fedaîtîyê a Zîlanan û Egîdan de li hundir û derve êrîşênli ser Rêber APO, li ser Partiyê û li ser gelê me têne meşandin bişkînin. Heval Adil û heval Gülbahar bi vî awayî di nava Partiyê de xwe bi helwest kirin û li hember hemû cûreyên tasfîyekarî, hevkarî û îxanetê helwesta xwe raber kirin. Baweriya xwe heta dawiyê bi xeta serkeftinê anîn û li gorî vê yekê jî tevlî şer û têkoşînê bûn. Li ser vê esasê di pêşengiya qehremanên weke heval Adil û heval Gulbahar de li ser xeta Rêber APO tevgera me, avanî û fermandarên me ketibûn nava pêvajoyeke xwe nukirin, guhertin û veguhertinê. Encamên pir girîng derketin holê. PKK û PAJK'ê kongreyên xwe çêkirin. Di xeta Rêber APO de xurt bûn, bi xuluqkarî karkirin, di xeta Rêber APO de bi îlkeyên azadiyê, demokrasiyê û wekheviyê têkoşkînkirin û heta dawiyê hêz, îrade û quweta xwe birêxistinkirin û parastin pêkhat. Li ser vê esasê di takekes û civakê de guhertin dane çêkirin. Bi giştî jî xwe gihandina civakeke demokratik, azad, li ser esasê sîstemeke konfederal û demokratik xwe birêxistin bike hate armanckirin. Bi vî awayî hemleya guhertin û veguhertinê di nava tevgerê de destpêkiribû êrîşên dijmin vala derxist. Dijmin dixwest PKK'ê di hundir de parçe bike, bi êrîşa komployê PKKê tasfiye bikin û xeta wê berovajî bikin vala derket. Bi taybet di vê hemleyê de hevalên ku rola dîrokî dileyîzin û bi rastî jî xwe gihandine asteke pêşengiya demê û fermandariya demê kirin heval Adil û heval Gülbahar bûn. Her dû heval di vê astê de rol leyîstin, pêşengî û fermandartî kirin.
Heval Adil weke kesayet di nava tevgerê de xwedî gelek taybetmendiyên girîng bû. Bi taybet di temenekî biçûk de sala 1987’an ji Botanê tevlî Partiyê bû. Mirov dikare bibêje ku teşê girtina wî di nava Partiyê de çêbû. Hin taybetmendiyên ku di xwe de dabûn avakirin ji hemû hevalan re û ji derdor re dibû mînak. Bi taybet pêşengiya di xeta Rêber APO û xeta Partiyê de û pêdiviyên milîtanekî APOGERÎ çiye heval Adil van taybetmendiyan di xwe de avakiribû. Hevalekî heta dawiyê bi jiyana Partiyê, bi hevaltiya Partiyê, bi ruhê Partiyê bawer bû û li ser vê esasê xwe tevger dikir. Di nava pêkhateya Partiyê de her tim rola Partîbûn, pêşengî, xeta azadiyê û xeta Rêber APO di xwe de pêkanî û di derdorê xwe de jî ev dida pêkanîn. Ti carî rê nedida ku hevalek pasif bibe, kar neke, ji xulikariyê, disîplîn û ji jiyana partiyê dûr be. Hertim bi van taybetmendiyan re şer dikir. Li gel vê yekê jî şexsiyet, taybetmendî û hevaltî çêdikir. Di nava hevalan de hertim di rola pêşengî, partîbûn û pêdiviyên partîbûnê pêkanîn de hevalekî mînak bû. Di mijara fermandartî û şervantî de jî xwedî roleke girîng bû. Fermandarê serkeftinê bû hevalê Adil. Bi rastî jî cihê ku lê dima divê serkeftin çêkiriba. Bi çalekî, bi tevlîbûn, bi perwerde dayîna xwe û êrîşkirina ser dijmin de li gel heval Adil ti caran guman tine bû. Binkeftin, an jî ruhekî xwe mecbur bibîne nîn bû. Hertim ruhê serkeftin û xuliqkariyê avadikir û ev taybetmendî di xwe de avakiribû. Bingeha xwe dagirtibû û di warê pratik û çalekiyê de jî xuliqkarî û serkeftin çêdikir. Bi qasî li hember dijmin zelal bû ewqas di jiyanê de jî zelal bû. Bi qasî li hember xeta Partiyê zelal bû ewqas di sekna fermandarî, şervantî û di xeta çalakiyan de jî zelal bû. Di her kêliyê de şervan û fermandar bû û di her kêliyê de çalekî dikir, êrîşî dijmin dikir û darbe li dijmin dixist. Fikirandin û lêhurbûnên wî li ser vê esasê bûn. Di tevgerê de, di xeta fermandariya demê ya xuliqkar, guhertin û veguhertinê de xwedî rolek girîng e. Heval Adil bi giranî li herêma Botanê ma. Li herêmên weke Başûr û Zagrosê jî ma lê belê li Botanê tevlîbû û li wir şervantî û fermandartî kir. Li Botanê di fermandariya wê derê de gavên mezin avêtin. Çalekiyên ku li sahaya Botanê hatin kirin bi taybet di çalekiyên bi bandor de heval Adil rol leyîst. Çalekiyên herî sereke yên li Botanê hatin kirin de bi tevlîbûna xwe, bi fermandarî, bi şervantiya xwe tê de cih girtiye, pêşengî kiriye û darbeyên mezin li dijmin xistiye. Her çalekiyeke ku heval Adil tê de cih girtiye serkeftin bidestxistiye. Ruhê serkeftinê dida avakirin. Dîsa di warê rêxistinkirin, rêxistin dayîna avakirin, civak rêxistinkirinê de jî gelek taybetmendiyên wî yên ku mirov ji xwe re mînak bigire heye. Bi taybet di nava şervanan û fermandaran de bi hêza rêxistinî û bi pîvanên rêxistinî nêzîk dibû. Bi qasî di çalekiyan de xuliqkar û serkeftî bû ewqas di warê rêxistinî de jî guhertin û veguhertinên mezin dida avakirin. Serokatî pir dixwend, pratîkên hatine jiyankirin dikir tecrûbe û dikir hêza rêxistinî. Hevalekî ku di nava şer, tecrûbe û di nava rêxistinê de xwe avakiribû, pijîyabû û wisa pêşengî û fermandartî dikir. Di vê astê de rola pêşengî û rola fermandariyê dileyîst. Di xeta Rêbertî de jî xwe pir avadikir. Li ser fikrên Rêber APO yê şer, partîbûnê, guhertin û veguhertinê, azadiyê, demokrasiyê xwe kûr dikir û xwe çêdikir. Ti carî erzan nêzî hevaltî, jiyan û têkoşînê nedibû. Hertim di hewildana çêkirin, guhertin, veguhertin û serkeftinê de bû. Ji bo wê jî her çalekî û pêngavek wî bi xwe re guhertin û serkeftin dianî. Ya rastî jî di xeta fermandartî û di xeta şerê me de li ser xeta azadiyê hevalekî ku herî zêde di nava tevgera me de rol leyîstiye û 30 sal bê navber di şer de guhertin û pêngavên mezin avêtine heval Adil e. Di vê wateyê de heval Adil dîroka artêşbûn û partîbûna me de, di asteke bilind de xwedî ked, rol û pêşengiyek mezin e. Heval Adil weke endamê Komîteya Rêvebir a Partiyê herêmên ku tê de kardikir di asta pêşengiya rêveberiya Partiyê de pêşenge û rol dileyîze. Di asta fermandarî, şer û êrîş birina ser dijmin de jî xwedî roleke pêşeng e. Him di warê pratik tecrûbe him jî di warê pêşengiya teorik, birdozî de xurte, bi xeta şehîdan ve girêdayiye û helwesta xwe bi awayekî kûr dide diyarkirin. Ji bo pêşerojê, dîrokê û ji bo têkoşînê fermandarek e. Pêşengekî dîrokiye. Rêxistinvanekî pêşeng e. Bi helwest û çalekiyên xwe dîrok nivîsandiye. Her çalekiyeke ku heval Adil tê de cih girtiye bûye helwesta pêvajoyê. Bi pratik, bi çalekî, bi fermandarî û bi pêşengiya xwe di pêvajoyê de rol dileyîst û helwest dida diyarkirin. Bi vî awayî hevalekî kollektîf, hevalekî birêxistinkirî û bi her pêngavek diavêt ji pêvajoyê re dibû guhertinek.
Hevaltiya xwe ya bi jin re li ser esasê pîvana durust, pîvana azadiyê pêkanîn û hevaltiyeke rast bû. Li ser vê esasê pîvana hevaltiya jin ya bi çalek, bi rêxistinî, bi îdeolojî û bi felsefeya Rêber APO ve girêdayî esas digirt. Bi hevalên jin re baweriya xwe dianî bi wan re tevlî çalekî, jiyan, tevlî şervantî, fermandartî û têkoşînê dibû. Bi vî awayî di xeta azadiya jin de dixwest xwe bigehîne pîvanên azadiyê, demokrasî, wekhevî û şexsiyeta mîlîtaniya azad. Hertim lêgerîna wî li ser vê esasê bû ku xwe di xeta Rêber APO de bigehîne esayetiyek pîvanên mêrê azad. Li ser vê esasê lêgerîn, têkoşîn, helwest û hevaltiya wî li ser vê esasê bû. Bi vî awayî hevaltiyeke rast bi jinê re dikir. Ji bo bibe hevalekî xeta Rêber APO û xeta azadiyê hewildan û têkoşînên mezin dikir. Heval Adil li hember paşverûtî, desthilatdarî, kevneşopiya ku bi hezaran sale li ser civak, kesayetê bandor kiriye hertim di nava hewildana lêgerînê de bû û tekolîn dikir. Ev lêgerînên wî lêdivegeriya û dibû rêbaza hevaltiyê, têkoşînê û dibû pîvan. Di têkoşîna partîbûn, têkoşîna cins û têkoşîna azadiyê de jî xwedî ezmûnekî girîng bû. Xwedî ked û hewildanekî girîng bû. Di vê astê de têkoşîn û helwesta xwe raber dikir. Ji gelek hevalan re keda wî çêbû. Ji gelek hevalan re destek da û têkoşîn kir. Bi rastî jî hevalên ku bi heval Adil re mane hertim behsa hevaltî, ked û têkoşîna wî dikin. Her cihê ku çûyê şopa xwe hiştiye. Çi bi têkoşîna birdozî û bi çalekiyên xwe be çi bi tarzê jiyana xwe çi jî bi pîvanên partiyê pêkanîn be gelek ked û hewildanên wî ji hevalan re çêbûye. Ev yek ji bo pêvajoya ku heval Adil têde ye guhertin û veguhertinên ku dane avakirin gelek girîng e.
Heval Gulbahar jî yek ji wan pêşeng û fermandarên me yên jine. Di arteşbûna jinê de hevaleke fermandar e. Di artêşbûnê de bi xeta PKK û PAJK’ê bi nasnameya jina azad kar kiriye. Di asta bigehije nasnameya jina azad heta dawiyê xwe bi têkoşînkir û xwe bi pratik kir. Li ser vê esasê jî têkoşîn daye meşandin. Hevala Gulbahar jî di temenek biçûk de bi Şehîd Çîçek Kûrtalan re tevlî Partiyê bûye. Rexmê temenê wê ciwane li herêmên herî zehmet di nava şer de dimîne. Di serî de li herêma Serhed, Zagros, Botanê û li gelek hereman dimîne. Heval Gulbahar jî yek ji wan hevalane ku diçe sahaya Serokatiyê. Bi taybet li sahaya Serokatiyê perwerdeyê dibine û di şexsê xwe de dahûrandinên mezin û kûr ava dike. Piştî sahaya Serokatiyê vegera wê li sahaya şer û pratîkê çêdibe. Herî dawiyê jî li Botanê tevlî pêvajoya şer û pratîkê dibe. Heval Gulbahar bi sadebûn, bi hevaltî, bi fedakarî û bi keda xwe tê nasîn. Dîsa hevalek heta dawiyê bi Rêbertiyê, bi xeta Şehîdan re girêdayî tê nasîn. Ti carî ji zor û zehmetiyan xwe şûnde nakişîne tê nasîn. Li kû derê zehmetî hebe yekemin hevala Gulbahar xwe pêşniyar dike, tevlî wê pêvajoya zehmet dibe û dixwaze biçe ji wan zehmetiyan re bibe bersiv. Ji xwe re ti carî jiyaneke rehet, şert û mercên rehet negeriya. Hertim di nava şertên zor de, di nava pêvajoyên giran de û di nava qadên şer de cih girt. Bi vî awayî birîkîmek mezin di têkoşîn, di şer û bi taybet di pêşengî û artêşbûna jinê de raber kir. Ji bo artêşbûna jinê kedek mezin derxist holê. Bi vî awayî fermandareke mînak e. Fermandareke pêşeng e. Ji Serhedê heta Botanê gelek çalekiyan de gelek pratik û karan de di asta yekemin de rol leyist û pêşengî kir. Di xeta milîtantî, di xeta PKK û PAJK’ê de kesayet û pêşengeke mînak e. Ev yek di her pratik û kêliya derbasbû de da diyarkirin. Bi taybet li hember desthiltdariya mêr, li hember paşverûtiya jin xwedî helwesteke radîkal û çêker bû. Ti carî rê neda helwestên geleneksel û helwestên ku kesayetê şûn ve dikşîne û ji xeta azadiyê dûr dixe. Ew hertim li hember van helwestan radîkal bû. Li hember tasfiyekariya di Partiyê de dihate meşandin hevaleke herî zêde rol dileyîze, têkoşîn dike hevala Gulbahar e. Li ser vê esasê di têkoşîna xwe de xeta azadiyê zelal datîne holê. Di xeta azadiyê de pêşengiyê dike û dibe militana xeta azadiyê. Ji ber vê yekê jî di tasfiyeya 2008’an ya di şexsê Elî û Dîcle de hatiye raberkirin hevala Gulbahar xwedî helwesta herî radîkal, pêşeng û xwedî helwesteke zelal e. Ya rastî jî li hember helwesta şaş ya rast datîne ortê. Li hember helwesta tasfiyeyê helwesta partiyê datîne ortê. Li hember helwesta xerakirinê helwesta guhertinê, ya jiyana azad, hevaltiyeke hevbeş û rast datîne ortê. Heval Gulbahar bi van taybetmendiyên xwe dihat naskirin. Heta dawiyê bi van taybetmendiyên xwe li dora xwe rêxistin, heskirin û hevaltî dida avakirin. Ne bi lîberalîzm, bi ehbap-çawûşî û grûpçitiye, bi şer û têkoşîna xwe heskirin, têkoşîn û rêxistin dida avakirin. Bi helwesta xwe ya zelal, bi têkoşîn û bi rêbazên guhertin û veguhertinê ruhê PKK û PAJK’ê dida avakirin. Di şerê birdozî de xwedî helwesteke radîkal bû. Ti caran di cihê xwe de nesekinî û bi vî awayî rola xwe ya pêşengî û fermandariyê pêkanî. Bi qasî ku pêşengî, milîtanî dikir ewqasî jî fermandarî dikir. Bi qasî fermandarî û şervantî dikir ewqasî jî xebatên rêxistinî û perwerdeyê dikir. Kesayetek jin ya militan û fermandara demê ya komple bû. Bi heval Çîçek Kûrtalan re tevlî bibû û mirovên hev bûn. Helwesta ku raber kirin hertim li ser esasê şexsiyeta APOGERÎ, milîtaniya rast û pêşengiya rast derxînin ortê ye. Her du heval jî di vê astê de rol leyîstin û niha artêşa ku îro bi navê YJA STAR tevdigere, helwest raber dike û bi çalek e ev yek bi saya ked, tevlîbûn, fermandarî û bi pêşengiya van hevalan e. Hevala Gulbahar hevaleke dilnizm bû. Ji hevaltiyê û ji jiyanê hez dikir. Li hember dagirkeriyê helwesta wê zelal bû. Di xeta fedaîtîyê de heta dawiyê têkoşîn dikir û helwest raber dikir. Her wiha li herêma ku jê hatî jî weke herêma Batman-Kûrtalan, bû şopdara pêşengên jin ên dîrokî yên di nava civakê û tevgerê de derketine. Şopdara Rindêxan bû. Çawa ku li herêma Batman û Garzanê jinên pêşeng li hember dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk serî nedanîn û heta nefesa xwe ya dawiyê helwesta xwe dijî dagirkerî û li dijî dijmin diyarkirin heval Gulbahar jî xwedî van taybetmendiyan bû. Ti carî li hember dijmin, dagirkeriyê û li hember êrîşên derve û hundir serî nedanî. Bi ruhê hevaltî, fedakarî, girêdana xwe ya rast helwest raber kir, li hember tasfiyeya li hundir dihate meşandin ya xetê lîberalîze dike hertim heval Gulbahar bi helwest û têkoşîna xwe dihate nasîn. Li hember ferasetên paşverû û desthilatdarî bi helwesta xwe ya radîkal, pêşeng, çêker û xuliqkar derdiket pêş. Mirov dikare bibêje ku heval Gulbahar jî di heman demê de di nava tevgerê de weke şopdareke heval Mîzgîn bû. Jixwe ji heman herêmê ne. Heval Mîzgîn jî bi hemû awayî di milê pêşengî, Partî, siyasî, civakî, polîtîk, çand-hûner, eskerî û artêşbûnê de xwe tevlî Partiyê dike. Dengê heval Gulbahar jî pir xweş bû. Bi qasî fermandarek bû ewqas jî hunermend bû û stran digot. Hunermanda hevalan, civakê û xwezayê bû. Bi axa xwe û bi gelê xwe ve girêdayî bû. Di hevala Gulbahar de taybetmendiyên civaka neolotîk, civaka welatparêz, taybetmendiyên jina hunermend, pêşeng û xuliqkar pir hebûn. Ti carî cudabûn nexist nava kar. Bi qasî fermandar bû ewqas hunermend bû. Bi qasî hunermend bû ewqas xuliqkar bû. Bi qasî xuliqkar bû ewqas jî heval bû. Bi vî awayî heval Gulbahar xwe di nava partiyê de çêkiribû. Di xeta hozan Mizgînan û Bêrîtanan de xwe çêkiribû û avakiribû. Li ser vê esasê di artêşbûna jin de jî xwedî roleke girîng e. Xwedî roleke pêşeng e. Cihekî wê yê pêşengî yê dîrokî heye. Cihekî wî yê fermandariya dîrokî heye. Hevala Gulbahar fermandara me ya dîrokê û pêşenga me ya dîrokiye. Rêhevaltiya PKKê û PAJK’ê ya jiyana azad di şexsê xwe de û di derdora xwe de pêkanî. Ji ber vê yekê li hember dijmin jî helwesta wê zelal û diyarker bû. Her pêvajoyekê û pêngavekê û her wiha di şer de heval Gulbahar bi çeka xwe, hevalên xwe, bi fermandarî û bi şervantiya xwe cih digirt û pêşengî dikir. Di sahaya Botanê de di asta fermandariyê de berpirsiyartî girt ser milên xwe. Bi heval Adil re di asta fermandartiyê de pêşengên pêvajoyê bûn û roleke mezin leyîstin. Hemleya ku wan destpêkir di giştî tevgerê de bû hemleya pêşengiyê. Li pey şopa Egîdan, li pey xeta ruhê 15’ê Tebaxê xwestin ku duyemîn ruhê 15’ê Tebaxê di Botanê de zindî bikin û bi jiyanî bikin. Bi çalekî, bi gerîlatî, bi meşa xwe û bi rêxistinkirina xwe xwestin Botan di şer de bikin qada navend, qada serkeftinê û qada guhertin û veguhertinê. Li hember hemû êrîşên hundir û derve di asteke bilind de xeta serkeftinê de biserketin. Xeta heval Gulbahar û heval Adil xeta serkeftinê, xeta avakirinê ye. Li dijî dagirkeriyê serî netewandin e. Li dijî dijmin bi hebûna xwe, îradeya xwe û bi cewhera xwe li ser piyan sekinandin e. Di şexsê wan de ev xet biserket. Xeta tasfiye, xeta binketinê û xeta îxanetê binket. Xeta serkeftinê, azadiyê, xeta Rêber APO, xeta Şehîdan û xeta rêheval Egîd careke din pêşengiya her du hevalan de li Botanê biserket. Bi vî awayî di dîroka tevgera me û di dîroka artêşa me de rola her du hevalan pir girîng e. Rola ku leyîstin rola serkeftin, guhertin û veguhertinê ye. Careke din jî em her du hevalan bibîrtînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.
16 sal li ser şehadeta heval Gulbahar û heval Adil re derbas bûn. Bêgûman pêngava ku wan ji me re daniye tevgera me, têkoşîna me û bi taybet hêzên me yên gerîla li ser wê xetê dimeşin. Xeta wan ya zafere bû û bi çalekiyên xwe serkeftin bidestxistin. Îro jî li her çar parçeyên Kurdistanê ev xet biserketiye û dewam dike. Di nava pêvajoya 16 salan de meşa li pey şopa wan bi xwe re gelek guhertin anî. Bi taybet bi xeta serkeftinê tola şehîdên Botanê girtin û bersiva dijmin dayîn bi hemleya “Êdî Bes e” destpêkir û di nava civak û her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet di nava HPG û YJA STARê de bi xwe re pêngavên mezin avakirin. Li hember komploya li ser Serokatî tê meşandin, li hember sîstema îmraliyê dijmin û hêzên dagirker careke din vala hatin derxistin. Ev hemle gihaşt armanca xwe. Dîsa di vê pêvajoyê de bi ruhê serkeftinê û bi hemleya serkeftinê ji pêvajo û êrşên ku li hember tevgera me hatin meşandin re bersivên mezin hatin dayîn. Bi taybet tevgerê, xwe di her çar parçê Kurdistanê de bi cîhanî kir. Ruhê netewa demokratik, civaka demokratik bi siyaset û rêxistina xwe li her çar parçeyên Kurdistanê belav kir. Bi taybet 2011-2012 şûn de jî bi şoreşa Rojava êdî pêngava belavbûna fikrên Rêber APO destpêkir û li hember DAÎŞê, li hember faşîzma dewleta Tirk, li hember konsepta hêzên navnetewî di Rojava de şoreşa mezin biserket. Her wiha xwe gihande birîkîmeke mezin ya eskerî, birdozî, siyasî û paradigmasal. Dîsa di Başûrê Kurdistanê li hember dagirkerî, îxanet û hevkariyê pêngavên pir mezin hatin avêtin. Gelê Başûrê Kurdistanê xwe di xeta Viyanan, heval Gulbahar û heval Adil de zelal kir. Bi sedan, bi hezaran kes ji bo azadiya Kurdistanê, ji bo neteweke demokratik, ji bo kes û civakek azad û azadiya Rêber APO têkoşîn kirin û helwest raber kirin. Dîsa ji wê demê pê ve Erdogan bi konsepta xwe li welat welat geriya ku PKK’ê tune bikin. Hemû derfetên Tirkiyê peşkeş kirin ku PKK’ê tune bikin. Hemû hêza xwe xistin dewrê ku hêza PKKê tune bikin û belav bikin. Lê belê ev yek biserneket. Di çarçoveya xeta Rêber APO, Partîbûn û fedayitiya di pêşengiya PKK’ê-PAJK’ê û pêşengiya şehîdên me yên qehreman de ev êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, Erdogan û konsepta wî vala derketin. PKK tevgerek ji Kurdistanî derket û bû tevgereke cîhanî. Li hember hemleya Erdogan ya ku di cîhanê de digeriya ku PKK tine bike PKK’ê xwe kire tevgereke gerdûnî û cîhanî. Ev asteke girîng e. Ev yek hemû li ser esasê tola Şehîdên Botanê, tola Şehîdên pêngava 1’ê Hezîranê û tola hemû şehîdên şoreşê girtinê pêşket. Her wiha xwe di xeta Rêber APO de kûr kirin û serkeftinê bidest xistinê derkete holê. Ev pêvajoyên pir girîng in û pêvajoyên serkeftinê ne. Pêvajoyên di xeta şehîdan de kûrbûnê ne. Pêvajoyên bi xeta Şehîdan û Serokatî bawerî anînê ne. Pêşengiya partiyê, xeta şehîdan xeta Rêber APO û têkoşîna tevgera me di van 16 salan de hemleyên mezin kirin û di warê siyasî û eskerî de guhertinên pir mezin çêbûn. Bi taybet ev 5 salên ku em tê de derbas dibin li ser esasê ku dewleta Tirk, Erdogan û konsepta MHP ê bi slogana emê PKK’ê tine bikin û îmha bikin, siyaseta qirkirin û tinekirinê didin meşandin. Li hember vê siyasetê 5 sal in bê navber li çiyayên Kurdistanê di serî de li Zap, Avaşîn, Metînayê, Şengal, Mexmûr, Rojava û li hemû deverên Bakûrê Kurdistanê, Botan û Zagrosê berxwedaneke mezin û têkoşîneke mezin tê meşandin. Mirov dikare bibêje ku ev sê salên dawiyê jî şerê ku li Zap, Metîna û Avaşînê tê meşandin di dîroka tevgera me û di dîroka şerê me de asta lutkeyê de ye. Li hember êrîşên dijmin yên qirkinê helwest û têkoşîna hêzên me yên HPG û YJA STAR’ê de tê meşandin di asta zîrveyê de ye û mirov dikare bibêje ku ev şerê fînalê ye. Ev yek bîrîkîma tevgera me ya 45 salan derdixe holê. Dîsa birîkîma gerîlatiya me, artêşbûna me û tecrûbeyên artêşbûna me ya 35 salan derdixîne ortê. Dîsa ruhê Adilan, Gulbaharan, Zîlanan û Bêrîtanan derdixîne ortê. Mirov dikare bibêje ku têkoşîn, berxwedan û şerê ku ev çend salin di herêma Zap, Avaşîn, Metinayê, Xakûrkê heta Heftanînê tê meşandin di sala 2023’an de xwe gihande asta lutkeyê. Heta mirov wiha pênase bike jî wê di cih de be; ev şerê 2023’an de tê meşandin şerê fînalêye. Wê ev şer gelek tiştan diyar bike. Helbet ev yek di pêşengiya gelek qehremanên me yên demê û fermandarên me yên mezin ku di nava vê pêvajoyê de bê teredût bi fedakariyeke mezin cih girtin çêbû. Qehreman û fermandarên me yên demê li pey şopa Gulbaharan û Adilan meşiyan. Di pêşengiya heval Gulçiya, heval Leyla Sorxwin de, bi ruhê demê xwe bi demê re gihandin û vê astê derxistin ortê. Dîsa pêşengiya çalekiya ku li Enqereyê bi pêşengiya heval Rojhat û heval Erdal de hate kirin, dîsa çalekiya ku li Mêrsînê di pêşengiya heval Sara û heval Rûken de hate kirin di Bakûrê Kurdistanê de jî asta şerê me gihande wê astê ku dijmin bikeve nava qrîzek mezin û maskeya rûyê dijmin bikeve. Çalakiya heval Erdal û heval Rojhat di esas de maskeya rûyê konsepta Erdogan û Bahçelî xist. Di warê siyasî, civakî, birdozî, eskerî de peyamên mezin dane dijmin. Çawa ku di dema xwe de helwesta Adil û hevala Gulbahar pêşengiya demê kirin û bersiv dane demê, di heman demê de serdema em tê re derbas dibin helwesta heval Gulçiya, heval Leyla Sorxwîn, heval Rojhat, heval Erdal, heval Rûken û heval Sara bersiva vê demê ye. Siyaset, komplo, leyîstokên ku li ser tevgera me û li ser Rêbertiya me tê meşandin vala hatin derxistin. Di heman demê de, di xeta Rêber APO, milîtantî û pêşengiya demê di şexsê van hevalan de mohra xwe li vê pêvajoyê xist, leyîstok û konseptên qirêj ên qirkirinê yên li ser tevgera me tê meşandin vala hatin derxistin.
Di pêvajoya hemleya bi navê "Dem Dema Azadiyê ye" ku ev 2 salin Tevgera Azadiyê destpêkiriye jin û ciwan pêşengiya vê hemleyê dikin. Dijmin xwest qirkirinekê li ser gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û li ser Tevgera me bide meşandin. Lê belê bi hemleya Dem Dema Azadiyê ye di qadên gerîla de û li her çar parçeyên Kurdistanê di serî de li Metîna, Zap û Avaşînê de gerîla pêşengî ji vê hemleyê re kir. Bi çalekî, helwest, fedakarî, bi têkoşîn û bi taktîkên demê yên nûjen bersiv da dagirkeriyê û bi têkoşîneke mezin darbeyên mezin li dagirkeriya dewleta Tirk û hêzên pê re dan. Dîsa bi pêşengiya jin, ciwan û civakê li her çar parçeyên kurdistanê hemleya "Dem Dema Azadiyê ye" bi çalekî, bi serhildanê, bi serî rakirinê derkete pêş. Bi awayekî komple di kurdistanê de civaka me pêşengiya vê kir. Her wiha pêşengiya têkoşîna azadiyê kir. Li hember dagirkeriyê, desthilatdariyê û li hember her cûre êrîşên DAÎŞê yên faşîzane ev hemle bi Rojhilata Navînî bû. Gelê Ereb, Tirkmen, Fars, Belûc, Asûrî gelek netew, civak, grûp, hêz û kesayet tevlî vê hemleyê bûn û li vê hemleyê xwedî derketin. Dîsa di asta cîhanî de hemleyê xwe bi gerdûnî kir. Li Ewropa bigire heta Efrîqa, ji Efrîqa bigire heta Rojhilata dûr, ji Rojhilata dûr bigire heta Emerîkaya Latîn hemleya "Dem Dema Azadiyê ye" gelek civak, sazî, rêxistin û kesayet ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi sologana 'Jin Jiyan Azadî' li vê hemleyê xwedî derketin. Her wiha xwe kirin parçeyek ji vê têkoşînê û ev têkoşîn ayîdî xwe dîtin. Dîsa ji bo azadiya xwe, ji bo azadiya civakê û ji bo azadiya Rêber APO têkoşîn kirin û xwe bi çalek kirin. Dijmin bi konsepta hêzên navnetewî hemle destpêkiribû û digotin emê bi komploya li ser Rêber APO ve girêdayî PKK'ê tine bikin, îrade û hebûna gelê Kurd di şexsê PKK'ê de xelas bikin û îmha bikin. Ji bo vê jî hemû rêbazên qirêj bikaranîn. Li ser vê esasê êrîşên qirkirinê yên li ser têkoşîna me ya azadiyê û li ser gelê Kurd dewam kirin. Lê belê li hember vê konsepta ewqas dijwar ku di asta qirkirinê de dihate meşandin tevgera me tasfiye nebû berovajî yê wê xwe mezin kir. Ne tenê di parçeyên Kurdistanê de, xwe gihande asteke ku bi awayê eskerî, siyasî, civakî û rêxistinî di her çar parçeyên Kudistanê de xwe bi rêxistinkiriye û têkoşîn dike. Dîsa di warê siyasî û civakî de jî li her çar parçeyên Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê de têkoşîna xwe gerdûnî kiriye û li ser vê esasê xwe bi rêxistinî kiriye. Îro di netew û civakan de bi hezaran kesayet radibin û bi serbilindî li doza Kurd û têkoşîna Kurd xwedî derdikevin. Ya herî girîng jî bi fikrê Rêber APO bawer in. Baweriya xwe bi fikrê Rêber APO tînin ku wê Rojhilata navîn û cîhaneke azad biafirîne. Baweriya xwe pê tînin ku sîstema demokratik a konfederal wê ji pirsgirêkên cihanê re bibe hêza çareseriyê. Wê sîstema demokratik a konfederal ji pirsgirêkên netew dewlet, şovenîzm, nijadperestî û faşizmê re bibe bersiv û bibe hêza çareseriyê. Li ser vê esasê jî di bin perspektîfa paradigmaya Rêber APO de wê cîhaneke demokratik a konfederal, Rojhilata Navîn ya demokratik, Kurdistaneke demokratik a çareseriya siyasî ya demokratik bê avakirin. Bêguman ev têkoşîn û belavbûna fikrên Serokatî li ser esasê paradigmaya Rêber APO hat pêkanîn. Helbet gihandina vê astê pir zehmetî çêdibe û hê niha jî astengiyên di warê birdozî, siyasî, stratejik û eskerî li pêşiya paradigmaya mezin ya Rêber APO hene. Hê jî êrîşên mezin li ser Rêber APO hene. Ji Rêber APO hê jî agahî nayê girtin. Tecrit, êşkence û îzolasyon tê meşandin. Êrîşên qirkirinê li her çar parçeyên Kurdistan û li ser gerîla tê meşandin. Hê jî faşizm û konsepta qirkirinê ya Erdogan-Baxçelî li her derê tê meşandin. Li hember van êrîşan têkoşîna me li ser esasê paradîgmaya Rêber APO û di pêşengiya xeta Şehîdan de bi îradeyeke mezin dewam dike û li hemû deverên cîhanê xwe civakî kiriye. Di warê eskerî, siyasî, civakî û rêxistinî him li Kurdistanê him li Rojhilata Navîn û him jî li Cîhanê pêngavên mezin diavêje û fireh dibe. Lê belê erkên demê yên ji me tên xwestin ew in ku em li ser esasê milîtantî, welatparêziya demê û xeta azadiyê bimeşin û azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêkbînin. Her wiha Kurdistaneke demokratik ya xweser, cihaneke demokratik û Rojhilata Navîn ya demokratik a konfederal avabikin. Ev hedefên li pêşiya me ne û hedefên mezin in. Em bi vê hêzê bawer bin emê li ser esasê rastiya Rêber APO û xeta Şehîdan serkeftinê bidestbixin. Serkeftin nêze û serkeftin ya me ye. Xeta azadiyê, xeta azadiya jinê, xeta azadiya civakê, xeta demokrasiyê û xeta konfederalîzma demokratîk wê biserbikeve. Em bi vê bîr û baweriyê têkoşîn dikin û wê têkoşîna me teqez biserbikeve. Li ser vê esasê careke din bi munasebeta 16. Salvegera Şehadeta heval Adil û heval Gülbahar de hemû Şehîdên hemleya "Dem Dema Azadiyê ye" bibîrtînin û di şexsê hemû Şehîdan de ji bo hemû Şehîdên Kurdistanê soz didin ku emê li li ser rastiya Rêber APO û xeta Şehîdan bimeşin, armancê Şehîdan bi pratik bikin û bi Rêbertiyeke azad, bi Kurdistaneke azad û bi cîhaneke azad jiyan bikin û biserbixin.