Li Amedê Navê Berxwedaniyê Berfîn e

Dema em gihiştin Amedê karê pratîkî, rêxistinî bi lezî destpêkirin. Cara yekem yekîneyeke xweser a parastina...

Raperîn ENGÎZEK

Bejna Heval Berfîn zêde ne dirêj bû, porê wê xelek, ruyê wê gilover bû. Pir xweşik û bi qerafetê xwe jî mînyon bû.

Berê di xebatên parastina rewa de 2009-10 li Zagrosê mabû. Beriya biçe amedê ji Akademiya Şehîd Îbrahîm a parastina cewherî re derbas bibû. Heval Berfîn hem xwedi tecrûbe bû -di gerîla de mabû, di asta taxim de erk girtibû- hem jî xebatên parastina cewherî ji ber ku pêşî kiribû û akademî jî dîtibû ji bo Amedê hate şandin. Bi xwe jî ji vî milî ve pir bi xwestek bû.

Amadekariyên heval Berfîn jî ji vî milî ve hebûn. Şerê gelê şoreşgerî wê çawa, di çi çarçoveyê de bê kirin, milê kêm ê parastina cevherî li bajaran çi ye, dê çawa têxin pratîkê,  hemû perwerde û lêhûrbûnên heval Berfîn jî di vê çarçoveyê de bûn. Xwedî hedef û armanc bû. Rêxistinê jî di vê çarçoveyê de hevalên hatin şandin amade kiribûn. Wê çawa rol û ristên xwe bîlîzin, feraseta vê hatibû dayîn.

Hevala Berfîn ji hemû hevalên derdora xwe re dibû alîkar. Hevaltiya ji PKK girtî, rihê vê di pratikê de, her kêlî di hevala Berfîn de zindî bû. Ji bo kar bi kolektîfî pêş bikeve xwedî hewldaneke mezin bû. Min di rekeke de hevalatiya wê kir, ji bo em bi serkefti bigihêjin cihê xwe û armancên xwe pêk bînin, gelek hewildan nîşan didan. Rêvîtiya me ber bi Amadê ve bû. Di hevaltiya wê de aheng avakirin, li pêş bû. Ji bo vê di yekîneya me de zêde pirsgirêk derneket, bi moral û bi coşeke mezin em diçûn cihê xwe. Heval Berfîn zêde nedianiya zimên, lê diyar bû ku heval ji bo erka heyî, serxistina vê xwedî xwestek û biryareke  pir mezin bû. Em ê di hemlê de çawa bikarin rolên xwe bilîzîn, xwe çawa bikarin rêxistin bikin, bi wan pirsan -di asta jor de- lêhûrbûn dikir.

Dema em gihiştin Amedê karê pratîkî, rêxistinî bi lezî destpêkirin. Cara yekem yekîneyeke xweser a parastina cevherî ya girêdayê YJA-Star’ê hate rêxistinkirin, heval Berfîn li ser vê yekîneyê hat erkdarkirin. Ev ji  heval Berfîn re bû hêz û moralekî pir mezin. Wek jin yekineya xwe ya xweser rêxistinkirin, karkirin, şerkirin hêzeke pir mezin dida heval Berfîn. Jixwe te ev yek, di sekna heval,  moral û coşa heval de didît. Heya dawiylê jî heval Berfîn bi vê coş û moralê xwe beşdar kir.

Heval xeyalî nêzî şer nedibû, rastiya şer, rastiya dijmin û rastiya me çi ye baş dizaniya. Li hember rewşa heyî nêzîkatiyên xwe ava dikirin. Ji ber vê hevaleke objektîf bû, li gor şert û mercan xwedî meşeke bi hêz bû. Xwebernamekirin, xwe û yekîneya xwe rêxistinkirin li ser van esasan bû.

Ji axaftinê zêde, hevaleke pratîk bû, xwedî exlaq û pratîkeke ku encam digire bû. Di şer de  biçûk jî bûya dema encam hatiya girtin heval Berfîn pir kêfxweş dibû, wek yekîneya xweser yekem care xwe rêxistinkirin, encam girtin;  bê guman xwedî wateyeke taybet bû. Li Bakur artêşa xweser wê li ser vê bingehê hatiba avakirin. Ev bi serê xwe pîvaneke dîrokî bû. Tam di vir de di asta rêveberî de heval Berfîn pêşeng bû.

Di wan şertên zehmet de xwe rêxisinkirin, gihiştina ciwanan, ev perwerdekirin, li gor taybetmendiyên wan nêzîkatî û erk diyarkirin di hevala Berfîn de li pêş bû. Di wan karan de eqlê pratîkî yê heval dihişt ku encam bê girtin. Dema ciwanek dihat rêxistinkirin, hemû bala wê/wî ciwanê dikêşa ser şerê bajaran; dê çawa bikare şer bike, ji merheleya herî jêr heya jor li gor asta wê/wî ciwanê pir berfireh perwerde dikir. Xwe heya dawiyê diwestand. Ji her hêlê ve, pir milî, ciwan çawa dikarin li hember dijmin xwe biparêzin tam gurçûpêç dikir.

Giştî li ser qadê, li ser erdnîgariya vê dixwest hakim be, li gor vê parastinê, êrîş û perspektîf pêş dixistin, mûdexele dikirin. Mirov dikare bêje ku heval Berfîn xwe bi karê xwe re kiribû yek, her şane di hevala Berfîn de ji bo encam girtinê tevdigeriyan. Berî di parastina cevherî de bi sinor mayîn, di nav qaliban de mayîn hebû, lê heval Berfîn van sinor û qaliban şikand. Hem girêdayê perspektîfan xwe rêxistin dikir,  hem jî dema li çiya bû, xwedi lêhûrbûneke bi hêz bû. Ji ber van sedeman heval Berfîn encam digirt. Siriyet, veşartîbûn, pergala hûcre wê çawa bên pêşxistin, bi kurtasî 24 seat meşeke heval Berfîn a dibû rêxistin û diçû encamê hebû.

 Hevaleke piralî bû, li kêleka şer û rêxistin kirina vê, li Lîcê û gûndên vê karên civakî, civîn û perwerdeya wan jî dikir. Hem jin hem jî bi giştî re pir baş peywendî pêş dixistin. Rol û rista ku di salên nodî de Heval Berîvan li Cizîra Botan lîstiye, heval Berfîn jî li Lîcê dixwest heman rihî ava bike.

Hertim, 24 seat bi moral û zindî bû,  wê zindîbûnê tu car winda ne dikir. Rihê xebatê yê civakê pê re hebû. Jin, zilam, ciwan dê jê çi û çawa  bandor bibin, rihê welatparêzî dê çawa bide avakirin, wê şerê gelê şoreşgerî li ser çi esasan bin, di bajaran de  dê çawa bikarin xwe rêxistin bikin, ji gundan heya bajaran di nav tevgereke de bû. Me got hevaleke objektîf bû, ne seranser bû, xeyalî nebû. Ji tekiliyên gund heya bajaran, rêxistinkirina her alî ya civakê, jin, zilam, bi taybet ciwan, van xistina tevgerê, jêr heya jor dixwest vî şerî bi rêxistinkirî pêşwazî bike. Li gor vê jî tevdigeriya û encam digirt.

Di heval de xwe dayînek tam, di nava erka xwe de xwe bi erkê re kirina yek hebû, hertim li hemberê kêmasiyan şer kirin, lêpirsîn kirin, ji bo derbas kirina wan di nava lêgerînê de buyîn, encam girtin, an jî encamên baştir girtin, li ser nebesiyan de çuyîn hebû. Bi derxistina hêza jin gel bandor kirin, xistina tevgerê di hevala Berfîn de bibû armanceke bi beden, dimeşiya. Ew hêz û ew rih di heval Berfîn de hebû. Milîtanî di hevala Berfîn de xwe dûbare nas kiribû.  Herî dawî jî bi lehengiyekî mezin li Baxlarê pêşengtiya şer kir, ber xweda û şehîd ket