Ş. Deştî KEMAL

 

“Ez tav nadim li ser xaka dagirkeran”...

 

Kulîlkên laliş istuxwar e

Kulîlkên laliş hêsrên zelal dibarîne

Ji nav dilê xwe

Bi xemgîniya hezar salan

Li ber şaxê zagrosan

Laliş dibêje:

“Ez tav nadim li ser xaka dagirkeran”

Ji xwe re cîwar girtiye

Şaxê Zagros û Şengal’ê

Bi istuxwarî û hêrsên dilan

Laliş bang dike

Zerdeştê Kal, Maniyan û Şex Adiyan

Weke çar dilop xwîn

Mil dane milê hev

Bang dike ji bona yekîtiya niştiman

Her lalişek li ser xaka Kurdistan

Bûye sembola lehengên Kurdistan.