Ş. Cemşîd Siyamend...
Çavên zêrî,
Gemiyên xwe bi darên şikestî diajon
Bayê reş destan davêje canekî
Nû guleyek di qirikê de
Û du parçe hesin, di tenişta xwe de girtiye
Bi rêz cîhana jêrîn,
Berî gemiyên winda,
Didine giravên mirinê
Kebaniya tariyê,
Şûrên xwe diavêjin
Diavêjin ji bermayê keça ronahiyê re
Wê di çavên rojê de, serjêbikin
Xwîna sor,
Xircikên azahiyê dide pişta xwe
Rêka pênabertiyê di birînê de dibîne,
Lê, ew hîn dikare
Êriş li ser kozikên êşê bike
Bi kenekî fedokî