Îskan AMED
Ji bo bîranîna Ş. Amed (Bayram DÜN)...
Xeberek şevên qetranê
Pêtên agiran xiste dilê min…
Hevalê min…
Mêrxasekî egîd…
Qelibî
Axa bajarê min…
Dîmenên te yên rûken
Û bejn û bala te ya heybet
Bû mêvanê hêstên min…
Bi bayekî gerok ra
Bi stêrên dûr ra
Ketim nav xemgîniya…
Ewrên xapînok vêqetînek mij
Dibarand li ser min…
Qûtbûyîna çavên te…
Te digot
Şîn girê nede heval
Hêstran nebarîne ji çûyîna min ra…
Ma em nebûn berdewamkirina
Xeyal û armancên hevalan?
Ma em nebûn sozdarên ji dil?
Min îro soza xwe pêk anî
Maçek ji dilê min
Mina çûkekî daniye ser enîya te…
Darbestek
Bê hêst
Egîdek
Ber
Bi
Axê
Bir…
Çavên te yên girtî
Rûyên te yên bedew
Dîlê te yê mezin
Di nav dûayan da
Bi tîlîliyên
Dayîkên Amed’ê.
Bi axê ra bû yek…
Ma gelo…
Bi çend bêr axê dawî dibe…
Çiroka egîdekî…
Nû destpê kir jiyan
Nû destpê kir beza li pey xeyalan…
Qey dawî dibe ew qêrîn?
Qêrînek ku di hinavên xwe da
Azadiyê dîhevîne…
Dil azad be mirin çi ye…
Çem dîherîkin…
Dar şîn dibin kûlîlk dibişkivin
Û hevalên te dimeşîn