Ş. Rêzan LOKMAN (Seyfettîn ANT)...
Çend sal û zeman
Çend dem û dewran
Geh li ser rûyê asîmana
Siterka ciwan
Geh jî, li heyva çarde şevî dibî perperok
Car ji guleke xemlandî
Hesreta dîtina te, bûye silaveke evînê
Di çavên min de,
Wekî pêlên buhara dînik
Axê ji erdê didizin
Li ser rûyê min dibin kermiçek
Kurên ku dihesînin
Carna te dibînim
Carne jî wekî şevên Nîsan’ê
Baran dibare
Û şev reş û tarî dibe
Ez xwe jî nabînim
Ma nebes e dîlbera min!?
Qet çênabe.... tenê.
Were xewnên min
Xemê necivîne,
Awirên te hişte dilê min de,
Wekî dojehê geş dibe.
Lê tenê xatirên,
Çavên min e ji bêxewî
Bûne bizotên agirê çirak e
Li bin siya evînê
Di avên dijmin de,
Bûye xewneke dost
Ma ne bese!...
Ji mehkûmên azadiyê re
Şevekê bibe mêvan,
Hêviya li bin tavê