Serê ciwanên li wargehê ji aliyê celad û zebaniyan ve bi jîletê dihatin qusandin, paşê çend deve...
MEHMET TÛNÇ
Tê gotin ku di dîrokê de gelekî qedîm, dewlemend, aram û kêfxweş li ser erdnîgariya Asyaya Navîn li welatê Ozeka Zer (Sari Ozek) hebû. Ev welat ew qasî dewlemend e ku timî bala gelên cuda kişandiye. Yanî xeyalê her gelî ye. Lê ji ber ku gelê li welatê Ozeka Zer bi tifaq û xweşmêr in tu caran serî li ber kesî danaynin û vî welatê xwe yê xweş bi dest kesî ve bernadin. Ev rewşa aram û bi tifaq demeke pir dirêj dewam dike. Gelekî bi navê Juan-Juana ku koçber, nijdevan û li ser pişta hespan tê dibe mêvanê vî gelî û welatî. Destpêkê ev gelê wek mêvan dibêje, “Em koçber in. Ava welatê me kêm bûye, ji bo ajalên me ji dest me dernekevin û telef nebin, em ê heya biharê bimînin. Helbet baca vê çi be jî em ê bidin.” Gelê Ozeka Zer jî ji ber niyeta vî gelî ya xerab nizanin, dibêje, “Madem li welatê we xela heye û erd jî erda Xweda ye bimînin.” Piştî van gotinan bêhna gelê Juan-Juana fireh dibe û hîmên dagirkeriya vî welatî hêdî hêdî datînin. Ji lewra gelê Juan-Juana niyeta xwe ya vî welatî dagir bikin ji zû ve xera kiriye. Destpêkê çend keçên xwe yên bedew didin serokeşîrên derdorê da ku dengên muxalif qut bibin. Jixwe piştî xizmtiya bi van eşîran re gelê Juan-Juana jî bi hêz dibe. Her çiqasî demsal û sal derbas dibin jî gelê Juan-Juana ji ber piştgiriya xizmên xwe yên eşîrên Ozeka Zer nema ji vî welatî diçin. Êdî gelê Juan-Juana xwediyê vî welatî ye.
Piştî çend salan gelê Juan-Juana ew qasî bi hêz dibe ku êdî xaka hin welatên cîran jî bi ser erdnîgariya Ozeka Zer ve zêde dike. Bi demê re hemû welatên cîran dagir dike û Ozeka Zer dike mêtingeh. Gelê Juan-Juana ji talan, dagirkerî û mêtingeriya welatên cîran û Ozeka Zer zêdetir, îşkenceyê bi ciwanên Ozeka Zer dikin. Ev îşkenceya bi kar dianîn li tu welatên dinyayê nehatibû dîtin û bikaranîn. Heya wê rojê zalimên wek Nemrûd, Firewn û Dehaqan jî ev metod li ser mirovan nemeşandibûn. Ango nexwestibûn vê hovîtiyê li ser mirovan bimeşînin.
Ciwanên ji aliyê leşkerên Juan-Juana ve dîl dihatin girtin, li wargeheke derveyî bajêr dihatin komkirin. Piştre jî ew ciwan li gor hêz û hunera wan ji hevdu cuda dikirin. Kesên bi kêrî karên wan nedihatin dibirin li bazarên koleyan difirotin. Ev kesên wek kole dihatin firotin ji yên li wargehê diman hê bextewartir bûn, ji ber hêviyek wan a azadbûnê timî hebû. Ji bo yên li wargehê êdî rêyeke dûr û dirêj a man û nemanê xuya dikir. Eger gotin li cih be, ev ciwan wê yek bi yek li ser Pira Siratê re derbas bûbûna. Helbet ê derbas jî biba wê aîdî cîhanek din bûya.
Serê ciwanên li wargehê ji aliyê celad û zebaniyan ve bi jîletê dihatin qusandin, paşê çend deve dihatin serjêkirin, çermê wan deveyan li gorî serê wan ciwanan dihatin qutkirin, û weke kulav dikirin serê wan ciwanên nû gihiştî ku hê di navbera 15-20 salan de bûn. Paşê ji bo serê xwe nexurînin an jî bi derekê ve nedin, stûyê wan dikirin nava mengeneyekê. Herî dawî ew ciwan heft roj û heft şevan bêav û bêxwarin bi awayekî girêdayî li ber tava çileyê havînê dihiştin.
Piştî roja heftan gelek ji wan ciwanan jiyana xwe ji dest didan. Ciwanên di vê ezmûnê re derbas dibûn, êdî hişê xwe winda dikirin û diketin rewşa zarokên du-sê salî. Ji ber vê kêmaqiltiya wan destpêkê kê av û zad bida wan an jî ew serkulav ji serê wan derxistibana ew kes, ji xwe re bav, xwedî û rizgarker dihesibandin. Lewma koleyên bi awayî bi dest kesî nediketin. Ji lewra ji bilî van kesî eslê xwe, dê, bav û welatê xwe înkar nedikirin. Ji van cinsên kole re digotin, MANQURD. Ji bo van heba heba xwediyê wan girîng bûn. Dema şaşîtiyek kiribana ku ji wan re digotin, “Hûn ne ji gelê Juan-Juana ne, dê û bavê we ne ev kes in” dixeyidîn. Digotin, “Em Juan-Juanayên nû ne.” Yanî Jon Juan-Juana. Timî eslê xwe, dê û bavê xwe înkar dikirin. Heta hinekan diya xwe ya ew aniye dinyayê ji ber berjewendiyên xwediyê xwe dikuştin.
Ev efsane ji aliyê nivîskarê navdar Cengîz Aytmatov ve di sedsala 20’an de hatiye nivîsandin. Efsane û çîrok rast e yan jî mîtolojî ye, em zêde li ser ne xwedî agahî ne. Jixwe me zêde eleqedar jî nake. Ya me eleqedar dike ev e ku mirov dibêje qey nivîskar dîroka têkiliya Kurd û Tirk a rast rû daye girtiye dest. Dema mirov bi awayekî kûr li ser diponije, di dîroka 1071’ê dema Tirk li ser pişta hespan weke toqa lanetê ketin welatê Kurdistanê tê bîra mirov. Ji lewra mirov cudabûnek zêde di navbera gelê Juan-Juana û Tirkan, gelê Ozeka Zer û Kurdistanê de nabîne. Tirk dema ji deriyê Melazgirê re dikevin welatê Kurdistanê koçber, nijdevan in û li ser hespan in. Ev bi alîkariya hinek eşîrên hevkar li Kurdistanê dimînin û paşê Kurdistan dikin mêtingeh. Piştî 1923’yan gelê Kurd yekcar ji Kurdistanê bêpar dikin. Ji sala 1970’an û pê ve di bin navê Dibistanên Şevînî (YÎBO)’yan de hîme manqurdiyê li Kurdistanê tê avêtin.
Dibe ku hinek bêjin, cudabûna di navbera manqurdên wê demê û şagirtên dibistanên şevînî kesên wek Huseyîn Çelîk, A. Kadîr Aksû, Necmettîn Cevherî, Vahît Kîler, Mehmet Şîmşek, Mehdî Eker, Mehmet Metîner û hwd. hene. Rast e! Lê belê li şûna gergûnkê, îro kravatên bi reng in. Bi rastî mirov ji vê cudabûnê zêdetir nikare cudabûnek din a wan bibîne. Ew jî weke wan eslê xwe înkar dikin. Ji ber tenê kravata wan cuda ye mirov dikare bêje Jon Manqurd.
Tişta îro gelê Kurd bikare bike û pêşiya van Jon Manqurdan bigire tenê berxwedan e. Ji bo pêşiya asîmîlasyonê bê girtin Rêber Apo di pirtûka xwe ya Sosyolojiya Azadiyê de wiha dibêje: “Civaka ciwanên xwe windakirî yan jî berevajî ciwanên civaka xwe windakirî ji têkçûnê wêdetir mafê xwe yê hebûnê bi xwe winda kiriye, îxanet pêre kiriye. Piştre ya mayî rizîn, ji hev belavbûn û tunebûn e.”
Ji ber van agahiyên Rêbertî û ji bo pêşiya asîmîlasyonê bê girtin û Jon Manqurdên nû dernekevin pêwîst e, gelê Kurd li dijî dibistanên faşîstan berxwedanek topyekûn bidin meşandin. An jî heya çend salên din li wan dibistanan bi hezaran manqurdên nû wê bên afirandin.
Bila tu kes nebêje dem ne ew dem e û nikarin çermên deveyan bikin serê me û zarokên me. Her roj bi milyonan zarokên Kurd ku sonda dewleta faşîst dixwin, hewceyî gotinê namîne
*ji pirtûka Mehmet Tûnç ya bi navê “Bi Me Serbilind Bin!” hatiye girtin.