Lê rixmê hemû berxwedan û têkoşîna xwe ya bê hempa jî nikarî xwe ji qirkirina biparêze....
Mahabad GABAR
Adar! Meha lehengî û berxwedanê. Her kêliya wê bi wate ye…
Mehek têr û tijî. Bi taybet ji gelê Kurd. Weke ku ev meh ji bo Kurdan hatiye veqetandin.
Bawerim di her kesekî de heman hêst têne jiyan kirin. Her sal dema adar tê dilê me hê bi leztir lê dide. Coşek bê dem tê dikeve hindirê dilê me.
Eceba tenê ji ber ku destpêka biharê ye ev di me de têne jiyan kirin? Bêgoman bandorê vê jî pir e. Lê bi vê tenê îzah kirin, herî kêm ji bo me Kurdan, têrî nake. Ji ber ku dema Adar tê gotin berxwedan, lehengî û azadî tê bîra me Kurdan. Dîsa êş, mirin û qiririn tê bîra me…
Di rastiyê de ji bo me Kurdan meha Adarê bi têkoşînê hatiye pîroz kirin. Dido rengên herî diyar hene ku Kurdan ji herduyan jî para xwe girtiye.
Yek ji wan berxwedan e. Têkoşîna azadîyê ye. Bêyî ku bi westin, dudilî jiyan bikin û li hember zordestiyê yek gav paşde biavêjin bi ser tarîtiyan de çûyîn e. Ev rih herî zêde di Newrozê de xwe dide der. Li hember zilma Dehaqan serî netewandin, di kesayetê Kawayê hesinkar de çiyayên azad ji bo xwe mesken diyar kirin sekna Kurdê azad e.
Ya din jî qirkirin e. Ji ber ku serî li hember dagirkeran, desthilatan û xwîn xwaran serî netewanye bi kuştinan ceza kirin e. Helepçe, Qamişlo encamê vê ferasetê ye. Ji bo ku bêne tirsandin, ji xwe û rastiya xwe, çand û exlaqê xwe dûr bikevin bi êrîşên hovane, bi kîmyasalan çûn bi ser gelê Kurd de.
Weke ku qedera Kurdan e. Bi taybet piştî derketina pergala hiyerarşîk-dewletparêz him êrîşên qirkirinê, tepisandinê û kolekirin him jî berxwedan li hember ferasetê koledariyê bi hevre meşiyan e. Hêzên dagirker westiyan lê gelê Kurd ji berxwedan û têkoşîna azadiyê dest neberda. Her kêlî ji bo hebûna xwe biparêze û azadiya xwe pêk bîne bi şêwazekî derkete ser dika têkoşînê.
Lê rixmê hemû berxwedan û têkoşîna xwe ya bê hempa jî nikarî xwe ji qirkirina biparêze.
Em ber bi Newrozeke nû de diçin. Îsal bi her awayî wê cûda be. Pêvajoya ku tê jiyan kirin, hilbijartin, şoreşa Rojava, ava kirina pergala neteweya demokratîk û hwd. Di dawiya mehê de, encamên ku ji hilbijartinan derkevin wê sekna gelê Kurd ya li hember pêvajoyê, polîtîqayên qirkirinê û israra di têkoşîna azadiyê de diyar bike.
Bi taybet Newroza îsal pêwîste ji dost û dijmin re bibe bersiv. Bersiva çi?
Bersiva ku gelê Kurd rixmê hemû êrîşên qirkirinê hovane hê jî li ser piya ye. Li hember bêdeng kirinê wê bibe qêrîna azadiyê. Li hember serî tewandinê wê bibe raperîn û serhildan. Li hember her cûre perçekirina wê bibe yekîtî, wê bibe tîrek bikeve çavê xayinan.
Gelê Kurd ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye. Rêya gelê Kurd rêyek azad e. Di rêbertiya Rêber APO de, bi berdêlên ku di pêşengtiya PKK’ê de hatine dayîn re gelê Kurd digihêje mirada xwe. Rêber APO û PKK bûn tola hezaran salan.
Wê Newroza 2014 an di her milî de serkeftinên gelê Kurd mîsoger bike. Wê ev rih rengê xwe bide hilbijartinan û hemû berhemên dagirkeriyê ji ser van axên pîroz biavêje. Bi damezrandina xweseriya demokratîk re jî jiyana azad herdaîm bibe.
Wê serdest nehêlin ku ev bibe. Ji ber ku azadiya Kurdan li hesabê wan nayê. Ji bo hêza gelê Kurd perçe bikin, bê bandor bikin û ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin çi ji destê wa bê wê bikin. Niha jî dikin. Dem tê dijwar dibin, bi qirkirinên wek Roboskî û Gever xwe dide der. Dem tê di bin de, bêyî ku bide hîs kirin pêş dixe. Êrîşê jinê dike, êrîşê zarokan dike, êrîşê zîndaniyan dike, êrîşê Rêber APO dike, êrîşê destkeftiyên ku bi berdêlên giran biha hatine bidest xistin dike.
Ji bo vê jî beriya her tiştî pêwîste ku yekparetiyek hevsengiyek di têkoşîn meşandinê de bê ava kirin. Perçe perçe têkoşîn dana meşandin hêz dide dijmin. Ger di feraset de zelaliyek ava bibe, di armancan de wek rojê zelal bin hingî rêbazên têkoşînê jî wê dewlemend bin û encamên derkevin holê wê serkeftî bin. Ji bo wê jî nabe ku kesek tenê xwe bi yek karî re sînordar bike. Her kar bi zanabûnek rast, bi rêxistinek xurt bibe çalekî. Çalekiyên ku bi zanabûnek rast û rêxistinek bi hêz re bibe yek wê serkeftinê xwe jî mezin bin.
Me soz daye Rêbertî. Emê îsal bikin azadiya Rêber APO. Wê demê ji her demê bêhtir kar û xebat, têkoşîn û berxwedan ji me tê xwestin.
Li hember hemû cûre qirkirinan bi rihê Newrozê em li qadan bin. Bêyî ku em navber bidinê de, bi rihê ku di pêvajoya hilbijartina de derketibû holê em pergala xwe ya jiyana azad saz bikin. Li her derê zanabûn û rêxistina ferasetê pergala modernîteya demokratîk ava kirin erkê me ye. Em jî li erkê xwe xwedî derkevin. Ev erkê me hemuyan e. Her kes bi hevre di nav hevsengî û yekîtiyekê de pêwîste lez bide saz kirina jiyana azad.