Qehremantî: Di Her Demê û Li Her Cihî De…

Dema em li jiyana xwe ya ku qehremantiyê mezin pêwîst dike meyzedikin, em dibînin ku me çiqas mezin berdê...

Erdal ERGİN

Çaxên qehremanî yê mirovatiyê hene. Ev çax bi hezaran sal derbas bibe jî, di hişê mirovatiyê te bûye bingehê wêrektî, rûmet û sekna ku berê xwe daye rojê.

Di wan demên ku mîrovatî herî zêde ji xwe bê bawer bûye de jî ev çax bûne bingehê xwe komkirinê û çaxên nû vekiriye, hin jî girtiye.

Jiyan kirin, di erdnîgariya me de bi qehremanî ye.

Ji wan demên ku êdî jiyan qehremantiyê pêwîst dike û vir ve êş mezin bûne û îxanet, zilm, derew û hê gelek tiştên din…

Hewildana xwe gihandina wê bihişta ku me wunda kiribû, me bi têgeha “qehremantiyê” re dana naskirin.

Têgeha qehremantî, diyariya herî pîroz ku me daye wan kesên rûyê sipî yê mirovatiyê ne û derketinên mezin çêkirine ye.

Ev pênaseyeke herî mezin, bi nirx, xweşik û pîroz e.

Ji bo wê ye ku têgeheke berdêlê wê giran e.

Mezinahiya qehremanên me, ji mezinahiya wundahiyên me tê.

Dema em li jiyana xwe ya ku qehremantiyê mezin pêwîst dike meyzedikin, em dibînin ku me çiqas mezin berdêl dane. Dema em kurahiya kortêla ku ketinê de fêhm dikin em baştir wate didinê de.

Tiştê ecêp di dîrokê de ti qehremanî, qehremantî armanc nekiriye.

Yek ji wan jî neketiye pey lêgerîn û armancek wusa.

Tiştê bê kirin dîtinê. Ji bo vê wêrektî û berpirsyariya pêwîst di xwe de ava kirine û ketine tevgerê.

Ji bo wan qehremantî nebûye armanc.

Di encamê çalekiyên xwe yê xwezayî de ev pênase heq kirine.

Ew ên ku bi armanca qehremantiyê ketine rê jî di her demê dîrokê de bi ketinên ne li bendê derketine pêşiya me.

Qehremantî armanc kirin û ketina tevgerê qehremantiyê naîne.

Encamên ku rê li ber vedike piranî tirajîk in.

Rixmê ku qehremantî yek ji têgehê ku ji aliyê şaristaniya çînî-dewletî ve hatiye pêşxistine jî, ji bo me hê wateyek xwe mezin heye.

Bêgoman di çaxa me de hê jî pêwîstî bi qehremantiyê heye.

Hê jî dema balkişandina rastiyekê çêdibe encamê vê ya mirin yan jî zîndan e.

Hê jî di hin kuçeyên tarî de gotina “roj heye” bilêv kirin bi lîncê encam dibe.

Hê jî hin têgeh û sazî qeder mirovahiyê diyar dikin û li ser navê van mirov têne qûrban kirin.

Hê jî gotina “qiral tazî ye” bilêv kirin, bi lêpirsînin ne diyar encam dibe.

Pir mixabin lê wusa ye…

Ji bo vê ye ku mirovatî li her çar derûdorê cîhanê de ji bo qehremantî û qehremanên xwe cihekî pir mezin di dilê xwe de vedike. Bi wan re jiyan kirin, ew jiyana ku bal dikişandinê de ji bo xwe bingeh digrin, pîroz dibînin û di wê rêkê de meşê weke erkekî dibînin.

Vêna weke ewlekariya herî bingehîn ku pêşiya ketinan bigre dibîne.

Qehremantî destpêkê di van axan de pêş ket.

Mezopotamya, ev axên ku qehremantî tê de pêş ketiye di rewşeke ku herî zêde pêwîstî bi qehremantiyê heye de ye.

Ev, bi rastiya jiyana ku li ser tê ferz kirin ve girêdayî ye.

Ji aliyê desthilatdaran ve bi tarîtiyan hatiye ceza kirin, bê nefes hatiye hiştin. Hê jî ji bo ku ji van demên reş û tarî xwe xelas bike di nav hewildanê de ye. Ji bo vê ye ku pênaseyên nû ji bo qehremantî û qehremanan tîne. Ji vejînên nû re dibe sedem û ev hê jî berdewam dike.

Meha Adarê, dema ku ev rastî herî zêde xwe dide der e. Di vê mehê de, gelê Kurd ku yek ji gelê herî qedîm yê Mezopotamya ye qehremanên xwe bi bîr tîne. Di vê mehê de sekna xwe ya li ber rojê û hembêz kirina pêşerojê ber çav re derbas dike.

Kurdên ku bi lorînên xwe qehremanên xwe dide jiyan kirin, îro di jiyana qehremanî de xwe gihandiye astekê. Êdî li şûna lorînan bi sitranên ku hêviyên pêşerojê tê de veşartîne ku ji bo mirovatiyê tê wateya xurûrê wek çandek gelêrî xwe dide jiyan kirin.

Di van 35 salên dawî de, bi qehremantiyek mezin Kurd 21-28’ê Adarê wek hefteya qehremantiyê pîroz dikin. Lê ev bi giştî belavî hemû rojan bûye.

Rêya pêşengên xwe dişopînin û qehremantiya takekesî bi rastiya netewî-civakî ve dikin yek. Ev Mezinbûna Kurdan ji bo mirovatiyê destkeftiyek pir mezin e û bi nirx e.