Beriya ku em nirxandina siyasî ya giştî bikin, em dikarin bibêjin di têkoşîna sala 2012-13 an de li Sûriyê gelê Kurd...
Şiyar KOÇGİRÎ
Dema ku di derbarê pêvajoya 2014 an a ku em tê de ne nirxandin bêne kirin, bêguman têkoşîna ku li Sûriyê dimeşe derdikeve pêş. Bûyerên ku di van bîst salên dawî de li Rojhilata Navîn têne jiyankirin hema her kes weke Şerê Cîhanê Yê Sêyemîn dinirxîne. Têkoşîna ku xwedî naveroka ‘Şerê Cîhanî’ ye, di sala 2012 an de li Sûriyê pêşket û kilîdbû. Vê rastiyê di sala 2013 an de jî berdewam kir û heya roja me ya îro bi awayekî lez û tund didome. Ji ber vê yekê jî ev şer bi qasî ku herêmî ye, ew qas jî di asta kûrevî de didome û her kes sekna xwe ya polîtîk, têkoşîna xwe û rewşa xwe li gorî pêvajoya nû pêşdixe û wer tevdigere û bi vê ve girêdayî rewşa xwe ya li Sûriyê, şûngeha xwe û asta têkoşîna xwe û encamên wê dinêre.
Ev rastî ji bo me jî di heman astê de û heta ji vê jî zêdetir derbasdar e. Di vê pêvajoya heyî de dema ku em pirsa ‘ka rewşa Têkoşîna Azadiya Kurdistan çawa ye, bi kîjan rêbazan re dikare bi awayekî rast û têrker were meşandin’ bikin, wê were dîtin ku, divê em di serî de têkoşîna ku li Sûriyê dimeşe bi awayekî rast û têrker fêmbikin û baş bimeşînin.
Tê zanîn, têkoşîna ku bi ser zemînê Sûriyê ve tê meşandin, yekalî nîn e, di serî de kûrevî, herêmî û xwecihî ji gelek hêlan ve tê meşandin. Her çend hinek kes bibêjin ‘Şerê Navxweyî’ ye jî, ev nêrîn hem çewt e û hem jî nedicih de ye. Têkoşîna ku li Sûriyê tê meşandin, bi qasî ku navxweyî ye, ew qas jî xwedî xisletên kûrevî, herêmî û xwecihî ye.
Gelê Kurd, di pêvajoya têkoşîna sala 2012 an de bi awayekî aktîf cih girtiye, ji demên bihûrî zêdetir serkeftinên girîng bidestxisti ne. Her wiha, hat dîtin ku hêza dijber jî, di serî de Dewleta Tirk e. Helbet, serkeftina Kurdan, di heman demê de tê wateya binketina hikûmeta AKP’ê û Dewleta Tirk ku siyaseta înkar û îmhayê dimeşînin.
Beriya ku em nirxandina siyasî ya giştî bikin, em dikarin bibêjin di têkoşîna sala 2012-13 an de li Sûriyê gelê Kurd ê herî serkeftî bûye, sîstema qirkirina Kurdan a ku Komara Tirkiye jî dimeşîne, ya herî binketî ye.
Polîtîkayên hêzên navnetewî her çend hinekê şênber jî bibin, nekarî ne ti serkeftinekê bidest bixin. Mirov dikare bibêje ku tenê hewlda ne ku bikarin pozîsyona xwe bihêz bikin û xwe ji bo pêşerojê amade bikin. Her wiha bêyî ku têkoşîna li Sûriyê bigihe çareseriyekî mayînde derbasî vê sala nû bûye. Weke nêrînekî giştî tê payîn ku sala 2014 an bibe ew sal ku hemû alî wê hewlbidin xwe bigihînin çareseriyekî mayînde. Weke Tevger nêrîna me jî ew e ku di sala 2014 an de wê hemû hêzên peywendîdar hewl bidin ku siyasetekî aktîf bimeşînin, lêgerînên xwe yên çareseriyekî polîtîk û mayînde li Sûriyê bidomînin û hîn zêdetir kûr bikin.
Mirov dikare hinek xisûsên ku di têkoşîna du salên bihûrî de li Sûriyê derketine holê û hîn zêdetir şênber bûne, wiha binirxîne: Têkoşîna ku bi ser Sûriyê re dimeşe, têkoşînekî kûrevî(cîhanî) ye. Di esas de ji xisleta xwe ya herêmî û xwecihî zêdetir, xisleta têkoşîna kûrevî li pêş e. Her çend weke ya berê nebe jî, careke din derkete holê, di van du salên dawî de rewşekî şer û pevçûnan di navbera Rojhilat û Rojava de pêşketiye(Şerq-Xerb). Di navbeyina xwe de çi qas cudahî hebin jî, DYE û Ewrûpa hewldidin ku li Sûriyê avahiyeke ku ji berjewendiyên wan re xizmet bike avabikin û li ser vî bingehî Projeya Rojhilata Navîn a mezin bixin meriyetê. Di çarçoveya vê projeyê de hewldidin nerazahiyên xwe yên li hemberî Çîn û Rusyayê bi awayekî bibandor û şênber deynin holê. Rusya, weke ku bibiryar e bi ser Behra Spî ve hebûna xwe ya leşkerî-siyasî û berjewendiyên xwe biparêze, Çîn a ku Rojhilata Navîn di van salên dawî de kiriye bazara xwe ya herî mezin, weke ku naxwaze vê bazarê jidest bide, ji bo vê yekê wê têbikoşe û hewl jî bide. Weke ku li Ukraynayê jî hat dîtin, li pişt pevçûnên siyasî û leşkerî pevçûnekî wer ê ekonomîk, ticarî û berjewendiyan jî heye. Mirov dikare bibêje ku hêzên sermayeya Rojhilat û Rojava pevdiçin.
Di vê pevçûnê de her çend ji hev cuda bûnekî şênber nebe jî, di nava sîstemê bixwe de dubeşbûnek xuya dike. Di navbera xwe de cudabûnên xwe hebin jî DYE û Ewrûpa ji hêla rêbazên çareseriyê ve hinekê nêzîkî hev in. Li hemberî van hewldanên wan ên serwerbûn û bandorbûnê, Rusya û Çîn jî di çarçoveya hevgirtinekê de bihev re tevdiger in. Ev rewş, dikare weke bûyera leşkerî-siyasî ya van bîst salên dawî were hesibandin. Piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê, di giştî cîhanê de rûbirûhatinekî wer mezin cara yekê ye ku derdikeve holê. Şert e ku ev mijar bê dîtin, bê fêmkirin û her wiha bi zanîna encamên wê re bê tevgerandin. Ev rewş, ji bo her kesê ku li herêma Rojhilata Navîn têkoşîna berjewendiyên xwe dimeşîne, derbasdar e. Helbet, ji hêla têkoşîna azadî û demokrasiya gelê Kurd ve jî divê ev rastî bi hemû aliyên wê ve bê dîtin û li gorî vê yekê polîtîka bêne destnîşankirin. Terefên heyî, wê ji sala 2013 an hîn zêdetir xwedî hewldan bin û hîn zêdetir aktîf bibin. Lê belê, ev nayê wê wateyê ku wê di sala 2014 an de di demekî kin de bi encam bibe. Nîvengekî wer nîn e. Hê jî terefên heyî gotinên xwe yên dawî negotî ne û seknên xwe yên polîtîk zelal nekirî ne. Her wiha nikare were gotin ku ‘xebatên dîplomasiyê bidawî bûne û êdî li vê qadê ti tişta ku bê kirin nema ye’. Ev lêgerîna polîtîk û têkoşîna dîplomatîk didome. Hê jî bi temamî zelal nebûye ku têkoşîna li ser Sûriyê ka wê bi kîjan rêbazan kûrbibe û kîjan encaman bi xwe re bîne. Di vê mijarê de gelek rêbaz têne nîqaşkirin. Her weke ku lêgerîna çareseriya çekdarî di rojevê de ye, lêgerîna lihevkirinekî siyasî û lêgerînên çareseriyê yên ku bi xebatên dîplomatîk bêne meşandin jî weke rêbazekê di rojevê de ye.
Têkoşîna ku li Sûriyê dimeşe, weke têkoşînekî navbera Îran-Tirkiyê zêdetir, di navbera mûtefikên DYE-Ewrûpayê de, bi taybetî jî di navbera Tirkiye, Îsraîl û Yekitiya Ereban de dimeşe. Tirkiyê xwest hêza ku wê li Sûriyê bibe desthilat, divê berjewendiyên wî temsîl bike. Yê ku herî zêde şerê li Sûriyê sor dike û provake dike, Tirkiye ye. Ewrûpa, DYE, Rusya û heta Çîn jî teşwîq kir ku li hemberî Sûriyê bikevin nava şerekê. Hemû hewldana Tirkiyê ew bû ku ‘beriya ev pêvajo hîn zêdetir dirêj bike û rêveberiya Sûriyê ya heyî parçe bibe, bila Esed biçe, şûna wî rêveberiyeke din a ku heman sîstemê bimeşîne bê bicihkirin’ bû. Ji ber ku eger sîstem parçe bibe, wê demê dê îradeya Kurdan û statûya wan pêşbikeve; li Rojavayê Kurdistanê wê îradeyekî Kurdan a nû pêşbikeve û ev jî wê bibe sedem, polîtîkaya înkar û îmhayê ya ku Tirkiye dimeşîne wê hilweşe û ji holê rabibe. Polîtîkaya înkarkirin û îmhakirina Kurdan û zîhniyeta stratejiya qirkirina çandî ya ku tê meşandin, Tirkiye ber bi polîtîkayekî wiha ve bir. Lê belê hisabên Tirkiyê negirtin. Ji aliyekê ve civaka Şîa û Îran li hemberî vê yekê bûn mûxalif, ji aliyê din ve gelê Kurd û gelên din ên herêmê bûn mûxalif. Jixwe Elewiyên li Sûriyê bi awayekî tund li dijî wî ne. Ev hemû hêz, êdî naxwazin weke sedsala 16’emîn di bin hegemonyaya Osmaniyan de bimînin. Di wateyekî giştî de Ereb jî li hemberî vê polîtîkaya Tirkiyê bûn mûxalif.
Li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd hewldide rêveberiya civaka demokratîk û rêveberiya xweseriya demokratîk ava bike. Lê belê, derdorên gel ên cur bi cur hêzên xwe yên siyasî, rêveberî û leşkerî derxistine pêş û dixwazin hîn zêdetir pêşbixin. Lêgerînên sîstemekî nû, di qadên cur bi cur de û bi şêwazekî îdeolojîk û polîtîk dimeşe. Ev yek bi qasî têkoşînekî îdeolojîk û polîtîk, ew qas jî rê li ber pevçûnekî çekdarî û leşkerî jî vedike. Êdî ne gengaz e ku vegerin dema berê. Ne tenê gengaz nîn e ku rejîma Esed berdewam bike, ji vê jî wêdetir êdî ne gengaz e ku li Sûriyê weke van pêncî salên dawiyê sîstema netew-dewlet ji nû ve bê avakirin û bê domandin. Her çend biçûk be, hejmara xwe kêm be û erdnigariya xwe parçeyî be jî sîstema kûrevî ya modernîteya kapîtalîst ku Kurdan tine dihesibîne û dixwaze tine bike û bi vî rengî li Rojhilata Navîn polîtîkayên xwe dimeşîne, bi pêşketinên ku li Rojava û li Sûriyê re hîn zêdetir jihevde ketiye. Êdî ev polîtîkaya înkarkirina Kurdan şikestî ye; hêzên kûrevî li şûna polîtîkayekî bi vî rengî, lêgerînên nû pêşdixin û dixwazin siyasetekî Kurd bimeşînin ku ji wan re xizmet bike û hîn zêdetir serweriya wan xurtir bike.
Me her çend destpêkê pêşketinên ku li Rojava û Sûriyê têne jiyankirin şîrove kiribin jî, li Bakurê Kurdistanê di çarçoveya Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî de berxwedana ku tê kirin, ji aliyê siyasî ve bandorên mezin li van pêşketinan kiriye. Di esas de pêşketinên li Sûriyê û encamên ku li Rojavayê Kurdistanê derketine holê ji vê têkoşînê qut nîn in û bi hev ve girêdayî ne û bandor li hev dikin.
Têkoşîna herî balkêş a sala 2014 an, têkoşîna li ser bingehê pêvajoya ku Rêber APO li Bakurê Kurdistanê dayî destpêkirin e. Di vê pêvajoya heyî de, li hemberî hêzên herêmî û kûrevî Serokatiya me û Tevgera me çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Tirkiyê ferzkirî ne û weke Tevgerekî Şoreşger derfetê bandorbûnê hatiye afirandin. Nirxandin, têkoşîn û hewldanên Rêber APO yên çil salan, ji bo vê yekê bûn. Her tim teoriya vê afirand, stratejî û taktîkên wê pêşxist. Rêxistinbûna wê ava kir û çalakiya wê lidarxist. Di vê pêvajoyê de nirxandinên polîtîk ên ku kirî û sekna Wî ya li Îmraliyê, bi temamî ji bo pêşxistina pêvajoyekî wer şoreşgerane û rênîşandanê bûn. Me jî weke Tevger ev yek dît, fêm kir û li ser bingehê xistina meriyetê me xwest ku em bi îrade bin, însiyatifa xwe bikarbînin û xwe di vê astê de pêşbixin.
Li gel vê yekê li hemberî planên AKP’ê yên ku di çarçoveya tinekirinê de ne jî berxwedaniyek hatiye meşandin. Di encama vê yekê de AKP û Dewleta Tirk ku zehmetiyên mezin jiyan kirin, neçar man ku bi Rêber APO re bikevin nava lêgerînekî diyalogan. Ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve ka pêvajo çawa tê destgirtin, ji hêla Tevgera me ve hatiye aşkerekirin û tê zanîn. Ji aliyekê ve dibêjin ‘em hevdîtinan dikin û wê çareserî çêbe’, ji aliyê din ve jî li hemberî siyaseta demokratîk operasyonên qirkirinê dimeşîne. Bi vê yekê xwestin di gel de û di raya giştî de têgihîştinekî wer bidin avakirin ku, ‘AKP hêza çareserker e û Serokatî mûxatab digire’. AKP’ê bi vê yekê hewlda ku berxwedaniya gel bêbandor bike. Her wiha ev hevdîtin venegerandin mûzakereyan û zemanetekî qanûnî û bi vê re xwest ku zemînê çareseriya pirsgirêka Kurd ji holê rabike. Ji xwe re rêbazekî gelekî xeter û bi hîle esas girt.
Lê belê dema ku AKP’ê nekarî di armanca xwe ya îmhakirinê de serbikeve, vê carê jî bixwe rastî destwerdanên mezin hat û bi tinebûnê re rû bi rû ma. Şerê ku îro di navbera AKP û Gûlen de diqewime, di esasê xwe de destwerdana hêzên sîstema modernîst e ku li hemberî AKP’ê pêk tê. Ji ber AKP’ê nekariye li Tirkiyê pêşî li hêzên demokrasiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bigire, tinebûna AKP’ê ketiye rojevê.
Ji ber vê yekê jî AKP hewl dide ku gelê Kurd di ti qadekê de nebe xwedî statû. Polîtîkayên ku li ser Rojava dimeşîne, piştgirî dayîna çeteyan, alîkariya lojîstîk û mûhimatê kirina wî û bi hemû awayî piştgirîkirin, didin nîşandan ku AKP’ê dev ji polîtîkaya xwe ya qirkirin û tinekirinê bernedaye. Tevgerekî bi tenê ya gelê Kurd, li kuderê dibe bila bibe, bandor li dewletên mêtinger dike û wan dixe nava liv û tevgerê. Ji ber vê yekê jî mirov nikare rewşa Kurdên li her parçeyekî Kurdistanê bi xweber binirxîne. Ev ji her aliyekê ve derketiye holê. Her hêzekî Kurd divê vê rastiyê bibîne û wer tevbigere. Her hêza ku vê nebîne û wer tevnegere, wê nikaribe xwe ji berdêlên giran dayînê rizgar bike.
Eger bala xwe bidin ser, ji ber PDK rast nêzîkî pêşketinên li Rojava û Bakur nebû ye, ji aliyê polîtîk ve teng bûye û bêbandor maye. Derketiye holê ku sekna wî berovajiyê yê gel e. Têkiliyên PDK’ê yên bi AKP’ê re zerer daye têkoşîna gelê me yê Rojava. Nêzîkatiya PDK’ê ya li hemberî Rojava, zêdetirê xwe ji bo pêşî li yekitiya tevgerên siyasî û îradeya gelê Kurd girtinê bûye. Ketiye nava nêzîkatiyên ku yekitiya netewî asteng bike. Ev jî bûye sedem ku di serî de li Başûr, li hemû Kurdistanê teng bibe û bisînor bibe. Bi vê re girêdayî bê itibar bibe û lewaz bikeve