Reha Ya Berê û Cewherê Ya Nû

Zanebûna netewa demokratîk çawa ava dibe? Zanebûn, ketina ferqa xwe ya mirov...

Ekîn Kizilirmak

Netewbûna demokratîk, bi şoreşa zanebûnê re pêk tê. Gelên Rojhilata Navîn, îro bi vê zîhniyeta şoreşa zanebûnê re têne gelhev. Li Kurdistanê jiyana azad bi vê bîreweriyê re tê avakirin. Ev zanebûn çendîn pêşbikeve û bijî, hemû kodên qirkirinê yên serweran yek û yekû şî dibin û dinyaya me rohnî dibe. Bi vê rohnahiyê çav dibînin û dil dest bi famkirinê dikin. Wer dixûyê, gel wê bi vê zanebûnê bandorekî girîng li ji nû ve zayîna mirovahiyê bikin. Hesreta her kesê ew e feraset û nêrînên nû bibînin. Her kes dibêje, em di nava lêgerînan de ne. Beşekî girîng ê Kurdan weke civak jiyanekî alternatîf dijîn. Ev ji bo Rojhilata Navîn destkeftekî mezin e. Bi vî awayî, di mijara rizgariya demokratîk a gelan de gavekî girîng hatiye avêtin. Eger gelê Kurd bi gelên din re vê yekê vegerîne bazdanekê, wê Rojhilata Navîn bibe baxçeyekî gelan.

Kurdan, bi pratîkên xwe tenê bi aşkerekirina qirkirinê re bes neman, di heman demê de bi ferasetekî netewa demokratîk ve di cîhanekî cuda de dijîn. Di heman demê de bang li gelên din jî dike da ku ew jî vê jiyana azad bijîn. Ji hemû gelên Rojhilata Navîn re, ji hemû mezheban re peyamên dostanî û piştewaniyê dide. Di vê yekê de feraseta netewa demokratîk a gelê Kurd diyarker e. Kurdan, weke civaka netewa demokratîk xwe ji nû ve afirandin.

Ji bo ku hemû gel di nava di nava sîstemekî demokratîk de bi awayekî birayane û aştiyane bijîn, feraset û zanebûna netewa demokratîk hêmanekî bivênevê ye. Netewa demokratîk divê bibe şêwazê jiyanê. Eger ev yek neyê pêkanîn, wê zîhniyeta dewlet û desthilatiyê her tim ji xwe re qadekê peyda bike û wê jahrkirina xwe ya gelan bidomîne. Jixwe li Rojhilata Navîn pirsgirêka bingehîn çavkaniya xwe ji feraseta netew-dewletê digire. Şêwazê jiyana netew-dewletê civak kirine pêlîstoka kapîtalîzmê. Şêwazê jiyana ku netew-dewletê bi xwe re anî, şêwazê jiyankirina hegemonyaya modernîteya kapîtalîst e. Ev jî bêcivakbûn e. Netewa demokratîk û netew dewlet du şêwazên jiyankirinê yên cuda ne ku ji hev re dibin alternatîf. Yek ji wan civakbûnê diparêze, civakê ava dike û her wiha di mirovbûnê de israr dike, ya din jî civak û mirovan tine dike. Jiyanekî alternatîf a li Rojhilata Navîn, tenê bûyîna civaka netewa demokratîk re gengaz e. Netew-dewlet li ser bingehê berjewendiyên xwe ku dixwaze teşeyekê bide civakê, netewa demokratîk li ser bingehê cewherê wê dixwaze wê civakê ji nû ve ava bike. Cêwaziya di navbera herdu şêwazên jiyanê de ev cêwaziya zîhniyet û zanebûnê ye.

Zanebûna netewa demokratîk çawa ava dibe? Zanebûn, ketina ferqa xwe ya mirov e. Ango ji nû ve jidayîkbûna wê ye. Weke dîrok, çand û mirov jiyaneke ku rastî qirkirinê hatî na, jiyana azad û nû peydakirin û xwe gihandina wê jiyanê ye. Ev, Ronesans’ek e. Ev hem ji nû ve zindîbûna çand û dîroka kevneşop e û hem jî xwe ji nû ve avakirin e. Ji nû ve bi nirxên xwe ve jidayîkbûn e. Li Rojhilata Navîn eger civak dixwazin xwe bigihînin zanebûna netewa demokratîk, divê di serî de dîroka xwe ya rastîn baş bizanin û çanda xwe ya qedîm baş fambikin. Ji ber ku niha li holê feraseta dîrokeke ku ji rêkê hatî derxistin û çandeke qedîm a ku tê înkarkirin heye. Gelên Rojhilata Navîn eger bi çand û dîrokên xwe yên cewherî re bêne cem hev, ne tenê wê li netew-dewletê bibihûrin, di heman demê de wê modernîteya kapîtalîst zerbeyekî gelek mezin bixwe. Wê xwasteka gelan a ji bo demokrasiyê zêdetir bibe. Civakeke ku daxwaza xwe ya netewa demokratîk zêde, ti caran xwe radestî hêzên hegemonîk nake. Ji ber ku hegemonan bi rêka netew-dewletê xwestine civakan teslîm bigirin. Li ser vî bingehî jî netew dewlet dij-şoreşek e ku li hemberî netewa demokratîk hatiye pêşxistin e.

Netewa demokratîk, ti caran çanda dêrîn înkar nake. Berovajiyê vê bi dîn, felsefe û mîtolojiyê ve hatiye strandin. Di warê zîhnî û rihî de jî bi çanda dîrokî re dijî. Ya ku mîtolojiyan, felsefe û dîn înkar dike, netew-dewlet e. Ya ku hem rastiyan înkar dike û hem jî li şûna wê tişta li gorî xwe bicîh dike, ew bixwe ye. Li ser navê dîrokê bêdîroktiyê, li ser navê çandê jî jiyana bûrjuva ji xwe re esas digire. Netew-dewlet, rabirdûyê înkar dike û bi vî awayî xwe avadike. Bûrjuvazî, bi vî rengî netewa demokratîk dorpêç dike. Gelên ku Ronesans jiyankirin, her weke ku di netewbûna demokratîk a Ewrûpayê de jî hat dîtin, her tim bi êrîşên mezin re rû bi rû mane. Wê demê jî yên ku xwestin gelan qirbikin, dest danîn ser hemû nirxên netewî. Bi vî rengî hemû hêmanên netewa demokratîk yek û yekû bêbandor têne hiştin. Rexneya bingehîn a ku li Marksîstan hatî kirin, ev xal e. Marksîzmê, li ser bingehê înkarkirina nirxên çandî yên dêrîn nirxên netewa demokratîk bidestxistina netew-dewletê weke pêşketinekê nirxandiye. Ev rewş, piştî pêvajoyên 1919-1921 an a ku hê nehatibû temamkirin û pêvajoya netewbûna demokratîk a Tirkiyê bû, hatin jiyankirin. Nirxên netewa demokratîk hatin înkarkirin û bûrjuvaziyê dema ku xwe li ser çand û dîrokeke sexte dadimerzand, weke ku li hemberî Kurdan, Ermeniyan, Çerkezan û her wiha li hemberî hinek komên dînî ku tevkûjî û tasfiye dihat pêkanîn, ev rewş weke têkoşîna li dijî feodalîzmê û weke homojenkirinê hat nirxandin. Ev jî weke pêşketinekê hat nirxandin.

Îro, şoreşgerên Kurd ên netewa demokratîk hem li hemberî dewletên serwer û hem jî li hemberî feraseta netew-dewlet a Kurd jiyanekî alternatîf pêşkêş dikin. Ji ber vê jî hem netewa demokratîk a Kurd û hem jî netewa demokratîk a gelên din diparêze. Yekitiya Kurdan a li ser bingehê netewa demokratîk û bi gelên din re jî bi feraseteke ku ji feraseta etnîsîteyê dibihûre ve parastina civakê bi xwe re du aktîvîteyên siyasî yên bingehîn tîne. Hem di nava xwe de Ronesansa netewa demokratîk a ku afirandî û hem jî ev jidayîkbûna ku pêşdikeve derbasî gelên din kirin e. Pêşî li qirkirina gelan girtin, feraseta netew-dewletê derbaskirinê re gengaz e.