Edaleta Civakî Û Têkiliya Wê Ya Bi Polîtîkayê Re

Qadên weke desthilatî û dewletê, ew qad in ku her tim azadî lê tê înkarkirin. Mirov nikar...

Dîcle TEKMAN

Di roja me ya îro de yek ji mijarên ku herî zêde tê bilêvkirin, polîtîka ye. Wer tê zanîn ku têgîna polîtîkayê tiştekî derveyî civakê ye û ji şaristaniya navendî heya roja me ya îro bi dewlet û desthilatiyê ve hatiye hûnandin. Polîtîka weke ku karê dewlet, desthilat û siyasetmedaran be hatiye pênasandin, her weke têgînên exlaq û azadiyê ji cewherê wê hatiye dûrxistin. Hemû şer, zext, qirkirin û şer weke encamên polîtîkayê bi civakan dayîne pejirandin. Polîtîka, weke wateya peyvê bingehê xwe Grek’î ye, tê wateya rêveberiya bajêr. Lê dema ku weke diyardeyekî civakî bê nirxandin, polîtîka bi berjewendiyên jiyanî yên civakê re peywendîdar e, bi wekhevî û îradeya azad ve xwe birêve dibe, ji bo ewlekariya xwe parastina cewherî daye avakirin û li qadên civakî, çandî û aboriyê karên xwe rêdixe. Mirov dikare polîtîkayê bi vî rengî pênase bike. Serokatî, di derbarê polîtîkayê de wiha dibêje; “eger mirov wateya cewherî ya polîtîkayê weke azadî pênase bike, ev ê mebesta me baştir îfade bike”.

Qadên weke desthilatî û dewletê, ew qad in ku her tim azadî lê tê înkarkirin. Mirov nikare polîtîkayê bi rêveberiyên dewlet û desthilatiyan ve wekhev bibîne. Dewlet, saziya desthilatiyê ye. Lê polîtîka rêveberiya cewherî ya civakê ye. Eger em dubare vegerin cewhera civaka dîrokî, rastiya civaka xwezayî ya dema ku şêwazê xwe yê jiyanê rêxistin dike dizane ka pêdiviya wê bi çi heye, ji bo ku xwe têr bike, ragire û zêde bike her tim têdikoşe, di vê mijarê de biryarên xwe bixwe dide, pêdiviyên xwe yên rojane bi rêveberiyekî cewherî ya hevbeş û kolektîf re destnîşan dike. Polîtîka bi civakbûnê ve girêdayî, berjewendiyên jiyanî yên civakê destnîşan dike û her tim ji bo ku van biryarên xwe pêkbîne têdikoşe û bi qasî ku dikare pêk jî bîne, ew qas bi awayekî watedar dijî.

Di xisleta polîtîkayê de her tim afirînerî esas e. Her tim li ya nû digere, nîqaş dike û xwedî xisletekî nerm e jî. Lê di kapîtalîzmê de polîtîka ji nûbûn, afirînerî û hilberînê dûr e û xwedî wê xisletê ye ku mirov û civakê tine dike. Şexs, bi civakbûna xwe ve şexs e. Lê kapîtalîzm şexsan lîberalîze dike û bi zîhniyetekî bi vî rengî ve şexsan ji civakbûnê dûrdixe û wer jî tine dike. Bi tinekirina civakê re dixwaze ferdên kapîtalîst biafirîne. Li azadiya xwe ya şexsî geriyan û lêgerînên mafên şexsî bi temamî çavkaniya xwe ji îdeolojiya sîstema kapîtalîst digire. Ferdek an jî civakek çi qas ji polîtîkayê dûrbikeve, ew qas ji koletî û desthilatiyê re zemînê herî guncav pêşkêş dike. Li ser vî bingehî di mijara polîtîkayê de erk û berpirsyariya ku dikeve ser milê ferdan an jî civakan ew e, heya dawiyê li hemberî sepandinên modernîteya kapîtalîst ên weke maf û azadiya şexsî têbikoşin. Polîtîka ji destê dewlet û yekdestdariyên desthilatan derxistin û ji nû ve bi civakan dayîna qezenckirin, heya bibêjin girîng û jiyanî ye.

Divê civak û ferd ji xizmetkarbûna dewlet û desthilatan derbikevin, ji bo azadî, îrade û nasnameyên xwe têbikoşin, bi qasî armanckirina civaka exlaqî, divê polîtîkbûnê jî bifikirin. Ev têkoşîn bi qasî ku exlaqî ye, divê ew qas jî polîtîk, demokratîk û azadane be. Ji bo ku têkiliya edaleta civakî bi polîtîkaya civakî re pêşbikeve, di vir de rola siyaseta demokratîk gelek girîng e. Heya siyaseta demokratîk neyê meşandin, ne gengaz e ku mirov behsa edalet, wekhevî, azadî û polîtîkaya civakî bike. Eger behsa van mijaran bê kirin jî wê gelek şaş û xelet be. Civakeke ku ji polîtîkayê re vekirî, tê wateya ku ji pêşketinê re jî vekirî ye. Civaka polîtîkbûyî, di heman demê de civaka azadbûyî ye jî. Ji bo vê jî, siyaseta demokratîk, ji bo civaka polîtîk pêşbikeve rê û rêbaza herî bingehîn e. Weke mînak; ji bo ku ferd bikare civakbûna xwe pêşbixe, divê polîtîkaya zimanê xwe, ya çanda xwe, ya parastina xwe û ya aboriya xwe pêşbixe û ji bo van xalan her tim têbikoşe.

Bêguman, di merheleya heyî de civaka Kurd têkoşîna xwe ya polîtîk dimeşîne û di vî warî de sîstema xwe jî pêşdixe. Lê dîsa jî têrê nake. Di qada polîtîk de divê zêdetir bisazîbûn pêşbikeve. Partî, rêxistinên civaka sivîl, diwana edaletê, akademiyên huquq û perwerdehiyê û hwd. ew sazî ne ku dikarin hem nûnertiya îradeya civakê bikin û hem jî xwe bixwe xwe birêve bibin. Rola bingehîn a van saziyan ew e, bikarin di warê zîhnî de zanebûnekê bidin qezenckirin, ango civakê perwerde bikin, biryaran bigrin û pêk jî bînin. Bi kurtasî divê polîtîka dîsa di nava hemû qadên civakî de bê rêxistinkirin. Di vê yekê de bi taybet rola jinê gelek girîng e. Polîtîkayên ku ji aliyê mejiyê zilam ve ev pênc hezar sal e têne meşandin, weke her tim nikarin di roja me ya îro de jî pirsgirêkên civakî çareser bikin. Ew polîtîkayên ku wê jin bimeşîne, polîtîkayên dijî hiyerarşî û dewletê ne, ango xwedî naverokekî civakî ne. Li ser vî bingehî ya ku wê civakê bike civakekî adil, azad û wekhev wê dîsa polîtîkayên bi mejiyê jinê têne meşandin in. Divê di her qadeke polîtîkayê de(civakî, siyasî, huquqî, çandî, ekonomîk, perwerdehî û hwd) jin rolekî aktîf bilîze û bibe hêza pêşeng a van hemû qadên civakî.

Divê polîtîka di mijara pêşxistina edaleta civakî de rolekî girîng bilîze. Ew polîtîkayên ku wê bêne meşandin jî divê di serî de ji sazî û dezgehên dewlet û desthilatiyê dûr bin. Dema ku civak bixwe polîtîkayên xwe dimeşîne, divê ti tiştekê ji dewlet an jî sîstemê hêvî neke. Polîtîkayekî civakî ya ku mûhtacê dewletê, ti caran nikare nûnertiya îradeya azad, demokrasî û exlaqê civakî bike û nikare pêşbixe jî. Polîtîkaya ku wê bê pêşxistin, divê polîtîkayekî dijî zîhniyeta dewlet û polîtîkaya dewletê be. Polîtîkaya civakî, bêyî ku li benda hinek derdoran bin û ji hinek derdoran hêvî bikin, divê bi îradeya civakî bêne pêşxistin û afirandin. Divê civak bixwe saziyên xwe yên polîtîk pêşbixe, lê belê divê ev sazî jî destpêkê civakbûnê, jiyana komûnal û kolektîvîteyê ji xwe re esas bigirin. Meclis û rêveberiyên herêmî di ber rêxistinkirina van saziyan de berpirsyar in. Weke mînak; qedexeya ziman hebe, li şûna ku ji dewletê bixwaze divê bixwe saziya xwe ava bike. Divê civak wer bê rêxistinkirin ku her malek bibe dibistanek, siya her darekê jî bibe cihê akademiyekê. Ya ku vê yekê rêbixe û ava bike jî bêguman polîtîkayên ku bi mejiyê jinê bêne pêşxistin in û têkoşîna ku wê bê meşandin