Em hinekê salên 2003’yan bînin bîra xwe. Dagirkirina Iraq’ê ya bi destê DYE û hevkarên...
Dicle TEKMAN
Iraq’a ku bi dagirkirina DAÎŞ’ê careke din ket rojeva dinyayê, bi qasî ku tê fêmkirin, wê rojên zehmet bijî. Bêguman, ev bûyera ku bû rojeva hemû ragihandin û çapemeniyan nedihat hêvîkirin. Lê çima ev bûyer nedihat hêvîkirin? Ma vê rêxistina çete her roj di çapemenî û ragihandinan de behsa armancên xwe nedikir? Ma xwe weke dewleta Îslamî ranegihandibû? Ma nedigotin ji bilî Sûniyan em ê her kesê qetil bikin? Baş e, wê çaxê çima hinek derdor weke ku ev bûyer ji nişkê ve derketibe holê lê ecêb dimînin? Gelo taze li cîdiyeta vê rêxistinê serwext dibin? El Qaîdê daxûyanî da û got “ev rêxistin ji me tundrûtir in”. Ti rêxistin bi qasî vê rêxistinê xwînxwar û qesab nîn in. DAÎŞ rêxistina kî ye? Kî piştewaniya vê rêxistinê dike? Nexwe ev rêxistin çawa dikare bi vî rengî rehet destê xwe bihejîne û êrîş bike? Çawa dikarin bi awayekî rehet bajarên weke Musûl, Selehedîn, Tîkrît û heta Bexda’yê? Divê ev rêxistin ji binî ve bê lêkolînkirin. Ango bi awayekî hûr û kûr bê lêkolînkirin. Ev rêxistin ji kî hêz digire? Ev hemû xal weke pirsên sereke derdikevin holê. Ew El Qaîde’ya ku demekê tirs dixiste xewnên mirovan, wer xûya ye ku îro bi navê DAÎŞ’ê tevdigere. Ya rastî mirov nikare bibêje ku ev kiryar bi destê mirovan tê kirin. Heta mirov nikare ji van re bibêje mirov jî. Di ti demên dîrokê de jî mirovahiyê şahîdî li ev qas tevkujiyên wehşetnak nekiriye.
Em hinekê salên 2003’yan bînin bîra xwe. Dagirkirina Iraq’ê ya bi destê DYE û hevkarên wî di bin navê hilweşandina dîktatoriya Sedam de hat kirin. Lê di bingeh de petrol û dewlemendiyên din ên ku di pêşerojê de ji xwe re kiribûn armanc di vê yekê de rola esasî lîst. Di bin navê çekên kîmyewî yên Sedam Hûsên de ev êrîş lidarxistin û Iraq dagir kirin. Bi temamî dixwestin li seranserê Rojhilata Navîn hegemonyaya xwe ava bikin û xwe li hemû Rojhilata Navîn bicih bikin. Her wiha ew êrîş û xwînxwariya ku DYE’yê kirî, ji yên ku niha DAÎŞ dike cudatir an jî baştir nebûn. Baş e, çima dîsa Iraq? Ji ber ku Iraq ji aliyê dîrokî ve jî cihê bajarê destpêkê ye, cihê ku cara pêşî lê dewleta bajêr hatiye avakirin e. Dewlemendiya çandî li vî bajarî (Uruk) pêşketiye, cara pêşî lê împarator derketine holê(Sargonê Akadî) û erdnigariyek e ku lê şaristanî hatiye avakirin. Ev şûngeha wê ya bandorker û diyarker hiştiye ku her tim rastî êrîşên hêzên derve were. Di salên bihûrî de sedema ku DYE’yê êrîş anî ser Iraq’ê û Iraq dagir kir û sedema ku îro DAÎŞ êrîş dike û dixwaze dagir bike, yek e û ev êrîş bi heman armancê tê kirin. Şer û pevçûnên mezhebî afirandin, ma ne ji bo ku xwe bigihînin armanca xwe ya esasî ye?
Baş e, armanca van a bingehîn çi ye? Li jor jî min hewl da hinekê rave bikim û min behsa aliyê wê yê dîrokî kir. İraq, li Rojhilata Navîn yek ji welatên herî stratejîk e û weke navendekê ye jî. Hem di warê kûrewî û hem jî di warê herêmî de welatekî stratejîk e. Ji bo ku hêzek bikare xwe ji aliyê îdeolojîk, polîtîk, ekonomîk û çandî weke desthilatekê damezrîne û di demekî kurt de bide rûniştandin, ji xwe re qada herî guncav digere. DAÎŞ û hêzên ku piştewaniya wî dikin dibe ku dixwazin li Iraq’ê sîstemekî nû yan jî rejîmekî nû ava bikin. DAÎŞ jî li ser vî bingehî weke piyonekî esasî tê bikaranîn. DAÎŞ jî wê bixwaze di bin ala Îslamê de hegemonyaya xwe li herêmê belav bike. Xwest ku li Rojava’yê Kurdistan û Sûriyê vê yekê biceribîne, lê serneket. Sedemê serneketina wî, bêguman berxwedana YPG û YPJ’ê û her wiha avakirina sîstema xweseriya demokratîk bû.
Ev rêxistina DAÎŞ’ê ji hemû şîroveyan re vekiriye. Ango mirov dikare bi her hêzekê ve jî girê bide. Divê mirov hemû awayî ihtimalan binirxîne, li hemberî van xwînxwar, wehşî û dirindeyan ji her aliyekê ve tevdîran pêşbixe. Bi taybetî li gel eniya Kurdistanê li ser bingehê zanebûna azadî û siyaseta demokratîk têkoşîna hevbeş a gelan ji bo berjewendiyên herêmê şert in. Zirûfê ku niha pêşketiye vê yekê pêwîst dibîne, di serî de Kurdistan û Iraq divê li hemberî hemû awayî hêzên mêtinger, dagirker û desthilatxwaz têkoşînekî hevbeş bê meşandin û ev zîhniyet bêne paqijkirin. Di serî de divê li Kurdistanê sîstemekî aborî, civakî, çandî û leşkerî ya hevbeş bê avakirin, li ser bingehê Yekitiya Netewî û Kurdistana Demokratîk têkoşînekî xurt bê meşandin