Ji Çiyayê Şengal’ê Hewara Ciwanekî Êzidî

Ez ji gundê Kersê, ji eşîra Feqîra, mala Zero me. Navê min Dilşad e û temenê min 25 sal e. ...

Dilşad ŞENGAL

Ciwanekî Êzidî ku ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê berê xwe daye çiyayê Şengal’ê rûyê xwe daye berbanga rojê û wiha dua dike û bang li ciwanan dike;

“Rêya rastiyê li berxwedanî

Xwedê û xwedawendan jê re kirin rêzanî

Zerdeşt sekinî li ber banî

Got: Ya xwedê tu rehman î

Destê min bigre deman û deng e

Tu me azad bike ezab û astengan”

Ez ji gundê Kersê, ji eşîra Feqîra, mala Zero me. Navê min Dilşad e û temenê min 25 sal e. Bi hezar salan in me berê xwe da berbanga rojê, ji bo parastina çand û ola xwe. Me dua kirin. Em bi ronahiya rojê, bereketa axê û ava pîroz jiyan heya îro. Kok û dîroka me, çand û baweriya me, ji xwe nasîna mirovan û xwedanasiyê şax berdaye û heya îro herikiye. Her dem pêşiyên me digotin, “heya niha em rastî 72 komkujiyan hatine”. Em hatin kuştin û mişextkirin. Mêrên me qetil kirin û jinên me revandin. Em hatin talan û tarûmarkirin. Lê dîsa li berxwe da. Me ol û çanda xwe parast. Neyaran nekarî ne me ji bawerî û hezkirina roja me dûr bixin. Bi qasî komkujiyan, ew qas zêdetir me li berxwe da. Dîroka me lewma dîroka komkujî û berxwedanê ye. Êzidiyên li axa Kurdistanê dijîn, bi jin û ciwanên xwe li dijî êrîşkaran û hovên xwînrêj li berxwe dan û bi têkoşînên xwe destanên mezin nivîsandin. Her destaneke Êzidiyan di dîroka Kurdistanê de bûye efsaneyek. Kesên dixwazin me Êzidiyan nasbikin, bila li huner û stranên li ser dîroka me distrên guhdarî bikin. Wê me binasin û xwe jî di neynûka vê dîrokê de bibînin.

Me çavkaniya xwe ji çanda lehengiyê hilgirtî ye. Me çand û kevneşopiya Êzidiyan heya îro parast û jiyan kir. Her çi qas em rastî qirkirin û êrîşên zordestan jî hatibin, çand û baweriya me ya hezarî salan înkar kirin, polîtîkayên taybet li ser me meşandin û me bi hezaran salan li berxwe da û em ê li berxwe bidin.

Eger hûn bipirsin û bixwazin bizanin ka em rastî kîjan komkujiyan hatine, ez dikarim ji dîrokê çend mînakên komkujiyan bidim: Piştî salên 640’an ji Heleb’ê heya Sêrt’ê mêr li singan dan û xwestin bikin ibret-il alem. Di heman demê de li Şarezûr mezinên me di xwîna mirovan de xeniqandin. Ziyaret û pirtûkên pîroz şewitandin û zimanên 500.000 Êzidiyan jêkirin. Di sala 1107’an de li gorî Fariznameya Kurdên Êzidî ji ber ola Îslamê qebûl nekirin, rastî komkujiyê hatin. Wê demê 500.000 Êzidî hatin qetilkirin. Di sala 1752-1753’an de paşayê Osmaniyan Silêman Paşa bi artêşa xwe bi ser Şengal’ê de girtin. Bi hezaran Êzidî qetil kirin û mal û milkên wan talan kirin. Bi qasî ku salan Şengal di bin dagirkeriya xwe de hiştin. Di sala 1799-1800’an de artêşa Tayî yên Bedewiyên Ebd El-Ezîz Beg û eşîra Erebên Handan Ubeyd bi ser gundên Êzidiyên Şêxan’ê de girtin. Ereban 25 gundên Êzidiyan talan kirin. Herî dawî di 14’ê Tebax’a 2007’an de li bajaroka Siba Şêx Xidir û Til Hizir’ê bi qamyonan êrîşên bombeyî pêkanîn. Zêdeyê 700 Êzidî hatin qetilkirin. Ev ji 72 komkujiyan tenê çend mînak in. Di hemû êrîş, talan û komkujiyan de xwestin ol, çand û nasnameya me tine bikin û koka Êzidiyan li ser axa welatê me biqelînin û her wiha xwestin Êzidiyan ji axa pîrok qut bikin û berê wan bidin welatên biyanî. Yên mayî jî xwestin bikin kole û bihelînin.

Ciwanên ku Êzidiyan û Şengal’ê nasnekin jî bila bên ser xaka pîroz a Şengal’ê bigerin. Bila werin warê pîroz Çilmeran û Quba ŞêbilQasim, Quba Şerfedîn, Quba ŞêŞims û ziyareta Amadîn, ziyareta Pîrê Ewra, ziyareta Pîra Stiya-Espiya, ziyareta Pîr Hesin û hwd. Bila ziyaret bikin û dîroka me û xwe nasbikin.

Bi hezaran salan in ku me ax, çand û dîroka xwe ya pîroz parast. Nasname û ziman parast û têkoşînekî mezin meşand. Lê herî dawî, hov û nevîçirkên hovan çeteyên DAÎŞ’ê di 2’ê Tebax’ê de êrîşî me kirin. Keç, jin, bûk û nirxên me yên madî û manewî revandin, mîna keriyên çeqelan bi xwe re birin. Mirovên bê çek bi awayekî bêbext kuştin. Hêzên pêşmergeyên PDK’ê mîna berê weke Harpagosên hemdem xiyanet li gelê xwe kirin û em firotin DAÎŞ’ê. Ev yek nîşan dide, êrîşên li hemberî me bi xiyaneta PDK’ê pêkhatî ne. Her wiha nîşan dide ku ne tenê Şengal, Laleş jî bûye hedefa êrîşan.

Banga me ya ji bo ciwanên Êzidî jî ev e. Êzidiyên ku li Ewrûpa, Rusya, Qafkasya û Kurdistana Bakur dijîn, divê li hemberî van êrîşên hovane bêdeng nemînin. Ji ber ku di bingehê van êrîşan de înkar û îmhaya me Êzidiyan heye. Dixwazin ol, çand, bawerî û nasnameya me tine bikin. Dixwazin me qirbikin û nirxên me talan bikin. Ji ber ku em gelê vê axê yên herî qedîm in. Baweriya herî kevnare em dijîn. Kok û rehên vê baweriya olî ne û me li ser vê axê aj daye. Ji ber vê yekê ew qas ji me ditirsin û bi awayekî hovane êrîşî me dikin. Hebûna me ji bo xwe weke metirsiyekê dibînin.

Destpêka meha Tebax’ê bû. Şev nîvê şevê bû. Vê carê jî çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî me kirin. Zarok û jinên me revandin û mêrên me kuştin. Li me gule reşandin. Ji bo xelasiyê me berê xwe da çiyayê Şengal’ê û rûyê xwe da berbanga rojê.

Ez niha li çiyayê Şengal’ê me…

Li tenişta min parêzwanên dîrok, çand û nasnemeya Kurdan û fedayiyên APO hene. Şervanên azadiyê bi hewara me ve hatine. Şerwanên azadiyê ji çiyayên Zagros’ê hatin û em parastin. Niha min û fedayiyên azadiyê milên xwe daye hev û li çiyayê Şengal’ê em axa xwe diparêzin. Li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê me komek CIWANÊN ÊZIDÎ, YEKITIYA BERXWEDANA ŞENGAL’Ê (YBŞ) ava kir. Ciwanên Kurd ên Êzidî, kal û pîran jî milên xwe dane me û li gel me şerdikin.

Ez dîsa bang li hemû ciwanên Êzidî dikim: Dîsa roj roja xîret û berxwedanê ye. Roj, roja ku ciwanên Êzidî yên Kurd ji nû ve li dijî îmha û înkarê dîroka xwe binivîsînin e. Dîsa roj roja avakirina jiyana azad û parastina baweriya hezar salan e. Ji bo me jiyan bi ronahiya rojê, bereketa axê, jîna avê û hêza agir pîroz dibe. Ji bo me roj, av, ax, agir û hewa li welatê azad pîroz e. Heya em bîr û baweriya xwe bi awayekî azad nejîn, em nikarin behsa azadiyê bikin. Heya em destê xwe nedin hev û nasnameya xwe neparêzin, em yekitiya xwe ava nekin, em nikarin azad bijîn. Heya em nebin yek û li derê tênekoşin em ê mehkûmê êrîşên qirkirinê bin.

Ez bang dikim;

Kî li kuderê be bila bibe. Çi karî dike bila bike. Hêza wan çi qas dibe bila be. Divê her kes li gorî her şert û mercî xwe amade bikin û li nirx û nasnameya xwe xwedî derbikevin. Her ciwanek bila bi derfetên xwe û li gorî hêza xwe têbikoşe. Ez bang li hemû ciwanên Êzidî dikim ku li vîna xwe ya azad û hebûna xwe xwedî derbikevin.